FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 1-5
Îbo Nava Cêribandinada Aminiyê Xwey kir
Îbo di welatê Ûtsêda dijît, çaxê ku Îsraêlî dîlên Misirê bûn. Rast e Îbo ji cimeta Îsraêlî nîbû, lê ew xizmetkarê Yahowayî amin bû. Ew xweyê malbeteke mezin bû, û pir dewlemend bû. Geleka qedirê wî digirtin. Îbo şîretkarê pir baş û hakimekî heq bû. Ewî usa jî hindava merîvên kesîb û belangazda, merd bû. Û bi temamî ew merivekî amin bû.
Îbo eşkere da kifşê, ku Yahowa di jîyîna wîda Kesê girîng bû
1:8-11, 22; 2:2-5
- Şeytan dît ku Îbo amin e. Ewî guhdariya Îbo hindava Yahowada danenî bin şikê; lê kire bin şikê ew, ku Îbo ne bi dilekî temiz Yahowara xizmet dike 
- Şeytan got, ku Îbo seva kara xwe Yahowara xizmet dike 
- Seva ku caba pirsa Şeytan bide, Yahowa hîşt ku Şeytan Îboyê amin bide cêribandinê. Şeytan hemû aliyava bi telî-tengiya Îbo da cêribandinê 
- Çaxê Îbo heta xilaziyê aminiya xwe xwey kir, hingê Şeytan aminiya hemû meriva kire bin şîkê 
- Îbo gune nekir, ne jî Xwedê neheq kir hemû tiştên xirabda, çi ku dihatine serê wî