MÎNA ÎSA BIJÎN
Çawa Nivîsarên Pîroz bi Dil û Can Lêkolîn Bikin
Tu dixwazî wek Daniyêl nava peykatinada amin bimînî? Daniyêl bi dil û can Xebera Xwedê lêkolîn dikir usa jî pêxembertiyên çetin (Dn. 9:2). Hergê tu jî Kitêba Pîroz bi dil û can lêkolîn bikî, tê bikaribî aminya xwe xwey kî. Çi cûreyî? Ev yek dikare baweriya te qewî ke hindava sozên Yehowa, ku wê bêne sêrî (Yêş. 23:14). Ev usa jî dikare hizkirina te hindava Xwedê mezin ke, çi ku wê te hêlan ke tiştên rast bikî (Zb. 97:10). Lê ji çi destpêkin? Werên em şêwir kin.
Çi ez gerekê lêkolîn kim? Seva ku cem me bernama ruhaniye baş hebe, em gerekê bona civatê xwe hazir kin. Hergê tu wede divînî, seva ku lêkolîn bikî fikirên ji xwendina Kitêba Pîroze her heftiyê ku tera nefemdarî ne, ewê kareke mezin tera bîne. Xêncî wê yekê, hineka safî kirin hê zêde pêbihesin derheqa pêxembertiyên Kitêba Pîroz, berê ruhê Xwedê, derheqa rêvîtiya Pawlosê şandî, yan derheqa efrînên Xwedê. Hergê nava rojê tu derheqa pirseke Kitêba Pîroz difikirî, xwera binivîse û carekê din lêkolîn bike.
Kîderê ez dikarim înformasiyê bivînim? Seva vê yekê binihêre vîdêo “Hacetên bona Dîtina Xizna Ruhanî”. Seva ku feresetên xwe bicêribînin, lêkolîn bike hukumdariyên dinyayê, yên ku di kitêba Daniyêl serê 7-da, wek cenewir eyan dibin.
Çiqas wede ser lêkolînê xerc kim? Hergê em her gav lêkolîn bikin, ewê alî me bike ruhanîda sihet-qewat bin. Tu dikarî hêdî-hêdî destpêkî, û paşê lêkolîna xwe zêde kî. Lêkolîna Xebera Xwedê anegorî wê yekê ye, çaxê xizna veşartî dikulî; û çiqas hê zêde xiznê divînî, haqas hê zêde dixwazî bikulî! (Mtl. 2:3-6). Xwestina te ku Xebera Xwedê lêkolîn bikî, wê hê zêde be û hergê hergav evê yekê bikî, ewê tera bibe xeyset (1 Pt. 2:2).
CENEWIRÊN JI KITÊBA DANIYÊL SERÊ 7, ÇI MERA EYAN DIKIN?
Dn. 7:4
Dn. 7:5
Dn. 7:6
Dn. 7:7
PIRSEKE MÛHÎM:
Çawa Daniyêl 7:8, 24 hate sêrî?
DERSEKE DIN:
Cenewirên ji Eyantî serê 13, kê eyan dikin?