BONA LÊKOLÎNÊ
Lêkolîna Kûr wê Alî Te Bike Hişyar Bimînî
Bixûne Daniyêl 9:1-19. Ev rêz nîşan dikin, wekî lêkolîna kûr çiqas ferz e.
Dîna xwe bide kontêkstê. Wê demê çi qewimîbû, û ev yek ça ser Daniyêl hukum dikir? (Daniyêl 5:29–6:5) Hergê tu dewsa Daniyêl bûyayî, teyê çi bikira?
Kûr lêkolîn ke. Diqewime Daniyêl kîjan “Nivîsarên Pîroz” dixwend? (Daniyêl 9:2, ÎM; w23.08 rûp. 4 abz. 7) Duayê Daniyêl, ya ku kitêba Daniyêl 9:11-13-da hatiye nivîsarê, ça nîşan dike ku ewî Nivîsarên Pîroz kûr lêkolîn dikir? (Qanûna Kahîntiyê 26:39-42; 1 Padşatî 8:46-50, dp 182-184)
Derheqa vê yekê, çi ku tu hîn bûyî, kûr bifikire. Ji xwe bipirse:
Ez gerekê çi bikim, wekî bi zêdeyî dîna xwe nedime ser van tişta, çi ku dinêda diqewime? (Mîxa 7:7)
Ez ça dikarim mîna Daniyêl ji lêkolîna Kitêba Pîroze kûr, karê bistînim? (w04 1/8 12 ¶17)
Wedê lêkolîna şexsî kîjan têma dikarin alî min bikin, ku ez ‘hişyar bimînim’? (Metta 24:42, 44; w12 15/8 5 ¶7-8)