SERÊ 15
Pêxemberê Dîl Axiriyê Dibîne
Daniyêl pêxembertiyê dike derheqa Padşatiya Xwedê û hatina Mesîh. Ketina Babîlonê
DANIYÊLÊ cahil ku amin bû, hê pêşiya hilşandina Orşelîmê, birine Babîlonê ça dîl. Wîra û çend gedê îbranîra, yêd ku dîl hildabûn ji padşatiya Cihûda, babîloniya wanra ji dîlêd din, zêdetir azabûn dan. Di emirê Daniyêlî dirêjda, li Babîlonê, Xwedê ew gelek kerem dikir, heta ew ji mirinê jî xilaz kir çaxê ew avîtibûne li bîrê nava şêra. Daniyêl ji Xwedê dîtinok dît derheqa axiriya dûr. Pêxembertiyêd Daniyêle lapî ferz, derheqa Mesîh û serwêriya wî bûn.
Daniyêl pêdihese ku kengê Mesîh wê bê. Daniyêl pêxemberra hatibû gotinê, wekî cimeta Xwedê dikare hîviya hatina Mesîh be, û wekî ew wê hingê bê, çaxê fermana derheqa avakirina Orşelîmê bê dayînê, û paşî vê fermanê 69 heftiyêd sala derbaz bin. Ev ferman derket di sala 455-da B.D.M., paşî mirina Daniyêl. Heftêk heft roj in, lê heftiyê sala, 7 sal in. Heft derba 69, dike 483, dêmek ji sala 455 B.D.M., 483 sal derbaz be digihîje sala 29 D.M. Lê çi qewimî wî çaxî emê paşê pêbihesin. Daniyêl usa jî pêxembertî kir, wekî Mesîh wê bê kuştinê seva afûkirina gunêd meriya (Daniyêl 9:24-26).
Mesîh li ser ezmana wê bibe Padşa. Daniyêlra dîtinokeke ecêb, derheqa Mesîh hatibû dayînê. Ewî dît ku li ser ezmana “yekî mîna lawê meriv”, dihat ber textê Yahowa Xwedê. Xwedê “serwêrî û mezinahî” û padşatî dabû destê wî. Ev Padşatî gerekê heta-hetayê be. Daniyêl pêxember usa jî pêhesiya, wekî ev Padşa wê tenê padşatiyê neke, tevî wî dîsa wê kes hebin, navêd kîjana “pîrozêd Yê Bilind” in (Daniyêl 7:13, 14, 27).
Padşatî wê hemû serwêrtiyêd vê dinyayê hilşîne. Xwedê alî Daniyêl pêxember kir, wekî ew xewna Nebûkedneser padşayê Babîlonê şiroveke. Xewnêda padşa heykelekî mezin dît. Serê wî ji zêr bû, sîng û dest ji zîv bûn, zik û hêt ji sifir, nig ji hesin, peniyêda heta pêçiya jî, ji hesin û xaliya sor tevxistî bûn. Paşê ji çiyê kevir qetiya, peniyêd wîye sist ket û heykel hûr-hûrî kir. Pêxember şirovekir, wekî her kudurekî heykelê tê hesabê dewleteke mezin, yê ku hevdu diguhêzin, destpêbûyî ji Babîlonê yê ku dihate hesabê serê heykelê ji zêr. Daniyêl pêşda got, wekî wedê serwêrtiyêd dewletêd paşine zulm, Padşatiya Xwedê wê destpêke hukum ke. Ev Padşatî hemû serwêrtiyêd dinyayê wê hilşîne, lê xwexa heta-hetayê bimîne (Daniyêl, serê 2).
Daniyêl pêxember di kalemêrtiya xweda, ketina Babîlonê bi çevê xwe dît. Ça pêxembera pêxembertî kiribûn, usa jî qewimî, dêmek Koreş padşa şeherekî qewî alt kir. Zûtirekê paşî vê yekê, îbranî ji dîltiyê aza bûn, hema wededa dêmek paşî 70 sala ewana vegeriyane ser erdê xweyî wêrankirî. Bin rêberiya serwêra, keşîşa û pêxembera ku Xwedêra amin bûn, wana Orşelîm teze kir, û paristgeha Yahowa jî tezeda ava kirin. Werên em pêbihesin ka çi qewimî çaxê 483 sal derbaz bûn, derheqa çi jî jorê hatibû gotinê.
Li ser hîmê kitêba Daniyêl.