KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr19 Nîsan rûp. 1-8
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2019)
  • Binserî
  • 1-7 NÎSANÊ
  • “Azepbûn Pêşkêş e”
  • w11 15/1 17-18 ¶3
  • Azepbûna Xwe Kêrhatî Derbaz ke
  • w08 15/7 27 ¶1
  • Fikirên Sereke ji Nema Korintiyara
  • w96 15/10 12-13 ¶14
  • Azepbûn Mecalê Dide, ku bi Temamî Xizmet kin
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • lv 219
  • Elametiya Zêde
  • w00 15/7 31 ¶2
  • Tu Dikarî vê Dinya Bênamûsda, Namûsiya Xwe Xwey kî
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 8-14 NÎSANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 KORINTÎ 10-13
  • “Yehowa Amin e”
  • w17.02 29-30
  • Pirsên Xwendevana
  • Pawlosê şandî nivîsî, wekî Yehowa “nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê” (1 Korn. 10:13). Dibe ku ev tê hesabê, wekî Yehowa pêşda divîne hela em çiqasî dikarin teyax kin û paşê dijbêre ku em rastî kîjan tengasiya bên?
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w04 1/4 29
  • Pirsên Xwendevana
  • Çima vê rêzêda nivîsar e, wekî ji bo qavîkirinê 23 000 Îsraêlî mirin, lê Jimar 25:9 dibêje, ku 24 000 mirin?
  • w15 15/2 30
  • Pirsên Xwendevana
  • Gelo çaxê xûşk tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike û birê nenixumandî kêleka wê ye, ew gerekê serê xwe girêde yan na?
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 22-28 NÎSANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 KORINTÎ 14-16
  • “Xwedê wê Her Tiştîda Bibe Xwedayê Her Tiştî”
  • w98 1/7 21 ¶10
  • Mirin wê bê Hildanê
  • kr 237 ¶21
  • Padşatî, Qirara Xwedê ya bona Erdê wê Bîne Sêrî
  • w12 15/9 12 ¶17
  • Mesîh wê Padşatiyê Bide Destê Yehowa
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w12 1/9 9, çargoşe
  • Gelo Pawlos Qedexe kir, ku Jin Xeber din?
  • it-1 1197-1198
  • Nedêrisî
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 29 NÎSANÊ-5 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 KORINTÎ1-3
  • “Yehowa Heye Xwedêyê Hemû Berdiliyê”
  • w17.07 13 ¶4
  • “Tevî yêd Digirîn Bigirîn”
  • w17.07 15 ¶14
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w16.04 32
  • Pirsên Xwendewana
  • Çi ye “bihê” û “mor”, kîjan ku her Mesîhiyê rûnkirî ji Xwedê distîne? (2 Korn. 1:21, 22)
  • w10 8/1 23
  • We Zanibû?
  • Pawlosê şandî çi dixwest bigota, çaxê got “serketinêda pêşda dibe”?
  • Xwendina Kitêba Pîroz
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2019)
mwbr19 Nîsan rûp. 1-8

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

1-7 NÎSANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 KORINTÎ 7-9

“Azepbûn Pêşkêş e”

(1 Korintî 7:32) Lê ez dixwazim ku hûn ji xema dûr bin. Yê nezewicî şixulêd Xudanva gîro ye, ku çawa bike li Xudan xweş bê.

w11 15/1 17-18 ¶3

Azepbûna Xwe Kêrhatî Derbaz ke

3 Wedê merivê azep gelek e, û azabûna wî himberî yên zewicî zêde ye (1 Kr. 7:32-35). Ev bi rastî jî mecaleke baş dide, wekî hê zêde xizmet kin, hizkirina xwe hindava merivada diha pêşda bînin û hê nêzîkî Yehowa bin. Hine Mesîhî, destpêkirin hê zêde bişêkirînin azepbûna xwe û safî kirin hê nezewicin. Yên din dereca kîjana ku hatibû guhastinê û nezewicîn, dua dikirin û difikirîn ser dereca xweye teze. Ev yek alî wan kir bêne ser wê nêtê, ku bi alîkariya Yehowa ewana wê bikaribin safîkirina xwera amin bimînin. Lema jî ewana safî kirin hela hê nefikirin bona zewacê (1 Kr. 7:37, 38).

(1 Korintî 7:33, 34) Lê yê zewicî xemêd dinêva gîro ye, ku çawa bike li jina xwe xweş bê 34 û ser du riya sekinî ye. Jina bêmêr yan qîz şixulêd Xudanva gîro ye. Meremê wê ew e, ku ew ruh û qalibê xweda buhurtî-jibare be, lê ya mêrkirî xemêd dinêva gîro ye, ku çawa bike li mêrê xwe xweş bê.

w08 15/7 27 ¶1

Fikirên Sereke ji Nema Korintiyara

7:33, 34: Çi tê hesabê ku Mesîhiyên zewicî “xemêd dinêva” mijûl in? Pawlos digot derheqa şixulên herrojî bi çi jî Mesîhiyên zewicî xemgîn dibin. Dikeve nava vê yekê, xwarin, kincxwekirin, şixulên malê, lê hemikî nakeve nava vê yekê kirên dinyaye xirab, ji kîjana ku Mesîhî xwe dûr digirin (1 Yn. 2:15-17).

(1 Korintî 7:37, 38) Lê ewê ku giranî ser wî tune, lê li temê xwe dikare û dilê xweda qirar kiriye ku dergîstiya xwe usa xwey ke çawa berê, ew tiştekî qenc dike. 38 Awa yê dergîstiya xwe distîne, qenc dike, lê yê ku wê bikir dihêle, hê qenc dike.

w96 15/10 12-13 ¶14

Azepbûn Mecalê Dide, ku bi Temamî Xizmet kin

14 Ew Mesîhiyê azep, kîjan ku azepbûna xwe bona nêtên nerast dide xebatê, tiştên “qenc” nake. Ew bona şixulê “Padşatiyê” azep namîne, lê ji bo meniyên xwe (Metta. 19:12). Mêr ya jina azep gerekê bona şixulên Xwedê xem bikin, dêmek wekî li Xwedê xweş bên û timê wîra qulix kin. Ev tê hesabê, wekî bi temamî xwe tesmîlî xizmetkirina Yehowa û Îsa Mesîh, bikin. Tenê wî çaxî Mesîhiyên azep, himberî Mesîhiyên zewicî, ya herî “qenc” dikin.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(1 Korintî 7:11) Heger biqete jî, bira mêr neke yan jî mêrê xwera li hev bê. Û mêr jî bira jina xwe bernede.

lv 219

Elametiya Zêde

Diqewime derece bigihîje wê yekê ku Mesîhî safî ke wekî ji mêr yan jina xwe biqete, yan jî başqe bijî, lê mêr yan jina wî qavî nekiriye (1 Korintî 7:11). Were em xeber din derheqa çend derecên usa, kîjan ku hinek hesab dikin wekî menî ku başqe bijîn.

• Çaxê kesek naxwaze xem bike bona malbeta xwe: Hergê mêr naxwaze xem bike bona malbeta xwe, jin û zarên wî wê bikevine tengasiyê (1 Tîmotêyo 5:8).

• Ziyandayîna fîzîkî: Mêr yan jin dibeke usa hêrs be ku kirên wî (wê) ziyanê bide jîyîn û sihet-qewata yê din (Galatî 5:19-21).

• Çaxê rê digire seva ku Yehowara xizmet neke: Diqewime mêr yan jin dikare zorê bike hevalzewaca xwe, seva ku ew Xwedêyê rastra xizmet neke (Karên Şandiya 5:29).

(1 Korintî 7:36) Lê heger yek fem dike, wekî hindava dergîstiya xweda rastiyê nake, temê wî jî xirab bûye ku gerekê bizewice, bira usa bike çawa dixwaze, gune nake, bira hevdu bistînin.

w00 15/7 31 ¶2

Tu Dikarî vê Dinya Bênamûsda, Namûsiya Xwe Xwey kî

Cahil gerekê derbêra lez nekevin bizewicin, gava xwestekên sêksûal cem wana destpêdikin pêşda bên. Zewac ev borcdarî ye û seva ku li gora vê yekê bijîn, gerekê meriv gihîştî û cêribandî be (Destpêbûn 2:24). Wê baş be hîviyê bin, heta ku ev xwestekên bedenê derbaz bin, çimkî ev xwestek dikarin nihêrandina cahil bixalifînin (1 Korintî 7:36). Û çiqas ne bi bîlanî û xirab e, hergê meriv bênamûsiyê dike, çimkî hizret e bizewice, lê hela hê hevalzewacê layîq xwera nedîtiye!

Xwendina Kitêba Pîroz

(1 Korintî 8:1-13) Lê niha çi ku ji pirsa qurbanêd pûta dikeve: Femdarî ye ku zanebûna me her kesî jî heye. Zanebûn pişika mêriv diwerimîne, lê hizkirin ava dike. 2 Heger yek texmîn dike, ku ew tiştekî zane, ew rast hê tiştekî usa nizane çawa ku lazim e bizanibe. 3 Lê heger yek Xwedê hiz dike, ew ji aliyê wîva naskirî ye. 4 Awa derheqa wan qurbanêd pûtaye ku merî dixwin: Em zanin ku pût heyîna xweva pûç in û Xwedêkî din tune, pêştirî yekî. 5 Heger bi navêd din jî xwedê hebin, yan li erdê yan li ezmên, çawa bêhesab xwedê û bêhesab xudan hene jî, 6 lê bona me tenê Xwedêk heye, Bav, Efirandarê her tiştî, em jî bona wî hene û tenê Xudanek heye, Îsa Mesîh, bi kîjanî her tişt xuliqî ne û bi saya wî em hene. 7 Lê ev zanebûn cem her kesî tune. Heta niha hê dilê hineka pey pûtparistiyê ye, ku gava wî goştî dixwin, hesab dikin çawa qurbanêd pûta û xwe diherimînin, çimkî îsafa xweye sistda fikara dike. 8 Lê belê xwarin me li ber Xwedê nade sekinandinê. Heger em bixwin, tiştekî zêde nakin û heger nexwin, tiştekî jî kêm nakin. 9 Lê haş ji xwe hebin, nebe ku ew azaya we bibe kevirek li ber nigê sista. 10 Em bêjin, heger merivekî ku îsafa xweye sistda fikara dike te bibîne, wekî tu “xweyîzanebûn” î û li sifra paristgeha pûtda rûniştî yî, ne ew kirê te wê dil bide wî, ku ew jî qurbanêd pûtparistiyê bixwe? 11 Û ji dest wê “zanebûna” te, birê teyî sist, bona kîjanî Mesîh mir, wê unda be. 12 Bi vî awayî, gava tu neheqiyê li xûşk-birêd xwe dikî û îsafa wane sist birîndar dikî, li ber Mesîh neheqiyê dikî. 13 Awa heger xwarin dibe kevirê li ber piyê birê min, gerekê îdî tu car ez goşt nexwim, wekî birê xwe pişk nekim.

8-14 NÎSANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 KORINTÎ 10-13

“Yehowa Amin e”

(1 Korintî 10:13) Cêribandinêd usa nayêne serê we, pêştirî wan cêribandinêd ku têne serê merivêd mayîn. Lê Xwedê amin e, ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê. Ewê cêribandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin.

w17.02 29-30

Pirsên Xwendevana

Pawlosê şandî nivîsî, wekî Yehowa “nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê” (1 Korn. 10:13). Dibe ku ev tê hesabê, wekî Yehowa pêşda divîne hela em çiqasî dikarin teyax kin û paşê dijbêre ku em rastî kîjan tengasiya bên?

▪ Werin em derheqa vê yekê xeber din. Cem birakî me, kurê kîjanî ku xwe kuşt, pirsên usa pêşda hatin: “Gelo Yehowa pêşda dît ku emê ber mirina kurê xwe teyax kin? Dibeke ew yek Xwedê safî kir ku biqewime, çimkî zanibû wekî em dikarin teyax kin?” Lê gelo ew rast e wekî Yehowa her tiştî kontrol dike çi jî emirê meda diqewime?

Hergê em 1 Korintî 10:13 lêkolîn bikin, emê bivînin wekî Kitêba Pîrozda tu menî tune bawer bikin, ku yançi Yehowa pêşda dinihêre em çi dikarin teyax kin û emê rastî kîjan cêribandina bên. Werên em şêwir kin derheqa çar meniya wekî çira ew yek usa nîne.

Ya pêşiyê, Yehowa merivara azaya bijartinê daye. Ew dixwaze wekî em xwexa riya jîyîna xwe bijbêrin (Qan. Dcr. 30:19, 20; Yêşû 24:15). Hergê em dijbêrin riya ku Xwedê xweş tê, em dikarin bawer bin, ku ewê rêberiya gavên me bike (Metlk. 16:9). Lê hergê em riya nerast dijbêrin, emê biçinin ew çi ku diçînin (Galt. 6:7). Dêmek hergê Yehowa bijbarta ku em rastî kîjan cêribandina bên û kîjan na, wê usa derketa ku ew sînor dike azaya bijartina me.

Ya duda, Yehowa me xwey nake ji wext û qewimandina (Waîz 9:11). Ji bo cî û wedekî nebaş, qezî yan tiştekî xirab dikare bê serê me. Carekê Îsa xeber da derheqa qezîkî, kîderê ku 18 meriv hatibûn kuştinê, ji bo wê yekê ku bircek ketibû ser wan. Îsa da kifşê ku ew qewimandin qirara Xwedê nîbû (Lûqa 13:1-5). Lema jî wê nerast be bifikirin ku yançi Xwedê pêşda safî dike, wekî kî qeziyada wê sax bimîne û kî wê bimire.

Ya sisiya, pirsa aminiyê me her kesî dikeve. Bikine bîra xwe ku Şeytan aminiya hemû meriya, yên ku Yehowara xizmet dikin, dike bin şikê yançi emê nikaribin wedê cêribandina amin bimînin (Îb. 1:9-11; 2:4; Eyan. 12:10). Hergê Yehowa me xwey ke ji tengasiya tenê ji bo wê yekê ku emê nikaribin teyax kin, usa wê bê kifşê ku Şeytan rast bû çaxê got ku em seva halxweşiya xwe Xwedêra xizmet dikin.

Ya çara, Yehowa naxwaze pêşda hemû tiştî binihêre çi ku emirê meda diqewime. Hergê ewî bixwesta binihêre, wê bihata hesabê ku yançi Xwedê pêşda dijbêre wekî em rastî çi cêribandina bên û him jî ku ew axiriya me jî zane. Lê nihêrandina usa ne li ser hîmê Nivîsarên Pîroz e. Hemikî Xwedê dikare li axiriyê binihêre (Îşa. 46:10). Lê Kitêba Pîroz nîşan dike ku Xwedê xwexa naxwaze pêşda binihêre her tiştî çi ku axiriyêda biqewime (Destp. 18:20, 21; 22:12). Yehowa Xwedayê hizkirin û heq e, lema jî ew azaya bijartinê ji me nastîne (Qan. Dcr. 32:4; 2 Korn. 3:17).

Lê wekî usa ne, çawa fem kin evan giliyên Pawlos: “Xwedê . . . nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê”? Ew sozê Yehowa ku Pawlos nivîsî, ne ku têne sêrî pêşiya cêribandina, lê wedê cêribandina. Giliyên Pawlos me didine bawerkirinê, ku firqî tune em rastî çi cêribandina bên jîyîna xweda, Yehowa wê eseyî alî me bike hergê em îtbariya xwe wî tînin (Zeb. 55:22). Ew gilî li ser hîmê du rastiyên sereke ne.

Ya pêşin, cêribandinên ku em rast pê tên, usa jî “têne serê merivêd mayîn”. Heta ku em dinya Şeytanda dijîn, em hemûşk jî rastî derecên çetin bên, diqewime hela hê qeziya jî. Lê hergê em xwe li Yehowa bigirin, emê bikaribin evan cêribandinada teyax kin û amin bimînin (1 Pet. 5:8, 9). Li wan rêzada yê ku nivîsar in pêşiya 1 Korintî 10:13, Pawlos gilî dike derheqa cêribandinên Îsraêliya, yên ku di beriyêda rastî wan hatibûn (1 Korn. 10:6-11). Ewên ku îtbariya xwe Yehowa dianîn, dikaribûn cêribandinada teyax kin. Pawlos çar cara dibêje, wekî “ji wan hineka” neguhdariya xwe dane kifşê. Lê yazix, ji bo wê yekê ku hine ji wan Îsraêliya îtbariya xwe Xwedê neanîn, dilê wan çû pey xwestinên nerast.

Ya duda, “Xwedê amin e”. Çaxê em dîna xwe didin, ku çawa Yehowa berêda derheqa xizmetkarên xwe xem dikir, em divînin ku ew bi aminî alîkariyê dide wan “yêd ku wî hiz dikin û emirêd wî diqedînin” (Qan. Dcr. 7:9). Em pêhesiyan ku Yehowa timê xweyê sozê xwe ye (Yêşû 23:14). Ji vê yekê tê kifşê, ku em dikarin bawer bin wekî: 1) Ew wê nehêle ku cêribandinên me usa mezin bin, wekî emê nikaribin wana teyax kin, û 2) “ewê . . . delîlekê jî bike” seva me.

Gelo Yehowa ça delîlekê dike bona wan, yên ku wedê cêribandina îtbariya xwe wî tînin? Hemikî hergê ew yek qirara wî be, Yehowa dikare ewan cêribandina pêra-pêra bide hildanê. Lê hela bikine bîra xwe giliyên Pawlos: “Ewê [Yehowa] delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin”. Gelek dereceda Yehowa “delîlekê” dike, dêmek dide me ew yek, çi ku lazim e seva ku teyax kin. Werên em xeber din derheqa hine tişta, bi saya çi jî Yehowa delîlekê bona me dike:

▪ Yehowa “nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me” (2 Korn. 1:3, 4). Ew dikare hiş û dilê me rihet ke bi saya Xebera xwe û ruhê xweyî pîroz. Him jî Yehowa bi saya xwarina ruhanî, ku em ji xulamê amin distînin, dikare berdiliyê bide me (Met. 24:45; Yûhn. 14:16; Rom. 15:4).

▪ Yehowa dikare bi ruhê pîroz rêberiya me bike (Yûhn. 14:26). Çaxê cêribandin pêşda tên, ruhê pîroz dikare alî me bike ku bînin bîra xwe serhatiyên û prînsîpên ji Kitêba Pîroz û paşê safî kin ku çawa xwe kifş kin.

▪ Yehowa dikare milyaketên xwe bide xebatê, wekî ewana alî me bikin (Îbrn. 1:14).

▪ Yehowa dikare bi xûşk-bira jî alî me bike, yên ku bi xeber û şixulên xwe dikarin me qewî kin (Kols. 4:11).

Dêmek çi em pêhesiyan ji giliyê Pawlosê şandî, yên ku 1 Korintî 10:13-da nivîsar in? Yehowa najbêre ku em rastî kîjan cêribandina gerekê bên. Lê çaxê jîyîna meda çetinayî pêşda tên, em dikarin bawer bin, ku: Hergê em bi temamî îtbariya xwe Yehowa tînin, ewê tu car nehêle ku em ji qewata xwe der bêne cêribandinê; ewê timê mera delîlekê bike, seva ku em bikaribin teyax kin. Bi rastî jî, ew gilî me çiqas dilgerm dikin!

(1 Korintî 10:13) Cêribandinêd usa nayêne serê we, pêştirî wan cêribandinêd ku têne serê merivêd mayîn. Lê Xwedê amin e, ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê. Ewê cêribandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin.

(1 Korintî 10:13) Cêribandinêd usa nayêne serê we, pêştirî wan cêribandinêd ku têne serê merivêd mayîn. Lê Xwedê amin e, ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê. Ewê cêribandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(1 Korintî 10:8) Em qaviyê nekin, çawa ji wan hineka qavî kir û rojekêda bîst sê hezar merî ketin qir bûn.

w04 1/4 29

Pirsên Xwendevana

Çima vê rêzêda nivîsar e, wekî ji bo qavîkirinê 23 000 Îsraêlî mirin, lê Jimar 25:9 dibêje, ku 24 000 mirin?

Hine îzbatiyên usa, ku çima firqiya usa mezin heye wan du rêzada. Yek ji wana ew e, wekî ev hejmar dikeve orta 23 000 yan 24 000, û ev dikarin temam kin ça bi hejmara zêde usa jî hejmara kêm.

Wêrên em meniya din şêwir kin. Pawlosê şandî Mesîhiyên Korintêra, mesela Îsraêliyên Şîtîmê anî, ku ew Mesîhî xwe xwey kin ji qaviya ku şeherê wanda belabûyî bû. Pawlos nivîsî: “Em qaviyê nekin, çawa ji wan hineka qavî kir û rojekêda bîst sê hezar merî ketin qir bûn”. Dêmek ewên kîjana ku Yehowa ceza kir ji bo qaviyê, Pawlos dibêje wekî ew 23 000 bûn (1 Korintî 10:8).

Jimar serê 25-da tê gotinê, wekî “Îsraêl Bael-Pihorva hate girêdanê. Hingê hêrsa Xudan li Îsraêl rabû”. Paşê Yehowa ferman dabû Mûsa, wekî “hemû serwêrêd milet” bikuje. Mûsa ev şixul da destê hakima. Paşê jî gava Pînhas Îsraêlî kuşt, kîjan ku kulfeta Midyanî anîbû zomê, “hingê bela li nava Îsraêlda seqirî”. Ev serhatî xilaz dibe bi wan giliya: “Ji dest belayê 24 000 merî mirin”.

Nava wan 24 000 derheqa kîjana ku di Jimarda tê gotinê, diketin ça “serwêrêd milet”, kîjan ku xwexa hakima bi destê xwe kuştin, usa jî ew kîjana ku Yehowa qir kir. Diqewime ji destê hakima hezar serwêr hatine kuştinê, û hejmaria yên kuştî tevay dibû 24 000. Ew serwêrên neheq yan qaviyê kiribûn, yan cejinên pûtparistada kar kiribûn, yan jî îzin dane yên mayîn evê yekê bikin. Çi jî hebû, ewana neheq bûn wê yekêda, ku “Bael-Pihorva” hatine girêdanê.

Ferhengeke Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî kesekîva bêne “girêdanê” dikare bê hesabê, wekî nêzîk xwe li kesekî bigirî. Îsraêlî cimeta Yehowa bûn, lê çaxê ewana “Bael-Pihorva” hatine girêdanê, bi vê yekê wana heleqetiya xwe tevî Yehowa xirab kir. Weke 700 sal şûnda, Yehowa bi Hoseya pêxember derheqa Îsraêliya got, ku ewana xwexa çûne cem Bael-Pihor, destpêkirin qaviyê bikin û mîna wan bûne merivne heram (Hoseya 9:10). Herkesê ku usa kirin, hêjayî cezakirina Xwedê bûn. Bi vê yekê Mûsa kire bîra Îsrayêliya “Çevêd we dîtin ku Xudan çi kir Bael-Pihorêda . Hemû merivêd ku pey Bael-Pihor çûn Xudan Xwedêyê te ew ji nava te unda kirin” (Qanûna Ducarî 4:3).

(1 Korintî 11:5, 6) Û her kulfeta ku serqot dua yan pêxembertiyê dike, ew serê xwe bêhurmet dike. Ew dibe mîna yeke porkurkirî. 6 Awa gotî, heger kulfet serê xwe girê nede, bira porê xwe jî bibire. Lê heger kulfetêra eyb e, ku porê xwe bibire yan bide ber dûzan, ku usa ye bira serê xwe girêde.

(1 Korintî 11:10) Bona vê yekê gerekê kulfet sergirêdayî be, çawa nîşana bin hukumda, bona milyaketêd ku dibînin.

w15 15/2 30

Pirsên Xwendevana

Gelo çaxê xûşk tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike û birê nenixumandî kêleka wê ye, ew gerekê serê xwe girêde yan na?

▪ Di “Birca Qerewiliyêda” ya sala 2002, 15 Tîrmehê, di rûbrîka “Pirsêd Xwendevanada” hatibû gotinê, ku çaxê xûşk hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike û birê nixumandî yan jî nenixumandî kêleka wê ye, ew gerekê serê xwe girêde. Derheqa vê pirsê niha emê pêbihesin wekî hine tişt hatine guhastinê.

Hergê xûşk hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike û birê nixumandî kêleka wê ye, ew gerekê serê xwe girêde. Bi vê yekê xûşk dide kifşê qedir hindava prînsîpa serwêrtiyê, kîjan ku Yahowa kifş kiriye di civatêda, çimkî ça qeyde ye, di civatêda hînkirin borcdariya bira ye (1 Korintî 11:5, 6, 10). Lê hergê feresetê bira heye û dikare hînbûna Kitêba Pîroz derbaz ke, xûşk dikare hîvî wî bike ku ew derbaz ke.

Aliyê dinva jî, hergê xûşk hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike û kêleka wê birê nenixumandî ye, û mêrê wê nîne, bi Kitêba Pîroz ew borcdar nîne ku serê xwe girêde. Lê îsafa hine xûşka, wan hêlan dike wekî vê derecêda jî serê xwe girêdin.

Xwendina Kitêba Pîroz

(1 Korintî 10:1-17) Naxwazim xûşk-birano, ku hûn nizanibin wekî kal-bavêd me hemû jî bin siya ewrda bûn û hemû jî Bera Sorra derbaz bûn. 2 Hemû jî tevî Mûsa bûne yek, ewr û berêda hatine nixumandinê. 3 Hemûya jî xût ew xwarina ruhanî xwar 4 û hemûya jî xût ew vexwarina ruhanî vexwar, çimkî ji wî qeyayê ruhanî vedixwarin, yê ku tevî wan diçû û ew qeya Mesîh bû. 5 Lê Xwedê gelekêd ji wan begem nekirin, lema cinyazêd wan beriyêda her dera ketî man. 6 Îdî ew tişt bona me bûne meselêd gotî, wekî em havijiya xwe ji tiştêd xirab neynin, çawa wan dilhavijî kir. 7 Ne jî bibin pûtparist, çawa ji wan hinek bûn, bona kîjana nivîsar e: “Cimetê rûnişt xwar, vexwar û rabûn namûsa hevra lîstin”. 8 Em qaviyê nekin, çawa ji wan hineka qavî kir û rojekêda bîst sê hezar merî ketin qir bûn. 9 Mesîh necêribînin, çawa ji wan hineka cêriband û bi mera hatine lêdanê mirin. 10 Û bîna xwe teng nekin, çawa ji wan hineka bîntengî kirin û bi destê milyaketê mirinê koka wan hat. 11 Ev hemû tişt çawa meselêd gotî dihatine serê wan, lê bona me ku em axiriya van dewrada dijîn, çawa şîret hatine nivîsarê. 12 Awa kî difikire ku ew miqerm sekinî ye, bira haş ji xwe hebe ku nekeve. 13 Cêribandinêd usa nayêne serê we, pêştirî wan cêribandinêd ku têne serê merivêd mayîn. Lê Xwedê amin e, ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê. Ewê cêribandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin. 14 Awa delalêd min, ji pûtparistiyê birevin. 15 Ez çawa tevî serwaxta xeber didim. Hûn xwexa bidine ber hesaba, ez çi dibêjim. 16 Ew kasa Şîva Xudan, ya ku em pê şikiriyê didin, ne heleqetiya xûna Mesîh e? Ew nanê ku em kerdikin, ne heleqetiya bedena Mesîh e? 17 Nanek heye, lema em hemû jî bedenek in, çimkî em hemû jî ji wî nanî kerdikin.

22-28 NÎSANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 KORINTÎ 14-16

“Xwedê wê Her Tiştîda Bibe Xwedayê Her Tiştî”

(1 Korintî 15:24, 25) Hingê axirî wê bê, gava koka her serwêrtiyê, hukumetiyê û qewatê bîne û padşatiyê bide destê Bav Xwedê. 25 Çimkî ew gerekê padşatiyê bike, heta ku Xwedê hemû dijmina bike binê piyêd wî.

w98 1/7 21 ¶10

Mirin wê bê Hildanê

10 “Xilazî”, ev heye xilaziya serwêrtiya Îsayî Hezarsalî, çaxê Îsa bi milûktî Padşatiyê, tesmîlî Bavê xwe ke (Eyantî 20:4). Nêta Xwedê ew e, wekî “hemû tişt bin serwêrtiya Mesîhda girêdayî bin” (Efesî 1:9, 10). Lê pêşiya vê yekê, Îsa wê kuta ke hemû hukumetî, serwêrtî û qewat, kîjan ku miqabilî qirara Yehowa dertên. Ev hê zêde ye, ne ku tenê kutakirin Harmagedonêda (Eyantî 16:16; 19:11-21). Pawlos dibêje: “[Mesîh] gerekê padşatiyê bike, heta ku Xwedê hemû dijmina bike binê piyêd wî. Dijminê xilaziyê ku wê kokê lê bîne, mirin xwexa ye” (1 Korintî 15:25, 26). Belê, gune û mirin ku ji Adem derbazî ser me bûne, wê bêne hildanê. Xêncî wê yekê, Xwedê wê hemûyên “tirbada” aza ke, yanê ji mirinê rake (Yûhenna 5:28).

(1 Korintî 15:26) Dijminê xilaziyê ku wê kokê lê bîne, mirin xwexa ye.

kr 237 ¶21

Padşatî, Qirara Xwedê ya bona Erdê wê Bîne Sêrî

21 Lê nexweşî û mirin wê ça bin? Mirin “dijminê xilaziyê” ye, miqabilî kîjanî ku merivên gunekar nikarin derên (1 Kr. 15:26). Lê Yehowa dikare ewî dijminî alt ke? Îşaya pêxembertî kir: “Abadîn mirinê daqurtand û Xudan, XUDAN wê ji hemû wecên hêstirên çewa paqij bike” (Îş. 25:8). Hûn dikarin ewî wedeyî bidine ber çevê xwe? Wê îda mezel û şîn tune bin! Dewsa hêsirên şînê, wê hêsirên şabûnê pêşda bên, çaxê Yehowa sozê xwe bîne sêrî û miriya vegerîne li jîyînê! (Bixûnin Îşaya 26:19.) Wî çaxî wê birînên dilê me, bi temamî qenc bin.

(1 Korintî 15:27, 28) Çimkî nivîsar dibêje: “Xwedê her tişt binê piyada êlimî wî kir”. Lê gava tê gotinê “her tişt” êlimî wî kir, femdarî ye, pêştirî wî Xwedêyî, yê ku her tişt êlimî wî kir. 28 Û gava her tişt êlimî wî bin, hingê Kur xwexa jî wê êlimî wî Xwedêyî be, yê ku her tişt êlimî wî kir, wekî her tiştîda ew bibe Xwedêyê her tiştî.

w12 15/9 12 ¶17

Mesîh wê Padşatiyê Bide Destê Yehowa

17 Xilaziya hezarsaliya serwêrtiya Îsa, “Xwedê di her tiştîda her tişt be”. Ew gilîne çiqas baş in! Ew çi tê hesabê? Bide ber çevê xwe ew wede, çaxê Adem û Hêwa kamil bûn û para malbeta Xwedêye edil bûn. Yehowa Hakimê jorin xwexa serwêrtiyê ser hemû efrînên xwe melek û meriva dikir. Ewana dikaribûn raste-rast tevî wî xeber dana, wîra xizmet kirana û ji wî bihatana keremkirinê. “Xwedê di her tiştîda her tişt” bû bona hemûya.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(1 Korintî 14:34, 35) Bira jinêd we civînêda xwe ker kin, çimkî îzina wan tune xeber din, lê bira guhdar bin, çawa Qanûn jî dibêje. 35 Lê heger ew tiştekî dixwazin bizanibin, bira li malê ji mêrêd xwe bipirsin, çimkî ne cayîz e ku jin civînêda xeber de.

w12 1/9 9, çargoşe

Gelo Pawlos Qedexe kir, ku Jin Xeber din?

Pawlosê şandî nivîsî “Bira jinêd we civînêda xwe ker kin” (1 Korintî 14:34). Ewî çi dixwest bigota? Ewî kulfeta nimiz hesab dikir? Na. Bi rastî ewî digot, wekî kulfet rind hîn dikin (2 Tîmotêyo 1:5; Tîto 2:3-5). Nema xweye Korintyara Pawlos ne tenê kulfetara digot “xwe kerkin”, lê usa jî wanara cem kîjana ku pêşkêşa pêxembertiyê û zimanzanînê hebû. Ewana gerekê xwe ker kirana çaxê civatêda yên din xeber didan (1 Korintî 14:26-30, 33). Carna usa dibû ku kulfet usa baweriya xwera şa dibûn, wekî xeberdana gotarvan dibirîn û pirs didanê, çawa ku li wan ciya qeyde bû. Lema jî seva ku civat bi terbetî derbaz bin, Pawlos kulfeta hêlan kir xwe ker kin û malda ji mêrên xwe pirs kin (1 Korintî 14:35).

(1 Korintî 15:53) Çimkî gerekê evî dêris nedêrisiyê li xwe wergire û evî mirî nemiriyê li xwe wergire.

it-1 1197-1198

Nedêrisî

Ewên ku tevî Îsa serwêrtiyê bikin, ewana jî ne tenê wê bona jîyîna nemirî bêne saxkirinê wek kesê ruhanî, lê usa jî nedirisiyê distînin. Ewana bi aminî Xwedêra xizmet dikirin û bi jîyîna dêris jîtin, lê çawa ku 1 Korintî 15:42-54-da tê gotinê, ewana qalibê nedêris distînin. Lema jî dikarin bêjin, wekî jîyîna nedêris û nemirî dibe para wan, kîjan ku ewana ji Xwedê distînin. Ew qalib narize û xirab nabe. Dêmek, Xwedê wedê saxkirina wan li ezmana, dide wan qewat, wekî jîyîna wan ji tu qewatên din girêdayî nîbe. Ev yek wana cude dike çawa ji efirînên fîzîkî usa jî ruhanî. Him jî ev rind îzbat dike, ku Xwedê îtbariya xwe wan tîne. Rast e, jîyîna wan ji tu kesî girêdayî nîne û qalibê wan ne dêrise, yekê ewana bin hukumê Xwedêda dimînin çawa Îsa Mesîh, kîjan ku heta niha guh dide rêberiya bavê xwe (1 Kr. 15:23-28; binihêre nemirî; nefs).

Xwendina Kitêba Pîroz

(1 Korintî 14:20-40) Xûşk-birano, hişê xweda zar nîbin! Hindava xirabiyêda mîna zara bin, lê hişê xweda gihîştî bin. 21 Qanûnêda nivîsar e: “Ezê bi merivêd xweyê zimanêd xerîb û zarêd xerîba vê cimetêra xeber dim, lê belê wê hingê jî guhdariya min nekin, Xudan dibêje”. 22 Awa pêşkêşa zimanêd xerîb nîşanek e, ne ku bona bawermenda, lê bona nebawera û pêxembertî jî ne ku bona nebawera ye, lê bona bawermenda. 23 Heger temamiya civînê pêva bicive û hemû jî zimanêd xerîb xeber din, hingê hineke nezan yan nebawer bikevine hindur, wê nebêjin: “Evana dîn bûne”? 24 Lê heger hemû jî pêxembertiyê bikin, hingê yekî nebawer yan nezan bikeve hindur, wê ji hemû gotinêd wan xwe mukur bê û bê gunekarkirinê, 25 surêd dilê wîda jî wê bêne eyankirinê û deverû li ber Xwedê bikeve, wî bihebîne û deng hilde bêje: “Rastî jî Xwedê nav weda ye!” 26 Em îdî çawa bikin gelî xûşk-bira? Gava hûn dicivine cîkî, her kesê ji we çî wî hebe, heger kulam be, hînkirin be, eyantî be, xeberdana zimanêd xerîb be, şirovekirina zimanêd xerîb be, bira hemû jî bona avabûna civînê bin. 27Heger yek bi zimanê xerîb xeber dide, bira dudu bin, yan ya lape zef sisê, lê bira yek pey yekîra xeber de û yek jî şiroveke. 28 Lê heger kesek tune ku şiroveke, bira ew civînêda dengê xwe neke, tenê ber xweda Xwedêra xeber de. 29 Û ji pêxembera jî bira dudu bin, yan ya lape zef sisê xeber din û yêd din bira enene kin. 30 Lê heger li ber yekî ji nava rûniştiya jî tiştek vebe, îdî bira yê pêşin dengê xwe bibire. 31 Çimkî hûn hemû jî, yek pey yekîra dikarin pêxembertiyê bikin, wekî hemû jî hîn bin û hemû jî dil bistînin. 32 Û ruhêd pêxembera bin sevîtiya pêxemberada ne, 33 çimkî Xwedê ne Xwedêyê bêpergaliyê ye, lê yê edilayiyê ye. Çawa nava hemû civînêd cimeta Xwedêda, 34 bira jinêd we civînêda xwe ker kin, çimkî îzina wan tune xeber din, lê bira guhdar bin, çawa Qanûn jî dibêje. 35 Lê heger ew tiştekî dixwazin bizanibin, bira li malê ji mêrêd xwe bipirsin, çimkî ne cayîz e ku jin civînêda xeber de. 36 Tu xebera Xwedê ji we derket? Yan tenê gihîşte we? 37 Heger yek difikire, ku xwexa pêxember e yan ruhanî ye, bira zanibe çi ku min wera nivîsîn, temiya Xudan e. 38 Lê heger yek guh nade van tişta, hûn jî guh nedine wî. 39 Awa xûşk-birano, heyra pêxembertîkirinêda bin û dengê yêd bi zimanêd xerîb xeber didin nedine birînê. 40 Tenê her tişt bira bi terbet, cî bi cî û maqûlî be.

29 NÎSANÊ-5 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 KORINTÎ1-3

“Yehowa Heye Xwedêyê Hemû Berdiliyê”

(2 Korintî 1:3) Şikir Xwedêyê Bavê Xudanê me Îsa Mesîhra, Bavê dilşewatiyê û Xwedêyê hemû berdiliyê.

w17.07 13 ¶4

“Tevî yêd Digirîn Bigirîn”

4 Bavê meyî dilşewat jî merivên xweyî nêzîk unda kiriye û derd kişandiye, mesele, çaxê Birahîm, Îshaq, Aqûb, Mûsa û padşa Dawid mirin (Jimar 12:6-8; Met. 22:31, 32; Kar. Şand. 13:22). Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa bi dil û can hîviyê ye, gava ew wana ji mirinê rake (Îb. 14:14, 15). Ewana wê bextewar bin û sihet-qewata wan bêkêmasî be. Lê bînin bîra xwe, ku Yehowa usa jî mirina Kurê xweyî delal dîtiye, kîjan ku “şabûna wî bû” (Metlk. 8:22, 30). Bi giliya em nikarin bêjin ku çiqas dilê Yehowa dêşiya gava bêremtî Kurê wî kuştin (Yûhn. 5:20; 10:17).

(2 Korintî 1:4) Ew nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me, wekî em jî bikaribin dil bidine ber wan, yêd ku nava her cûre telî-tengiyada ne, bi wê berdiliyê, pê kîjanê em xwexa ji Xwedê têne berdilîkirinê.

w17.07 15 ¶14

“Tevî yêd Digirîn Bigirîn”

14 Cara nizanî çi bêjî wan yên ku şînê dikin. Lê Kitêba Pîroz dibêje: “Zimanê serwaxta dermanê dila ye” (Metlk. 12:18). Gelek xûşk-bira ji broşûra “Çaxê Merivê Teyî Nêzîk Dimire”, fikirên baş dîtine seva xwe. Lê gelek car em dikarin berdiliya mezin bidine wan, hergê “tevî yêd digirîn bigirîn” (Rom. 12:15). Gabî, kîjan ku bî maye, dibêje: “Ez îda bi hêsira kula dilê xwe dirêjim û çaxê hevalên min tevî min digirîn, ew hinekî derdê min sivik dike. Û wî çaxî dilê min rihet dibe ku ez tenê ne mame”.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(2 Korintî 1:22) Û mora xwe danî ser me, Ruhê Pîroz kire dilê me çawa bihê ji ber sozê xweva.

w16.04 32

Pirsên Xwendewana

Çi ye “bihê” û “mor”, kîjan ku her Mesîhiyê rûnkirî ji Xwedê distîne? (2 Korn. 1:21, 22)

▪ Bihê: Li gora ferhengekê, xebera Yûnanî nivîsar e 2 Korintî 1:22-da, kîjan ku hatiye welgerandinê ça “bihê”, ew “têrmîna qanûnî û komêrsî” bû. Ew têrmîn dihate hesabê “dayîna ewlin, dayîna pareke ji heq, yan pêşdayîn”. Dêmek, çaxê meriv pêşda pareke ji heq dide seva peymana girêdayî qanûnî ke, û seva peyman bikeve qewatê. Derheqa rûnkiriya jî 2 Korintî 5:1-5-da tê gotinê, ku ewana wê heqê xweyî temam, dêmek xelata xwe bistînin, çaxê wanra bedena ruhanî bê dayînê. Xelata wan usa jî ew e ku ewana wê jîyîna heta-hetayê bistînin (1 Korn. 15:48-54).

Zimanê Yûnanîye modêrnda gilî ku nêzîkî giliyê bihê ye, tê xebitandinê ça gustîla nîşanî. Ew gilî rind eyan dike rûnkiriya, dêmek yên ku wê bi sîmbolîk bibine para jina Mesîh (2 Korn. 11:2; Eyan. 21:2, 9).

▪ Mor: Berêda, mor dihate xebitandinê çawa qol, seva hebûka şexsî, qayîlbûnê, yan peymanê îzbat kin. Rûnkirî bi sîmbolîk hatine “morkirinê” bi ruhê pîroz, çawa hebûna Xwedê (Efes. 1:13, 14). Ew mor ya xilaziyê nîne, çimkî mora xilaziyê ewana wê bistînin tenê pêşiya mirinê, hergê amin bimînin, yan hinekî pêşiya destpêbûna tengasiya mezin (Efes. 4:30; Eyan. 7:2-4).

(2 Korintî 2:14-16) Lê şikir ji Xwedê, ku timê me pêga koma Mesîhe serketinêda pêşda dibe û bîna naskirina xwe bi me her dera bela dike. 15 Çimkî em bîna Mesîhe xweş in li ber Xwedê, hin nava xilazbûyiyada, hin nava undabûyiyada. 16 Bona hineka em bîna mirinê ne, ku wan berbi mirinê dibe û bona hineka jî bîna jiyînê, ku wan berbi jiyînê dibe. Û kî dikare vî barî hilde?

w10 8/1 23

We Zanibû?

Pawlosê şandî çi dixwest bigota, çaxê got “serketinêda pêşda dibe”?

▪ Pawlos got: “Xwedê, ku timê me pêga koma Mesîhe serketinêda pêşda dibe û bîna naskirina xwe bi me her dera bela dike. Çimkî em bîna Mesîhe xweş in li ber Xwedê, hin nava xilazbûyiyada, hin nava undabûyiyada. Bona hineka em bîna mirinê ne, ku wan berbi mirinê dibe û bona hineka jî bîna jiyînê, ku wan berbi jiyînê dibe” (2 Korintî 2:14-16).

Romayî bi edeta xwe cejina serkeftinê pêşda dibirin û saz dikirin bona seresker yê ku ser dijmina serketibû. Wedê cejinên usa, boxe û girtiya derva ber hemûşka derbaz dikirin û bi dengê bilind hurmet dikirin seresker. Xilaziya wê cejinê boxe qurban dikirin, girtiya jî ceza dikirin.

Ferhengeke Kitêba Pîrozda hatibû gotinê, wekî mêtafora “bîna Mesîhe xweş” bona hineka dihate hesabê mirin, hinekara jî jîyîn. Diqewime ew hatiye hildanê ji edeta Romaya, çaxê wedê serketinê bixûra bînxweş vêdixistin. Bixûra bînxweş bona merivên serketî dihate hesabe şabûn-şayî, lê bona girtiya mirin.

Xwendina Kitêba Pîroz

(2 Korintî 3:1-18) Gelo em dîsa vedigerin, xwexa pesinê xwe bidin? Yan mîna hineka mera lazim e em şedenema ser weda bişînin, yan ji we bistînin? 2 Ne hûn in şedenemêd me dilê meda nivîsar, aliyê her merivîda naskirî û xwendî? 3 Kifş e ku hûn nema Mesîh in vî qulixîda, yê ku em dikin, ne ku bi hubirê nivîsar, lê bi Ruhê Xwedêyê sax, ne ku ser selêd kevirî, lê ser textêd dilê xûn û goşt. 4 Em vê yekê Xwedêda guman in bi saya Mesîh. 5 Ne ku em ji xwe hesab dikin ku em layîqî vê kirinê ne, lê karîna me ji Xwedê ye. 6 Ewî ew karîn da me, wekî em bibine qulixkarêd peymana nû, ne ku yê nivîsarê, lê yê Ruh, çimkî qanûna nivîsar dikuje, lê Ruh dide jiyînê. 7 Awa heger ew qulixê ku ser kevira bi herfa kolayî bû û axiriyê mirinê pêşda tîne haqas xweyîrûmet bû, wekî zarêd Îsraêl nikaribûn rûyê Mûsa binihêriyana, ji dest wê şewqa rûyê wiyî ku dîsa wê derbaz bûya biçûya, 8 lê belê qulixê Ruh wê hê çiqas xweyîrûmet be? 9 Çimkî heger ew qulixê ku axiriyê dîwan ser merivada danî, haqas xweyîrûmet bû, hê çiqas zêde wê xweyîrûmet be ew qulixê ku meriv pê bêsûc dibin. 10 Belê yê ku xweyîrûmet bû, ew bêrûmet derket ji ber wê rûmeta ku ser wêra bû. 11 Heger qulixê ku wê derbaz bibûya biçûya xweyîrûmet bû, îdî yê ku wê bimîne, hê çiqas xweyîrûmet e! 12 Awa em xweyê vê gumanê ne, lema xeberdana xweda mêrkîmî ne. 13 Em ne mîna Mûsa ne, çawa wî xêlî avîtibû ser rûyê xwe, wekî zarêd Îsraêl heta xilaziyê ew rûmeta wê derbaz bûya nedîtana. 14 Belê ew sewdayê xweda femekorî bûn û heta îro jî gava peymana kevin dixûnin, xût ew xêlî ser femê wan dimîne. Ew hingê tê hildanê, gava ew dibine para Mesîh. 15 Belê heta îro jî, gava Qanûna Mûsa dixûnin, xêlî ser femê wan dimîne, 16 lê gava yek li Xudan vegere, hingê “ew xêlî tê hildanê”. 17 Û ew Xudan Ruh e û Ruhê Xudan li ku derê be, li wê derê jî azayî heye. 18 Awa em hemû jî rûkî bêxêlîkirî mîna neynikê şewqa rûmeta Xudan vedigerînin û em têne guhastinê, dibine xût ew sûretê wî û rûmetêda hêdî-hêdî pêşda diçin, ev yek bi alîkariya Xudan e, ku xwexa Ruh e.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin