MÎNA ÎSA BIJÎN
Alîkarî bona Mesîhiyên Giravên Karîbê
Anegorî qirna yekê, îro qedirekî usa cem me heye, wekî hizkirina xwe hindava xûşk-birên xwe bidine kifşê, kîjan ku rastî xezebê hatine (Yn. 13:34, 35). Binihêre vîdêo “Hizkirin bi Şixula; Alîkarî Cefedîtiyara ser Giravên Karîbê” û dîna xwe bide, wekî çawa Mesîhî bi hazirbûn alîkarî dane xûşk-birên xweye ruhanî, yên ku li ser giravên Karîbê rastî xezabê hatin. Paşê caba wan pirsa bidin:
Çawa xûşk-birên ji giravên Karîbê, zirarê standin ji Firtona Îrma û Marîa?
Çawa Yehowa alî xûşk-birên Karîbê kir, bi saya Mesîhiyên din?
Çi cûreyî hizkirin û merdaniya Mesîhiya, hukum kir ser xûşk-birên cefadîtî?
Ser giravên Karîbê çiqas xûşk-bira alîkariyê didan yên cefadîtî?
Her kes ji me çi dikare bike, seva alîkariyê bide yên cefadîtî?
Paşî vê vîdêo ça tu xwe texmîn dikî hindava vê yekê, wekî tu para vê teşkîletê yî?