KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • jl serê 18 rûp. 21
  • Em Wedê Xezebê Ça Alî Biratiya Xwe Dikin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Em Wedê Xezebê Ça Alî Biratiya Xwe Dikin?
  • Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
  • Têmên Mîna Wê
  • Ça Wedê Teşqela Alîkariyê Bidin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Tengasiyada Alî Kesên Din Bike
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Te Xwe Hazir Kiriye?
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2020)
  • Piştgiriya Civatê Bike
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
jl serê 18 rûp. 21

DERSA 18

Em Wedê Xezebê Ça Alî Biratiya Xwe Dikin?

Şedên Yehowa ji Komara Domînîkê paşî xezebê alîkariyê didine xûşk-bira

Komara Domînîk

Avakar Japonyayêda bi rezedilî Oda Civatê teze dikin

Japonya

Şedekî Yehowa Haîtêda dilbîniyê dide merivê ku ji bo xezebê ziyanê ketiye

Haît

Çaxê teşqele diqewimin, Şedên Yehowa pêra-pêra destpêdikin alîkariyê û dilbîniyê bidine biratiya xwe, yên ku ji bo van bela ziyanê ketine. Alîkariya usa, rind nîşan dike hezkirina meye bi dil, hindava hev (Yûhenna 13:34, 35; 1 Yûhenna 3:17, 18). Lê em ça alîkariyê didine wan?

Em pera qurban dikin. Çaxê Cihûstanêda xelayîke giran destpêbû, Mesîhiyên Entakyayê alî biratiya xwe kirin, wanara pere şandin (Karên Şandiya 11:27-30). Roja îroyîn jî, çaxê em pêdihesin ku welatekîda xûşk-birên me rastî telî-tengiya hatine, em him pera him jî tiştên wanara lazim bi saya civatê dişînin (2 Korintî 8:13-15).

Em alîkariya lazim didin. Rûspiyên civata wî ciyî, pêşiyê destpêdikin her endemên civatê bigerin û wan ciyê bêxofda cîwar kin. Komîtêya komekdayînê jî, seva wan xem dike û xwarinê, ava temiz, kinca, alîkariya doxdirtiyê û ciyê sitarê dide wan. Gelek Şedên Yehowa kî çi dikare, bi rezedilî û kîsî xwe diçin, seva ku malên ziyanbûyî û Odên Civata ava kin. Ew yek ku teşkîleta meda yektî heye, û em dibine cêribandî çaxê tevayî dixebitin, alî me dike, wekî wedê çetinaya pêra-pêra şixulkariyê bikin û alîkariyê bidine ziyankêşa. Rast e em alî “xûşk û birayên” xwe dikin, lê em alî wan meriya jî dikin, yên ku ne ji dînê me ne (Galatî 6:10).

Em dilbîniyê ji Kitêba Pîroz didine meriya. Kî ku ji xezebê ziyan standiye, wanara eseyî dilbînî lazim e. Wan çaxa em qewatê distînin ji Yehowa, yê ku heye “Xwedêyê hemû berdiliyê” (2 Korintî 1:3, 4). Em tevî wan merivên ziyankêş derheqa sozên Xwedê ji Kitêba Pîroz bi şabûn xeber didin û wana didine bawerkirinê, ku zûtirekê Padşatiya Xwedê wê hemû xezeba ku mera êşê û cefê tîne, bide hildanê (Eyantî 21:4).

  • Çira çaxê teşqele diqewimin, Şedên Yehowa pêra-pêra destpêdikin alîkariyê bidine meriya?

  • Em çi dilbîniya ruhanî, dikarin bidine merivên ziyankêş?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin