DERSA 55
Piştgiriya Civatê Bike
Nav temamiya dinyayêda, bi mîlyona meriv dil-eşq bi hezara civatada Yehowa dihebînin. Ewana razî ne bona van rêberiya yên ku distînin, û bi dil û can cûre-cûre alîkarî didine civatê. Tu jî usa nî hindava civata xweda?
1. Çawa tu dikarî pê wedê xwe û qewata xwe piştgiriya civatê bikî?
Her kes ji me dikare civatêda alîkariyê bide. Mesele, diqewime hine xûşk-birên civatê emirda mezin in yan jî sihet-qewatêda sist in. Tu dikarî alî wan bikî ku tevî xwe bivî civatê? Yan jî tu dikarî cûrekî mayîn alî wan bikî, mesele bona wan herî dikanê, yan jî mala wan bidî hev? (Bixûne Aqûb 1:27.) Em usa jî dikarin bi rezedilî piştgiriya Oda Civatê bikin, wekî temiz xwey kin û miqat bin. Tu kes zorê nake ser me, ku van tişta bikin. Hizkirina meye hindava Xwedê û xûşk-birê me, me hêlan dike wekî “bi rezedilî” alîkariyê bidin (Zebûr 110:3).
Xizmetkarên nixumandî dikarin bi cûre-cûre tişta piştgiriya civatê bikin. Birên ku bi dewakirinên Kitêba Pîroz rêberî dibin, dikarin ça berdestiyê civatê xizmet kin û wede şûnda jî ça rûspî. Çawa xûşk usa jî bira dikarin ça pêşeng xizmet kin, û bi xîret piştgiriya şixulê belakirina mizgîniyê bikin. Hine xizmetkarên din jî dikarin alîkariyê bidin bona avakirina ciyê hebandina me, yan jî derbazî wan ciya bin kîderê ku civat hewcê alîkariyê ne.
2. Em çawa dikarin pê pera piştgiriya civatê bikin?
Em dikarin bi “hebûka xweva qedirê Xudan” bigirin (Metelok 3:9). Bona me qedirekî mezin e, ku em dikarin pê pera û tiştên din piştgiriya civata xwe bikin, usa jî nav temamiya dinyayêda piştgiriya şixulê belakirina mizgîniyê bikin (Bixûne 2 Korintî 9:7.) Pê qurbankirinên xwe em usa jî dikarin piştgiriya wan xûşk-bira bikin, yên ku ji bo xezeba zirarê ketine. Mesele gelek ji xûşk-bira hine pere paş dixin seva ku hertim qurbana bidin (Bixûne 1 Korintî 16:2.) Em çaxê pera qurban dikin, em dikarin bavêjine qutiyên ku ciyê hebandina meda nin, yan jî bi onlayn ser malpera donate.jw.org qurbana bikin. Bi wî cûreyî Yehowa mecalê dide me, ku em hizkirina xwe hindava wîda bi hebûka xwe bidine kifşê.
KÛR LÊKOLÎN KE
Pêbihese ku tu ça dikarî piştgiriya civatê bikî.
3. Em dikarin tiştên xweye matêrîalî bidine xebatê
Yehowa û Îsa wan meriya hiz dikin, yên ku destvekirî ne û bi dil qenciyê dikin. Mesele, Îsa payê jinebîkê da, kîjan ku kesîb bû, lê dîsa jî Yehowara qurban dida. Bixûne Lûqa 21:1-4, û paşê van pirsa şêwir ke:
Gelo eseyî ye gelek pera qurban kin, seva Yehowa xweş bên?
Yehowa û Îsa ça dinihêrin ser qurbanên meye bi dil û can?
Seva pêbihesî ku ça qurbanên me têne xebitandinê, vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Temamiya dinyayêda qurbanên me bona kara civata, ça têne xebitandinê?
4. Em dikarin bi rezedilî alîkariyê bidin
Wedê berê xizmetkarên Yehowa bi xîret her tişt dikirin, seva ku miqatî ciyên xweye hebandinê bin. Ne ku tenê qurbankirina pera diketine nava vê yekê, lê hê zêde tişt. Bixûne 2 Dîrok 34:9-11, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Îsraêliya çi dikirin, wekî miqatî mala Yehowa bin, dêmek ciyê hebandinê?
Seva ku pêbihesî çawa Şedên Yehowa çev didine Îsraêliya, vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:
Çira ferz e Oda Civatê temiz xwey kin û miqat bin?
Tu çi cûreyî dikarî alîkariyê bidî?
5. Bira dikarin nêtê daynin pêşiya xwe, wekî hê zêde cabdariya hildin ser xwe
Nivîsarên Pîroz bira hêlan dike nêtê daynin pêşiya xwe, wekî çiqas dikarin, piştgiriya civatê bikin. Seva ku derheqa vê yekê hê zêde pêbihesî, vêxe VÎDÊO, û paşê caba vê pirsê bide:
Çawa ji vîdêoyê hate kifşê, Riyan çi kir, wekî bi temamî piştgiriya civatê bike?
Kitêba Pîroz şirovedike ku çi tê dewakirinê ji wan bira, yên ku ça berdestiyên civatê û rûspî xizmet dikin? Bixûne 1 Tîmotêyo 3:1-13, û paşê van pirsa şêwir ke:
DIBEKE HINE MERIV PIRSEKE USA BIDIN: “Xercên şixulê Şedên Yehowa ça têne dadanê?”
Tuyê ça caba xwe bidî?
TEMAMKIRIN
Yehowa gelek qîmet dike çaxê em çiqas dikarin, bi wedê xwe, qewata xwe û bi tiştên xweye matêrîalî piştgiriya civatê dikin.
Wekilandin
Em ça dikarin wede û qewata xwe bidine xebatê, wekî piştgiriya civatê bikin?
Em ça dikarin bi tiştên matêrîalî piştgiriya civatê bikin?
Tu çi cûreyî dixwazî piştgiriya civatê bikî?
HÊ ZÊDE PÊBIHESE
Pêbihese ku Xwedê çira ji xizmetkarên xwe îda deheka dewa nake.
“Kitêba Pîroz Derheqa Deheka Çi Dibêje?” (Gotara ji malperê)
Kitêba Pîroz hine cabdariya dide birên nixumandî. Lê xûşkên nixumandî gerekê çi bikin, çaxê lazim e, wekî ewana van cabdariya bînin sêrî?
Pêbihese ku hine bira çi zemeta divînin, seva ku edebyeta bigihînin bawermendên xwe.
“Edebyetên ku ser Hîmê Kitêba Pîroz in, Digihîjine Heta Kongoyê” (4:25)
Pêbihese ku xercên şixulê me ça têne dadanê û vê yekêda em ji rêlîgiyên din ça cude dibin.
“Çawa Xercên Şixulê Şedên Yehowa Têne Dadanê?” (Gotara ji malperê)