Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
5-11 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 TÎMOTÊYO 1-4
“Xwedê Ruhekî Tirsê Neda Me”
(2 Tîmotêyo 1:7) Çimkî Xwedê ruhekî tirsê neda me, lê Yê qewatê, hizkirinê û xwegirtinê.
w09 15/5 15 ¶9
Cahilno, Bira Pêşdaçûyîna We Eyan be
9 Seva ku alî Tîmotêyo bike, Pawlos gote wî: “Xwedê ruhekî tirsê neda me, lê Yê qewatê, hizkirinê û xwegirtinê” (2 Tîm. 1:7). “Xwegirtin” tê hesabê, wekî bi serwaxtî bifikirin û şêwir kin. Ev usa jî tê hesabê ku li ser tişta rast binihêrin, dêmek ne usa çawa ku em dixwazin. Hine cahilên necêribandî ruhekî tirsê didine kifşê û xwe dûr digirin ji wan dereca, kîjan ku strêsê zêde dikin. Ewana heçî zef wedê xwe xerc dikin ser xewa xwe, nihêrandina têlêvîziyonê, narkotîka didine xebatê, zef îçkê wedixwin, timê top dibin tevî hevala û bênamûsiyê dikin. Mesîhî têne hêlankirinê, wekî “nepakiyê û dilhavijiyêd dinyayê înkar kin û aqilda giran, bi rastiyê û xwedênasiyê bijîn li vê dinê” (Tît. 2:12).
(2 Tîmotêyo 1:8) Awa şerm neke, ku bona Xudanê me şedetiyê bidî, ne jî bona min şerm bike, ku ez bona navê wî girtî me. Lê tevî cefayê Mizgîniyê be, anegorî qewata Xwedê.
w03 1/3 9 ¶7
“Qewat û Egît bin!”
7 Pawlos Tîmotêora nivîsî: “Xwedê ruhekî tirsê neda me, lê Yê qewatê, hizkirinê û xwegirtinê. Awa şerm neke, ku bona Xudanê me şedetiyê bidî” (2 Tîmotêyo 1:7, 8; Marqos 8:38). Wedê xwendina wan rêza dikarin ji xwe bipirsin: “Ez baweriya xwe şerm dikim yan bi mêrxasî eyan dikim? Ser xebetê, mektebê yanê jî merivên dor-berê xwera min gotiye, ku ez Şedê Yehowa me, yan ez evê yekê vedişêrim? Ez şerm dikim ku ji merivên der-dorê xwe cude dibim, yan ez firnaq dibim wekî heleqetiya min tevî Yehowa, min ji meriya cude dike?” Hergê kesek ditirse mizgîniyê bela ke, yan jî şerm dike hela meriv wê derheqa wî çi bifikirin, wê baş be bikine bîra xwe giliyê Yehowa, çi ku ewî gotibû Yêşû: “Qewat û egît bin”. Tu car bîr neke, wekî herî ferz ne ew e, hela hevalên teyî mektebê yan xebatê çi difikirin, lê hê ferz ew e wekî Yehowa û Îsa Mesîh çi difikirin (Galatî 1:10).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(2 Tîmotêyo 2:3, 4) Awa tevî cefê me be, mîna eskerê Mesîh Îsayî qenc. 4 Tu esker şixulê binelîtiyêva mijûl nabe, wekî li seresker xweş bê.
Hebûka Rast Qazanc kin
13 Tîmotêyo merivekî bi baweriya qewî bû. Pawlos wî nav kir “eskerê Mesîh Îsayî qenc” û paşê ser wan giliyên xweda zêde kir: “Tu esker şixulê binelîtiyêva mijûl nabe, wekî li seresker xweş bê” (2 Tîmt. 2:3, 4). Îro jî şagirtên Îsa, ji wan mîlyonekî zêdetir xizmetkarên hertim in, evê şîreta Pawlos didine xebatê. Ewana çev nadine vê dinyayê, kîjan ku perehiz e û tima ye û bîr nakin evê prînsîpê: “Deyndar dibe xulamê deyndayî” (Metlk. 22:7). Şeytan hema evê yekê dixwaze wekî em hemû wedê xwe û qewata xwe xerc kin û bibine xulamên vê dinyayê. Belê, em gerekê miqatî xwe bin, wekî safîkirinên usa nekin ku me bikine xulam. Mesele, hergê em perê qalim deynî hildidin seva tam bikirin, yan xwendina bilind bistînin, yan jî avta biha bikirin, em dikarin ser gelek sala bikevine bin deyna. Lema jî aqilayî ye, ku pey pera nekevin, deyna nekine stûyê xwe û perê xwe rast xerc kin. Usa wê tu tişt rê me negire ku Xwedêra xulamtiyê bikin û nebine xulamên komêrsya vê dinyayê (1 Tîmt. 6:10).
(2 Tîmotêyo 2:23) Tu xwe ji dew-dozêd axmaxe bêfem dûr bigire, çimkî tu zanî ku şer ji wan pêşda tên.
w14 15/7 14 ¶10
Cimeta Yehowa “ji Neheqiyê” Xwe Dûr Digirin
10 Îro cimeta Yehowa gelek car rastî problêmeke usa nayê, ça raberîbûn di civatêda. Çi jî hebe, gava em rastî hînkirinên qelp tên, em gerekê derbêra wana înkar kin û firqî tune kaniya wan çi ye. Wê baş e tevî wan nekevne şer-dewa ne şexsî, ne jî bi komêntariyên xwe li ser malperên wanî sosiyal, ne jî bi cûrê din. Hela hergê em difikirin ku usa em dikarin alî kesek bikin, yeke em naxwazin heleqetiya xwe tevî wan çêkin, çimkî ev yek miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz e, kîjan ku me niha şêwir kir. Ça cimeta Yehowa, em bi temamî ji rabera xwe dûr digirin û wana înkar dikin.
Xwendina Kitêba Pîroz
(2 Tîmotêyo 1:1-18) Ji Pawlosê bi emirê Xwedê şandiyê Mesîh Îsa bona wî sozê jiyînê, ya ku bi saya Mesîh Îsa ye, 2 Tîmotêyoyê lawê xweyî delalra: De bira rem, kerem û edilayî ji Bav Xwedê û Mesîh Îsayê Xudanê me li te be. 3 Ez ji Xwedê razî me, ku mîna pêşiyêd xwe bi îsafa rihet wîra xulamtiyê dikim, her gav şev û roj nava duayêd xweda te bîr tînim. 4 Gava ez hêsirêd te tînime bîra xwe, dikevime demana dîtina te, wekî şabûn bikeve dilê min. 5 Ez wê baweriya teye dilê sax tînime bîra xwe, ya ku berê cem pîrika te Loyîsê û diya te Eynikê hebû û ez bawer im, ku ya te jî heye. 6 Bona wê yekê ez dikim bîra te, ku tu agirê pêşkêşa Xwedê hê gur kî, ya ku bi destdanîna min tera hate dayînê. 7 Çimkî Xwedê ruhekî tirsê neda me, lê Yê qewatê, hizkirinê û xwegirtinê. 8 Awa şerm neke, ku bona Xudanê me şedetiyê bidî, ne jî bona min şerm bike, ku ez bona navê wî girtî me. Lê tevî cefayê Mizgîniyê be, anegorî qewata Xwedê. 9 Xwedê em xilaz kirin, pîroziyêra gazî kirin, ne ku bona kirinêd me, lê li gora qirar û kerema xwe. Eva kerema bi saya Mesîh Îsa, ew hê dewrêd berêda mera hate dayînê. 10 Lê niha bi xuyabûna Xilazkirê me Mesîh Îsa eyan bû, ku mirin betal kir û jiyîna bê mirin, bi Mizgîniyê ronayî kir. 11 Vê Mizgîniyêra ez dannasînkir, şandî û dersdar hatime kifşkirinê 12 û lema ez vî cefayî dikişînim. Lê ez şerm nakim, çimkî zanim min baweriya xwe kê aniye û guman im jî, ku ewî çi ku spartiye min, wê heta wê Rojê jî xwey ke. 13 Tu xwe li wî nexşê hînkirina saxlem bigire, ya ku te ji min bihîst û nava wê bawerî û hizkirinêda bimîne, kîjan ji Mesîh Îsa para me ket. 14 Ew tiştêd qence ku li te hatine spartinê bi wî Ruhê Pîrozî nava meda xwey ke. 15 Tu zanî ewêd ku qeza Asyayêda bûn pişta xwe dane min, Fûgelo û Hêrmoxênîs jî tevî wan. 16 Bira Xudan rema xwe li mala Onîsîforo bike, çimkî ewî gelek cara dilê min rihet kir, ji girtina min şerm nedikir, 17 lê gava hate Romayê, gelekî li min geriya, heta ez dîtim, 18 (de bira Xudan bidê, ku ew wê Rojê remê ji Xudan bibîne) û Efesêda jî ewî çiqas minra xizmetkarî kir, tu rind zanî.
12-18 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | TÎTO 1-FILÎMON
“Rûspiya Kifş kin”
(Tîto 1:5-9) Bona wê yekê min tu li Kirêtayê hiştî, wekî çi kêmasî hebin bînî sêrî û her bajarekîda berpirsiyara kifş kî, çawa min ev temî li te kir: 6 Gerekê berpirsiyar bêleke be, mêrê jinekê be, zarêd wî bawermend bin, yêd ku bona avîtiyê yan jî bona neguhdariyê neketine nava dev-dirana. 7 Belê serwêr çawa malkirê Xwedê, gerekê bêleke be: Ne serhişk, ne hêrs, ne pey şeravê ketî, ne sirtûk, ne pey keda heram, 8 lê mêvanhiz, xêrxwaz, aqilda giran, ser rastiyê, Xwedêra dayî, xwegirtî. 9 Gerekê wê gotina amin qewîn bigire, çawa ku hîn bûye, wekî bikaribe bi hînkirina saxlem dil bide yêd mayîn û şaşiyêd miqabila bide rûyê wan.
w14 15/11 28-29
Pirsên Xwendevana
Rast e Nivîsarên Pîrozda hûr bi hûr nayê gotinê, wekî çi cûreyî berê bira dihatine kifşkirinê, lê yeke em dikarin hine tişt derheqa vê yekê pêbihesin. Mesele, gava Pawlos û Barnabas vedigeriyan mal ji rêvîtiya xweyî pêşin, ewana her civatekêda rûspiya kifş dikirin û “bi rojî dua kirin û ew spartine wî Xudanê ku bawer kiribûn” (Kr. Şn. 14:23). Çend sal şûnda, Pawlosê şandî nivîsî hevalparê xwera tevî kîjanî ku ew dikete rêvîtiyê: “Bona wê yekê min tu li Kirêtayê hiştî, wekî çi kêmasî hebin bînî sêrî û her bajarekîda berpirsiyara kifş kî, çawa min ev temî li te kir (Tîto 1:5). Tîmotêyo, kîjan ku tevî Pawlosê şandî timê rêvîtiyêda bû, îzina wî jî hebû rûspiya kifş ke (1 Tîmt. 5:22). Zelal e, wekî berpirsiyarên rêvî rûspiya kifş dikirin, ne ku şandî yan jî rûspiyên Orşelîmê.
Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa, hilda hesab ew çi ku Kitêba Pîroz dibêje derheqa kifşkirina rûspiya û berdestiyên civatê. Lema jî wana ev kifşkirin hevekî guhast. Ji 1 Îlonê meha 2014 rûspiya vî cûreyî kifş dikin: Berpirsiyarê rêvî rind lêkolîn dike hela mihala xweda ew kî dikare kifş ke ça birên cabdar. Wedê serlêdana civata, ew hildide hesab giliyê rûspiya derheqa wan bira, kî ku dikare ça rûspî xizmet ke. Ew tevî wana derdikeve xizmetê hergê dibe. Çaxê berpirsiyarê mihalê tevî koma rûspiyên civatê şêwir dike derheqa kifşkirina wan bira, ew dikare safî ke kifş ke rûspiya û berdestiyên civatê vê mihalêda. Ev cûrê kifşkirinê gelek mîna ya qirna yekê ye.
Ewên ku vê yekêda kar dikin, rola wan çi ye? Ça hergav, cabdariya “xulamê amin û serwax” ew e, wekî “wextda xwarina” ruhanî bide (Metta 24:45-47). Ev tê hesabê, wekî bin rêberiya ruhê pîroz, xulamê amin û serwaxt Xebera Xwedê lêkolîn dike, seva ku bide rêberî derheqa xebitandina prînsîpên Kitêba Pîroz, ku girêdayî ye tevî terbetiya civatên hemdinyayê. Xulamê amin û serwaxt, usa jî kifş dike hemû berpirsiyarên rêvî û endemên Komîtêya Fîlîalê. Fîlîal jî alîkariyê dide, wekî rêberiya wan rind bidine xebatê. Şîretên her rûspiyên civatê, gerekê rind bêne lêkolînkirinê, hela ew bira, ku dixwazin wek rûspî û berdestiyên civatê xizmet kin, prînsîpên Kitêba Pîroz didine xebatê yan na. Cabdariya her berpirsiyarê mihalê ew e, wekî bi dua bifikire û lêkolîn ke fikirên koma rûspiya derheqa kifşkirina hine bira, ku bibine rûspî yan berdestiyên civatê.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Tîto 1:12) Ji kirêtiya hema xût zanekî wan jî gotiye: “Kirêtî timê derewîn in, ew rewirêd xirab in, û pirxurêd bêxîret in”.
w89 15/5 31 ¶5
Pirsên Xwendewana
Ew qaîl nedibû tevî boxdanên hineka, yên ku cudebûn dikirine orta mileta, hela hê ser Kirêtiya jî. Pawlos bêşik zanibû, wekî ser Kirêtayê hebûn Mesîhiyên baş, kîjan ku Xwedê xweş dihatin, û kîjana Ewî bi ruhê pîroz kifş kiribû (Karên Şandiya 2:5, 11, 33). Wê derê êpêce Mesîhên amin dijîtin, û dikaribûn her bajarîda civat saz kin. Rast e ew Mesîhî ne kamil bûn, lê em dikarin bawer bin, wekî ewana derewa nedikirin, tembel nîbûn, lema jî Xwedê wana kerem dikir (Fîlîpî 3:18, 19; Eyantî 21:8). Çawa îro nava her miletîda, hene merivên diltemiz, çawa ku li Kirîtê hebûn û kîjan ku dilteng dibûn, gava normên navn-amûsiyê dihatine înkarkirinê. Ew meriv mizgîniya xêrê bi hazirbûn qebûl dikirin (Hezeqêl 9:4; beramberî hev ke tevî Karên Şandiya 13:48).
(Filîmon 15, 16) Belkî bona vê yekê ew wextekê ji te dûr ket, ku ew her tim bibe para te, 16 ne ku çawa xulam, lê ji xulamekî zêdetir e, çawa birakî delal! Bona min ew çiqasî delal e, lê bona te ewê hê zêde be, hin aliyê xulamtiyêda, hin jî aliyê Xudanda.
w08 15/10 31 ¶4
Fikirên Sereke ji Nemên Tîto, Filîmon û Îbranî
15, 16: Çima Pawlos nexwest ji Filîmon, wekî azayê bide Onîsîmo? Pawlos dixwest bi aminî şixulê xwe bîne sêrî, wekî derheqa Padşatiya Xwedê elam ke û hîn ke derheqa Îsa Mesîh. Lema jî ewî safî kir nebe tevî problêmeke belabûyî, çi ku dîltiyêva girêdayî bû (Karên Şandiya 28:31).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Tîto 3:1-15) Bike bîra cimetê, ku gura serwêr û hukumeta bikin, guhdar bin û bona hemû kirinêd qenc hazir sekinî bin. 2 Kesekî bêhurmet nekin, şerûd nîbin, lê milûk bin û şîrinayiya xwe hindava hemû merivada bidine kifşê. 3 Çimkî em jî wextekê bêfem bûn, xweserîxwe, xalifî û xulamêd cûre-cûre temêd xirab û kêfa dilê xwe bûn, me nava xirabiyê û hevsûdiyêda dijît, em mîna merê reş, li ber çevê hev reş bûn. 4 Lê gava şîrinayî û hizkirina Xwedê, Xilazkirê me xuya bû, 5 wî em xilaz kirin. Ne ku bona wan kirinêd raste ku me kirin, lê li gora rema xwe em xilaz kirin, bi şûştinê em nû dinê ketin û bi Ruhê Pîroz nûyejiyîn bûn. 6 Wî Xwedêyî ew Ruh bi merdanî ser meda barand, bi destê Îsa Mesîhê Xilazkirê me, 7 wekî bi kerema wî em rast bên hesabê û bi wê gumanê jiyîna heta-hetayê war bin. 8 Vê gotinêda xêlif tune. Û ez dixwazim ku tu van tişta eseyî kî, wekî yêd ku Xwedê bawer dikin, xîret kin, tiştêd qenc bikin. Evana merivara qenc û kar in. 9 Lê tu xwe ji dew-dozêd axmaxtî, reqema silsileta, hevrikiyê û şer-dewêd li ser Qanûnê dûr bigire, çimkî ew bêkêr û bêkar in. 10 Ji yê ku bêtifaqiyê dike, carekê-duda şîret ke dûr keve. 11 Tu zanî ku yê usa xalifî û gunekar e, ew xwexa dîwanê ser xweda tîne. 12 Gava Artemas yan Tixîko ez bişînime cem te, bike ku bêyî Nîkopolîsê, cem min, çimkî min qirar da zivistana xwe li wir derbaz kim. 13 Zênasê qanûnzan û Apolo zû verêke, usa be ku ew rêva kêmasiya tiştekî nebînin. 14 Yêd ji me jî bira hîn bin, pey kirinêd qenc bin, wekî kêrî hewcetiya merivayê bên û bê ber nebin. 15 Hemûyêd tevî min li te silav dikin. Silavê bide wan, yêd ku baweriyêda me hiz dikin. Kerema Xwedê we hemûyara be.
19-25 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBRANÎ 1-3
“Rastiyê Hiz Bikin û Neheqiyê Nefret Bikin”
(Îbranî 1:8) Lê belê bona Kur Xwedê dibêje: “Textê te Xwedêyo, textê heta-hetayê ye, şiva padşatiya te şiva rastiyê ye.
w14 15/2 5 ¶8
Silav kin Mesîh, Padşayê Rûmetkirî!
8 Di sala 1914-da, Yehowa Kurê xwe kifş kir ça Padşê ezmanî. Şiva padşatiyê yanê “şiva heqiyê”, cem wî heye, lema jî em dudilî nabin, wekî serwêrtiya wî, wê heq û rast be. Hukumetiya Îsa ya qanûnî ye, çimkî Yehowa xweyê textê wî ye. Dêmek Yehowa ye hîmê padşatiya wî. Xêncî wê yekê, textê Îsa wê herheyî be. Em gerekê firnaq bin, ku dikarin Yehowara xizmet kin, bin serwêrtiya padşê wîyî kifşkirî.
(Îbranî 1:9) Te heqî hiz kir, neheqî ji ber çevê xwe avît, lema jî wî Xwedêyî, Xwedêyê te tu ji hevalêd te zêdetir kirî, bi rûnê şabûnê tu kifş kirî”.
w14 15/2 4-5 ¶7
Silav kin Mesîh, Padşayê Rûmetkirî!
7 Bixûne Zebûr 45:6, 7. Îsa rastiyê hiz dikir û nefret dikir hemû tiştên ku Bavê wî bêhurmet dikirin. Yehowa Îsa kifş kir ça Padşê Padşatiya xwe. Xwedê, Îsa bi “rûnê şabûnê” ji “hevalên” wî, zêdetir kifş kir, dêmek ji padşên Cihûdayê ji rikinyata David. Çima em dikarin usa bêjin? Berî pêşin, çimkî Îsa bi destê Yehowa hatibû kifşkirinê. Usa jî Yehowa, ew wek Padşa û Serokkahîn kifş kir (Zeb. 2:2; Îbrn. 5:5, 6). Xêncî wê yekê, Îsa ne bi rûn hatibû kifşkirinê, lê bi ruhê pîroz, û padşatiya wî ya ezmanî ye.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Îbranî 1:3) Ew nûra rûmeta Xwedê ye, xût mîna heyîntiya wî ye, ew bi qewata xebera xwe her tiştî xwey dike. Gava wî mecala şûştina gunêd meriva hazir kir, li jor herema mezinayiya Xwedêye rastê rûnişt.
it-1 1185 ¶1
Şikil
Gelo Îsa timê nûra rûmeta Bavê xwe, wek hev eyan dikir?
Kurê Xwedêyî tayê-tenê, kîjan ku paşê bû bende, dêmek Îsa, sûretê Bavê xwe ye (2 Korn. 4:4). Xwedê Kurê xwera wan giliya gotibû: “Em merî dilqê xweda û mîna xwe bixuliqînin”. Ev heleqetî orta Bav û Kur hingêva destpêbû, gava kur hate efirandinê (Destp. 1:26; Yûhn. 1:1-3; Kols. 1:15, 16). Çaxê Îsa wek merivekî kamil li ser erdê bû, ewî her derecada bi temamî xeyset-hunurên Bavê xwe eyan dikir (Yûhn. 14:9; 5:17, 19, 30, 36; 8:28, 38, 42). Ev heleqetî diha şidiya, çaxê Îsa mîna kesê ruhanî hate saxkirinê. Ew usa jî aliyê Bavê xweda hate xelatkirinê, gava “hemû hukumê erd û ezmên” wîra hate dayînê (1 Pet. 3:18; Met. 28:18). Xwedê Îsara cî û navekî usa da, ku ji hemû nava bilindtir e. Ji wî çaxî Îsa hê zêde nûra rûmeta Bavê xwe eyan dike, ne ku pêşiya wê yekê heta ku bihata ser erdê (Fîlî. 2:9; Îbrn. 2:9). Îro Îsa “xût mîna heyîntiya” Xwedê ye (Îbrn. 1:2-4).
(Îbranî 1:10-12) Û aha jî dibêje: “Ya Xudan, te pêşiyê hîmê dinyayê danî û ezman kirêd destêd te ne. 11 Ewê wêran bin herin, lê tê bimînî, hemûyê mîna cila bipizinin. 12 Tê wan hev bipêçî mîna qapût, mîna kinca wê bêne guhastinê. Lê tu dîsa ew î û salêd te wê kêm nebin”.
it-1 1063 ¶7
Ezman
Giliyê ji Zebûra 102:25, 26 derheqa Yehowa Xwedê ne. Lê Pawlosê şandî wan giliya da xebatê ser Îsa Mesîh, çimkî hîmê dinyayê bi alîkariya Kurê Xwedêyî tayê-tenê hatibû efirandinê. Pawlos got wekî efirandina Îsa, ne mîna efirandina tiştên fîzîkî ne, kîjana ku Xwedê hergê bixwaze dikare mîna cila bipizirîne (Îbrn. 1:1, 2, 8, 10-12; beramberî hev ke tevî 1 Pet. 2:3).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Îbranî 1:1-14) Gelek cara û bi gelek cûra Xwedê pêşda pê pêxembera kal-bavêd mera xeber daye, 2 lê van rojêd axiriyêda pê Kurê xwe mera xeber da, kîjan ku kifş kir, wekî axiriyê bibe xweyîwarê her tiştî û bi wî jî erd û ezman efirand. 3 Ew nûra rûmeta Xwedê ye, xût mîna heyîntiya wî ye, ew bi qewata xebera xwe her tiştî xwey dike. Gava wî mecala şûştina gunêd meriva hazir kir, li jor herema mezinayiya Xwedêye rastê rûnişt. 4 Kur haqasî ji milyaketa jortir ket, çiqasî ew navê ku wî stand ji navêd wan mestir e. 5 Çimkî Xwedê tu milyaketîra aha negotiye: “Tu Kurê min î, tu îro minra bûyî” û dîsa: “Ezê bibim bavê wî, ewê jî bibe Kurê min”. 6 Û gava Xwedê nixuriyê xwe dişîne dinyayê, aha jî dibêje: “Bira hemû milyaketêd Xwedê serê xwe ber wî daynin”. 7 Lê bona milyaketa aha dibêje: “Ew milyaketêd xwe dike ba û berdestiyêd xwe alava êgir”. 8 Lê belê bona Kur Xwedê dibêje: “Textê te Xwedêyo, textê heta-hetayê ye, şiva padşatiya te şiva rastiyê ye. 9 Te heqî hiz kir, neheqî ji ber çevê xwe avît, lema jî wî Xwedêyî, Xwedêyê te tu ji hevalêd te zêdetir kirî, bi rûnê şabûnê tu kifş kirî”. 10 Û aha jî dibêje: “Ya Xudan, te pêşiyê hîmê dinyayê danî û ezman kirêd destêd te ne. 11 Ewê wêran bin herin, lê tê bimînî, hemûyê mîna cila bipizinin. 12 Tê wan hev bipêçî mîna qapût, mîna kinca wê bêne guhastinê. Lê tu dîsa ew î û salêd te wê kêm nebin”. 13 Kîjan milyaketîra Xwedê gotiye: «Kêleka mine rastê rûnê, heta ez neyarêd te bikime binê piyêd te”? 14 Îdî milyaket çi ne? Ew hemû jî ruhêd berdestî ne, ku bona xizmetkariya wan têne şandinê, yêd ku xilazbûnê wê war bin.
26 TEBAXÊ-1 ÎLONÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBRANÎ 4-6
“Em Bixebitin ku Bikevine Rihetiya Xwedê”
(Îbranî 4:1) Awa ew sozê ku bona ketina nava rihetiya wî hê dimîne, lema gerekê em haş ji xwe hebin, ku ji we tu kes ji wê rihetiyê nemîne.
(Îbranî 4:4) Cîkî bona roja hefta aha hatiye gotinê: “Û Xwedê roja hefta ji hemû şixulêd xwe rihet bû”.
w11 15/7 24-25 ¶3-5
Çi ye Rihetiya Xwedê?
3 Du xez hene kîjan ku îzbat dikin, wekî qirna yekê D.M.-da roja hefta hê berdewam dibû. Pêşiyê derheqa vê yekê giliyê Îsa didine kifşê, kîjan ku ewî neyarara digot, yên ku wî sûcdar dikirin bona qenckirina meriva li roja Şemiyê. Xudan gote wan: “Bavê min heta niha şixulê xwe dike, ez jî dikim” (Yûhn. 5:16, 17). Bi vê yekê Îsa çi dixwest bigota? Îsa vê yekêda sûcdar dikirin, ku ew li roja Şemiyê dixebitî. Lema jî bi wan giliya “Bavê min heta niha şixulê xwe dike, ez jî dikim”, Îsa caba neyara da. Bi vê yekê ewî ça bêjî wanara got: “Ez Bavê xweva, şixulekî dikin. Bavê min berdewam dike li roja Şemiyê dixebite, kîjan ku îda çend hezar sala dikişîne, lema îzina min jî heye bixebitim roja Şemiyê”. Dêmek Îsa dixwest bigota, wekî roja Şemiyêye herî mezin ya rihetiya Xwedê, wê rojên wîda xilaz nebe.
4 Xeza duda ya îzbatiyê, Pawlosê şandî eyan dike. Ew diwekilîne giliyê ji Derketin 2:2, kîderê ku derheqa rihetiya Xwedê tê gotinê. Ji bîna ber Xwedê Pawlos nivîsî: “Em ku bawer dikin, emê bikevine wê rihetiyê” (Îbrn. 4:3, 4, 6, 9). Dêmek roja Şemiyê wedê Pawlosda berdewam dibû. Lê roja rihetiyê çiqas gerekê bikişîne?
5 Seva ku caba vê pirsê bidin, gerekê bikine bîra xwe, wekî roja hefta seva çi bû. Derketin 2:3-da tê gotinê: “Xwedê dua roja hefta kir û ew pîroz kir”. Dêmek evê rojê Yehowa pîroz kir, yanê başqe kir, seva ku heta xilaziyê qirara xwe bîne sêrî. Qirara Xwedê jî ev e, wekî merivên guhdar erdê tije kin û xweyîtiyê lê bikin (Destp. 1:28). Seva evê qirara xwe bîne sêrî, Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh, “Xudanê roja şemiyê”, heta niha şixul dikin (Met. 12:8). Roja rihetiya Xwedê wê haqas bikişîne, heta ku qirara wî bigihîje nêta xwe. Ev yek wê biqewime xilaziya Hezarsaliya serwêrtiya Îsa.
(Îbranî 4:6) Awa hinekê bikevine wê rihetiyê, lê ewê ku pêşda mizgînî bihîstibûn ji dest nebaweriyê neketinê.
w11 15/7 25 ¶6
Çi ye Rihetiya Xwedê?
6 Xwedê qirara xwe Adem û Hêwayêra zelal şirowekir, lê ewana yeke xwestin bi serê xwe bikin. Hemikî Adem û Hêwa hingê merivên pêşin bûn, ku riya neguhdarîkirinê bijartin. Bi mîlyona meriv çev dane wan. Hela hê cimeta Xwedêyî bijartî, Îsraêl jî, neguhdariya xwe da kifşê. Pawlosê şandî Mesîhiyên qirna yekêra got, wekî hineka ji wan wek Îsraêliyên berê, dikaribûn biketana vê telikê. Ewî nivîsî: “Awa em bikin ku bikevine wê rihetiyê, wekî tu kes mîna nebaweriya wan nekeve roja wan” (Îbrn. 4:11). Dîna xwe bidin, Pawlos got, ku ji bo neguhdariyê bende wê nikaribe bikeve rihetiya Xwedê. Ev çi tê hesabê bona me? Gelo dikare usa biqewime, ku ji bo neheqiya himberî qirara Xwedê, emê nekevine rihetiya Xwedê? Hemikî caba vê pirsê gelek ferz e bona me, û emê evê yekê şêwir kin. Lê sêrîda werên pêbihesin, çima cimeta Îsraêlê nekete rihetiya Xwedê, û em çi dikarin ji vê yekê hîn bin.
(Îbranî 4:9-11) Awa bona cimeta Xwedê hê rojeke rihetiyê mîna roja şemiyê heye. 10 Belê ewê ku dikeve rihetiya Xwedê, ew îdî ji şixulêd xwe rihet dibe, çawa Xwedê jî ji şixulêd xwe. 11 Awa em bikin ku bikevine wê rihetiyê, wekî tu kes mîna nebaweriya wan nekeve roja wan.
w11 15/7 28 ¶16-17
Rihetiya Xwedê; Ev Çi ye?
16 Îro hinek in Mesîhiyên usa, kîjan ku wê ser ya xwe bisekinin û bêjin, wekî seva xilaz bin em gerekê hine parên ji qanûna Mûsa bînin sêrî. Giliyê Pawlosê şandî Efesiyara zelal in: “Çimkî bi keremê hûn xilazbûyî ne, pê baweriyê û ev yek ne ji we ye, lê dayîna Xwedê ye. Ev yek ne ji kirina ye, wekî yek peyê xwe bide” (Efes. 2:8, 9). Çi cûreyî îro Mesîhî dikarin bikevine rihetiya Xwedê? Yehowa roja hefta başqe kir, yanê roja rihetiya wî, seva ku qirara xweye sereke bona erdê bîne sêrî. Em dikarin bikevine rihetiya Yehowa, yan jî vê yekêda tevî wî bibine yek, hergê bi guhdarî li gora qirara wî bixebitin, kîjan ku bi saya teşkîleta wî mera vedibe.
17 Aliyê dinva, hergê meyê nexwesta her şîretên Kitêba Pîroz hilda hesab, kîjan ku em bi saya xulamê amin û serwaxt distînin, û xweserêxwe bikirana, usa emê miqabil qirara Xwedê derketana, kîjan ku hêdî-hêdî vedibe. Ji bo vê yekê heleqetiya me tevî Yehowa dikaribû xirab bûya. Gotara dinda emê binihêrin çend derece, kîjan ku wê alî me bikin fem bikin hela em gura Xwedêda nin, yan na. Safîkirinên ku em her dereceda dikin, wê bidine kifşê, hela em ketine rihetiya Xwedê yan na.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Îbranî 4:12) Xebera Xwedê sax û zor e û ji her şûrê dudevî biratir e, ku derbazî heta navbera ruh û can, hestû û mejû dibe, nêt û fikirêd dila jî enene dike.
Pirsên Xwendevana
Çi tê hesabê gilî “Xebera Xwedê sax û zor e”, ku nivîsar e Îbranî 4:12-da?
▪ Ji kontêkstê tê kifşê ku Pawlosê şandî derheqa elametiya Xwedê digot, dêmek qirara wî, kîjan ku em ji Kitêba Pîroz pêdihesin.
Gelek car Îbranî 4:12 edebyetên meda bi wê nêtê tê xebitandinê, ku bide kifşê wekî Kitêba Pîroz dikare emirê meriva biguhêze, û ew yek bi rastiyê jî usa ye. Lê wê hê baş be hergê kontêksta vê rêzê fem kin. Pawlos Mesîhiyên Îbranî hêlan dikir, wekî ewana piştgiriya nêt-meremên Xwedê bikin, dêmek qirara wî. Gelek nêt-meremên Xwedê, nivîsarên pîrozda hatine nivîsarê. Pawlos mesele anî derheqa Îsraêliya, yên ku bi saya Xwedê ji dîltiya Misirê aza bûn. Îsraêlî dikaribûn biketana erdê sozdayî ku “şîr û hingiv jê dikişe”, û kîderê ku wana dikaribûn rihetî bistandana (Derk. 3:8, PKM; Qan. Dcr. 12:9, 10).
Ew yek qirara Xwedê bû. Lê gelek Îsraêliya dilê xwe hişk kirin û nebawerî dane kifşê, lema jî neketine vî erdî, dêmek rihetiyê (Jimar 14:30; Yêşû 14:6-10). Lê Pawlos got ku sozê “bona ketina nava rihetiya [Xwedê]”, dîsa jî qewatêda bû (Îbrn. 3:16-19; 4:1). Eyan e, ku ew “soz” pareke ji qirara Xwedê bû. Mîna Mesîhiyên Îbranî, em jî dikarin bixûnin û pêbihesin derheqa qirara Xwedê, û piştgiriya qirara wî bikin. Pawlos çend par ji Destpêbûn 2:2, û Zebûr 95:11 da xebatê, seva eyan ke, wekî ew soz ser hîmê Nivîsara ye.
“Sozê ku bona ketina nava rihetiya wî hê dimîne”, ev yek dilê me digire. Ev soz rêalî ye, ku em dikarin bikevine nava rihetiya Xwedêda, çimkî Kitêba Pîroz evê yekê dibêje. Û seva bikevine vê rihetiyê, me gav avîtiye. Lê me ev gav avîtiye ne ku çimkî pey Qanûna Mûsa çûn, yan kirên baş kirin seva qebûlkirina Xwedê bistînin, lê me ew kir ji bo baweriya xwe hindava Xwedê. Em bi şabûnê piştgiriya qirara wî dikin, û berdewam dikin usa bikin. Gilî “Xebera Xwedê” ya ku Îbranî 4:12-da nivîsar e, usa jî dikare bê hesabê Kitêba Pîroz. Û bi hezara meriv nav temamiya dinyayê destpêdikin hîn bin Kitêba Pîroz û pêdihesin derheqa qirara Xwedê. Evê yekê alî geleka kiriye ku emirê xwe biguhêzin, baweriyê bidine kifşê û bêne nixumandinê. Guhastinên ku ewana emirê xweda dikin, îzbat dike ku “Xebera Xwedê” bi rastiyê “sax û zor e”. Qirara Xwedê, kîjan ku Kitêba Pîrozda em pêdihesin, îda niha emirê me aliyê başda guhastiye, û axiriyêda jî wê dîsa zoraya xwe mera nîşan ke.
(Îbranî 6:17, 18) Bi vê yekê Xwedê xwest wanara, yêd ku wê soz jê bistandana hê bida kifşê, ku ew qirara xwe naguhêze, îdî sozê xwe bi sondxwarinê şidand. 18 Awa îdî du tişt hene, soz û sondê Xwedêye ku nayêne guhastinê, kîjanada nabe ku ew derew derê. Van her du tiştada dildayîneke meye eseyî heye, ku em lê sitar bûne, lema jî em dikarin xwe bavêjine wê gumana pêşiya xwe.
it-1 1139 ¶2
Hêvî
Hêviya jîyîna herheyî û neriziyayî, kîjan ku heval-parên ezmanî war dibin (Îbrn. 3:1), hîmekî qewî ye û dikarin bi temamî îtbariya xwe vê bînin. Ev yek bi du tişta tê qewîkirinê, li kîjanîda Xwedê derewa nake. Ev hene soz û sondê wî. Û ev hêvî Mesîhva girêdayî ye, kîjan ku îda li ezmênda emirê nemirî stand. Lema jî, li gora giliyê Pawlosê şandî, ev hêvî “dibe lengereke hîmgirtî û amin, ku perda pîrozgeha ezmênra derbazî hindurê Ciyê Herî Pîroz dibe [wek serokkahîn dikete Roja Kewandinê li Ciyê Herî Pîroz], wê dera ku Îsa çawa pêşîkêş bona me ketiyê. Ew bûye serekkahînê heta-hetayê mîna Melkî-Sadiq” (Îbrn. 6:17-20).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Îbranî 5:1-14) Her serekkahînek ji nav meriva tê bijartinê û kifşkirinê, ku bona meriva li ber Xwedê bisekine, wekî hedî û qurbana ber guna bide. 2 Ew çawa însan dikare bi dilê şewat komeka wanra be, yêd ku nezan û xalifî ne, çimkî ew xwexa jî nava kêmasiyada ye. 3 Lema gerekê ew çawa bona cimetê, usa jî bona xwe qurbana bona guna bide. 4 Kesek xweserîxwe vî qedirî nastîne, lê tenê ewê ku ji Xwedêda tê gazîkirinê, çawa Harûn bû. 5 Usa jî Mesîh, ne ku xwexa xwe bilind kir ku bibe serekkahîn, lê Xwedê ew bilind kir û wîra got: “Tu Kurê min î, tu îro minra bûyî”. 6 Çawa cîkî din jî dibêje: “Tu heta-hetayê kahîn î, mîna Melkî-Sadiq”. 7 Îsa jiyîna xweye vê dinyayêda gelekî keser û bi hêsira lava û reca ji wî dikirin, yê ku dikaribû ew ji mirinê xilaz bikira û bona milûktî û êlimiya wî hate bihîstinê. 8 Rast e ew Kurê Xwedê bû, lê dîsa bi wan cefayêd xwe guhdariyê hîn bû. 9 Gava wê yekêda hate kamilkirinê, bona hemûyêd ku guhdariya wî dikin, ew bû kaniya xilazbûna heta-hetayê 10 û ji Xwedê hate navkirinê “Serekkahînê mîna Melkî-Sadiq”. 11 Bona vê yekê gelek tiştêd meye gotinê hene, lê şirovekirina van zemet e, çimkî guhada hûn giran bûne. 12 Rastiyê keve heta niha gerekê hûn dersdar bûna, lê hûn hê hewce ne ku ji gotinêd Xwedê dersêd pêşine sade hîn bin. Hûn hela hê hewcê şîr in, ne ku xwarina giran. 13 Ewê ku şîrxur e, ew nikare hînkirina rastiyê bimehîne, çimkî dergûş e. 14 Lê xwarina giran bona merivêd gihîştî ye, yêd ku sewdayê xweda ketî-rabûyî ne, qencî û xirabiyê ji hev derdixin.