MÎNA ÎSA BIJÎN
Bi Kirên Qenc û Qedirgirtinê Dilê Meriya tê Kirînê
Bi kirên xweyî Mesîhtî jin dilê mêrê xwe dikirin, wekî ewana rastiyê qebûl kin. Lê hemikî seva ku bigihîjne vê nêtê, gelek sal lazim e (1 Pt. 2:21-23; 3:1, 2). Hergê tu ji bo neheqiyê diçerçirî, berdewam ke bi qenciyê xirabiyê alt ke (Rm. 12:21). Diqewime mêrê te naxwaze guh bide te, gava tu derheqa Yehowa wîra gilî dikî, lê çaxê ew kirên teyî qenc bivîne, ev yek dikare nihêrandina wî hindava rastiyê biguhêze.
Bixebite ku ser tişta bi çevê hevalzewacê xwe binihêrî (Flp. 2:3, 4). Femkirin û dilşewatiyê bide kifşê û cabdariyên xwe bi hizkirin bîne sêrî. Guhdarvanekî baş be (Aqb. 1:19). Sebir ke û hevalzewacê xwe bide bawerkirinê, wekî tu wî hiz dikî. Lê hergê ew hindava teda usa nîne, bizanibe Yehowa aminiya te qîmet dike (1 Pt. 2:19, 20).
BINIHÊRE VÎDÊO “BI ALÎKARIYA YEHOWA EM HER TIŞTÎ DIKARIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
Jîyîna Grêîs Lî çi cûreyî bû, çaxê ewê mêr kir?
Çi wê hêlan kir rastiya Kitêba Pîroz qebûl ke?
Çi cûreyî Grêîs Lî paşî nixumandina xwe, ber çetinaya teyax kir?
Grêîs Lî derheqa mêrê xwe çi dua dikir?
Grêîs Lî çi kerem standin ji bo kirên xweye qenc û qedirgirtinê?
Kirên qenc û qedirgirtin, dikarin gelek ser nihêrandina meriya hukum kin!