FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 6-8
“Ewî Hema Usa jî Kir”
6:9, 13-16, 22
De bide ber çevê xwe, wekî Nuh û malbeta wî çiqas qewat gerekê bidana xebatê, seva gemî ava kirana, him jî bê hacet û mêtodên avakirinêye modern.
Ev proyêkteke pir mezin bû. Dirêjaya wê gerekê 133 mêtir bûya, beraya wê 22 mêtir û bilindayî jî 13 mêtir
Bax gerekê usa bihatana birînê, ku cûrê wan û çapa wan weke hev bûya
Der-dor û hindurê gemiyê gerekê qîr kirana
Nuh gerekê bona malbeta xwe û heywana êpêce xwarin top kira
Avakirin weke 40-50 sala kişand
Çawa ev serhatî dikare me hêlan ke, çaxê mera çetin tê kifşê, wê yekê bikin, çi ku Yehowa ji me dixwaze?