KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr20 Sibat rûp. 1-8
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2020)
  • Binserî
  • 3-9 SIBATÊ
  • FIKIRIÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 12-14
  • “Peymana ku ser Te Hukum Dibe”
  • it-1 522 ¶4
  • Peyman
  • w89 1/7 3 ¶4
  • Çira Ferz e Rastiya Derheqa Birahîm Bizanibin
  • it-2 213 ¶3
  • Qanûn
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w16.05 5 ¶12
  • Çetinayên nav Hevda bi Hizkirin Safî kin
  • it-2 683 ¶1
  • Kahîn
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 10-16 SIBATÊ
  • FIKIRIÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 15-17
  • “Çima Yehowa, Navê Abram û Sarayê Guhast?”
  • it-1 817
  • Gunekirin
  • it-1 31 ¶1
  • Birahîm
  • w09 1/2 13
  • Navê Meriv Çi Eyan Dike?
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-1 460-461
  • Xronolojiya
  • it-1 778 ¶4
  • Derketin
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 17-23 SIBATÊ
  • FIKIRIÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 18-19
  • “Hakimê Temamiya Diniyayê” Sodom û Gomorayê Kuta Dike
  • w17.04 18 ¶1
  • “Hakimê Temamîya Dinyayê” Timê Heq e”
  • w18.08 30 ¶4
  • Sebirkirin; Hunureke Gelek Ferz e bona Mesîhiya
  • w10 15/11 26 ¶12
  • Yehowa Xwedayê Meyî Himzor e!
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w88 15/5 23 ¶4-5
  • Qe Kesekî Xwedê Dîtiye?
  • w19.06 20 ¶3
  • Alîkarî bona Wan, yên ku Tengasiyêda nin
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 24 SIBATÊ-1 ADARÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 20-21
  • “Yehowa, Timê Xweyê Sozê Xwe ye”
  • wp17.5 14-15
  • Sera, Dayka Gelek Padşa
  • “GUHDARÎYA GOTINA WÊ BIKE”
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • wp17.3 12, spartin
  • “Tu Jineke Berbiçeve Bedew î”
  • w89 1/7 20 ¶9
  • Birahîm Mesele ye Seva Wan, Kî ku Dixwazin Bibin Dostê Xwedê
  • Xwendina Kitêba Pîroz
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2020)
mwbr20 Sibat rûp. 1-8

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

3-9 SIBATÊ

FIKIRIÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 12-14

“Peymana ku ser Te Hukum Dibe”

(Destpêbûn 12:1, 2) Xudan Abramra got: “Ji welatê xwe, ji pismamêd xwe û ji mala bavê xwe biqete rabe here wî erdê ku ezê nîşanî te kim. 2 Ezê te bikime miletekî mezin, dua li te bikim, navê te mezin kim û tê bimbarekkirî bî.

it-1 522 ¶4

Peyman

Peymana Tevî Birahîm. Diqewime peymana tevî Abram (Birahîm) kete qewatê çaxê ew berbi Kenanê diçû û Firatva derbaz bû. Peymana qanûnê hate girêdanê 430 sal şûnda (Gl. 3:17). Yehowa tevî Birahîm xeber da, gava ew li Mêzopotamyayê bajarê Ûrda dijît. Xwedê gote wî, wekî here vî erdî, kîderê ewê wî bişîne (Kr.Şn. 7:2, 3; Dsp. 11:31; 12:1-3). Derketin 12:40, 41-da (LXX) tê gotinê, wekî cimeta Îsraêlê kîjan ku erdê Misirêda û Kenanêda 430 jît, “hema wê” rojê ji dîltiya Misirê derketin. Dêmek cimeta Îbranî 14 Nîsanê sala 1513 B.D.M-da derketin û vê rojê destpêkirin Cejina Derbazbûnê kfiş kin (Drk. 12:2, 6, 7). Ev yek îzbat dike, wekî Birahîm 14 Nîsanê sala 1943-da B.D.M çemê Feratva derbaz bû. Kifş e hema hingê peymana orta Yehowa û Birahîm kete qewatê. Çaxê Birahîm gihîşte Şekemê li erdê Kenanêda, Xwedê dîsa carekê wîra eyan bû û sozê xwe zêde kir: “Ezê vî welatî bidime zureta te”. Bi vê yekê Xwedê da kifşê hevgirêdana orta peymana Birahîm û sozê ku Êdênêda hatibû dayînê. Û da kifşê, wekî “zuret” wê ji xeza meriva pêşda bê (Dsp. 12:4-7). Wede şûnda Yehowa dîsa tiştên din ser vê peymanêda zêde dikir (Dsp. 13:14-17; 15:18; 17:2-8, 19; 22:15-18).

(Destpêbûn 12:3) Yêd ku dua li te bikin, ezê dua li wan bikim û yekî ku te bêhurmet ke, ezê nifira li wî bikim. Bi te duayê li hemû berekêd dinyayê bibe”.

w89 1/7 3 ¶4

Çira Ferz e Rastiya Derheqa Birahîm Bizanibin

Derheqa wî sozî Birahîm du derecên dinda jî bihîstibû (Destpêbûn 18:18; 22:18). Xwedê seva ku sozê xwe bîne sêrî, wê hela hê zuretên van qebîla jî, ji mirinê rake, yên ku îda tune ne. Bona wan merivên ku ji mirinê rabin, emir wê bi rastî jî keremeke mezin be, çimkî nîvê zef wê ji mirinê rabin seva ser erdê bijîn, çawa ku serê-sêrîda Xwedê merivara qirar kiribû. Paşî vê yekê ewana wê bêne hînkirinê, ku çawa bigihîjne keremên emirê heta-hetayê (Destpêbûn 2:8, 9, 15-17; 3:17-23).

(Destpêbûn 13:14-17) Gava Lût ji Abram qetîya, Xudan Abramra got: “Niha serê xwe bilind ke û ji vî cîyê ku tu lê sekinîyî, li bakur, başûrê û li rohilat, roavayê binihêre, 15 çimkî wî welatê ku tu dibînî, ezê heta-hetayê bidime te û zureta te. 16 Ezê zureta te bikime weke toza erdê. Heger yek bikaribe ku toza erdê bijmire, wê zureta te jî bikaribe bijmire. 17 Rabe li ser û binê wî welatî li hev de. Çimkî ezê wî bidime te”.

it-2 213 ¶3

Qanûn

Ser hîmê îzbatiyên terîxiyê, hine zandar dibêjin, wekî çaxê merivekî dixwest erd bikire, ev erd wîra ji bilindcîh nîşan dikirin, ji kîderê ewî dikaribû vî erdî ça lazim e bivîne. Ji bilindcîh, sînorên vî erdî diha baş dihatine kifşê. Çaxê bikirçî digot: “Ez divînim”, bi wan giliya ewî ev peyman qanûnî dikir. Çaxê Yehowa soz da Birahîm, wekî ew wê erdê Kenanê war be, pêşiyê wîra hate gotinê ku dîna xwe bide çar qulbên dinê. Diqewime ji bo vê yekê, Birahîm negot: “Ez divînim”, çimkî Xwedê soz dabû wî, wekî wê Erdê Sozdayî bide zureta wî hinek wext şûnda (Dsp. 13:14, 15). Çawa rêberê fermî ya Cimeta Îsraêlê, Mûsara hatibû gotinê, wekî dîna xwe bide erdê. Hergê ev fikira ku jorê hate gotinê rast e, dêmek ev dihate hesabê wekî ev erdê ku Mûsa dîna xwe dayê wê bi qanûnî bibûya warê Îsraêlya; wana wê bin serwêriya Yêşûda ev erd zeft kirana (Qn.Dc. 3:27, 28; 34:4; usa jî binihêrin ku çi cûreyî Şeytan, Îsa cêriband Mt. 4:8). Çaxê ew merivê ku erd dinihêrî û paşê ser vî erdîra derbaz dibû, ku bike warê xwe, bi vê yekê ewî dida kifşê, wekî bi qanûnî ev erdê wî ye (Dsp. 13:17; 28:13). Berê hine dokûmêntada kifş dikirin, wekî ser vî erdî yê ku gerekê bihata firotanê, çiqas bax hene (Binihêre Dsp. 23:17, 18).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Destpêbûn 13:8, 9) Abram gote Lût: “Tewaqa min li te heye, bira li nava min û teda û li nava şivanêd min û şivanêd teda dilmayîn nekevê, çimkî em bira ne. 9 Va ye, temamîya welat li ber te ye. Ez hîvî dikim ji min biqete. Heger tu herî alîyê çepê, ezê herime alîyê rastê, heger tu herî alîyê rastê, ezê herime alîyê çepê”.

w16.05 5 ¶12

Çetinayên nav Hevda bi Hizkirin Safî kin

12 Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê, ku xizmetkarên Xwedê çawa bi edilayê çetinayên orta hevdu safî dikirin. Mesele, şêwir kin derecekê ku orta Birahîm û Lûtda qewimî. Heywanên herda jî gelek hebûn. Û lema diqewime şivanên heywanên wan, bona erd hevra diketine dewê. Birahîm dixwest edilayî xwey kira, lema ewî Lûtra got, ku pêşiyê Lût xwera bijbêre erdê baş, kîderê ku mal û hemû hebûka wî cîwar bûya (Destp. 13:1, 2, 5-9). Bi rastiyê meseleke çiqas baş e! Birahîm edilayî digeriya, ne ku kara xwe. Lê gelo Birahîm ji bo merdaniya xwe zirarê ket? Tu car na! Derbêra, hema paşî vê dereca tevî Lût, Yahowa keremên gelek mezin soz da Birahîm (Destp. 13:14-17). Em ji vê yekê çi hîn dibin? Yahowa tu car wê nahêle ku em zirarê kevin, seva vê yekê ku em pê prînsîpên Kitêba Pîroz çetinayên orta hevdu safî dikin.

(Destpêbûn 14:18-20) Hingê padşê Şelîmê Melkî-Sadiq, nan û şerab dirêj kirê, ew kahînê Xwedêyê Jorin bû. 19 Ewî dua li Abram kir û got: “Bira bimbarek be Abram ji alîyê Xwedêyê Jorin, xweyê erd û ezmênda, 20 û şikir ji Xwedêyê Jorinra, ku dijminêd te dane destê te”. Û Abram ji her tiştî dehek da Melkî-Sadiq.

(Îbranî 7:4-10) Awa dîna xwe bidinê, ku ew yekî çawayî mezin bû, ku Birahîmê baveşîr jî ji talên dehek dayê. 5 Û zureta Lêwiye ku dibine kahîn, bona wan temî Qanûnêda heye ku ji cimetê dehekê bistînin, awa gotî ji miletê xwe, heger ew bedena Birahîm in jî. 6 Lê Melkî-Sadiq ne ji rikinyata Lêwî bû, ewî ji Birahîm jî dehek stand û dua li wî kir, yê ku ji Xwedê soz standibû. 7 Eva yeka femdarî ye, ku yê biçûk ji yê mezin dua-dirozga distîne. 8 Vî aliyê kahîntiyêda, merivêd ku dimirin dehekê distînin, lê aliyê Melkî-Sadiq, yê ku dehekê distîne bona wî nivîsar dibêje, ku ew sax e. 9 Û heta em dikarin vê yekê jî bêjin, Lêwiyê ku zureta wî dehekê hildide, wî xwexa jî bi destê Birahîm dehek da Melkî-Sadiq. 10 Çimkî ew hê bedena bavê xweda bû, gava Melkî-Sadiq pêşiya wîda çû.

it-2 683 ¶1

Kahîn

Melkîsedek padşê Şelîmê, kahînekî (kohên) mexsûs bû. Kitêba Pîrozda derheqa eslê wî, bûyîna wî û mirina wî tu tişt nayê gotinê. Ewî serekkahîntî ji kal-bavê xwe nestandibû û tu kesî dewsa wî negirt. Melkîsedek him kahîn bû him jî padşa. Kahîntiya wî ji kahîntiya Lêwiya bilindtir bû, çimkî Lêwiya ça bêjî dehek da Melkîsedek bi vê yekê, gava Birahîm dehek da wî û kerem ji wî stand; hingê Lêwîyî hela hê çawa zûreta Birahîm nehatibû bûyînê (Dsp. 14:18-20; Îbr. 7:4-10). Vê derecêda Melkîsedek siya Îsa Mesîh bû, û derheqa Îsa tê gotinê: “Heta-hetayê kahîn î, mîna Melkî-Sadiq” (Îbr. 7:17).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Destpêbûn 12:1-20) Xudan Abramra got: “Ji welatê xwe, ji pismamêd xwe û ji mala bavê xwe biqete rabe here wî erdê ku ezê nîşanî te kim. 2 Ezê te bikime miletekî mezin, dua li te bikim, navê te mezin kim û tê bimbarekkirî bî. 3 Yêd ku dua li te bikin, ezê dua li wan bikim û yekî ku te bêhurmet ke, ezê nifir′a li wî bikim. Bi te duayê li h′emû berekêd dinyayê bibe”. 4 Çawa ku Xudan gote Abram ew rabû rêket, Lût jî tevî wî rabû çû. Gava Abram ji Haranê derket, ew heftê pênc salî bû. 5 Abram rabû jina xwe Sarayî, birazîyê xwe Lût, hemû hebûka xweye qazinckirî û hemû nefsêd xweye Haranêda hildan ku here welatê Kenanê. Û ew çûne welatê Kenanê. 6 Abram wî welatîra derbaz bû, çû heta Şixemê, heta dara mezêye Moreh. Hingê kenanî li wî welatîda diman. 7 Lê hingê Xudan Abramva xuya bû û gotê: “Ezê vî welatî bidime zureta te”. Hingê Abram, li wî cîyê ku Xudan wîva xuya bû, gorîgehek çêkir. 8 Abram ji wir çû çîyayê alîyê rohilata Bêt-Êlê, konê xwe usa lêxist, ku Bêt-Êl kete roavayê, lê Ey ketibû rohilatê. Û li wir Xudanra gorîgehek çêkir û gazî navê Xudan kir. 9 Abram bere-bere xwe li Necefê digirt diçû.10 Û li wî welatîda bû xelayî, Abram berjêrî Misirê bû, ku li wir firarî bimîne, çimkî li wî welatîda xelayîke zor bû. 11 Gava ew nêzîkî Misirê bû, jina xwe Sarayîra got: “Va ye, ez zanim ku tu jineke berbiçeve bedew î, 12 gava misirî te bibînin, wê bêjin: ‘Eva jina wî ye’, wê min bikujin û te sax bihêlin. 13 Were vê qencîyê bike, bêje ku tu xûşka min î, wekî bona xatirê te minra qencî jê bê û pê te ez sax bimînim”. 14 Gava Abram kete Misirê, misirîya dîtin ku ew kulfeta çiqasî bedew bû. 15 Wezîr-wekîlêd Firewin jî ew dîtin û pesinê wê ber Firewin dan û Sarayî birine mala Firewin. 16 Ewî bona xatirê Serayîyê qencî li Abram kir û Abram bû xweyê pêz, dêwêr, ker, xulam, carî, kerêd mê û deva. 17 Lê bona jina Abram Sarayê, Xudan qezîêd giran anîne serê Firewin û mala wî. 18 Hingê Firewin gazî Abram kir û gotê: “Ev te çi anî li serê min? Te çima minra negot, ku eva kulfeta te ye? 19 Te bona çi got: ‘Eva xûşka min e?’ Min îdî ew xwera çawa jin distand. Lê niha rabe jina xwe hilde û here!” 20 Hingê Firewin temîya wî da merivêd xwe, wana Abram û jina wî, hebûka wanva verêkirin.

10-16 SIBATÊ

FIKIRIÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 15-17

“Çima Yehowa, Navê Abram û Sarayê Guhast?”

(Destpêbûn 17:1) Çaxê Abram nod nehe salî bû, Xudan Abramva xuya bû û gotê: “Ez Xwedêyê Herî Zor im, rîya minda here û bêleke be.

it-1 817

Gunekirin

Em zanin wekî meriv bi qusûr e, û ew nikare bi kirên xwe timê serfiraz be. Çimkî gune û şaşî kîjan ku em dikin, ji Adem derbazî ser me bûne (Rm. 5:12; Zb. 51:5). Lê Yehowa, Xwedayê kamil û rem e, “çimkî Ew zane meya me û bîr tîne ku em xalî ne” (Zb. 103:13, 14). Derheqa Nuh Xwedê giliyê usa got: “Merivekî rast” û amin (Dsp. 6:9). Lê Birahîmra Yehowa got: “Rîya minda here û bêleke be” (Dsp. 17:1). Rast e ew meriv gunekar bûn û wede şûnda mirin, lê dîsa jî Yehowa kîjan ku “li dil dinêre” wana hesab kir ça merivên amin û rast (1 Sm. 16:7; beramberî hev ke tevî 2 Pd. 20:3; 2 Dr. 16:9). Yehowa ferman da Îsraêliya: “Lê tu ber Xudan Xwedêyê xwe kamil bee” (Qn.Dc. 18:13; 2 Sm. 22:24). Yehowa Kurê xweyî kamil bona me berva da (Îbr. 7:26) çawa kirîn, û li ser hîmê vê yekê ewê wan meriya hesab ke ça yên “amin” û “bêlek e”, kîjan ku baweriya xwe hindava wîda didine kifşê. Çi jî hebe, Xwedê timê Hakimê rast û kamil e (Rm. 3:25, 26); binihêre AMINÎ; KAMILÎ.

(Destpêbûn 17:3-5) Abram deverûya çû. Xwedê xeberda û got: 4 “Va ye peymana min tevî te ye: Tê bibî bavê gelek mileta. 5 Îro şûnda navê te ne Abram be, lê Birahîm, çimkî ez te dikime bavê gelek mileta.

it-1 31 ¶1

Birahîm

Birahîm û Sera weke deh sala Kenanêda man, lê dîsa jî Serayê zar nedianî. Lema jî ewê gote Birahîm, wekî cariya wê Hacerê jintî xwera bîne, ku ji wê zar wanara bibe, û Birahîm qayîl bû. Sala 1932 B.D.M, çaxê Birahîm 86 salî bû, Îsmayîl hate bûyînê (Dsp. 16:3, 15, 16). Çend sal derbaz bûn, û sala 1919-da B.D.M çaxê Birahîm 99 salî bû, Yehowa ferman da, wekî hemû mêrên mala Birahîmda bêne sinetkirinê. Ev ça bêjî nîşan û morkirin bû ku îzbat dikir, wekî Yehowa tevî wî peyman girêda ye, kîjan ku helaqetiya wan qewî dikir. Hema hingê Yehowa ser hîmê sozê xwe, navê Abraham guhast û danî Birahîm û gotê: “Çimkî ez te dikime bavê gelek mileta” (Dsp. 17:5, 9-27; Rm. 4:11). Paşî wê qewimandinê sê melek qalibê merivada hatin cem Birahîm. Ewî wana bi dil û can qebûl kir, û wana soz dane wî, wekî Serayê giran derê û salke din vî çaxî wê îda kur wêra bibe.

(Destpêbûn 17:15, 16) Pey vê gotinêra Xwedê gote Birahîm: “Kulfeta xwe Sarayêra nebêjî Saray, lê navê wê Serayî be. 16 Ezê dua li wê bikim û ji wê jî kurekî bidime te, duayê minê li wê be û miletê ji wê pêşda bên û padşêd mileta jî wê jê derên”.

w09 1/2 13

Navê Meriv Çi Eyan Dike?

Carna Xwedê navê meriva ser navê usa diguhast, ku pêxembertiyava girêdayî bûn. Mesele navê Abraham (bavê mezin), Yehowa guhast ser Birahîm çi ku tê hesabê (bavê gelek mileta). Wede şûnda Birahîm bi rastî jî bû bavê gelek mileta (Dsp. 17:5, 6). Navê kulfeta Birahîm Saray jî, ku dibeke dihate hesabê “şerûd” hate guhastinê. Diqewime ew gelek şa bû çaxê Xwedê navê wê danî Seray, ku dihate hesabê “Xanim”! Ev navê wêye teze dihate hesabê, wekî ji Serayê padşa wê bêne bûyînê (Dsp. 17:15, 16).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Destpêbûn 15:13, 14) Hingê Xudan gote Abram: “Tu rind zanibe, ku zureta teyê welatekîda bikeve xerîbîyê û wê xulamtîyê wanra bikin, çarsid salî ewê wan bidine cefê, 14 lê dîwana wî miletê ku wê wan bikine xulam ezê bikim û pey wê yekêra ewê bi xêr-xiznê ji wir derên,

it-1 460-461

Xronolojiya

Yehowa gote Abraham (Birahîm): “Tu rind zanibe, ku zureta teyê welatekîda bikeve xerîbîyê û wê xulamtîyê wanra bikin, çarsid salî ewê wan bidine cefê” (Dsp. 15:13; Kr.Şn. 7:6, 7). Ev xeber hela hê pêşiya bûyîna zoreta sozdayî, dêmek pêşiya “nisila” Îshaq hatibû gotinê. Sala 1932 B.D.M.-da ji cariya Misirî bi navê Hacer, Abrahamra kur hate bûyînê û navê wî danîn Îsmayîl, lê sala 1918 B.D.M.-da ji Serayê, Îshaq hate bûyînê (Dsp. 16:16; 21:5). Hergê ji derketina Misirê çi ku dihate hesabê xilaziya zêrandina wan, 400 sala paşda herin, (Dsp. 15:14), em nêzîkî sala 1913 B.D.M. dibin, hingê Îshaq pênc salî bû. Diqewime vî çaxî Îshaq ji şîrê dê hatibû birînê û ew çawa “xerîb” cara pêşiyê hate zêrandinê, gava Îsmayîl qerfê xwe wî kir, çawa ku hatibû pêxembertîkirinê. Hingê Îsmayîl 19 salî bû (Dsp. 21:8, 9). Diqewime roja îroyîn ev qerfên ku Îsmayîl li Îshaq kir tiştekî usa ecêbmayî nîne, lê berê wedê pêxembera ev yek bêhurmetkirin dihate hesabê. Lema jî Serayê xwest wekî Hacer tevî Îsmayîl ji wana cihê bin, û Xwedê xwestina wê qebûl kir (Dsp. 21:10-13). Ev qewimandin Kitêba Pîrozda hûr bi hûr hatiye nivîsarê, çi ku dîsa carekê îzbat dike, wekî hema hingê pêxembertiya zêrandinê ya 400 saliyê destpêbû û xilaz bû gava ewana ji Misirê derketin (Gl. 4:29).

(Destpêbûn 15:16) Lê zureta teye qurna çarada wê vegere vir, çimkî kasa guneyêd emorîya hê tijî nebûye”.

it-1 778 ¶4

Derketin

Nisila çarada. Yehowa gote Birahîm, wekî zureta wî nisila çarada wê vegere Kenanê (Dsp. 15:16). Nava 430 salada dêmek ji peymana tevî Birahîm heta derketina wan ji Misirê, çar nisil ber hev hatin guhastin. Wî wedeyî jîyîna meriya dirêj dikişand. Lê xût Misirêda Îsraêlî 215 sala man. Hergê hejmara nisila, paşî cîwarbûna wan Misirêda hesab kin, dêmek çar nisil derdikeve. Evê yekê em dikarin bivînin ser mesela bereka Lêwiya: (1) Lêwî, (2) Qohat, (3) Emram, (4) Mûsa (Drk. 6:16, 18, 20).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Destpêbûn 15:1-21) Pey van yekara, xebera Xudan dîtinokêda Abramra hat û got: “Netirse, Abram, ez ji tera mertal im, xelata teyê gelekî mezin be». 2 Hingê Abram got: “Ya Xwey Xudan! Tê çi bidî min? Ezî va bê zuret mame, serwêrê mala min Êlîyazêrê Şamê ye”. 3 Abram dîsa got: “Te ku zuret neda min, va ye xulamê mala minda bûyî wê dewsa warê min bigire”. 4 Û awa xebera Xudan hate wî û got: “Ew dewsa warê te nagire, lê yê ku wê ji bedena te bibe, ewê bibe warê te”. 5 Hingê Xudan ew derxiste derva û gotê: “Niha dîna xwe bide ezmên û steyrka bijmire, heger dikarî bijmirî. Û gotê: ‘Zureta teyê jî wê haqasa be’”. 6 Abram bawerîya xwe Xudan anî û wî ew yek jêra rastî hesab kir. 7 Xudan dîsa gotê: “Ez im ew Xudanê ku tu ji Ûra kildanîya derxistî, ku vî welatî çawa cî-war bidime te”. 8 Abram got: “Ya Xwey Xudan! Ezê çawa zanibim, ku ezê vî welatî çawa cî-war bistînim?” 9 Xudan gotê: “Bona min nogineke sê salî, bizineke sê salî, beranekî sê salî, fatimokekê û kevotkeke firaketî bîne”. 10 Abram ev hemû jêra anîn û ew nîvîda kirine du qetî û her kerîkî wan dane li ber kerîyê wan, lê teyrede qet nekirin. 11 Peranîya teyreda xwe dida li ser wan cendeka, lê Abram berî wan dida. 12 Gava ro çû ava, xeweke kûr kete çevê Abram û awa saweke şevereşaye terî kete ser wî. 13 Hingê Xudan gote Abram: “Tu rind zanibe, ku zureta teyê welatekîda bikeve xerîbîyê û wê xulamtîyê wanra bikin, çarsid salî ewê wan bidine cefê, 14 lê dîwana wî miletê ku wê wan bikine xulam ezê bikim û pey wê yekêra ewê bi xêr-xiznê ji wir derên, 15 tê jî bi xêr-xweşî herî cem kal-bavêd xwe û kalekî rû-reman bêyî defin kirinê. 16 Lê zureta teye qurna çarada wê vegere vir, çimkî kasa guneyêd emorîya hê tijî nebûye”. 17 Û gava ro çû ava û terî kete erdê, awa dûkî firnê û alaveke êgir nava qetêd cendekara derbaz bû. 18 Wê rojê Xudan Abramra peyman girêda û got: “Va ez erdê ji çemê Misirê heta çemê mezin, awa gotî Firatê, didime zureta te: 19 Welatê qênîya, qinîzîya, qadmonîya, 20 hîtîya, pirîzzîya, rifayîya, 21 emorîya, kenanîya, gîrgaşîya û yebûsîya”.

17-23 SIBATÊ

FIKIRIÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 18-19

“Hakimê Temamiya Diniyayê” Sodom û Gomorayê Kuta Dike

(Destpêbûn 18:23-25) Paşê Birahîm nêzîk bû û got: “Gelo tevî neqenca tê rasta jî unda kî? 24 Belkî wî bajarîda pêncî kesêd rast hebin? Gelo tê wî cîyî unda kî û nedî xatirê wan pêncî kesêd raste ku wê derê ne? 25 Haşa ji te ku tu vê yekê bikî, wekî tu rasta tevî neqenca unda kî, yan jî usa bînî serê rasta, çawa serê neqenca, haşa ji te! Ev yek nabe ku hakimê temamîya dinyayê dîwana rast neke?”

w17.04 18 ¶1

“Hakimê Temamîya Dinyayê” Timê Heq e”

“EV YEK nabe ku hakimê temamîya dinyayê dîwana rast neke” (Destp. 18:25). Bi wan giliya Birahîm da kifşê ku ew dudilî nedibû, wekî Yehowa wê bi heqî dîwana Sodom û Gomorayê bike. Birahîm sed selefî zanibû, wekî Yehowa wê tu car neheqiyê neke û “rasta tevî neqenca” unda neke. Hişê Birahîmra jî derbaz nedibû ku Xwedê dikare tiştên usa bike. Weke 400 sal derbaz bûn, Yehowa derheqa xwe giliyên usa got: “Ew Qeya ye, kirina wî kamil e, çimkî hemû rîyêd wî heqî ne. Xudan amin e, neheqî cem wî tuneye, ew heq e û li ser heqîyê ye” (Qan. Dcr. 31:19; 32:4).

(Destpêbûn 18:32) Hingê Birahîm dîsa got: “Lê belê bira Xweyê min hêrs nekeve ezê vê carê jî bipirsim: Belkî li wê derê dehe kes hebin?” Xudan gotê: “Bona xatirê dehe kesî jî ezê wêran nekim”.

w18.08 30 ¶4

Sebirkirin; Hunureke Gelek Ferz e bona Mesîhiya

Aliyê sebirêda bona me mesela lape mezin Yehowa ye (2 Pet. 3:15). Kitêba Pîrozda hene gelek serhatî, kîderê ku Yehowa sebira gelek mezin daye kifşê (Nehem. 9:30; Îşa. 30:18). Mesele, bînin bîra xwe Yehowa ça bi sebir bû hindava Birahîmda, gava tevî wî derheqa kutakirina Sodomê xeber dida. Yehowa xeberdana Birahîm nedibirî, dewsê Ewî bi sebir guh dida her giliyên Birahîm. Paşê Yehowa giliyên Birahîm wekiland, û bi vê yekê jêra da kifşê, wekî rind guh dida wî. Hin jî Yehowa wî da bawerkirinê, wekî wê qira Sodomê neyne, hergê jî wêderê tenê 10 merivên rast hebin (Destp. 18:22-33). Ew meseleke mezin e bona me, ku em jî bi sebir guh bidin meriva û eciz nebin.

(Destpêbûn 19:24, 25) Hingê Xudan li ser Sodom û Gomorayêda kirkûtû agir jorda ji Xudanda barand, 25 û ew bajar û temamîya dor-berêd wan, hemû binelîyêd wan bajara û tiştêd li ser erdê şînbûyî qir kir û serobinîhev kir.

w10 15/11 26 ¶12

Yehowa Xwedayê Meyî Himzor e!

12 Em gerekê dudilî nebin, wekî zûtirekê Yehowa wê îzbat ke, ku tenê îzna wî heye serwêrtiyê bike. Yehowa wê timê zulmiyê teyax neke, û em zanin wekî em rojên axiriyêda dijîn. Ewî yên zulm wedê Sêlavê qir kir. Şeherê Sodom û Gomorayê û usa jî firewin û eskerên wî, kuta kir. Sîsera û eskerên wî, usa jî Sanherîb tevî eskerên xwe nikaribûn pêşberî Xwedêyî Himzor derketana (Dsp. 7:1, 23; 19:24, 25; Drk. 14:30, 31; Hkm. 4:15, 16; 2 Pd. 19:35, 36). Lema jî em dikarin bawer bin, wekî Yehowa Xwedê wê heta-hetayê bêhurmetiya hindava navê xwe û hindava Şedên xwe teyax neke. Em usa jî nîşana hatina Îsa û axiriya vê dinya xirab divînin (Mt. 24:3).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Destpêbûn 18:1) Xudan nava darêd Mamrêye mezêda wîva xuya bû, gava ew germaya rojêda li ber derê kon rûniştibû.

(Destpêbûn 18:22) Ew merivana ji wir vegerîyan, çûne berbi Sodomê. Lê Birahîm hê li ber Xudan sekinî mabû.

w88 15/5 23 ¶4-5

Qe Kesekî Xwedê Dîtiye?

Niha femdariye çira Birahîm tevî melek usa xeber da, ça bêjî tevî Xwedê Yehowa xeber da. Melek raste-rast giliyê Xwedê derbazî Birahîm kir û ew çawa wekîlê Xwedê bû, lema jî Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî Yehowa, Birahîmra “xuya bû” (Destpêbûn 18:1).

Dikarin bêjin çaxê melek xeberên Xwedê derbazî kesekî dikir, ev mîna vê yekê bû, ça em îro bi radîo yan jî têlêfonê kesekîra xeber didin û ew meriv dengê me dibihê. Niha îda femdarî ye, ku Birahîm, Mûsa, Manoah û yên din çima bi vî cûreyî melekara xeber didan, ça bêjî Xwedêra xeber didan. Rast e wana melek didîtin û usa jî rûmeta Yehowa ku wan meleka eyan dikir, lê wana nikaribû şexsî Xwedê bidîtana. Lema jî em dikarin dudilî nebin tevî giliyê Yûhenna, ku got: “Tu kesî tu car Xwedê nedîtiye” (Yn. 1:18). Wan meriva melek dîtin, kîjana ku Xwedê şandibû, ne ku Xwedê dîtin.

(Destpêbûn 19:26) Lê jina Lût piştêva li pey xwe nihêrî û bû heykelekî xwê.

w19.06 20 ¶3

Alîkarî bona Wan, yên ku Tengasiyêda nin

3 Lût safîkirina nebaş kir, çimkî jîyîna Sodomêda bijart. Cimeta wêderê gelek xirab û bênamûs bû. (Bixûne 2 Petrûs 2:7, 8.) Ew şeher pêşdaçûyî bû, lê jîyîna wêderê ser Lût zef biha rûnişt (Destp. 13:8-13; 14:12). Jina wî diqewime ew şeher, yan jî hine merivên wêderê, gelek begem dikir, lema gura Yehowa nekir. Û gava Xwedê kirkût û agir ser wî şeherîda barand, ewê emirê xwe unda kir. Du qîzên Lût jî ketibûn halê xirab, dergîstiyên wan Sodomêda mirin. Lût mala xwe, hebûka xwe, û ya lape çetin, jina xwe unda kir (Destp. 19:12-14, 17, 26). Lê gelo Yehowa sebira xwe hindava Lût unda kir? Na.

Xwendina Kitêba Pîroz

(Destpêbûn 18:1-19) Xudan nava darêd Mamrêye mezêda wîva xuya bû, gava ew germaya rojêda li ber derê kon rûniştibû. 2 Ewî serê xwe bilind kir, dîna xwe dayê, va ye sê mêr pêşberî wî sekinîne. Gava ew dîtin, ji ber derê kon bi rev çû pêşîya wan û heta erdê li ber wan deverûya çû, 3 û got: “Xweyê min! Heger min li ber çevêd te kerem dît, hîvî dikim li ser mala xulamê xwera derbaz nebe, 4 bira hinek av bînin, nigêd xwe bişon û bin darêda rihet bin, 5 ez perî nan bînim hûn qinyatekê bikin, paşê rîya xweda herin, çimkî hûn ku hatine cem xulamê xwe”. Hingê wan got: “Te çawa got, usa jî bike”. 6 Birahîm lezande berbi kon, xwe Serayêra gîhand û gotê: “Zû bike sê warbêj arê xas bistirê, nan lêxe”. 7 Birahîm xwexa jî lez berbi heywên çû, golikeke hilîye rind girt da xulamekî, ewî jî ew zû hazir kir. 8 Û Birahîm rûnê nivîşkî, şîr û goştê golika hilîye hazirkirî da ber wan û wan xwar, ew xwexa jî bin darêda cem wan ma. 9 Hingê gotine Birahîm: “Kanêye Seraya jina te?” Ewî got: “Ew va ye konda ye”. 10 Û yekî ji wan got: “Saleke din vî çaxî ezê dîsa li ser teda bêm û kurekî Seraya jina te wê hebe”. Lê Serayê li ber derê kon, pişt wîva dibihîst. 11 Birahîm û Serayî kal pîr bibûn û rojêd xwe derbaz kiribûn, Serayî jî îdî ji kirasa hatibû birînê. 12 Hingê Serayî li ber xweda kenîya û got: “Vê mezinaya xweda ezê çî xwe şa bim, ku xweyê min jî îdî yekî kal e?” 13 Xudan gote Birahîm: “Çima Serayî kenîya û got: ‘Gelo rastî ezê vê mezinaya xweda zara bînim, ku ez îdî pîr bûme?’ 14 Gelo tiştekî çetin bona Xudan heye? Vî wedeyê kifşkirîda, saleke din vî çaxî ezê li ser teda bêm û kurekî Serayê wê hebe”. 15 Hingê Serayê ji tirsa înkar kir û got: “Na, ez ne kenîyame”. Lê Xudan gotê: “Na, tu kenîyayî”. 16 Ew merî ji wir rabûn, wana berê xwe da Sodomê, Birahîm jî tevî wan rêket, ku wan verêke. 17 Hingê Xudan got: “Gelo ezê wî tiştê ku ezê bikim ji Birahîm veşêrim? 18 Ne belê Birahîmê ese bibe miletekî mezin û zor. Û bi wî dua wê temamîya miletê li ser dinyayê bibe. 19 Çimkî min ew bona wê yekê bijart, wekî ew temîyê bide kurêd xwe û pey xwera jî mala xwe, ku ew rîya Xudanda herin, rastîyê û heqîyê bikin, wekî Xudan çi ku Birahîmra soz daye bîne sêrî”.

24 SIBATÊ-1 ADARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 20-21

“Yehowa, Timê Xweyê Sozê Xwe ye”

(Destpêbûn 21:1-3) Xudan serîk li Serayê xist, çawa ku gotibû û sozê bona Serayê dabû anî sêrî. 2 Serayî hemle derket, Birahîmra wê mezinaya wîda kurek anî, wî wedeyîda ku Xwedê jêra gotibû. 3 Birahîm navê wî kurê xweyî ku Serayê jêra anî, Îshaq danî.

wp17.5 14-15

Sera, Dayka Gelek Padşa

Gelo kenê Serayê dida kifşê, ku baweriya wê kêm bû? Na! Kitêba Pîroz dibêje: “Bi baweriyê Birahîm, ku zanibû Serayê zar nedanî, ewê qewata berê zika stand û wê mezinayîya wîda zarek wîra bû. Çimkî bawer kir, ku yê wîra soz daye amin e” (Îbranî 11:11). Serayê Yehowa nas dikir; ewê zanibû ku Ew dikare hemû sozên xwe bîne sêrî. Bi rastî jî me hemûyara baweriya vî cûreyî lazim e. Wê aqilayî be hergê em hê rind Yehowa Xwedê nas kin. Usa emê bivînin ku baweriya Serayê rast bû. Yehowa bi rastî jî amin e û wedê xweda sozên xwe tîne sêrî. Ew dikare sozên xwe usa bîne sêrî, ku me ecêbmayî ke, yan bide kenandinê!

“GUHDARÎYA GOTINA WÊ BIKE”

Sera 90 saliya xweda gihîşte nêta xwe, çi ku ew haqas sal hizret bû. Ewê, kur mêrê xweyî hizkirîra anî! Birahîm navê zarokê danî Îshaq, dêmek “Ken”, çawa ku Xwedê gotibû. De bidin ber çevê xwe, ku çawa Sera şabûna dikene û dibêje: “Xwedê ez dame kenandinê, kîjanêd ku bona min bibihên, ewê jî tevî min bikenin” (Destpêbûn 21:6). Ew pêşkêş ku Yehowa bi keremetî dabû wê, şabûneke mezin wêra dianî heta mirina wê. Him jî evê yekê cabdariya mezin kire stûyê Serayê.

Çaxê Îsaq pênc salî bû, malbetê mesrefeke mezin vekir bona wî, çimkî zarok ji şîr hate birînê. Lê hemû tişt baş nîbû. Em dixûnin wekî Serayê “dîna xwe dayê”, ku kurê Hecarê bi navê Îsmayîl, tiştên nebaş dike. Îsmayîlê 19 salî timê qerfê xwe Îsaqê biçûk dikir. Ew laqirdî nîbû. Hine wede şûnda Pawlosê şandî kirên Îsmayîl nav kir ça peyketin. Serayê kirên Îsmayîl dît û fem kir, ku jîyîna kurê wê bin qeziyêda ne. Serayê rind zanibû ku Îsaq ne ku tenê kur e seva wê; lê ew kesê mûhîm bû kîjanî ku Yehowa kifş kir seva ku qirara xwe bîne sêrî. Lema jî ew bi mêrxasiyê tije bû û dilê xwe Birahîmra vekir. Ewê ji mêrê xwe xwest, ku Hecar tevî kurê xwe Îsmayîl, wana bihêlin herin (Destpêbûn 21:8-10; Galatî 4:22, 23, 29).

Gelo Birahîm çi kir? Em dixûnin: “Ev gotina hindava kurê wî Îsmayîlda, gelekî giran li ser Birahîm rûnişt”. Ewî Îsmayîl hiz dikir û wîra hêsa nîbû safî ke. Lê Yehowa zelal hemû tişt didît, lema jî Ewî safîkirina vê pirsê hilda destê Xwe. Em dixûnin: “Lê Xwedê gote Birahîm: “Bira ew gotina bona kurikê te û carîya te li ser te giran rûnenî, çi ku Serayê tera gotîye guhdarîya gotina wê bike, çimkî zureta teyê Îshaqda bê navkirinê”. Yehowa usa jî Birahîm da bawerkirinê, ku Hecar û zarok wê bêxofiyêda bin, û Ewê seva wan xem bike. Birahîmê amin guh da (Destpêbûn 21:11-14).

(Destpêbûn 21:5-7) Birahîm sed salî bû, gava kurê wî Îshaq jêra bû. 6 Hingê Serayê got: “Xwedê ez dame kenandinê, kîjanêd ku bona min bibihên, ewê jî tevî min bikenin”. 7 Usa jî got: “Qet kê wê bigota Birahîm: ‘Serayî wê dergûşêd kurîn bimêjîne?› Çimkî min mezinaya wîda wîra kur anî”.

(Destpêbûn 21:10-12) gote Birahîm: “Berî vê carîyê û kurê wê de, çimkî kurê vê carîyê gerekê tevî kurê min Îshaq war nestîne”. 11 Ev gotina hindava kurê wî Îsmayîlda, gelekî giran li ser Birahîm rûnişt. 12 Lê Xwedê gote Birahîm: “Bira ew gotina bona kurikê te û carîya te li ser te giran rûnenî, çi ku Serayê tera gotîye guhdarîya gotina wê bike, çimkî zureta teyê Îshaqda bê navkirinê.

(Destpêbûn 21:14) Birahîm sibehê zû rabû, nan û meşke av hilda da Hacerê, da li ser milê wê, kurik jî pêra derxist. Hacer çû gihîşte çol-besta Bîr-Şêva, rê-dirb unda kirin.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Destpêbûn 20:12) Ya duda jî eva rastî xûşka min e, em ji bavê ne lê ne ji dêne, min ew standîye.

wp17.3 12, spartin

“Tu Jineke Berbiçeve Bedew î”

Sera dihate hesabê xûşka Birahîm, çimkî ewana ji bavekî bûn. Navê bavê wan Têrah bû (Destpêbûn 20:12). Bi rastî jî wedê berê ji rojên me gelek cude dibû, çimkî îro zewaca usa necayîz e. Wan çaxa meriv hê nêzîkî kamiliyê bûn, ji çi ku Adem û Hêwayê lezet distandin, lê unda kirin. Seva merivên usa qayîm, zewaca tevî merivên nêzîk, nikaribû bi gênêtîkî xirab hukum kira li ser zuretên wan. 400 sal şûnda, meriv îda gelek dûr bibûn ji kamiliyê. Û îda wî zemanîda, li gora Qanûna Mûsa îzin tune bû, ku merivên xweye nêzîk bistînin (Qanûna Kahîntiyê 18:6).

(Destpêbûn 21:33) Birahîm li ber bîra Bîr-Şêvayê dareke kenarê daçikand û li wê derê gazî navê Xudan, Xwedêyê Heta-hetayê kir.

w89 1/7 20 ¶9

Birahîm Mesele ye Seva Wan, Kî ku Dixwazin Bibin Dostê Xwedê

9 Birahîm baweriya xwe bi kirên xwe îzbat kir. Ev yek hate kifşê gava ewî Yehowara “gorîgehek çêkir” (Destpêbûn 12:7). Diqewime dikete nava vê yekê usa jî qurbankirina heywana, çimkî xebera Îbranî “gorîgeh” tê hesabê “ciyê qurbandayînê”. Wede şûnda Birahîm dîsa bi vî cûreyî baweriya xwe dida kifşê. Xêncî vê yekê ewî “gazî navê Xudan” Yehowa dikir (Destpêbûn 12:8; 13:18; 21:33). Gilî-gotina Îbranî “gazî navê kesekî kin” tê hesabê “evî navî elam kin (bela kin)”. Çawa bira-pizmanên Birahîm usa jî cimeta Kenaniya diqewime dibihîstin çawa Birahîm bi mêrxasî navê Yehowa elam dikir (Destpêbûn 14:22-24). Mîna Birahîm, ev merivên ku dixwazin bibin dostê Xwedê gerekê bi baweriyê gazî navê Wî kin. Baweriya xwe meriv dikarin bi vê yekê îzbat kin, çaxê belakirina mizginiyêda kar dikin. Ewana gerekê “timê qurbana pesindayînê bidine Xwedê, awa gotî berê zar-zimanê xwe, yêd ku navê wî îqrar dikin” (Îbranî 13:15; Romayî 10:10).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Destpêbûn 20:1-18) Birahîm ji wê derê koç kir çû ber bi Necefê, li navbera Qadêşê û Şûrêda ma û Gêrarêda firarî derbaz kir 2 Li wê derê Birahîm bona jina xwe Serayê got: “Eva xûşka min e”. Padşê Gêrarê Abîmelex şand Serayî ji xwera anî. 3 Lê Xwedê şev hate xewna Abîmelex û gotê: “Va tê bona wê kulfeta ku te anî, tê bimirî, çimkî mêrê wê heye”. 4 Abîmelex hê dest nedabûyê û got: “Ya Xweyê min, gelo tê koka miletê bêsûc bînî? 5 Evî ne got: ‘Eva xûşka min e?’ Û evê jî got: ‘Eva birayê min e’. Ev yek min bi dilê sax û destê paqij kir”. 6 Û Xwedê xewnêda wîra got: “Minva eyan e, ku te ev yek bi dilê xweyî sax kir, lema jî min tu ji wî guneyê ku teyê li ber çevê min bikira xweyî kirî û nehişt ku tu dest bidî wê. 7 Niha jinê vegerîne bide mêrê wê, çimkî ew pêxember e û ewê bona te dua bike, tê bijîyî. Lê heger tu wê venegerînî, zanibe ku tu û hemûyêd teyê ese bimirin”. 8 Abîmelex sibehê zû rabû, gazî hemû berdestîyêd xwe kirin û her tişt wanra gilî kir, ev merivana gelekî tirsîyan. 9 Hingê Abîmelex gazî Birahîm kir û gotê: “Ev te çi anî li serê me? Min hindava teda çi neheqî kiribû, ku te gunekî mezin li ser min û padşatîya minda anî? Te hindava minda tiştê nebûyî kir”. 10 Û Abîmelex gote Birahîm: “Te çi rê têra dît, ku te ev tişt kir?” 11 Birahîm got: “Çi rast e, ez fikirîm min got: ‘Li vê derê xofa Xwedê tune, wê rûyê jina minda min bikujin’. 12 Ya duda jî eva rastî xûşka min e, em ji bavê ne lê ne ji dêne, min ew standîye. 13 Çaxê Xwedê ez ji mala bavê xwe derxistime xerîbîyê, min gote wê: ‘Vê qencîyê minra bike, her cîyê ku emê herinê, bona min bêje, ku eva birayê min e’”. 14 Hingê Abîmelex rabû, pez û dewar, xulam û carî anîn dane Birahîm û jina wî Serayî jî lê vegerand. 15 Usa jî Abîmelex gote Birahîm: “Va ye welatê min li ber te ye, kîderê dixwazî li wir jî bimîne”. 16 Serayêra jî got: “Va ez hezar zîvî didime birayê te, ku ev yek li ber çevê hemûyêd tevî te bibe xêlîya nav-namûsîyê û rûspîtîya li ber hemûya”. 17 Hingê Birahîm li ber Xwedê dua kir û Xwedê Abîmelex, jina wî û carîyêd wî qenc kirin û zarok anîn. 18 Çimkî Xudan rûyê jina Birahîm Serayêda, betinê hemû kulfetêd mala Abîmelexda dada bû.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin