KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb20 Hezîran rûp. 5
  • Tu Çi Dikarî ji Mesîhiyên Cêribandî Hîn bî?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tu Çi Dikarî ji Mesîhiyên Cêribandî Hîn bî?
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2020)
  • Têmên Mîna Wê
  • Hîn Dibin ji Qulixkarêd Cêribandî
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
  • Wedê Qedexekirinê jî Berdewam kin Yehowara Xizmet kin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Yehowa Rêberiyê Teşkîleta Xwe Dike
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Wana Nefretî Alt kir
    Hişyar Bin!—2020
Hê Zêde Binihêre
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2020)
mwb20 Hezîran rûp. 5
Xûşka cahil destê xûşka ya emirda mezin girtiye.

MÎNA ÎSA BIJÎN

Tu Çi Dikarî ji Mesîhiyên Cêribandî Hîn bî?

Civatên meda hene gelek Mesîhiyên cêribandî, kîjan ku îda bi deha sala Yehowara xizmet dikin. Ewana baweriya xwe Yehowa tînin, û vê yekêda bona me meseleke baş in. Em ji wana dikarin gelek tişt pêbihesin derheqa teşkîleta Yehowa û wê yekê, ku çawa bi alîkariya Yehowa wana karibû nava çetinayada jî amin bimînin. Lema jî em dikarin wan xûşk-birên delal teglîf kin cem xwe ser Qulixkirina Tevî Malbetê, ku ewana derheqa aminiya xwe mera gilî kin.

Hergê tu îda gelek sal Yehowara xizmet dikî, dikarî bi serbestî cahilara derheqa baweriya xwe gilî kî. Mesele Aqûb û Ûsiv zuretên xwera gilî dikirin, ku çawa jîyîna xweda destê Yehowa didîtin (Dsp. 48:21, 22; 50:24, 25). Lê wede şûnda Yehowa temî da malxên malê, wekî ewana zarên xwera derheqa wî gilî kin (Qn.Dc. 4:9, 10; Zb. 78:4-7). Wedê meda jî dê-bav û xûşk-birên din, dikarin cahilara gilî kin, wekî bi saya teşkîletê Yehowa çawa qirara xwe dianî sêrî.

BINIHÊRIN VÎDÊO “WEDÊ QEDEXEKIRINA, YEKTIYÊ XWEY DIKIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Beytela Avstryayê çawa alîkarî da wan xûşk-bira, welatê kîjanada şixulê me qedexekirî bû?

  • Çawa xûşk-birên wan welata, karibûn baweriya xwe qewî xwey kin?

  • Çima xûşk-birên Rûmanyayê teşkîleta Yehowa hîştin, û paşê ça paşda vegeriyan?

  • Ew mesele ça baweriya we qewî dikin?

Şikil: Dereca ji vîdêo “Wedê Qedexekirina, Yektiyê Xwey Dikin”. 1. Xerîtaye ku nîşan dike wekî li Rohilata Ewrûpayêda kîjan ciyada qedexekirin heye. 2. Mekîne. 3. Birên Rûmanyayê hev hemêz dikin.

Tiştên qîmet hîn be ji Mesîhiyên cêribandî!

Tu çi dikarî bikî hergê heçî zef xûşk-birên civata te, wan paşwextiya hatine nixumandinê? Serhatiya wan xûşk-bira, kîjan ku îda gelek sal Yehowara xizmet dikin, tu dikarî bivînî malpera meda jw.org, Kitêbxanêda para “Vîdêo” yan jî bikeve “Îndêksa Edebiyeta Birca Qerewiliyê”, û binihêre binserî “Serhatiyên Şedên Yehowa”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin