KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr20 Cotmeh rûp. 1-8
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2020)
  • Binserî
  • 5-11 COTMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 31-32
  • “Ji Pûtparistiyê Birevin”
  • w09 15/5 11 ¶11
  • Ruhanîda Gihîştî Bin, Çimkî Roja Yehowa Nêzîk e
  • w12 15/10 25 ¶12
  • Guh Bide Xwedê, wekî Bivînî ku Ew Çawa Sozên Xwe Tîne Sêrî
  • w18.07 20 ¶14
  • Kê Aliyê Yehowa ye?
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w19.12 3 ¶4
  • “Wextê” Xebatê û Rihetiyê Heye
  • w87 1/9 29
  • Pirsên Xwendevana
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 12-18 COTMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 33-34
  • “Xeyset-Hunurên Yehowayî Pir Baş”
  • it-2 466-467
  • Nav
  • w09 1/5 18 ¶3-5
  • Yehowa Derheqa Xwe Gilî Dike
  • w09 1/5 18 ¶6
  • Yehowa Derheqa Xwe Gilî Dike
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w04 15/3 27 ¶5
  • Fikirên Sereke ji Kitêba Derketin
  • w98 1/9 20 ¶5
  • Tiştên Sereke Dayne Ciyê Pêşin!
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 19-25 COTMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 35-36
  • “Bona Şixulê Yehowa Hazir in”
  • w14 15/12 4 ¶4
  • Yehowa bi Merdanî Ruhê Hazirbûnê Kerem Dike
  • w11 15/12 18 ¶6
  • Xizmetkarên Amine Berê, ku bi Ruhê Pîroz Rêberî Dibûn
  • w11 15/12 19 ¶7
  • Xizmetkarên Amine Berê bi Ruhê Pîroz Rêberî Dibûn
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w05 15/5 23 ¶14
  • Rêyên Yehowa Pêdihesin
  • w00 1/11 29 ¶1
  • Merivên Merd Şabûnê Distînin
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 26 COTMEHÊ-1 MIJDARÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 37-38
  • “Gorîgehên Konê Pîroz û Rola Wan Hebandina Rastda”
  • it-1 82 ¶3
  • Gorîgeh
  • it-1 1195
  • Bixûr
  • it-1 82 ¶1
  • Gorîgeh
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-1 36
  • Darcêwî (Akasiya)
  • w15 1/4 15 ¶4
  • We Zanibû?
  • Xwendina Kitêba Pîroz
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2020)
mwbr20 Cotmeh rûp. 1-8

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

5-11 COTMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 31-32

“Ji Pûtparistiyê Birevin”

(Derketin 32:1) Gava cimetê dîna xwe dayê ku Mûsa derengî dikeve ji ser çîyê nayê xarê, hingê cimet topî cem Harûn bû û gote wî: “Rabe mera xwedêya çêke, ku pêşîya me kevin, çimkî ew Mûsayê meriv, yê ku em ji welatê Misirê derxistin, em nizanin çi hate serê wî”.

w09 15/5 11 ¶11

Ruhanîda Gihîştî Bin, Çimkî Roja Yehowa Nêzîk e

11 Carna hêsa nîne li gora hînkirinên Kitêba Pîroz bijîn, îlahî derecê çetinda. Mesele, hine wext paşî azakirina Îsraêliya ji dîltiya Misirê, cimetê destpêkir ser Mûsa bike kute-kut û Yehowa bicêribîne. Çima? Çimkî ava wan kêm bû (Drk. 17:1-4). Cimeta Îsraêlê peyman tevî Yehowa girêdabû û soz dabû, wekî wê hemû xeberên Yehowa bînin sêrî. Paşî wê qewimandinê hê du meh jî derbaz nebû, wana qanûna Yehowa derheqa pûtparistiyê teriband (Drk. 24:3, 12-18; 32:1, 2, 7-9). Diqewime cimet tirsiya, çaxê Mûsa ser gelek wext ewana hîştibûn, gava ser çiyayê Horebê temiyên ji Xwedê distand. Carekê, çaxê Îsraêliya tevî Amalêkiya şer dikirin, ewana bi destên Mûsayî hilbirandî serketin. Lema jî dibeke ewana fikirîn, wekî Amalêkî wê dîsa hicûmî ser wan kin, û ewana wê bêyî Mûsa bidine der (Drk. 17:8-16). Lê çi jî hebe, Îsraêliya “nexwestin” guhdar bin (Kr.Şn. 7:39-41). Pawlosê şandî Mesîhî hêlan dikirin, wekî çev nedine Îsraêliyên neguhdar, kîjan ku ditirsiyan bikevine Erdê Sozdayî (Îbr. 4:3, 11).

(Derketin 32:4-6) Harûn ew ji destê wan hildan, qav koland cûre dayê û golikek ro kir. Gotin: “Ev e xwedêyê te Îsraêl! Yê ku tu ji welatê Misirê derxistî”. 5 Gava Harûn ev yek dît, ber wî gorîgehek çêkir. Harûn kire gazî û got: “Sibê cejina Xudan e”. 6 Roja din serê sibehê zû rabûn dîyarîyêd tevayîşewatê dan û dîyarîyêd heleqetîyê anîn, cimetê rûnişt xwar, vexwar û rabûn namûsa hevra lîstin.

w12 15/10 25 ¶12

Guh Bide Xwedê, wekî Bivînî ku Ew Çawa Sozên Xwe Tîne Sêrî

12 Yehowa derbêra destpêkir sozên xweyî li gora peymana Qanûnê bîne sêrî. Dêmek ewî kon bona hebandinê da çêkirinê û kahîn hatine kifşkirinê. Bi saya vê yekê merivên gunekar dikaribûn nêzîkî Yehowa bin. Lê Îsraêlî zû tesmîlbûyîna xwe Yehowara bîr kirin û “Pîrozê Îsraêlê bînteng dikirin” (Zb. 78:41). Mesele, heta ku Mûsa ser Çiyayê Sînayê rêberî ji Yehowa distand, cimeta Îsraêlê teyaxa xwe û baweriya xwe unda kir. Wana tirê Mûsa ew hîştin. Lema jî cimetê golika zêrîn xwera çêkir û got: “Ev e xwedêyê te Îsraêl! Yê ku tu ji welatê Misirê derxistî” (Drk. 32:1, 4). Paşê, ewana ava gotî “cejina Xudan” saz kirin, ber golika zêrîn ta dibûn û qurban dianîn. Çaxê Yehowa ev yek dît, gote Mûsa: “Evana usa zû ji wê rîyê şihitîn, ya ku min temî dabû wan” (Drk. 32:5, 6, 8). Lê yazix, ji wî çaxî cimeta Îsraêl gelek car sozên xweyî ku Yehowara dabûn, pişt guhê xweva davîtin (Jm. 30:2).

(Derketin 32:9, 10) Xudan gote Mûsa: “Min dîna xwe da vê cimetê, va ye ew cimeteke serhişk e. 10 Niha bihêle ku ez hêrsa xwe li ser vanda birêjim, qira van bînim. Lê ez te bikime miletekî mezin”.

w18.07 20 ¶14

Kê Aliyê Yehowa ye?

14 Cimetê rind zanibû, wekî pûtparistî ber çevê Yehowa gunekî gelek giran e (Derk. 20:3-5). Lê wede derbaz bû û wana serê xwe ber golikeke zêr danîn! Îsraêliya zanibûn ku bi vê yekê ewana gura Xwedê nakin, lê yeke wana xwexa xwe dixapandin yançi ewana dîsa jî aliyê Yehowa ne. Hela hê Harûn jî kete vê telikê çaxê got ku ew golik bona “cejina” Yehowa ye. Lê Yehowa ça ser vê yekê nihêrî? Ewî hesab kir wekî wana pişta xwe dane wî û nemamiya wî kirin. Yehowa gote Mûsa wekî cimet “ji wê rîyê şihitîn” kîjanêra ku ewî “temî dabû wan” ku herin. “Hêrsa” Yehowa usa ser wan rabû, ku ewî hela hê jî dixwest bi temamî qira miletê Îsraêl bîne (Derk. 32:5-10).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 31:17) Ew nîşana heta-hetayê ye li nav min û zarêd Îsraêlda, çimkî Xudan li nava şeş rojada erd û ezman efirandin û roja hefta destê xwe ji xebatê kir û rihet bû’”.

w19.12 3 ¶4

“Wextê” Xebatê û Rihetiyê Heye

4 Lê gelo ew yek ku Yehowa û Îsa gelek dixebitin û mesela baş in bona me, tê hesabê wekî eseyî nîne em hêsa bin? Tu car na. Femdarî ye, Yehowa tu car naweste, û jêra nelazim e aliyê fîzîkîda hêsa be. Lê Kitêba Pîroz dibêje, wekî çaxê Yehowa ezman û erd efirandin, “destê xwe ji xebatê kir û rihet bû” (Derk. 31:17). Eşkere ji vê yekê tê kifşê, wekî çaxê Yehowa efirandin xilaz kir, paşê sekinî dîna xwe da çêkirina destê xwe û pêra şa dibû. Usa jî Îsa, rast e çaxê ew ser erdê bû, gelek şixul dikir, lê usa jî xwera wede didît, wekî hinekî hêsa be û tevî hevalên xwe xwarinê bixwe (Met. 14:13; Lûqa 7:34).

(Derketin 32:32, 33) Niha ez reca dikim gunê wan bibaxşîne! Lê heger na, hîvî dikim navê min ji kitêba xweye nivîsar resît ke”. 33 Xudan gote Mûsa: “Kê li ber min gune kirîye, ezê wî ji kitêba xwe resît kim.

w87 1/9 29

Pirsên Xwendevana

Hergê derheqa merivekî tê gotinê, wekî ewî qebûlkirin standiye (dêmek navê wî “kitêba jiyînêda” nivîsar e) ev nayê hesabê, ku ew wê sed selefî jîyîna heta-hetayê bistîne û wê tu tişt neyê guhastinê. Mûsa bona cimeta Îsraêlê lavaya Yehowa dikir: “Ez reca dikim gunê wan bibaxşîne! Lê heger na, hîvî dikim navê min ji kitêba xweye nivîsar resît ke”. Xwedê jî caba wî da: “Kê li ber min gune kirîye, ezê wî ji kitêba xwe resît kim” (Derketin 32:32, 33). Belê, hela hergê Xwedê kesekî hesab ke layîqî vê yekê ku navê wî “kitêba jîyînêda” bê nivîsarê, dikare usa biqewime ku meriv baweriya xwe unda ke û neguhdar be. Vê derecêda, Xwedê navê wî merivî wê “ji kitêba jiyînê” resît ke (Eyantî 3:5).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 32:15-35) Mûsa vegerîya û ji çîyê hate xarê, her du selêd Şedetîyê jî destêd wîda bûn. Ser her du alîya jî nivîsar bûn, hin vî alîyî hin jî wî alîyî nivîsar bûn. 16 Sel şixulê destê Xwedê bûn û nivîsara ser jî nivîsara Xwedê bû li ser sela kolandî. 17 Gava Yêşû dengê qare-qara cimetê bihîst, gote Mûsa: “Dengê şêr ji zomê tê”. 18 Mûsa gotê: “Ev ne dengê qare-qara serketîya ye, ne jî dengê qare-qara yêd dane der, lê ez dengê hevra lîstinê dibihêm”. 19 Gava Mûsa nêzîkî zomê bû, çev golikê û reqasê ket, hêrsa wî rabû, ew selêd destêd xweda avîtin û binatara çîyêda hûrdexweşî kirin. 20 Golika wane çêkirî hilda agirda heland, hûr-hûrî kir kire toz reşande ser avê û zarêd Îsraêl dane vexwarinê. 21 Mûsa gote Harûn: “Evê cimetê çi te kir, ku te ev guneyê mezin anî ser wan?” 22 Harûn gotê: “Bira xweyê min hêrs nekeve. Tu vê cimetê nas dikî, ew xirabîyêra hazir in. 23 Gotine min: ‘Mera xwedêya çêke ku pêşîya me kevin, çimkî ew Mûsayê meriv ku em ji welatê Misirê derxistin, em nizanin çi hate serê wî’. 24 Min jî gote wan: ‘Zêrê kê heye bira derxe’. Wan dane min, min jî ew avîtine li nav êgir ev golika derket”. 25 Mûsa dîna xwe dayê ku cimetê hewla xwe ji dewlê avîtîye, wê li ber dijminêd xwe bibine robet, (çimkî Harûn îzin dabû ku wana hewla xwe ji dewlê avîtibûn). 26 Hingê Mûsa ber dergehê zomê sekinî û got: “Kê alîyê Xudan e, bira bê cem min!” Hemû zarêd Lêwî civîyane cem wî. 27 Û gote wan: “Xudan Xwedêyê Îsraêl aha dibêje: ‘Bira her meriv şûrê xwe girêde, zomêda ji dergeh heta dergeh herin werin, her meriv birê xwe, her meriv hevalê xwe, her meriv cînarê xwe bikuje’”. 28 Zarêd Lêwî weke gotina Mûsa kirin, wê rojê ji cimetê sê hezar meriv ketin. 29 Mûsa got: “Îro we bona xizmetkarîya Xudan xwe bi kuştina kurê xwe û birê xwe buhurtî-jibare kir. Lema îro duayê li ser weda bê”. 30 Roja dinê Mûsa gote cimetê: “We gunekî mezin kirîye. Va ye ezê hilkişime cem Xudan, belkî bikaribim kewandinê ji ber gunêd weva bidim kirinê”. 31 Mûsa vegerîya cem Xudan û gotê: “Belê! Evê cimetê gunekî mezin kir xwera xwedêkî zêrîn çêkir. 32 Niha ez reca dikim gunê wan bibaxşîne! Lê heger na, hîvî dikim navê min ji kitêba xweye nivîsar resît ke”. 33 Xudan gote Mûsa: “Kê li ber min gune kirîye, ezê wî ji kitêba xwe resît kim. 34 Lê niha tu here cimetê bibe wî cîyê ku min tera got. Va ye milyaketê minê pêşîya teva here, lê roja ceza ezê bona gunê wan, wan ceza kim”. 35 Û Xudan cimetê xist bona wê golika wane çêkirî, ya ku Harûn çêkir.

12-18 COTMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 33-34

“Xeyset-Hunurên Yehowayî Pir Baş”

(Derketin 34:5) Û Xudan pê ewr peya bû, li wir cem wî sekinî û navê Xudan elam kir.

it-2 466-467

Nav

Efrîn îzbat dikin, ku Xwedê heye, lê navê wî eyan nakin (Zb. 19:1; Rm. 1:20). Zanebûna navê Xwedê hê zêde tişt tê hesabê, ne ku tenê bizanibî navê wî çi ye (2 Dr. 6:33). Bi rastî ev tê hesabê bizanibî, wekî Xwedê Yekî çawa ne, qirara wî çi ye û çi xeyset-hunurên wî hene, dêmek çi ku Kitêba Pîroz eyan dike (Beramber ke tevî 1 Pd. 8:41-43; 9:3, 7; Nm. 9:10). Ev yek rind tê kifşê ji mesela Mûsa, çaxê Yehowa gote wî: “Ez te pê navê te nas dikim”. Ev dihate hesabê, wekî heleqetiya wan nêzîk bû (Drk. 33:12). Qedirekî mezin bû, ku Mûsa karibû bi çevê xwe rûmeta Yehowa bivîne û bibihê Ew ça navê xwe elam dike (Drk. 34:5). Yehowa ne tenê navê xwe wekiland, lê usa jî derheqa xeyset-hunur û kirên xwe gilî kir. “Xudan, Xudan im! Xwedêyê rem û keremê, sebir-sikanê, bi hub û aminîyêda xinêyo, ku bona hezara xweyê huba amin e, neheqîyê, nerastîyê û guna dibaxşîne, lê sûcdara bê ceza nahêle, neheqîya bava tîne serê kura û kurê-kura, heta nisilê sisîya û çara” (Drk. 34:6, 7). Anegorî vê yekê kilama Mûsada, kîderê ku tê gotinê: “Ezê navê Xudan bikim dengî”, heleqetiya Yehowa tevî cimeta Îsraêlê û hunurên Wî eyan dibin (Qn.Dc. 32:3-44).

(Derketin 34:6) Xudan li ber wîra derbaz bû û elam kir: “Xudan, Xudan im! Xwedêyê rem û keremê, sebir-sikanê, bi hub û aminîyêda xinêyo,

w09 1/5 18 ¶3-5

Yehowa Derheqa Xwe Gilî Dike

Serîda Yehowa got, wekî ew Xwedayê “rem û keremê” ye (Rêza 6). Li gora lêkolînkarekî xebera “rem” ji zimanê Îbranî tê welgerandinê ça “dilşewatî, kîjan ku bav hindava zarên xweda dide kifşê”. Lê xebera “kerem” tê şirovekirinê ça “xwestina bi dil, ku alî wan bikî, yên ku hewce ne”. Dêmek Yehowa dixwaze xizmetkarên xwe bide bawerkirinê, ku ew mîna dê-bav bi hizkirin û dilşewatiyê bona hewcên wan xem dike (Zebûr 103:8, 13).

Paşê Yehowa dibêje, wekî ew Xwedayê “sebirsikanê” ye (Rêza 6). Ew lez nakeve, ku ser xizmetkarên xwe hêrs keve. Ew sebira xwe hindava wanda dide kifşê, dîna xwe nade kêmasiyên wan û wede dide ku bêne guhastinê (2 Petrûs 3:9).

Xwedê dîsa got wekî ew “bi hub û aminîyêda” xinê ye (Rêza 6). Hub û aminiya Yehowa, yanê hizkirina wîye amin, hunureke qîmet e. Ev hunur, heleqetiya Yehowa tevî cimeta wî nêzîk dike (Qanûna Ducarî 7:9). Xêncî wê yekê Yehowa kaniya rastiyê ye. Ew nayê xapandinê û xwexa jî tu kesî naxapîne. Em dikarin bi temamî îtbariya xwe hemû sozên wî bînin, çimkî ew Xwedayê rastiyê û “aminiyê” ye (Zebûr 31:5).

(Derketin 34:7) ku bona hezara xweyê huba amin e, neheqîyê, nerastîyê û guna dibaxşîne, lê sûcdara bê ceza nahêle, neheqîya bava tîne serê kura û kurê-kura, heta nisilê sisîya û çara”.

w09 1/5 18 ¶6

Yehowa Derheqa Xwe Gilî Dike

Yehowa derheqa xwe dîsa tiştekî ferz mera eyan dike. Ew dibêje, wekî ew “neheqîyê, nerastîyê û guna dibaxşîne” (Rêza 7). Ew hazir e bibaxşîne wan, yên ku gunên xwe tînin rûyê xwe (Zebûr 86:5). Lê dîsa jî, Yehowa çevê xwe ser xirabiyê û neheqiyê danade. Ew dibêje, ku “sûcdara bê ceza nahêle” (Rêza 7). Xwedayê pîroz û heq wê nehêle, wekî merivên ku naxwazin bêne guhastinê û guna dikin, bê ceza bimînin. Axiriya-axiriyê ew meriv wê berên kirên xweye xirab biçinin.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 33:11) Xudan rû bi rû tevî Mûsa xeber dida, çawa ku merivek tevî hevalê xwe xeber dide. Mûsa vedigerîya zomê, lê xortê berdestîyê wî Yêşûyê kurê Nûn ji Kon dûr nediket.

(Derketin 33:20) Got: “Tu rûyê min nikarî bibînî, çimkî meriv nikare min bibîne û sax bimîne”.

w04 15/3 27 ¶5

Fikirên Sereke ji Kitêba Derketin

33:11, 20: Çi cûreyî Xwedê “rû bi rû” tevî Mûsa xeber dida? Ev gilî-gotin dide kifşê xeberdana orta du kesa, kîjan ku hevra nêzîk in. Mûsa wekîlê Xwedêra xeber dida û bi saya wî rêberiya ji Yehowa distand. Lê Mûsa Yehowa nedidît, çimkî “meriv nikare . . . [Xwedê] bibîne û sax bimîne”. Bi rastî Yehowa şexsî tevî Mûsa xeber nedida. Galatî 3:19-da tê gotinê: “Qanûn ji aliyê milyaketada, bi destê navçêtiya yekî hate dayînê”.

(Derketin 34:23, 24) Salê sê cara hemû qisimê teye nêrîn bira li ber Xudan Xwedê, Xwedêyê Îsraêl bisekinin. 24 Çimkî ezê li ber te mileta raqetînim û sînorê te berfire kim. Wedê ku tu salê sê cara li ber Xudan Xwedêyê xwe bisekinî, tu kesê çev nevêje welatê te.

w98 1/9 20 ¶5

Tiştên Sereke Dayne Ciyê Pêşin!

Hemû mêrên Îsraêlî û prozêlît, salê sê cara gerekê li ber Yehowa bisekiniyana. Gelek malxên malê fem dikirin, wekî ev yek wê aliyê ruhanîda kareke mezin bide temamiya malbeta wan. Lema jî ewana jin-zarên xwe tevî xwe hildidan. Lê wê kê miqatî deşt û malên wan bûya û ji qaçaxa xwey kira? Yehowa soz dabû: “Wedê ku tu salê sê cara li ber Xudan Xwedêyê xwe bisekinî, tu kesê çev nevêje welatê te” (Derketin 34:24). Îsraêliya gerekê bawer kirana, ku hergê tiştên ruhanî bona wan diha ferz bûna, hebûna wan jî wê zirarê neketa. Gelo, Yehowa sozê xwe dianî sêrî? Hemikî!

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 33:1-16) Xudan gote Mûsa: “Rabe ji vira tu û ew cimeta ku te ji welatê Misirê derxist hevraz anî, hilde here wî erdê bona kîjanî min Birahîm, Îshaq û Aqûbra sond xwar û got: ‘Ezê wî bidime zureta te’. 2 Ezê pêşîya teva milyaketekî bişînim û ewê kenanîya, emorîya, hîtîya, pirîzzîya, hîwîya û yebûsîya raqetîne. 3 Tê herî erdê şîr û hingiv jê dikişe, lê ezê xwexa tevî te hevraz neyêm, çimkî tu miletekî serhişkî ku nebe ez rêva qira te bînim”. 3 Tê herî erdê şîr û hingiv jê dikişe, lê ezê xwexa tevî te hevraz neyêm, çimkî tu miletekî serhişkî ku nebe ez rêva qira te bînim”. 4 Gava cimetê ev gotina giran bihîst, şîn kirin û qet kesekî xişirê xwe xava nekir. 5 Çimkî Xudan gotibû Mûsa: “Bêje zarêd Îsraêl, hûn miletekî serhişk in, heger ez deqekê tevî te hevraz bêm ezê qira te bînim. Lê niha xişirêd li ser xwe derxin, ku ez dîna xwe bidimê ka ez we çawa bikim”. 6 Zarêd Îsraêl xişirêd xwe hinda çîyayê Horêbê ji ser xwe derxistin. 7 Mûsa Kon hilda, ji zomê der hinekî ji zomê dûr vegirt û navê wî danî Konê Civînê. Û her kesê ku gaz Xudan dikir, ji zomê derdiket diçû Konê Civînê, ku ji zomê der bû. 8 Gava Mûsa derdiket diçû berbi Kon, hingê hemû cimet radibû û her yek li ber derê konê xwe disekinî û dîna xwe didane Mûsa, heta ku ew biketa Kon. 9 Çawa ku Mûsa dikete Kon, stûna ewr peya dibû li ber derê Kon disekinî û Xudan tevî Mûsa xeber dida. 10 Gava temamîya cimetê stûna ewre li ber derê Kon sekinî didît, temamîya cimetê radibû û her yek li ber derê konê xwe deverûya diçû. 11 Xudan rû bi rû tevî Mûsa xeber dida, çawa ku merivek tevî hevalê xwe xeber dide. Mûsa vedigerîya zomê, lê xortê berdestîyê wî Yêşûyê kurê Nûn ji Kon dûr nediket. 12 Mûsa gote Xudan: “Belê te gote min: ‘Vê cimetê derxe’, lê belê te minva eyan nekir, tê kê tevî min bişînî, te got: ‘Ez te pê navê te nas dikim û te li ber çevêd min kerem dît’. 13 Lê niha hîvî dikim, heger min li ber çevêd te kerem dîtîye, rîyêd xwe li ber min veke wekî ez te nas bikim û li ber te keremê bibînim, dîna xwe bidê ku ev milet cimeta te ye”. 14 Û Xwedê got: “Ezê tev te bêm û te bibime rihetîyê”. 15 Mûsa gote wî: “Heger tu neyêyî, me ji vira dernexe. 16 Wê çawa bê kifşê wekî min û cimeta te li ber çevêd te kerem dîtîye, heger tu tevî me neyêyî? Bi vî awayî ez û cimeta teyê li rûbarî dinê ji hemû mileta bêne başqekirinê”.

19-25 COTMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 35-36

“Bona Şixulê Yehowa Hazir in”

(Derketin 35:25, 26) Hemû kulfetêd xweyîfiraset bi destemelîya xwe rîsê şîn, şîrk, sorê gevez û kitanê zirav ristin û anîn. 26 Hemû kulfetêd ku dilê wan dixwest bi destemelîya xwe pirça bizinê ristin.

w14 15/12 4 ¶4

Yehowa bi Merdanî Ruhê Hazirbûnê Kerem Dike

Yehowa diha xweş dihat ruhê hazirbûnê, ku piştgiriya hebandina temiz bikin, ne ku qurbana bidin. Dilê Îsraêliya ew hêlan dikirin, wekî wede û qewata xwe Xwedêra qurban kin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Hemû kulfetêd xweyîfiraset bi destemelîya xwe rîsê şîn . . . ristin”. Usa jî zêde dike: “Hemû kulfetêd ku dilê wan dixwest bi destemelîya xwe pirça bizinê ristin”. Xêncî wê yekê, Yehowa Bisalêl bi “serwaxtîyê, bîlantîyê, destemelîyê û firaseta her pêşekarîyêva dagirt”. Dêmek Xwedê Bisalêl û Oholîabra feresetên usa dabû, wekî bikaribin hemû xebatên, ku wanara hatibûn dayînê, bikin (Drk. 35:25, 26, 30-35).

(Derketin 35:30-35) Mûsa gote zarêd Îsraêl: “Dîna xwe bidinê, Xudan bi nav gazî Bisalêlê kurê Ûrîyê Hûr kir, ji qebîla Cihûda. 31 Ew Ruhê Xwedêva, bi serwaxtîyê, bîlantîyê, destemelîyê û firaseta her pêşekarîyêva dagirt, 32 wekî bi zêr, zîv û sifir tişta bihunirîne 33 û kevira bikole qaş ke, dara bikole û her cûre şixulî bi hostatîyê bike. 34 Dilê wîda jî danî ku hîn bike, dilê wî û dilê Oholîabê kurê Ahîsamaxê ji qebîla Dan. 35 Xwedê ew firasetîyêva dagirtin, wekî her şixulê hostatîyê, hunurmendîtîyê, neqişandîtîyê bi rîsê şîn, şîrk, sorê gevez li ser kitanê zirav, şixulê nitirandinê û her cûre şixulî bikin.

w11 15/12 18 ¶6

Xizmetkarên Amine Berê, ku bi Ruhê Pîroz Rêberî Dibûn

6 Ji mesela Bisalêl, kîjan ku wedê Mûsada dijît, em dikarin gelek tişt pêbihesin ku ruhê Xwedê çawa hukum dibe (Bixûne Derketin 35:30-35.) Bisalêl hatibû kifşkirinê, wekî rêberiya çêkirina hemû tişta bike, kîjan ku gerekê konê pîrozda bihatana xebitandinê. Lê gelo, ewî ev pêşe zanibûn, wekî hemû tişta çêke? Dibeke erê. Lê diqewime pêşiya vê yekê, şixulê wîyî paşin ew bû, ku ewî kelpîç bona Misiriya çêdikirin (Drk. 1:13, 14). Bisalêl çawa karibû ew şixula çetin bikira? Yehowa “ew Ruhê Xwedêva, bi serwaxtîyê, bîlantîyê, destemelîyê û firaseta her pêşekarîyêva dagirt, . . . her cûre şixulî bi hostatîyê bike”. Çi jî hebe bi saya ruhê pîroz, feresetên Bisalêl diha baş dibûn. Derheqa Oholîab jî dikarin evê yekê bêjin. Ça tê kifşê Bisalêl û Oholîab pêşê xweda bûne hoste, çimkî ewana ne tenê xwexa xebat dikirin, lê merivên din jî hîn dikirin. Belê, Xwedê kire dilê wan, wekî ewana yên dinêna jî hîn kin.

(Derketin 36:1, 2) Hingê Bisalêl, Oholîab û her kesêd xweyîfirasete yê ku Xudan firasetî û bîlantî dabû wan, bona her cûre şixulêd pîrozgehê bizanibin û anegorî temîya Xudan bikin. 2 Mûsa gazî Bisalêl, Oholîab û hemûyêd xweyîfiraset kir, dilê kîjanada Xudan firasetî danîbû, awa gotî gazî wan, dilê kîjanî dikişande wî karî, ku wê xebatê bike.

w11 15/12 19 ¶7

Xizmetkarên Amine Berê bi Ruhê Pîroz Rêberî Dibûn

7 Dîsa îzbatkirinek heye, ku ruhê pîroz rêberiya Bisalêl û Oholîab dikir. Çêkirina destên wan gelek wext dihate xebitandinê. Paşî weke 500 sala jî ew tişt didane xebatê (2 Dîr. 1:2-6). Bisalêl û Oholîab ne mîna wan meriya bûn, kîjan ku çaxê tiştekî çêdikin, navê xwe ser dinivîsin, seva ku xwe bilind kin. Hemû hurmet-rûmet bona çêkirina wan Yehowara diket (Drk. 36:1, 2).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 35:1-3) Mûsa temamîya civîna zarêd Îsraêl civand û gote wan: “Ev in ew tiştêd ku Xudan tamî da ku wan biqedînin: 2 şeş roja xebata xwe bikin, lê roja hefta wera bibe şemîya rihetîyêye pîroz bona Xudan. Kê wê rojê şixulekî bike wê bê kuştinê. 3 Roja şemîyê hemû cî-warêd xweda agir vênexin”.

w05 15/5 23 ¶14

Rêyên Yehowa Pêdihesin

14 Şixulên ruhanî dayne ser ciyê pêşin. Îsraêliya gerekê nehîştana ku hewcên wane fîzîkî ewana ji şixulên ruhanî dûr xistana. Wana gerekê dîna xwe neda tenê ser şixulên herrojî. Yehowa got, wekî wê her heftî rojeke wane pîroz hebe, bona şixulên ruhanî (Derketin 35:1-3; Jimar 15:32-36). Xêncî wê yekê, Yehowa civînên pîroz kifş kir, ku her sal bêne derbazkirinê (Qanûna Kahîntiyê 23:4-44). Usa ewana dikaribûn bînine bîra xwe hemû kirên Yehowayî mexsûs, rêyên wî pêbihesiyana û razîbûna xwe bona qenciya wî bidana kifşê. Bi wê yekê cimetê dikaribû aminiya xwe Yehowara bida kifşê û xofa ber wî dilê xweda xweyî kira, hizkirina xwe hindava wîda diha qewî kira û berdewam kira xwe hebandina rast bigirta (Qanûna Ducarî 10:12, 13). Prînsîpên ku vê temiyêda hene bona xizmetkarên Yehowaye roja îroyîn jî karê tînin (Îbranî 10:24, 25).

(Derketin 35:21) Hemû bi rezedilîya xwe û bi dil-can hatin, bona şixulêd Konê Civînê û bona temamîya xizmetkarîya wî û bona kincêd pîroz Xudanra hedî anîn.

w00 1/11 29 ¶1

Merivên Merd Şabûnê Distînin

Bidine ber çevê xwe, wekî wî çaxî Îsraêliya çi texmîn dikir. Çend nisilên wan ji bo dîltiyê diçerçirîn û zemet dikişandin. Lê niha ewana aza û dewletî ne. Gelo wanara wê hêsa be pareke hebûna xwe Yehowara bikine qurban? Ewana dikaribûn dişirmîş bûna, wekî ew hebûn wana qazanc kiriye û îzina wan heye bona kara xwe bidine xebatê. Lê çaxê ewana hatine hêlankirinê wekî qurbanên matêrîalî bînin bona piştgiriya hebandina rast, wana bi hazirbûn û şabûnê qurban anîn! Wana bîr nekir, wekî ewana bi saya Yehowa bûne xweyîhebûk. Lema jî cimetê bi merdanî zêr, zîv û heywan kirine qurban. Wana bi “rezedilî” û “bi dil û can” ew yek dikirin. Kitêba Pîroz dibêje, wekî “dilê wan dixwest” ku Yehowara hediya bînin. Ew yek dide kifşê, wekî bi rastî jî qurbanên wan bi rezedilî bûn (Derketin 25:1-9; 35:4-9, 20-29; 36:3-7).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 35:1-24) Mûsa temamîya civîna zarêd Îsraêl civand û gote wan: “Ev in ew tiştêd ku Xudan tamî da ku wan biqedînin: 2 şeş roja xebata xwe bikin, lê roja hefta wera bibe şemîya rihetîyêye pîroz bona Xudan. Kê wê rojê şixulekî bike wê bê kuştinê. 3 Roja şemîyê hemû cî-warêd xweda agir vênexin”. 4 Mûsa tevî temamîya civîna zarêd Îsraêl xeber da û got: “Ev e çi ku Xudan temî da û got: 5 ‘Ji nav hebûka xwe hedîyê bona Xudan derxin. Bira her kesê rezedilî Xudanra hedîyê bîne: Zêr, zîv û sifir, 6 rîsê şîn, şîrk, sorê gevez, kitanê zirav û pirça bizinê, 7 çermêd beranaye sor rengkirî, çermêd ga-mesîya, darêd darcêwîyê, 8 bizirê bona ronayîyê, biharetêd bona rûnê rûnkirinê û bona bixûra bînxweş, 9 kevirêd onîks kevirêd qîmete bona qaşkirina êfod û rextsîng. 10 Her xweyîfirasetêd li nav weda bira bên û hemû tiştêd ku Xudan temî dane çêkin: 11 Konê Şedetîyê, sergira ser girtina wê û serkêşa wê, qemitokêd wê, çîtêd wê, destûyêd wê, stûnêd wê û bingehêd wê, 12 sindoq û destûyêd wê, qalpaxê baxşandinê û perda navbirîyê, 13 text destûyava û hemû derdanêd wê, nanê Xwedêra dayî, 14 şemdana ronayê û hacetêd wê, çirêd wê û rûnê ronayê, 15 gorîgeha bixûrê û destûyêd wê, rûnê rûnkirinê, bixûra bînxweş û perda ber derê Konê Şedetîyê, 16 gorîgeha dîyarîya tevayîşewatê û çîta wêye sifirîn, destûyêd wê û hemû hacetêd wê, teşt û bingeha wê, 17 perdêd hewşê, stûnêd wê bingehava û perda ber derê hewşê, 18 singêd kon û singêd hewşê hebinêd wanva, 19 kincêd qulixkirinêye bona xizmetkarîya Cîyê Pîrozda, kincêd pîroze kahîn Harûnra, usa jî kincêd kurêd wî ku kahîntîyê bikin’”. 20 Temamîya civîna zarêd Îsraêl ji cem Mûsa çû. 21 Hemû bi rezedilîya xwe û bi dil-can hatin, bona şixulêd Konê Civînê û bona temamîya xizmetkarîya wî û bona kincêd pîroz Xudanra hedî anîn. 22 Jinê û mêrêd merd hatin, mengik, guhar, gustîl, xişir û her cûre nexşêd zêrîn anîn, her kesî hindava xweda hedîyêd zêrîn dane Xudan. 23 Û cem kê rîsê şîn, şîrk, sorê gevez, kitanê zirav, pirça bizinê û çermêd beranaye sor rengkirî û çermêd ga-mesîya hebûn anîn. 24 Her kesê ku zîv, sifir hedî dida, çawa hedî Xudanra anîn û cem kê ku darê darcêwîyê bona çêkirina hemû tişta hebûn anîn.

26 COTMEHÊ-1 MIJDARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 37-38

“Gorîgehên Konê Pîroz û Rola Wan Hebandina Rastda”

(Derketin 37:25) Gorîgeha bixûrê ji dara darcêwîyê çêkir, dirêjayîya wê zendek, berayîya wê zendek, ew çar goşe bû, bilindayîya wê du zend, stirûyêd wê jî ji wê bûn.

it-1 82 ¶3

Gorîgeh

Gorîgeha bixûrê. Gorîgeha bixûrê (usa jî dihate navkirinê ça “gorîgeha zêrîn” [Drk. 39:38]) pê dara darcêwiyê (akasiyayê) hatibû çêkirinê. Jora wê û dora wê zêrkirî bû. Dora lêva wê bi zêr toqkirî bû. Dirêjaya û beraya wê 44,5 sm bû, bilindaya wê jî 89 sm bû. Ji çar enîşkên jorinva stirûyên wê hebûn. Du xelaqêd zêrîn binê toqva her du kêlekava hatibûn çêkirinê (Drk. 30:1-5; 37:25-28). Rojê du cara, şebeqê û êvarê, ser vê gorîgehê bixûra mexsûs dişewitandin (Drk. 30:7-9, 34-38). Çaxê xeberdan derheqa şewitandina bixûrê diçe, timê derheqa agirdangê yanê bixûrdangê tê gotinê. Diqewime ev agirdang usa jî dihate xebitandinê wedê şewitandina bixûrê li ser vê gorîgehê (Qn.Kh. 16:12, 13; Îbr. 9:4; Ent. 8:5; beramber ke tevî 2 Dr. 26:16, 19). Gorîgeha bona şewitandina bixûrê hindurê konê pîrozda bû, pêşberî perdê, ya ku Ciyê Herî Pîroz başqe dikir. Lema jî derheqa vê tê gotinê, wekî ew “pêşberî Sindoqa Şedetîyê” bû (Drk. 30:1, 6; 40:5, 26, 27).

(Derketin 37:29) Rûnê rûnkirinêyî pîroz û bixûra xalise bînxweş bi pisportî tevdayî çêkir.

it-1 1195

Bixûr

Bixûra pîroz, kîjan ku konê pîrozda dihate xebitandinê, ji wan tiştên qîmet çêdikirin, yên ku cimetê qurban dikirin (Drk. 25:1, 2, 6; 35:4, 5, 8, 27-29). Yehowa gote Mûsa ku evê bixûrê ji çar tişta çêke: “Xwera biharetêd bînxweş hildî, awa gotî şîrêza darê, qaxikêd berê, tûzika melhemê û bixûra erebîye xalis, bira kaşê hemûya yek be. Vana bi pisportî tevdayî bixûreke lêdayîye xalis û pîroz çêkî. Ji vê hinekî hildî hûr-hûr bikutî û li ber Şedetîyê, Konê Civînêda daynî, wê dera ku ezê rastî te bêm. Ev bixûrê bona we ya here pîroz be”. Seva ku bê kifşê, wekî ev bixûr çiqas pîroz û mexsûs e, Yehowa got: “Kê ku bona bînhildanê anegorî wê xwera tevdayne çêke, ew ji nav cimeta xwe bê raqetandinê” (Drk. 30:34-38; 37:29).

(Derketin 38:1) Ji dara darcêwîyê gorîgeha dîyarîya tevayîşewatê çêkir, dirêjayîya wê pênc zend, berayîya wê pênc zend ew çar goşe bû, bilindayîya wê jî sê zend.

it-1 82 ¶1

Gorîgeh

Gorîgeha Konê Pîroz. Gava Konê Pîroz hate çêkirinê, usa jî du gorîgeh bi nexşê ku Xwedê dabû, hatine çêkirinê. Gorîgeha bona şewitandinê (usa jî tê navkirinê ça “gorîgeha sifir” [Drk. 39:39]) pê dara darcêwiyê (akasiyayê) hatibû çêkirinê. Ev “hindur vala” bû, dêmek diqewime ser û binîva vekirî bû. Ew çargoşe bû, dirêjaya vê û beraya vê jî 2,2 m bû, lê bilindaya vê 1,3 m bû. Ser her çar enîşkên wê stirû hebûn. Gorîgeh bi temamî sifirkirî bû. Hindurê gorîgehê bin keviya wê ji sifir çîteke mîna tor danî bûn, usa ku çît “nîvê gorîgehêda” bû. Ser her çar enîşkên gorîgehê ber çît xelaqa ji sifir hebûn. Diqewime wan xelaqava du destûyên ji dara darcêwiyê ku sifirkirî bûn, derbaz dikirin, wekî gorîgehê cîguhastî kin. Diqewime du aliyên gorîgehêva qerş hebûn û çît wan qerşava pêvakirî bû. Lê ser her çar enîşkên gorîgehê, nêzîkî çît, rûva xelaq hebûn. Nihêrandina zandara derheqa wê yekê ji hev cude dibe. Gelek ji wan difikirin, wekî xêncî wan xelaqa dîsa vê gorîgehêva cîkî din jî aliyê rûva xelaq pêvakirî bûn, kîjanava destû derbaz dikirin. Usa jî gelek cûre hacet bona gorîgehê ji sifir çêkirî bûn. Mesele tebax, merik bona koziyê, teşt bona topkirina xûna heywana, goştgir û sinî bona agir (Drk. 27:1-8; 38:1-7, 30; Jm. 4:14).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 37:1) Bisalêl ji dara darcêwîyê sindoq çêkir, dirêjayîya wê du zend û nîv, berayîya wê zend û nîv, zend û nîv jî bilindayîya wê bû.

(Derketin 37:10) Ji dara darcêwîyê text çêkir, dirêjayîya wê du zend, berayîya wê zendek û bilindayîya wê zend û nîv bû.

(Derketin 37:25) Gorîgeha bixûrê ji dara darcêwîyê çêkir, dirêjayîya wê zendek, berayîya wê zendek, ew çar goşe bû, bilindayîya wê du zend, stirûyêd wê jî ji wê bûn.

it-1 36

Darcêwî (Akasiya)

Gelek çiqilên baxa darcêwiyê hene û ew bi stirûya tije ne. Gelek car çiqilên darcêwiyê tevî çiqilên baxê darcêwiyêye din tevîhev dibin û hevva dibin kurtan; lema jî femdarî ye ku çima Kitêba Pîrozda xebera darcêwî (şîttîm) gelekanîda tê xebitandinê. Bilindaya darcêwiyê dikare 6-8 m be, lê ev ça tûm tê xanê. Belgê wê zirav û dirêj in, kulîrkên wê qîçik in û bîna xweş wan tê, ji gupikên wan berên mîna lobiyên dirêj dertên. Bax rûva rengê terî ye, him jî gelek hişk û qayîm e, ji bo çi jî kêzik nikarin ziyanê bidinê. Ev bax beriyêda rind şîn dibe, ji bo çi jî ew matêryaleke baş bû bona çêkirina konê pîroz û tiştên ku têda didane xebatê. Ji vê darê usa jî hatibûn çêkirinê sindoqa peymanê (Drk. 25:10; 37:1), textê bona nanê Xwedêra dayî (Drk. 25:23; 37:10), gorîgeh (Drk. 27:1; 37:25; 38:1), destû bona cîguhestina tiştên kon (Drk. 25:13, 28; 27:6; 30:5; 37:4, 15, 28; 38:6), stûnên bona perda (Drk. 26:32, 37; 36:36), çîtên sekinandî (Drk. 26:15; 36:20) û destûyên bona wan (Drk. 26:26; 36:31).

(Derketin 38:8) Teşta sifir û bingeha wêye sifir ji wan neynikêd kulfetêd ku ber derê Konê Civînê xulamtî dikirin çêkir.

w15 1/4 15 ¶4

We Zanibû?

Wedê berê neynîk pê şûşe çênedikirin, çawa ku îro dikin. Neynîk heçî zef ji hesinên hilû çêdikirin, gelek car ji bronz. Neynîk usa jî çêdikirin pê sifir, zêr, zîv û zêr-zîv tevayî helandî. Cara pêşiyê Kitêba Pîrozda derheqa neynîkê tê gotinê, çaxê em derheqa çêkirina konê pîroz dixûnin, yê ku ciyê sereke bû bona hebandinê. Kulfeta neynîk dikirine qurban, seva ku teşta pîroze sifir û bingehên wê çêkin (Derketin 38:8). Ça tê kifşê neynîk dihelandin, seva ku wan tişta çêkin.

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 37:1-24) Bisalêl ji dara darcêwîyê sindoq çêkir, dirêjayîya wê du zend û nîv, berayîya wê zend û nîv, zend û nîv jî bilindayîya wê bû. 2 Der û hindurê wê bi zêrê xalis zêr kir û dora lêva wê toqekî zêrîn avîtê. 3 Bona her çar nigêd wê çar xelaqêd zêrîn ro kirin, du xelaq alîkîva, du xelaq jî alîyê dinva. 4 Ji dara darcêwîyê destû çêkirin û ew zêr kirin. 5 Destû xelaqêd kêlekêd sindoqêra derbaz kirin, wekî sindoq bê hildanê. 6 Qalpaxê baxşandinê ji zêrê xalis çêkir, dirêjayîya wê du zend û nîv, berayîya wê jî zend û nîv bû. 7 Û ser her du serîyêd qalpaxê baxşandinê pê zêr du xêrûbêd kolandî çêkirin. 8 Xêrûbek serîkîva derxist, xêrûbekî jî serê dinva, xêrûb ji qalpaxê baxşandinê ser her du serîyava derxistin. 9 Perêd xêrûba berbi jor vekirî bûn û bi perêd xwe qalpaxê baxşandinê dinixamtin. Berê wan hevduda bû û dîna wan qalpaxê baxşandinêda bû. 10 Ji dara darcêwîyê text çêkir, dirêjayîya wê du zend, berayîya wê zendek û bilindayîya wê zend û nîv bû. 11 Ew bi zêrê xalis zêr kir û dora wê toqekî zêrîn avîtê. 12 Û dora wê bilindayîya çar tilîya kevî çêkir, dora kevîya wê jî toqekî zêrîn avîtê 13 Bona wê çar xelaqêd zêrîn rokirin û ew xelaqana ber her çar niga, ser her çar enîşkava kirin, 14 Xelaq kevîyava bûn, wekî cîyêd destûya hebin ku text bê hildanê. 15 Destû ji dara darcêwîyê çêkirin, ew zêr kirin ku bi wan text bê hildanê. 16 Derdanêd li ser text sinî, tas, kas û cêr pê zêrê xalis çêkirin, wekî bi wan dîyarîya serdakirinê bê dayînê. 17 Ji parçekî zêrê xalis şemdan kolandî çêkir, bingeha wê, stûna wê, tasik, gul û sêvikêd wê hemû ji wê derdiketin. 18 Kêlekava şeş çiqil derdiketin, sê çiqil alîkî şemdanêva bûn û sê çiqil jî alîyê şemdanêyî dinva bûn. 19 Sê tasikêd mîna gulêd behîvê, sêvik û gulava li ser çiqilekî bûn. Sê tasikêd mîna gulêd behîvê, sêvik û gulava jî ser çiqilê din bûn, her şeş çiqilêd ku ji şemdanê derdiketin awa bûn. 20 Çar tasikêd mîna gulêd behîvê, sêvik û gulava stûna şemdanêva bûn. 21 Sêvikek bin her du çiqilêd şemdanêyê jêrinva, sêvikek bin her du çiqilêd ortêva, sêvikek jî bin her du çiqilêd jorinva bû. Usa bona her şeş çiqilêd stûna şemdanê hebûn. 22 Sêvik û çiqilêd wê ji wê derdiketin. Hemû ji parçekî zêrê xalis kolandî hatibû çêkirinê. 23 Heft çira, destik û sinîyêd wê ji zêrê xalis jêra çêkirin. 24 Ew û hemû hacetêd wê, ji telantek zêrê xalis çêkir.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin