MÎNA ÎSA BIJÎN
Emê bi saya Xwedê û Mesîh Azayê Bistînin!
Her roj tu rastî çi çetinaya têyî? Dibe ku tu malxê malê yî û gelek cabdariyên te hene? Dibe ku tu tenê zara mezin dikî û tera hêsa nîne ebûra wan bikî? Dibek mektebêda cahil qerfa te dikin? Yan jî diqewime ji bo sihet-qewata xirab û emirê xweyî mezin tu diçerçirî? Belê, problêmên me her kesî hene. Gelek Mesîhî derbekêra rastî cûre-cûre çetinaya tên. Lê em zanin, wekî zûtirekê emê ji wan hemû çetinaya aza bin (2 Kr. 4:16-18).
Lê heta ku ew wede nehatiye, em dilbîniyê distînin ji zanebûna wê yekê ku Yehowa derdên me fem dike, aminî û sebira me qîmet dike, û gelek kerem hazir kiriye ku ser meda bibarîne (Yêr. 29:11, 12). Îsa jî bona me xem dike. Çaxê em cabdariyên xweye Mesîhîtî tînin sêrî, ew me dide bawerkirinê: “Ez . . . tevî we me!” (Mt. 28:20). Çaxê em kûr difikirin derheqa azaya ku emê wedê serwêrtiya Padşatiya Xwedê bistînin, hêvî û teyaxa me qewî dibe (Rm. 8:19-21).
BINIHÊRIN VÎDÊO “NÊZÎKIYA ROJÊN GIRAN, XWE LI ÎSA BIGIRE!; DERHEQA AXIRIYÊ” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Însanet çawa ji Xwedê dûr ket û ew yek çi axirî anî?
Çi axirî hîviya wan meriya ye, yên ku Yehowara amin in?
Çawa keremên axiriyê qazanc kin?
Tu hizreta kîjan kerema yî?
Bide ber çevê xwe ku tu dinya tezeda nî