KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr21 Tîrmeh rûp. 1-15
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2021)
  • Binserî
  • 5-11 TÎRMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 11-12
  • “Yehowa Ça Dixwaze ku Em Wî Bihebînin”
  • it-2 1007 ¶4
  • Nefs
  • it-1 84 ¶3
  • Gorîgeh
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 925-926
  • Çiyayê Girîzîmê
  • 12-18 TÎRMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 13-15
  • “Çawa Qanûnê Eyan Dikir Xemkirina Yehowa Hindava Merivên Kesîb”
  • it-2 1110 ¶3
  • Dehek
  • it-2 833
  • Sala Şemiyê
  • it-2 978 ¶6
  • Xulam
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w06 1/4 31
  • Pirsên Xwendevana
  • Çi em dikarin hîn bin ji qedexekirina ku Derketin 23:19-da nivîsiye: “Karê li nav şîrê makêda nekelînî”?
  • 19-25 TÎRMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 16-18
  • “Prînsîpên bona Dîwankirina Rast”
  • it-1 343 ¶5
  • Korbûn
  • it-2 511 ¶7
  • Hejmar, Numere
  • it-2 685 ¶6
  • Kahîn
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 787
  • Sirgûnkirin, Derxistin
  • 26 TÎRMEHÊ-1 TEBAXÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 19-21
  • “Emirê Meriv Ber Çevê Yehowa Qîmet e”
  • w17.11 14 ¶4
  • Mîna Yehowa Heq û Rem bin
  • w17.11 15 ¶9
  • Mîna Yehowa Heq û Rem bin
  • it-1 344
  • Xûn
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 518 ¶1
  • Mehkeme, Dîwan
  • 2-8 TEBAXÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 22-23
  • “Çawa Qanûnê Eyan Dikir Xemkirina Yehowa Hindava Heywana”
  • it-1 375-376
  • Bar
  • it-1 621 ¶1
  • Qanûna Ducarî
  • w03 15/10 32 ¶1-2
  • “Tevî Nebawera Nekevine Binê Nîrekî”
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 600
  • Deyn, Deyndar
  • 9-15 TEBAXÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 24-26
  • “Çawa Qanûnê Eyan Dikir Xemkirina Yehowa Hindava Kulfeta”
  • it-2 1196 ¶4
  • Kulfet
  • it-1 963 ¶2
  • Bermayên Zeviyê
  • w11 1/3 23
  • We Zanibû?
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 640 ¶5
  • Hevqetandin
  • 16-22 TEBAXÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 27-28
  • “Ev Hemû Duayê . . . bona Te Wê Bêne Sêrî”
  • w10 15/12 19 ¶18
  • Padşê ku Ruhê Yehowa Rêberiya Wî Dike, Wê Kerema Ser Weda Bibarîne!
  • w01 15/9 10 ¶2
  • Gelo Keremên Yehowa li Ser Te Wê Bêne Sêrî?
  • w10 15/9 8 ¶4
  • Bi Temamiya Qewata Xwe Keremên Yehowa Bigerin
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 360
  • Sînor
  • 23-29 TEBAXÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 29-30
  • “Çetin Nîne Yehowara Xizmet kin”
  • w09 1/11 31 ¶2
  • Yehowa Mecala Bijartinê Dide Me
  • w09 1/11 31 ¶1
  • Yehowa Mecala Bijartinê Dide Me
  • w09 1/11 31 ¶4
  • Yehowa Mecala Bijartinê Dide Me
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 665 ¶3
  • Guh
  • 30 TEBAXÊ-5 ÎLONÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 31-32
  • “Ji Kilama ya ku Ji Bîna Ber Xwedê ye Dersa Xwera Hilde”
  • w20.06 10 ¶8-9
  • “Dilê Min Bike Yek ku ji Navê Te Xof Bikim”
  • w09 1/5 14 ¶4
  • Gelo Tu Meselên ji Kitêba Pîroz Fem Dikî?
  • w01 1/10 9 ¶7
  • Çev Bidine Yehowa Çaxê Zarên Xwe Hîn Dikin
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w04 15/9 27 ¶12
  • Fikirên Sereke ji Kitêba Qanûna Ducarî
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2021)
mwbr21 Tîrmeh rûp. 1-15

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

5-11 TÎRMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 11-12

“Yehowa Ça Dixwaze ku Em Wî Bihebînin”

it-2 1007 ¶4

Nefs

Bi Temamiya Dilê Xwe Xizmet kin. Çawa pêşda hatibû gotinê xebera “nefs” tê hesabê xwexa meriv. Lê hine rêzên Kitêba Pîrozda temî hatiye dayînê, ku Xwedê bigerin, wî hiz bikin û “bi temamîya dilê xwe û bi temamîya nefsa xwe” wîra xizmet kin (Qn.Dc. 4:29; 11:13, 18). Usa jî Qanûna Ducarî 6:5-da tê gotinê: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, bi temamîya dilê xwe, bi temamîya canîya xwe û bi temamîya qewata xwe”. Îsa got, wekî bes nîne tenê bi temamiya nefsa xwe û qewata xwe Xwedêra xizmet kin, lê usa jî “bi temamiya hişê xwe” (Mq. 12:30; Lq. 10:27). Lê pirs pêşda tê, çira dil, qewat û hiş kontêkstekîda tevî nefs têne gotinê, hergê ew her tişt usa jî xebera nefsda tê hesabê. Werên meselekî şêwir kin: Meriv dikaribû xwe (nefsa xwe) bifirota dîltiyê û bi wê yekê ew dibû hebûka xweyê xwe. Lê dikaribû usa bibûya ku ew ne bi temamiya dilê xwe, hişê xwe û qewata xwe axayê xwera xulamtî bikira û kara wî bixwesta (Beramber ke Ef. 6:5; Kl. 3:22). Dêmek, gava em Xwedêra xizmet dikin, em gerekê ewê yekê bi dil, qewat û hişê xwe bikin, çimkî em bi saya qurbana Kurê wî hatine kirînê û ça hebûna wî ne. “Bi temamîya nefsa xwe” Xwedêra xizmet kin, tê hesabê bi temamî xizmetiyêda kar bikin, dêmek bi temamiya bedenê, fereset û bi xwestina xwe ewê yekê bikin (Beramber ke Mt. 5:28-30; Lq. 21:34-36; Ef. 6:6-9; Flp. 3:19; Kl. 3:23, 24).

it-1 84 ¶3

Gorîgeh

Cimeta Îsraêlî gerekê li ser erdê xwe hûrdexweşî kira her gorîgehên xudanên qelp û usa jî heykel û pûtên ku ber wan gorîgeha datanîn (Drk. 34:13; Qn.Dc. 7:5, 6; 12:1-3). Wana gerekê tu tiştên wek wê yekê nekira û zarên xwe nekirana qurban, çawa Kenaniya ew yek dikirin (Qn.Dc. 12:30, 31; 16:21). Îsraêlêda dewsa gelek gorîgeha gerekê tenê gorîgehek hebûya bona hebandina Xwedayê rast. Ew gorîgeh gerekê wî ciyî bihata danînê, kîderê Yehowa xwexa bijbarta (Qn.Dc. 12:2-6, 13, 14, 27; beramber ke, ku Babîlonêda tenê xudanê Îştarra 180 gorîgeh hatibûn danînê). Îsraêliyara hatibû gotinê, wekî ewana paşê wê yekê ça Çemê Ûrdunê derbaz bin, gorîgehê ji kevirên saxlem ava kin (Qn.Dc. 27:4-8). Yêşû ev gorîgeh ser Çiyayê Ebal ava kir (Yêş. 8:30-32). Çaxê bereka Rûbên, Gad û nîvê bereka Minaş, erdê ku wana zeftî xwe kiribûn orta hevda parevekirin, wana ber Ûrdunê gorîgeha mezin awa kir. Ew yek neqayîlbûn pêşda anî bal berekên din. Ev neqayîlbûn hate safîkirinê gava zelal bû, wekî wana ew gorîgeh awa kirin ne seva ku miqabilî Yehowa derên, lê bona aminiya xwe wîra eyan kin (Yêş. 22:10-34).

Xizna Kitêba Pîroz

(Qanûna Ducarî 11:29) Û gava Xudan Xwedêyê te, te bibe wî erdî, kîjanî ku tu diçî xwera bikî milk, li ser çîyayê Girîzîmê tê dua elam kî û li ser çîyayê Eybal tê nifir elam kî.

(Qanûna Ducarî 11:1-12) Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, fermanêd wî, qeyde-qanûnêd wî, qirarêd wî û emirêd wî her roj biqedîne. 2 Hûn îro şîretêd Xudan Xwedêyê xwe zanin, lê ne zarêd we. Çimkî ew nezanin û ne jî dîtine mezinayîya wî, destê wîyî qewat û zenda dirêjkirî, 3 nîşanêd wî, kirêd wî, kîjan ku wî nava misirîyada anî li serê Firewin padşê Misirê û li serê temamîya welatê wî. 4 Usa jî çi ku Xudan anî li serê eskerêd Misirê, hesp û erebêd wan, gava wana dabûne pey we, çawa Xudan ava Bera Sor ser wanda vegerand û ew qir kirin heta-hetayê. 5 Ewî berîyêda çi kir bona we, heta hatina weye vî cîyî. 6 Çi anî serê Datan û Abîram, kurêd Elyabê kurê Rûbên, çawa erdê devê xwe vekir ew neferava, çadirava û hemû heyîna wanva, ji nava Îsraêl hûfî xwe kir. 7 Lê belê çevêd we hemû kirinêd zore ku Xudan kirin dîtin. 8 Hemû emirêd ku ez îro li we emir dikim xweyî kin, wekî hûn qewat bin derbaz bin û herin wî erdî xwera bikine milk. 9 Wekî emirê we dirêj be li ser wî erdî, bona kîjanî Xudan kal-bavêd wera sond xwar ku bide wan û zureta wan, erdê ku şîr û hingiv jê dikişe. 10 Çimkî erdê ku tu diçî xwera bikî milk, ew ne mîna welatê Misirê ye, ji kîjanî tu derketî, kîderê ku te toxim direşand û bi cefa av dida, mîna baxçe. 11 Lê erdê ku hûn derbaz dibinê xwera bikine milk, ew erdê çîya û newala ye ku ji barana ezmên tê avdanê. 12 Erdê ku Xudan Xwedêyê te bona wê xem dike, çevêd Xudan Xwedêyê te her gav li ser e, ji destpêbûna salê heta kutabûna salê.

it-1 925-926

Çiyayê Girîzîmê

Çawa Mûsa pêşda temî dabû, berekên Îsraêlî paşê zeftkirina Ayî, bin rêberiya Yêşûda, ber Çiyayê Girîzîmê û Eybalê top bûn. Li wêderê cimetêra dihate gotinê, ku wê çi kerema bistînin gava guh bidine Yehowa û çi nifir wê bê pêşiya wan hergê ewana neguhdar bin. Berekên Şimhûn, Lêwî, Cihûda, Îsaxar, Ûsiv û Binyamîn ber Çiyayê Girîzîmê sekinîn. Kahîn û sindoqa peymanê deştêda bûn, lê şeş berekên din ber Çiyayê Eybalê sekinî bûn (Qn.Dc. 11:29, 30; 27:11-13; Yêş. 8:28-35). Diqewime berekên ku ber Çiyayê Girîzîmê sekinî bûn cab didan, gava derheqa kerema wanara dihate gotinê, lê berekên din, yên ku ber Çiyayê Eybalê sekinî bûn, cab didan, gava nifir dihatine gotinê. Hinek difikirin ku kerem dihate gotinê berbi Çiyayê Girîzîmê, çimkî ew çiya bedew û berdar bû, lê nifir dihate gotinê ber Çiyayê Eybalê, çimkî ev erd kevirî bû û bê ber bû. Lê dîsa jî Kitêba Pîrozda derheqa wê yekê nayê şirovekirinê. Ew qanûn bi dengê bilind dixwendin li ber “hemûya civaka . . . pîrek û zarokan” (Yêş. 8:35). Elaleteke mezin ya ku nêzîkî wan du çiya sekinî bûn, dikaribûn wan gotina bibihên. Orta wan du çiyada deng rind derdiket, lema jî hemûya hêsa dibihîst in (Binihêrin ÇIYAYÊ EYBAL).

12-18 TÎRMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 13-15

“Çawa Qanûnê Eyan Dikir Xemkirina Yehowa Hindava Merivên Kesîb”

it-2 1110 ¶3

Dehek

Çawa tê kifşê, deheka duda jî hebû, ya ku her sal ne seva ebûra kahîntiya Lêwiya dihate kifşkirinê, lê bona tiştên din. Dîsa jî parek ji wê dehekê Lêwiyara jî diket. Bi qeyde ew dehek bona hewcên malbeta Îsraêlî bû, seva ku ewana bi şabûnê bikaribin civînên pîroz derbaz kin. Hergê riya malbetê heta Orşelîmê dûr bû û çetin bû dehekê tevî xwe bibine wêderê, ewana deheka ku ji xurekê bû diguhastin ser pera, ya ku xercên wane bona derbazkirina cejina pîroz wê dada (Qn.Dc. 12:4-7, 11, 17, 18; 14:22-27). Xilaziya sala sisiya û şeşa ji sala heftaye şemiyê, ev dehek Lêwiyara, xerîbara, jinebiyara, êtîmara û merivên dor-berî xwera bela dikirin (Qn.Dc. 14:28, 29; 26:12).

it-2 833

Sala Şemiyê

Sala Şemiyê hatibû navkirinê “sala . . . baxşandinê [xaşşêmîtta]” (Qn.Dc. 15:9; 31:10). Nava wê salêda erd nedihate bêcerkirinê, rihet û aza dima (Drk. 23:11). Deyndar ji deynê xwe aza dibûn û rihetiya dil texmîn dikirin. Ew sal elam dikirin sala “baxşandin bona xatirê” Yehowa. Gelek cûre nihêrandin heye derheqa wê yekê, mesele hine lêkolînkarên Kitêba Pîroz dibêjin, wekî bi rastî merivê ku deynî dida gerekê tenê ji bineliyên xweye Îbranî deyn paşda dewa nekira, çimkî hema wê salê deyndar berên erdê nediçand; lê ji merivê xerîb ewî dikaribû deynê xwe bixwesta (Qn.Dc. 15:1-3). Li gora nihêrandina hine rabîna, ew çi ku Îsraêliyê kesîbra hatibû dayînê, ese nîbû paşda bihata vegerandinê. Lê hergê meriv deynî hildida bona xebatêda pêşda here û dewletî be, wî çaxî şixulê wî bi cûrê din dihate safîkirinê. Ew rabîn dibêjin, wekî qirna yekê D. M.-da Gîlêlê qanûnzan rêberîke usa da, wekî merivê ku deynî pere dida dikaribû alîkarî ji dîwanê bistanda, wekî deyndarê wî dîsa jî perê wî vegeranda (The Pentateuch and Haftorahs, edited by J. Hertz, London, 1972, rûp. 811, 812.)

it-2 978 ¶6

Xulam

Qanûnên ku heleqetiya orta axa û xulam rêberî dikirin. Îsraêlêda dereca xulamê Îbranî ji dereca xulamê xerîb cude dibû. Xulamê xerîb dihate hesabê hebûna axayê xwe û ça milk ji bav derbazî kur dibû, lê xulamê Îbranî xulamtiya xweye sala hefta yan jî sala Yûbîlê ji xulamtiyê gerekê bihata azakirinê. Ew yek wê yekêva girêdayî bû ku kîjan ji wan roja diha zû pêşda dihat (Qn.Kh. 25:44-46). Axa gerekê xulamê Îbranî çawa xebatçiyê wedelû hesab kira (Drk. 21:2; Qn.Kh. 25:10; Qn.Dc. 15:12). Merivê Îbranî ku merivê xerîbra xwe difirote xulamtiyê kengê jî bixwesta bi saya kirînê dikaribû xwexa xwe ji xulamtiyê aza kira. Yan jî kesê ku îzina wî hebû dikaribû bi saya kirînê wî ji xulamtiyê aza kira. Bahê kirînê wê yekêva girêdayî bû, ku çiqas sal mabû heta sala Yûbîlê, yan heta sala hefta ya xulamtiya wî (Qn.Kh. 25:47-52; Qn.Dc. 15:12). Gava axa xulamê xweye Îbranî aza dikir, ewî gerekê aliyê matêriyalîda alî wî bikira, seva ku ewî bikaribûya destpêka azabûna xweda hêsa ebûra xwe bikira (Qn.Dc. 15:13-15). Hergê merivê Îbranî pêşiya ku bibûya xulam îda zewicî bû, wî çaxî jina wî jî tevî wî aza dibû. Lê hergê axayê wî ew dizewicand (hilbet tê gotinê derheqa kulfeta xerîb, îzina kîjanî ku tune bû sala hefta, azayî bistanda), wî çaxî ew kulfet û zarokên ku wanra hatine bûyînê mala axada diman. Lê xulamê Îbranî dikaribû safî kira mala axayê xweda bimîne û wîra xulamtiyê bike. Vê derecêda guhê xulam bi dirêşê dihate qulkirinê (Drk. 21:2-6; Qn.Dc. 15:16, 17).

Xizna Kitêba Pîroz

(Qanûna Ducarî 14:21) Tu heywana hişkbûyî nexwin. Wê dikarî bidî xerîbê bajarêd xweda, bira ew bixwe, yan jî bifiroşe rêwîya, çimkî tu miletekî buhurtî-jibare yî Xudan Xwedêyê xwera. Karê li nav şîrê makêda nekelînî.

(Qanûna Ducarî 13:1-18) Heger ji nava teda pêxember, yan yê xewna şirovedike derê û nîşan, yan keremetekê eşeret ke 2 û ew nîşan yan keremeta ku wî gotibû te bê sêrî, lê ew bêje: ‘Em li pey xwedêyêd başqe ku tu nas nakî herin û em wanra qulix kin’, 3 tu gura wî pêxemberî yan yê xewna şirovedike neke. Çimkî Xudan Xwedêyê we, we dicêribîne, wekî bizanibe hûn Xudan Xwedêyê xwe hiz dikin bi temamîya dilê xwe û bi temamîya canîya xwe, yan na. 4 Pey Xudan Xwedêyê xwe herin, ji wî bitirsin, emirêd wî xweyî kin, guh bidine wî, wîra qulix kin û xwe li wî bigirin. 5 Lê ew pêxember yan yê xewna şirovedike gere bê kuştinê. Çimkî ew we miqabilî wî Xudan Xwedêyê we radike, kîjanî ku hûn ji welatê Misirê derxistin û ji wê mala xulamtîyê xilaz kirin, ew dike ku we ji wê rêyê bixalifîne, kîjan ku Xudan Xwedêyê we li we emir kiribû têda herin. Bi vî awayî xirabîyê ji nava xweda rawva derxe. 6 Heger birê te, kurê dîya te, kurê te, qîza te, kulfeta paşila teda, yan destebirakê te, te razî ke dizîva bêje: ‘Werin em herin xwedêyêd başqera qulix kin’, ku ne te nas kirine ne jî kal-bavêd te, 7 xwedêyêd miletêd dora xwera, heger nêzîkî te bin, yan dûrî te, ji serîkî erdê heta serê din, 8 wîra qayl nebî û gura wî nekî. Bira heyfa te li wî neyê û dilê te lê neşewite, ne jî wî veşêrî. 9 Lê ese wî bikujî, pêşîyê bira destê te li ser wî kuştinêra bilind be, paşê destê temamîya cimetê. 10 Bide ber kevira bikuje, çimkî ewî kirîye ku te ji Xudan Xwedêyê te, kîjanî tu ji Misirê ji mala xulamtîyê derxistî, bixalifîne. 11 Hingê temamîya Îsraêlê bona wê yekê wê bibihê û bitirse, îdî xirabîya usa nav teda nakin. 12 Heger tu bibihêyî wekî li nava bajarêd te yekîda ku Xudan Xwedêyê te dide te tu têda bijîyî, 13 merivêd bêtewşe ji nava teda derketine û binelîyêd bajarê xwe xalifandine, gotine: ‘Werin em herin xwedêyêd başqera qulix kin’ (ku we ew nas nekirine), 14 tu bigere, enene ke û rind pê bihese. Heger ew usa ne, rast e ew kirêtî li nava teda bûye, 15 hingê binelîyêd wî bajarî ese bide ber devê şûr bikuje, bajar û hemû çi ku wîda ye, usa jî heywanêd wî, bide ber devê şûr qir ke, ku nifirê Xudan bê sêrî. 16 Temamîya talên top ke nava meydanê. Bajar talênva Xudan Xwedêyê xwera agirşewat ke. Bira ew heta-hetayê wêran bimîne û tu car neyê avakirinê. 17 Bira destê te tu tiştê nifirlêbûyî nekeve, çi ku gere bê undakirinê, wekî alava hêrsa Xudan dayne û remê li te bike. Keremê li te bike, te li hev zêde ke, çawa ku wî kal-bavêd tera sond xwar, 18 heger tu gura Xudan Xwedêyê xwe bikî, hemû emirêd wî ku ez îro li te emir dikim xwey kî û heqîyê li ber çevê Xudan Xwedêyê xwe bikî.

w06 1/4 31

Pirsên Xwendevana

Çi em dikarin hîn bin ji qedexekirina ku Derketin 23:19-da nivîsiye: “Karê li nav şîrê makêda nekelînî”?

Ev temî ji Qanûna Mûsa Kitêba Pîrozda sê cara nivîsiye. Ev alî me dike têderxin, wekî çi ber çevê Yehowa rast û qebûl e. Usa jî ev temî dilşewatî û dilremiya Xwedê eyan dike û dide kifşê, ku Yehowa hebandina qelp çiqas nefret dike (Derketin 34:26; Qanûna Ducarî 14:21).

Karikê yan jî heywaneke din şîrê makêda bikelînin miqabilî qanûnên tebiyetê diçe, ya ku Yehowa saz kir. Xwedê şîrê makê usa saz kir, wekî bi wê zarok qewatê bistîne û mezin be. Li gora nihêrandina lêkolînkarekî Kitêba Pîroz ev gilî-gotin “karê li nav şîrê makêda nekelînî” dide kifşê “teribandina pirînsîpên Xwedê hindava heleqetiya mexsûs orta dê-bava û zara”.

Hinek difikirin, wekî karikê şîrê makêda bikelînin ev eyd-qeydê pûtparista bû, kîjan ku li gora nihêrandina wan baran danî. Bi wê yekê evê temiyê cimeta Îsraêlî ji eyd-qeydên sert û pûç xwey dikir, kîjan ku miletên der-dorê wan dikirin. Qanûna Mûsa Îsraêliyara qedexe dikir eyd-qeydên pûtparista bînin sêrî (Qanûna Kahîntiyê 20:23).

Xêncî wê yekê, vê qanûnêda zelal dihate kifşê dilşewatiya Yehowa. Qanûnêda dîsa temiyên usa hebûn, ku îzin nedidan sert bin hindava heywanada û tiştên tebiyetî biteribînin. Mesele, Qanûnêda dihate qedexekirinê, wekî heywanên tezebûyî bikine qurban hergê ewana heftêkî jî tevî dê ne mane. Usa jî qanûnêda dihate gotinê, wekî rojekêda makê û zarokê tevayî serjê nekin û ji hêlûnê cûcûka yan jî hêka tevî makê hilnedin (Qanûna Kahîntiyê 22:27, 28; Qanûna Ducarî 22:6, 7).

Eyan e, rêberiyên Qanûnê sera-bera nîbûn û bêmenî tişt qedexe nedikir. Prînsîpên ji vê Qanûnê alî me dikin nav xweda hestên rast pêşda bînin û xwe li normên Yehowa bigirin (Zebûr 19:7-11).

19-25 TÎRMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 16-18

“Prînsîpên bona Dîwankirina Rast”

it-1 343 ¶5

Korbûn

Korbûn beramberî wê yekê dibû, ku hakima ji bo ruşetê qanûn diteribandin. Lê Qanûnêda gelek car dihate gotinê, wekî hakim gerekê ruşetê û pêşkêşa hilnede û usa jî firqiyê neke nava meriva, çimkî ewê yekê dikaribû ça bêjî ewana kor kirana, ku dîwana rast bikin. “Ruşet çevê merivêd vekirî kor dike” (Drk. 23:8). “Ruşet çevê bîlana kor dike” (Qn.Dc. 16:19). Firqî tune hakim çiqas bîlan û serwaxt bûya, ji bo pêşkêşa ewî dikaribû hemdê xwe yan jî bê hemdê xwe dîwan nerast bikira. Qanûna Xwedêda dihate gotinê, wekî ne tenê pêşkêş meriva kor dikin, lê usa jî hestên me: “Dîwanêda nerastîyê nekin . . . ne jî qedir li yê mezin bikin” (Qn.Kh. 19:15). Hela hê dilşewatî hindava merivê kesîb, yan jî xwestina wê yekê ku ber çevê cimetê navdar bin, gerekê hukum nekira ser dîwankirina hakima. Û usa jî ewana gerekê merivê dewletî neheq nekirana, tenê ji bo wê yekê ku ew dewletî bû (Drk. 23:2, 3).

it-2 511 ¶7

Hejmar, Numere

Dudu. Hejmara dudu gelek car tê xebitandinê çaxê xeberdan diçe derheqa dîwankirina kesekî. Gava du şeda mîna hev şedetî didan, wî çaxî şedetiya wan hildidan hesab. Seva ku hakima mehkeme destpêkirana, lazim bû şedetiya du yan sê meriva. Ev prînsîp civata Mesîhiyada jî tê xebitandinê (Qn.Dc. 17:6; 19:15; Mt. 18:16; 2 Kr. 13:1; 1 Tîm. 5:19; Îbr. 10:28). Xwedê xwexa jî xwe li vê prînsîpê girt, gava Kurê xwe merivara eyan kir ça Xilazkarê însanetê. Îsa got: “Qanûna weda jî nivîsar e, ku şedetiya du meriva rast e. Ez bona xwe şedetiyê didim û Bavê ku ez şandime jî bona min şedetiyê dide” (Yn. 8:17, 18).

it-2 685 ¶6

Kahîn

Kahîn cabdar bûn, wekî qanûna Xwedê cimetêra şirovekin û Îsraêlêda roleke ferz digirtin şixulê dîwankirinêda. Kahîn alî hakima dikirin wan şeherada, kîderê ewana kifşkirî bûn. Ewana tevî hakima dîwana şixulên usa dikirin, yên ku hakimara çetin bûn xwexa safî kin (Qn.Dc. 17:8, 9). Ewana alî rûspiyên şeher dikirin wî çaxî, gava eyan nîbû ku kê kuştinêda neheq e. Usa jî kahîna li gora qanûnê rîtûal dikirin, wekî neheqiya bona xûnrêtinê ji şeher bê hildanê (Qn.Dc. 21:1,2, 5). Hergê ji bo kumreşiyê mêr jina xwe bênamûsiyêda neheq dikir, ewî gerekê lê bianiya ber konê pîroz û wêderê kahîn gerekê li gora qanûnê rîtûal derbaz kira, wedê kîjanî ku Yehowa dîwan dikir û eyan dibû hela kulfet neheq e yan na (Jm. 5:11-31). Her derecada ferz bû qedirê safîkirina kahîna yan jî hakima bigirin. Hergê kesekî hemdê xwe qedirê wan safîkirina nedigirt û hilnedida hesab, ew gerekê bihata kuştinê (Jm. 15:30; Qn.Dc. 17:10-13).

Xizna Kitêba Pîroz

(Qanûna Ducarî 17:7) Pêşîyê destê şeda gere li ser wî bilind bin bikujin, paşê destê temamîya cimetê. Bi vî awayî xirabîyê li nava xweda rawva derxe.

(Qanûna Ducarî 16:9-22) Heft heftîya xwera bijmire. Ji wî wextê ku tu dest pê bikî bi desê genim bidirûyî, heft heftîya bijmire. 10 Hingê Cejina Heftîya Xudan Xwedêyê xwera bike, dîyarîke rezedilîyê anegorî wê yekê bi çi Xudan Xwedêyê te wê te bimbarek ke bide. 11 Li ber Xudan Xwedêyê xwe li wî cîyê ku Xudan Xwedêyê te wê bibijêre, wekî navê xwe lê dayne, şa be tevî kurê xwe, qîza xwe, xulamê xwe, carîya xwe, lêwîyê bajarêd xweda, xerîb, sêwî û jinebîya ku nava teda ne. 12 Bîr bîne ku tu Misirêda xulam bûyî, van qeyde-qanûna xwey ke û biqedîne. 13 Gava ji bêdera xwe û ji hewzê xwe şeravê hildî, hingê Cejina Holikçêkirinê heft roja bike. 14 Cejina xweda tu, kurê xwe, qîza xwe, xulamê xwe, carîya xweva, lêwî, xerîb, Sêwî û jinebîya ku bajarêd teda ne şa be. 15 Heft roja cejinê Xudan Xwedêyê xwera bike, li wî cîyê ku Xudan Xwedêyê bibijêre. Çimkî Xudan Xwedêyê te wê dua li te, hemû deremetêd te, her kirinêd destêd te bike û tê tenê şa bî. 16 Salê sê cara bira hemû qisimê teyî nêrîn li ber Xudan Xwedêyê te li wî cîyê ku Xudanê bibijêre, bisekinin: Cejina Nanê Şkevada, Cejina Heftîyada û Cejina Holikçêkirinêda. Lê bira dest vala li ber Xudan nesekinin. 17 Çiqas ku destê her kesîva tê bira bîne, anegorî bimbarekkirina ku Xudan Xwedêyê te bona te kirîye. 18 Li nava hemû bajarêd ku Xudan Xwedêyê te dide te anegorî qebîlêd te, hakima û serwêra kifş ke, wekî bi dîwana rast dîwana milet bikin. 19 Heqîyê neteribîne, firqîyê daneyne û ruşetê hilnede, çimkî ruşet çevê bîlana kor dike û gotinêd rasta derew derdixe. 20 Rastîyê, tenê pey rastîyê here, wekî tu sax-silamet bî û ew erdê ku Xudan Xwedêyê te dide te xwera bikî milk. 21 Li ber gorîgeha Xudan Xwedêyê xwe ku tê xwera çêkî, tu cûre darêd Aşêrahê xwera daneçikînî. 22 Û xwera heykel nede sekinandin, ew li ber Xudan Xwedêyê te reş e.

it-1 787

Sirgûnkirin, Derxistin

Li gora Qanûna Mûsa meriv dikaribû bihata kuştinê tenê wî çaxî, gava du şeda neheqiya wî destûr dikirin (Qn.Dc. 19:15). Ji şeda dihate dewakirinê, wekî pêşiyê wana kevir bavîta merivê neheq (Qn.Dc. 17:7). Bi wê yekê wana dida kifşê xîreta xwe hindava qanûna Xwedê û xwestina xwe, ku paqijbûna cimeta Îsraêlê xwey kin. Û usa jî ewê yekê wana diparast ji şedetiya derewîn, nefikirandî û leze-lez.

26 TÎRMEHÊ-1 TEBAXÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 19-21

“Emirê Meriv Ber Çevê Yehowa Qîmet e”

w17.11 14 ¶4

Mîna Yehowa Heq û Rem bin

4 Yehowa usa kir, wekî hêsa be bigihîjine ewan şeş şeherên sitarbûnê. Ewî temî da Îsraêliya, wekî wan şehera herdu aliyên çemê Ûrdunêva bijbêrin. Usa yê revîra wê hêsa bûya zû bigihîje yek ji van şehera (Jimar 35:11-14). Hin jî riya wan şehera çêkirî bûn (Qan. Dcr. 19:3). Li gora edetê Cihûya, wêderê li ser rê nîşan hebûn, seva revî hêsa bivîne wan şehera. Lema jî ewê ku bêy hemdê xwe kesek bikuşta, nelazim bû bireviya welatê xerîb, seva xwe xilaz ke. Welatê xerîbda ew dikaribû biketa telikê û xudanên qelp bihebanda.

w17.11 15 ¶9

Mîna Yehowa Heq û Rem bin

9 Meniya sereke ku çira şeherên sitarbûnê hebûn, ew bû ku cimeta Îsraêl neheq nîbe bona xûnrêtinê (Qan. Dcr. 19:10). Yehowa jîyînê qîmet dike û destên mêrkuja ku “xûna bêsûc dirêjin”, ber çevê wî reş in (Metlk. 6:16, 17). Xwedêyê heq û pîroz çevê xwe danedida ser wê yekê jî, çaxê kesek bêy xwestina xwe, dêmek nişkêva xûna kesekî birêta. Rast e Yehowa hindava wî merivî ku nedixwest bikuje, rema xwe dida kifşê, lê yeke ewî merivî gerekê rûspiyara gilî kira derheqa vê qewimandinê. Û hergê bihata îzbatkirinê, wekî ewî bi rastî nedixwest bikuşta, ew gerekê şeherê sitarbûnêda bima heta mirina serekkahîn. Û dibeke ew temamiya emirê xwe jî wêderê bima. Axiriya wê yekê bona Îsraêliya ders bû, wekî emirê meriva çiqas qîmet û pîroz e. Lema jî seva ku ewana Jîyîndarê xwe rûmet kirana, gerekê haş ji xwe hebûna, wekî tiştên usa nekirana ku emirê kesekî biketa bin qeziyê.

it-1 344

Xûn

Xwedê kaniya jîyînê ye û îzina tu kesî tune vê jîyînê ji meriva bistîne, çimkî ew wê caba xwe ber Xwedê bide. Ew yek eyan dibe ji giliyên ku Xwedê Qayînra got: “Dengê xûna birê te ji erdê şikîyatê xwe li min dike” (Dsp. 4:10). Merivê ku birê xwe nefret dike, mirina wî dixwaze, buxdana davêje wî yan şedetiya derew miqabilî wî dide, bi wê yekê emirê wî dike bin qeziyê, û ber çevê Xwedê ew dibe sebebê xûnrêtina wî (Qn.Kh. 19:16; Qn.Dc. 19:18-21; 1 Yn. 3:15).

Xizna Kitêba Pîroz

(Qanûna Ducarî 21:19) bira dê û bavê wî hildin wî bibine li cem rûspîyêd, hinda dergehêd bajarê wî.

(Qanûna Ducarî 19:1-14) Gava Xudan Xwedêyê te qira wan mileta bîne, erdê kîjana Xudan Xwedêyê te dide te xwera bikî milk û bajar, malêd wanda cî-war bî, 2 hingê ji nava wî erdê ku Xudan Xwedêyê te dide te xwera bikî milk, xwera sê bajara başqe kî. 3 Rîya wan çêke. Temamîya erdê xwe, kîjan ku Xudan Xwedêyê te milk dide te, belayî li ser sê para ke. Bi vî awayî her mêrkuj dikare bireve li van bajara yekî. 4 Awa kîjan mêrkuj dikare bireve li wir û sax bimîne: Yê ku merivekî bê hemdê xwe bikuje, ku ne duhu ne jî pêr dijminê hev nîbûne. 5 Gava merivek tevî yekî din here mêşe dara bibire û gava balte bilind ke dar bibire, balte ji destû derkeve hevalê wî keve ew bimire, ev meriv bira bireve li wan bajara yekî û wê sax bimîne. 6 Heger rê gelek dirêj be, yê heyfa xûnê hilde wê bi hêrsa dilê xwe pey mêrkuj keve wî bigire û bikuje, lê ew ne hêjayî mirinê bû, çimkî ne duhu ne jî pêr ew dijminê hev nîbûne, 7 lema ez li te emir dikim, dibêjim: ‘Sê bajara xwera başqe ke’. 8 Gava Xudan Xwedêyê te sînorê te berfire ke, çawa ku wî kal-bavêd tera sond xwar û temamîya erdê ku soz da, bide kal-bavêd te bide te, 9 heger van hemû emira baş xweyî kî, çawa ku ez îro li te emir dikim, Xudan Xwedêyê xwe hiz bikî û hemû rojêd emirê xweda rîyêd wîda herî, sê bajarêd din jî li ser van her sê bajara zêde kî. 10 Bi vî awayî bira xûna yê bê sûc li nava erdê teda, kîjan ku Xudan Xwedêyê te milk dide te, neyê rêtinê û xûna wî li ser te nebe. 11 Lê heger yek yekî dinra dijminatîyê bike, xwe li wî bitelîne, rabe lê xe bikuje û bireve li van bajara yekî, 12 rûspîyêd bajarê wî bira bişînin û wî ji wir bînin, bidine destê yê ku heyfa xûnê wê hilde, wekî ew bê kuştinê. 13 Bira heyfa te li wî neyê, yê ku xûna bê sûc Îsraêlêda rêtîye, ewî bide hildanê. Bi vî awayî wê tera qenc be. 14 Sînorê nava milkê xwe û cînarê xwe, kîjan ku kal-bavêd te danîne li wî erdê ku Xudan Xwedêyê te dide te xwera bikî milk, cî neleqînî.

it-1 518 ¶1

Mehkeme, Dîwan

Mehkeme ber dergehê şeher bû (Qn.Dc. 16:18; 21:19; 22:15, 24; 25:7; Rt. 4:1). Xebera “dergeh” tê hesabê ciyê vekirî hindurê şeherda nêzîkî dergeh. Wêderê cimetêra Qanûn û temî dixwendin (Nm. 8:1-3). Ber dergeh hêsa bû şede bidîtana bona şixulekî, mesele bona firotana tiştekî, çimkî nava rojêda gelek meriv ber dergeh derbaz dibûn. Usa jî ew yek ku dîwan eşkere û ber çevê gelek meriva derbaz dibû, bona hakima dibû dîsa menîk, ku ewana bi heq dîwanê bikin. Eşkere ye ku ber dergehê şeher hakimara cî hatibû kifşkirinê, wekî ewana hêsa dîwankirinê derbaz kin (Îb. 29:7). Samûyêl ne ku tenê Ramayêda, kîderê ku mala wî bû, dîwana Îsraêliya dikir, lê usa jî Beytelêda, Gîlgalêda û Mîspayêda (1 Sm. 7:16, 17).

2-8 TEBAXÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 22-23

“Çawa Qanûnê Eyan Dikir Xemkirina Yehowa Hindava Heywana”

it-1 375-376

Bar

Wedê berê heywan didane xebatê bona bar ser pişta wan derbaz kin. Îsraêliyara hatibû gotinê, hergê kesek bivîne, ku kerê xêrnexwazê wan bin barê xweda ketiye, ew gerekê pişta xwe nede wî û berra derbaz nebe (Drk. 23:5).

it-1 621 ¶1

Qanûna Ducarî

Qanûna Ducarîda usa jî tê gotine, wekî hindava heywanada xwe qenc bidine kifşê. Îsraêliyara dihate qedexekirinê teyrede tevî cûcûkên vê ji hêlûnê hildin, çimkî wî çaxî teyrede cûcûkên xwe diparast û hêsa bû lê bigirin. Wana dikaribû cûcûk xwera hildana, lê gerekê teyrede berdana. Wî çaxî makê dikaribû dîsa hêka dayne û cûcûkên nû mezin ke (Qn.Dc. 22:6, 7). Seva erd bêcer kin meriva gerekê ga û ker nekirana bin nîrekî, wekî heywanê sist ziyan nestanda (Qn.Dc. 22:10). Îzin tune bû, devê ga yê ku genim dihêra girêdin, wekî gava genim ber wî bû, ew ji birçîbûnê neçerçire û qidûm nekeve (Qn.Dc. 25:4).

w03 15/10 32 ¶1-2

“Tevî Nebawera Nekevine Binê Nîrekî”

ÇAWA ji şiklê ser vê rûpêlê tê kifşê, deva û gara hêsa nîne binê nîrekêda bin. Ev nîr, binê kîjanî ewana girêdayî ne, bona du heywana ye, qewat û çapa kîjana wek hev in. Ji bo wê yekê ku ewana wek hev nînin, ev nîr wanara êşê tîne. Xwedê xem dikir bona heywanên, ku şixulê giran dikirin, û lema jî ewî Îsraêliyara got: “Pê ga û kerê bi hevra cotkarîyê nekî” (Qanûna Ducarî 22:10). Ev prînsîp em dikarin bidine xebatê hindava ga û deva jî.

Bi tebiyetî cotkar tiştê usa sert nedikirin hindava heywanên xwe. Lê hergê du heywanên merîkî mîna hev tune bûn, ewî du cûre heywan dikire bin nîrekî. Ser şikil kifş e ku cotkarê qirna 19 hema usa jî dikir. Ji bo wê yekê ku ew du heywan bi çap û kaşê ji hev cude dibûn, heywanê diha sistra çetin bû heywanê diha qewatra bigihîne, lê heywanê qewatra bargiranî bû heywanê sist pey xwe bikişîne.

Xizna Kitêba Pîroz

(Qanûna Ducarî 23:19, 20) Bi selefa ne pere, ne nan, ne jî tiştêd mayîn çi ku bi selef tê dayînê nede birayê xweyî îsraêlî. 20 Bi selef dikarî bidî yê xerîb, lê bi selef nede birayê xwe, wekî Xudan Xwedêyê te te bimbarek ke li nava hemû kirina destêd te li ser erdê ku tu diçî ku xwera bikî milk.

(Qanûna Ducarî 23:1-14) Ewê ku batîyêd wî perçiqandî bin, yan qamîşê wî birî be, bira nekeve nava civîna Xudan. 2 Zara ji qavîyê bûyî nikare bikeve civîna Xudan, ne jî zureta wîye deha dikare bikeve nava civîna Xudan. 3 Amonî û mowabî nikare bikeve nava civîna Xudan, ne jî zureta wane deha dikare bikeve nava civîna Xudan. 4 Çimkî wan hûn bi nan û avê qebûl nekirin li ser rîya ku hûn ji Misirê derketin û wan Bilamê kurê Beûr ji Pitora Aram-Naharaîmê miqabilî te kirê kirin, wekî nifira li te bike. 5 Lê Xudan Xwedêyê te nexwest guh bide Bilam, Xudan Xwedêyê te bona te nifir guhaste dua, çimkî Xudan Xwedêyê te te hiz dike. 6 Temamîya rojêd emirê xweda, edilayê û çerxa rast wanra nexwaze. 7 Ji edomî zivêr nebe, çimkî ew birayê te ye. Ji misirî zivêr nebe, çimkî tu xerîb bûyî welatê wîda. 8 Zarêd wane zureta sisîya dikarin bikevine nava civîne Xudan. 9 Gava tu ordîyêva derkevî miqabilî dijminêd xwe, hevza xwe ji her xirabîyê bike. 10 Heger cem te merivek xewnxapî be, ne paqij be, bira ew ji zomê derkeve der û nekeve nava zomê. 11 Bira berê êvarê ew xwe bi avê bişo û çaxê ku ro diçe ava hingê ew dikare vegere zomê. 12 Gere ji zomê der cîyê te hebe, wekî bikaribî li wir derêyî der. 13 Xêncî çekêd te gerekê bêrika te jî hebe û gava ji zomê derêyî der, bi wê çelekê vede û edeba xwe çel ke. 14 Çimkî Xudan Xwedêyê te li nav zoma teda digere, wekî te aza ke û dijminêd te bide destê te, bira zoma te pîroz be, ku nebe Xudan nava teda tiştekî şermî bibîne û dûrî te keve.

it-1 600

Deyn, Deyndar

Deyn tê hesabê tiştek çi ku hatiye hildanê û gerekê bê vegerandinê, ev heye borcdarî tiştekî bikin yan dewsê bidin. Wedê berê Îsraêlêda deyn wî çaxî hildidan, gava rastî çetinayên matêrîalî dihatin. Bona Îsraêlî bêbextî bû, wekî bibe deyndarê kesekî, çimkî deyndar dibû xulamê wî merivî yê ku deynî dida (Mtl. 22:7). Lema jî cimeta Xwedêra temî hatibû dayînê merdaniyê bidine kifşê û xwehiz nîbin, lê hazir bin deynî bidine Îsraêlên kesîb, û selefa nedine ser wan, wekî bi saya wan dewletî nebin (Drk. 22:25; Qn.Dc. 15:7, 8; Zb. 37:26; 112:5). Lê wana dikaribû selef bida ser merivên xerîb (Qn.Dc. 23:20). Komêntatorên Cihû difikirin, wekî Cihû dikaribûn selefa hildin tenê ji wan meriva, yên ku deynî dixwestin bona ku bîznisêda pêşda herin, lê ne ku ji wan meriva yên ku ancax ebûra xwe dikirin. Bi tebiyetî merivên xerîb Îsraêlêda wedelû diman bona arşvêrşiyê, lema jî ewana dikaribûn selefa dadin. Xêncî wê yekê wana xwexa jî pere deynî bi selefa didan.

9-15 TEBAXÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 24-26

“Çawa Qanûnê Eyan Dikir Xemkirina Yehowa Hindava Kulfeta”

it-2 1196 ¶4

Kulfet

Hela hê qanûnên eskeriyêva girêdayî bona kara jin û mêra bû yên ku teze zewicî bûn. Paşê zewacê mêr ser salekê ji eskeriyê dihate azakirinê. Bi saya wê yekê mecala wan hebû, ku zar wanra bibe. Zarok wê ber bîna dê bûya heta ku mêrê wê eskeriyêda bû, yan diqewime şerda bimiriya (Qn.Dc. 20:7; 24:5).

it-1 963 ¶2

Bermayên Zeviyê

Ew qanûn bona kara merivên kesîb bû, çimkî hêlan dikir destvekirî bin, xwehiz nîbin û îtbariya xwe keremên Yehowa bînin. Hin jî ewê qanûnê berbi tembeliyê hêlan nedikir. Ew qanûn alî me dike xeberên Dawid fem bikin: “Min nedîtîye yê rast wêda avîtî, yan jî zarêd wî ku nên pars kin” (Zb. 37:25). Ew yek ku Qanûnêda dihate gotinê, wekî merivên kesîb bermayên zeviyê top kin, mecal dida wan xebathiz bin. Bi saya wê yekê ewana û zureta wan birçî nediman û wanara nelazim bû nan pars kin.

w11 1/3 23

We Zanibû?

Çaxê Îsraêla berêda mêr dimir û zuret pey xwe nedihîşt, wî çaxî ji birê wî dihate dewakirinê jina wîye bî bistîne, wekî kurê ku ji wan bê bûyînê zureta birê wî berdewam ke (Destpêbûn 38:8). Ew temî axiriyê bû para Qanûna Mûsa, û hate navkirinê ça zewaca lêvîrat (Qanûna Ducarî 25:5, 6). Ji kirên Bowaz, derheqa kîjanî kitêba Rûtda tê gotinê, tê kifşê ku hergê birê merivê mirî tune bû, ew borcdarî derbazî ser bira-pismamên wî dibû (Rût 1:3, 4; 2:19, 20; 4:1-6).

Ew yek ku ew qanûn wedê Îsada jî hebû, tê kifşê ji gotinên Sadûqiya, yê ku Marqos 12:20-22-da nivîsar e. Zandarê terîxiyê Ûsivê Flavîûs digot, wekî zewaca lêvîrat mecal dida ne ku tenê zuret berdewam be, lê usa jî mal-milkê yê mirî bê xweykirinê û emirê jinebiyê jî sivik be. Wan çaxa îzina jinê tune bû, bibe xweyê warê hebûkê. Lê zara ku ji zewaca lêvîrat bihata bûyînê, wê bikaribûya bibûya xweyê hebûnê.

Xizna Kitêba Pîroz

(Qanûna Ducarî 24:1) Gava yek jinekê xwera bixwaze bizewice, peyra ser wê kêmasîkê bibîne û ewa li wî xweş neyê, bira kaxaza jinberdanê jêra binivîse bide destê wê û wê ji mala xwe derxe.

(Qanûna Ducarî 26:4-19) Hingê kahîn wê sepetê ji destêd te bigire û dayne li ber gorîgeha Xudan Xwedêyê te. 5 Tu li ber Xudan Xwedêyê xwe bike dengî û bêje: ‘Bavê min aramîyekî firarî bû, berjêr çû Misirê û tevî çend meriva li wir ma. Lê li wir miletekî mezin, qewat û bêhesab ji wî pêşda hat. 6 Lê misirîya xirabî li me dikirin, em dizêrandin û xebata giran didane kirinê. 7 Me hewara xwe Xudan Xwedêyê kal-bavêd xwe anî û Xudan dengê me bihîst, li ser zelûlîya me, halê me û zordarîya meda nihêrî. 8 Xudan em ji Misirê bi destê zor, bi zenda dirêjkirî, bi sawa giran, bi nîşana û keremeta derxistin 9 em anîne li vî cîyî, ev erdê ku şîr û hingiv jê dikişe da me. 10 Va ye îro ez berêd deremeta pêşine ji erdê ku te Xudan da min tînim!’ Wê dayne li ber Xudan Xwedêyê xwe û ta be li ber Xudan Xwedêyê xwe. 11 Bona hemû xweşîya ku Xudan Xwedêyê te da te û mala te, tevî lêwî û xerîbê li nava teda şa be. 12 Gava sala sisîya, awa gotî sala deheka başqekirina her deheka berêd xwe xilaz kî, bidî lêwî, xerîb, sêwî û jinebîyê ku ew li bajarêd teda bixwin û têr bin, 13 hingê li ber Xudan Xwedêyê xwe bêje: ‘Min para buhurtî-jibare ji mal derxist û min ew daye lêwî, xerîb, sêwî û jinebîyê, anegorî hemû emirêd te, yêd ku te li min emir kirin. Min emirêd te neteribandine û ne jî bîr kirine. 14 Min ew paqijîya xweda hilda, rojêd şînêda ji wê nexwar û ne jî ji wê nanê mirîya da. Min guh dida dengê Xudan Xwedêyê xwe, min hemû usa kir çawa ku te li min emir kir. 15 Binihêre ji xana xweye pîroz, ji ezmên û miletê xwe Îsraêl bimbarek ke, usa jî erdê ku te da me, erdê ku şîr û hingiv jê dikişe, çawa ku te kal-bavêd mera sond xwar’. 16 Vê rojê Xudan Xwedêyê te, li te emir dike ku biqedînî hemû van qeyde-qanûn û qirara. Wan bi temamîya dilê xwe û bi temamîya nefsa xwe xwey kî û biqedînî. 17 Te îro îqrar kir ku Xudan, Xwedêyê te ye û tê rîyêd wîda herî, qeyde-qanûnêd wî, emirêd wî, qirarêd wî xwey kî û guh bidî dengê wî. 18 Xudan îro îqrar kir ku tu wîra bibî miletê wîyî milkê wî, çawa ku wî gotibû te, tu jî gere hemû emirêd wî xwey kî. 19 Wekî ew te li ser hemû miletara bilind bigire, kîjan ku ewî xuliqandine, bona pesinê, navbilindkirinê û rûmetê, wekî tu bibî miletekî pîroz li Xudan Xwedêyê xwera, çawa ku wî got”.

it-1 640 ¶5

Hevqetandin

Kaxaza Jinberdanê. Wedê berê mêrên Îsraêlî Qanûna Mûsa derheqa jinberdanê bona kara xwe didane xebatê û hêsa berî jina xwe didan. Lê ew yek nedihate hesabê, wekî Qanûnê îzin dida ku mêr hêsa jina xwe biqete. Bona hevqetandinê ewî gerekê hine tişt bikira. Ewî gerekê “kaxaza jinberdanê” jêra binivîsiya, bida “destê wê û wê ji mala xwe” derxista (Qn.Dc. 24:1). Rast e Nivîsarên Pîrozda hûr bi hûr nayê gotinê derheqa wê yekê ku ça ew diqewimî, lê kifş e mêr gerekê bona destûrkirina hevqetandinê biçûya bal mêrên cabdar, yên ku wê her tişt bikirana, seva ku zewaca wan bê xweykirinê. Heta ku mêr kaxaza jinberdanê hazir dikir, wekî hevqetandinê destûr ke, wedê wî hebû bifikire û safîkirina xwe biguhêze. Hîmê hevqetandinê gerekê hebûya û hergê qanûn rast didane xebatê, ewê yekê jin û mêr ji hevqetandina bi lez xweyî dikir. Ewê qanûnê usa jî mafê jinê diparast. Kitêba Pîroz eyan nake kaxaza jinberdanêda çi dinivîsîn.

16-22 TEBAXÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 27-28

“Ev Hemû Duayê . . . bona Te Wê Bêne Sêrî”

w10 15/12 19 ¶18

Padşê ku Ruhê Yehowa Rêberiya Wî Dike, Wê Kerema Ser Weda Bibarîne!

18 Guhdarîkirin tê hesabê hildine dilê xwe çi ku Xebera Xwedêda tê gotinê, û ew çi ku ji xwarina ruhanî distînin (Met. 24:45). Ew yek usa jî tê hesabê gura Xwedê û Kurê wî bikin. Îsa got: “Ne ku ewê minra dibêje: ‘Xudan! Xudan!’ wê bikeve Padşatiya Ezmana, lê ewê bikevê, yê ku emirê Bavê minî Ezmana diqedîne” (Met. 7:21). Guhdarîkirina hindava Xwedê usa jî tê hesabê bi dil guh bidine rêberiyên birên kifşkirî, yên ku em civatêda distînin (Efes. 4:8).

w01 15/9 10 ¶2

Gelo Keremên Yehowa li Ser Te Wê Bêne Sêrî?

2 Lêkera Îbraniya berê “guh bidî” ku Qanûna Ducarî 28:2-da nivîsar e, tê hesabê, kirên ku gelek wext dikişînin. Cimeta Xwedê gerekê ne ku tenê car-cara guh bida temiyên Xwedê, lê her gav. Û tenê wî çaxî keremên Xwedê wê ser cimeta wîda bibariya. Lêkera Îbraniya berê, ya ku tê welgerandinê ça “bêne sêrî” nêçîrvaniyêva girêdayî ye û gelek car tê hesabê “hicûmkirin”.

w10 15/9 8 ¶4

Bi Temamiya Qewata Xwe Keremên Yehowa Bigerin

4 Gelo bi çi nêt-meremî cimeta Yehowa gerekê guh bida wî? Qanûna Xwedêda tê gotinê, ku hergê xizmetkarên Xwedê wîra bê “şabûnê û dilê eşq” xizmet kin wî çaxî wê razîbûna Xwedê nestînin (Bixûne Qanûna Ducarî 28:45-47). Mesele heywan û cin jî dikarin kore-kor yan bê hemdê xwe temiya bînin sêrî, lê Yehowa hêja ye, ku em bi dil û can wîra xizmet bikin (Marq. 1:27; Aqûb 3:3). Guhdarîkirina bi dil û can eyan dike hizkirina hindava wî. Guhdarîkirina bi şabûn baweriyêva girêdayî ye û wê yekêva, ku “temiyêd wî ne giran in” (Îbrn. 11:6; 1 Yûhn. 5:3).

Xizna Kitêba Pîroz

(Qanûna Ducarî 27:17) ‘Nifir li wî be, kê sînorê cînarê xwe cî biguhêze’. Hemû milet bêje: ‘Amîn’.

(Qanûna Ducarî 28:1-14) Heger tu rind guh bidî dengê Xudan Xwedêyê xwe bona ku xwey kî û biqedînî hemû emirêd wîye ku ez îro li te emir dikim, Xudan Xwedêyê te wê te ji hemû miletêd dinê bilindtir ke. 2 Ev hemû duayê li te bin û bona te wê bêne sêrî, heger tu guh bidî dengê Xudan Xwedêyê xwe. 3 Duayê li te be bajêrda û duayê li te be deştêda. 4 Duayê li berê zikê te, berê erdê te, berê heywanê te, zayîna pez û dewarêd te be. 5 Duayê li sela teye nên û teşta teye hevîr be. 6 Duayê li ketin-derketina te be. 7 Xudan li ber te wê dijminêd te xe, yêd ku miqabilî te rabin. Rêkêda ewê derêne miqabilî te lê heft rîyada wê ji te birevin. 8 Xudan wê dua bişîne li ser te, li embarêd te û li her kirina destêd te. Wê dua li te bike li wî erdîda, kîjan ku Xudan Xwedêyê te dide te. 9 Heger tu emirêd Xudan Xwedêyê xwe xwey kî û rîyêd wîda herî, Xudan wê te bike miletê xweyî pîroz, çawa ku wî tera sond xwar. 10 Hemû miletêd dinê wê bibînin ku navê Xwedê li ser te ye û wê ji te bitirsin. 11 Xudan wê te xêr-bereketêva, bi berê zikê te û bi berê heywanê te, bi berê erdê te xinê ke, li ser wî erêdê ku Xudan kal-bavêd tera sond xwar ku bide te. 12 Xudan wê bona te xizna xweye qenc, awa gotî ezmên veke, wekî baranê wededa bibarîne li ser erdê te, ku dua li her kirina destê te bike. Tê deyn bidî gelek mileta lê xwexa tê deyn nekî. 13 Xudan wê te dayne li sêrî ne ku xilazîyê, tê tenê li jorê bî ne ku jêrê, heger tu guh bidî emirêd Xudan Xwedêyê xwe, kîjan ku ez îro li te emir dikim ku xwey kî û biqedînî 14 û ji hemû xeberêd ku ez îro li we emir dikim, çep yan rast danegerî ku pey xwedêyêd başqe herî, wanra qulix kî.

it-1 360

Sînor

Qanûna Yehowa îzin nedida ku nîşanên sînora cîguhastî bikin (Qn.Dc. 19:14; usa jî binihêrin Mtl. 22:28). Ew meriv yê ku nîşanên sînora cîguhastî dikir, dihate nifirkirinê (Qn.Dc. 27:17). Xweyê erd, bi saya berê erd ebûra xwe dikir, û hergê sînor cîguhastî dikirin, ew yek dihate hesabê, ku periyê nanê wî ji vî distandin. Kirên wî cûreyî beramberî diziyê bûn, û wedê berê hema usa jî hesab dikirin (Îb. 24:2). Lê merivên ku normên Xwedê hilnedidane hesab, diziya usa dikirin. Wedê Hoseya padşên Cihûdayê beramberî wan dibûn, kîjana ku sînor cîguhastî dikirin (Hs. 5:10).

23-29 TEBAXÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 29-30

“Çetin Nîne Yehowara Xizmet kin”

w09 1/11 31 ¶2

Yehowa Mecala Bijartinê Dide Me

Gelo çetin e têderxin ku Xwedê çi ji me dewa dike û ewê yekê bînin sêrî? Mûsa got: “Ev emirê ku ez îro li te emir dikim, ne dûrî te ye ne jî ew çetin e” (Rêza 11). Yehowa wê yekê ji me dewa nake, çi ku ji qewata me der e. Dewakirinên wî hêsa û femdarî ne û qewata me digihîjê, wekî wana bînin sêrî. Xêncî wê yekê, seva ku em pêbihesin Xwedê çi ji me dewa dike, nelazim e ku em hilkişine “ezmana” yanê jî herine “wî alîyê berê” (Rêza 12, 13). Kitêba Pîrozda konkrêt tê gotinê, ku çawa em gerekê bijîn (Mîxa 6:8).

w09 1/11 31 ¶1

Yehowa Mecala Bijartinê Dide Me

XÛŞKEK dibêje: “Ji bo wê yekê, çi ku zarotiyêda hate serê min, gelek car tirs dikeve dilê min û ez difikirim, gelo ezê aminiyê Yehowara xweyî kim”. Lê nihêrandina usa rast e? Gelo em dikarin sed-selefî bêjin, wekî ew çi ku berê hatiye serê me, wê hukum ke ser axiriya me? Na. Yehowa azaya bijartinê daye meriva. Dêmek em xwexa dikarin bijbêrin, ku emirê me wê çi cûreyî be. Yehowa ya lape baş bona me dixwaze, lema Xebera xweda ew mera şirovedike, ku ça em dikarin bijartina lape baş bikin. Werên em dîna xwe bidine xeberê Mûsa Pêxember ji Qanûna Ducarî serê 30.

w09 1/11 31 ¶4

Yehowa Mecala Bijartinê Dide Me

Gelo bona Yehowa ferz e em çi safîkirina dikin? Belê. Ji bîna ber Xwedê Mûsa hêlan bû bêje: “Emir bibijêre” (Rêza 19). Paşê ewî şirovekir ku çawa ewê yekê bikin: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, gura wî bike û nêzîkî wî be” (Rêza 20). Hergê em Yehowa hiz dikin, dêmek emê bi dil û can gura wî bikin, û çi jî emirê meda biqewime, emê yeke wîra amin bimînin. Bi wî cûreyî em riya lape baş dijbêrin, ya ku wê me bibe berbi emirê heta-hetayê dinya tezeda (2 Petrûs 3:11-13; 1 Yûhenna 5:3).

Xizna Kitêba Pîroz

(Qanûna Ducarî 29:4) Lê Xudan heta roja îro dilê femkirinê, çevêd dîtinê û guhêd bihîstinê neda we.

(Qanûna Ducarî 29:1-18) Ev in xeberêd peymanê ku Xudan li erdê Mowabêda li Mûsa emir kir tevî zarêd Îsraêl girêde, xêncî peymana ku wî li Horêbê tevî wan girêda. 2 Mûsa gazî temamîya Îsraêlê kir û gote wan: “Hemû çi ku Xudan li welatê Misirêda li ber çevêd we anî serê Firewin û hemû xulamêd wî, usa jî serê temamîya erdê wî, we dît, 3 awa gotî ew cêribandin, nîşan û keremetêd mezine ku çevêd te dîtin. 4 Lê Xudan heta roja îro dilê femkirinê, çevêd dîtinê û guhêd bihîstinê neda we. 5 Xudan çil salî berîyêda rêberîya we kir: Kincêd li ser we kevin nebûn, solêd nigê weda jî nemaşîyan, 6 we ne nan xwar ne şerav ne jî ava cehê vexwar, ku hûn bizanibin ez Xudan Xwedêyê we me. 7 Hûn hatine vî cîyî û Sîxonê padşê Heşbonê, Ogê padşê Başanê derketine miqabilî me şêr û me ew alt kirin. 8 Me erdê wan zeft kir û çawa milk da rûbênîya, gadîya û nîvê qebîla Minaşe. 9 De xeberêd vê peymanê xweyî kin û wan biqedînin, wekî nava her tiştîda çi ku hûn bikin wera li hev bê. 10 Hûn temam îro li ber Xudan Xwedêyê xwe sekinîne: Serwêrêd we, qebîlêd we, rûspîyêd we, sereskerêd we, her mêrê Îsraêl, 11 zarêd we, kulfetêd we û xerîbê li nava zomê teda, ji darbirê te heta avkêşê te, 12 bona ku tu bikevî peyman û ad-qirarê tevî Xudan Xwedêyê xwe, kîjan ku Xudan Xwedêyê te îro tevî te girêdide. 13 Wekî îro te xwera bike milet, ew jî tera bibe Xwedê, çawa ku wî gote te û çawa ku wî kal-bavêd te Birahîm, Îshaq û Aqûbra sond xwar. 14 Ne tenê tevî we Xudan vê peyman û ad-qirarê girêdide, 15 lê tevî wan jî yêd ku îro li vir tevî me li ber Xudan Xwedêyê me sekinîne û tevî wan jî, yêd ku îro li vir tevî me nînin. 16 Hûn zanin welatê Misirêda me çawa dijît û çawa em jî ji nava miletra derbaz bûn, 17 we robetîyêd wan û pûtêd wane dar, kevir, zîv û zêr nava wan dîtin. 18 Nebe ku nava weda hebe mêr yan jin, mal yan qebîl dilê kîjanî îro dûrî Xudan Xwedêyê me keve, wekî here xwedêyêd wan miletara qulix ke. Awa gotî nava weda vî cûreyî rawê ku jerê û zirîçkê dide der tunebe.

it-1 665 ¶3

Guh

Bi saya xizmetkarên xwe Yehowa digot, wekî guhên cimeta wîye Îsraêlî “bêsunet in” (Yêr. 6:10; Kr.Şn. 7:51). Guhê wan tê bêjî bi tiştekî dadaye û mecalê nade wan bibihên. Yehowa femkariyê û guhê guhdar dide wan meriva, kîjan wî digerin, û guhê wan venake yên ku neguhdar in. Lema jî Yehowa îzin da, wekî guhê cimeta wîye serhişk venebe (Qn.Dc. 29:4; Rm. 11:8). Pawlosê şandî pêxembertî dikir, ku wê wedekî usa bê kengê ewên ku xwe nav dikirin Mesîhî wê pişta xwe bidine baweriya rast û wê nexwazin guh bidine rastiya ji Xebera Xwedê. Lê ewana wê guh bidine dersdarên derew, yên ku wê “tiştêd li guhê wan xweş tê” bêjin wan (2 Tîm. 4:3, 4; 1 Tîm. 4:1). Usa jî Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî dengê zengil wê bikeve guhê meriva ji bo elametiyên zendegirtî, mesele derheqa qeziya (1 Sm. 3:11; 2 Pd. 21:12; Yêr. 19:3).

30 TEBAXÊ-5 ÎLONÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 31-32

“Ji Kilama ya ku Ji Bîna Ber Xwedê ye Dersa Xwera Hilde”

w20.06 10 ¶8-9

“Dilê Min Bike Yek ku ji Navê Te Xof Bikim”

8 Hema pêşiya ku Îsraêlî biketana Erdê Sozdayî, Yehowa Mûsa kilamek hîn kir (Qan. Dcr. 31:19). Lê Mûsa jî gerekê ev kilam cimet hîn kira. (Bixûne Qanûna Ducarî 32:2, 3.) Çaxê em ser rêza duda û sisiya difikirin, em eşkere divînin ku Yehowa naxwaze wekî navê wî veşartî be û meriv newêrbin navê wî hildin ji bo pîrozbûna navê wî. Ew dixwaze wekî gişk navê wî bizanibin. Rastî jî bona Îsraêliya qedirekî gelek mezin bû, ku ji Mûsa derheqa Yehowa û navê Wîyî pir mexsûs pêbihesin. Çi ku Mûsa wana hîn dikir, baweriya wan dişidand û ewana geş dikirin mîna barana nerm û xweş ku şînkayê geş dike. Lê ça em dikarin bawer bin, ku cûrê hînkirina me jî meriva geş dike?

9 Çaxê em mal bi mal yan jî cîkî mayîn xizmet dikin, em pê Kitêba Pîroz merivara nîşan dikin, wekî navê Xwedê Yehowa ye. Em dikarin usa jî wanra edebiyetên meyî bedew nîşan kin, vîdêoyên hewas û tiştên din ser malpera me, yên ku Yehowa rûmet dikin. Ser xebatê, mektebêda, yan wedê rêwîtiyê, em gerekê mecalê ji destê xwe bernedin, ku derheqa Xwedayê meyî hizkirî wanra gilî kin. Çaxê em merivara derheqa qirara Yehowa hindava însanetê û erdê gilî dikin, em wanara eyan dikin ku bi rastî Yehowa çiqas me hiz dike. Û gava em merivara derheqa Bavê xweyî hizkirî rastiyê dibêjin, bi vê yekê em navê Xwedê pîroz dikin. Em usa jî alî meriva dikin wekî fem kin, ku ewana hatine xapandinê, çimkî derheqa Yehowa tiştên derew ewana hîn kirine. Çi ku em meriva ji Kitêba Pîroz hîn dikin, ew yek wana gelek dilgerm dike (Îşa. 65:13, 14).

w09 1/5 14 ¶4

Gelo Tu Meselên ji Kitêba Pîroz Fem Dikî?

Kitêba Pîrozda Yehowa beramberî “qeya”, “Zinarê Îsraêlê” û “kela” dibe (2 Samûyêl 23:3; Zebûr 18:2; Qanûna Ducarî 32:4). Gelo çida ewana mîna hev in? Qeya fikirên me dibe ser tiştên miqerm û qewî. Yehowa hema cî-sitarekî wî cûreyî ye bona me.

w01 1/10 9 ¶7

Çev Bidine Yehowa Çaxê Zarên Xwe Hîn Dikin

7 Werên em dîna xwe bidine wê yekê, ku Yehowa çawa hizkirinê hindava cimeta Îsraêlî da kifşê. Mûsa meseleke gelek hewas anî çaxê şirovedikir derheqa hizkirina Yehowa hindava cimeta wîye Îsraêlî. Ewî got: “Çawa teyrê sîmir xweyîtîyê hêlûna xwe dike, li ser cûcûkêd xwera difire, perê xwe vedike wan hildide li ser baskêd xwe dibe. Xudan tenê rêberîya wî [Îsraêl] dikir” (Qanûna Ducarî 32:9, 11, 12). Seva ku cûcûka hîn kin bifirin, teyr “xweyîtîyê hêlûna xwe dike” perê xwe vedike û gazî cûcûkên xwe dike, wekî ewana ji hêlûnê derên. Çaxê cûcûk ji hêlûnê dertê ya ku ser bilindaya qeyayê çêkirî ye, mak timê nêzîkî cûcûkê ye û ji wê dûr naçe çaxê ew hîn dibe bifire. Hergê mak texmîn dike, ku cûcûka wê dikare bikeve ser erdê ew pêra-pêra cûcûkê dide “li ser baskêd xwe”. Hema bi wî cûreyî Yehowa bi hizkirinê xem dikir bona cimeta xweye Îsraêlî, ya ku wan çaxa teze pêşda hatibû. Yehowa Qanûna Mûsa da cimetê (Zebûr 78:5-7). Û paşê dîna Xwedê ser cimeta wî bû û ew hertim hazir bû bê hewara wan, çaxê wanra çetin bû.

Xizna Kitêba Pîroz

(Qanûna Ducarî 31:12) Cimetê, jina, mêra, zara û xerîbêd nava bajarêd xweda, topî ser hev ke, ku ew bibihên û hîn bin ji Xudan Xwedêyê we bitirsin û hemû xeberêd vê qanûnê bikin ku biqedînin.

(Qanûna Ducarî 32:36-52) Xudan wê heqîyê li cimeta xwe bike, û remê li xulamêd xwe bike, gava ew bibîne ku destê wan sist bûye, ne girtî mane ne jî aza mane. 37 Xudanê bêje: “Kanêne xwedêyêd wan, qeyayê ku wan gumana xwe dabû ser? 38 Yêd ku bezê qurbanêd wan dixwarin, şerava dîyarîyêd wan vedixwarin? Bira ew rabin û alî wan bikin, bira bona we bibine mertal”. 39 De niha binihêrin wekî EZ, EZ IM, tune xwedê pêştirî Min. Ez dikujim, ez jî sax dikim, min lêda ezê jî qenc kim, tu kes ji destê min xilaz nake. 40 Awa ez destê xwe ber bi ezmên bilind dikim û dibêjim: “Çawa ku ez heta-hetayê heme 41 usa jî gava ez sure xweyî biriqî tûj kim destê mine dest bi dîwanê bike, hinge ezê heyfê ji dijminêd xwe hildim, û yêd dijenine min weke emelêd wan bidime wan. 42 Ezê tired xwe bi xûnê serxweş kim û sure min wê goşt bixwe, bi xûna kuştîya û girtîya, bi serêd serwêrêd dijmin”’. 43 Ezmanno şa bin tevî wî! Hemû milyaket ber Xudan ta bin. Çimkî ewê heyfa xûna xulamêd xwe hilde, ewê heyfê ji dijminêd xwe hilde, ewê bona erdê xwe û miletê xwe gunekewandinê bike”. 44 Mûsa tevî Yêşûyê kurê Nûn hat û hemû xeberêd vê stiranê bi dengê bilind gote cimetê. 45 Gava Mûsa hemû ev xeberêd ku gote temamîya Îsraêl ser hevda anîn, 46 ewî gote wan: “Ez îro hemû van xebera elamî we dikim, wan bikine dilê xwe. Li zarêd xwe emir bikin wekî hemû xeberêd vê qanûnê rind xwey kin biqedînin. 47 Çimkî ev ne xebera badîhewa ye bona we, lê ew emirê we ye. Bi wê xeberê emirê weyê dirêj be li ser wî erdî ku hûn Ûrdunêra derbaz dibinê xwera bikine milk”. 48 Xût wê rojê Xudan Mûsara xeber da û got: 49 “Hilkişe li ser bilindcîyêd Abarîmê li ser çîyayê Nebo kîjan ku welatê Mowabda ye, pêşberî Erîhayê. Û dîna xwe bide welatê Kenanê, kîjanî ku ez didime zarêd Îsraêl lê war bin. 50 Û li ser wî çîyayê ku tê hilkişî bimire, here tevî kal-bavêd xwe be, çawa Harûnê birê te li ser çîyayê Hor mir û çû tevî kal-bavêd xwe bû. 51 Çimkî we her duya li nava zarêd Îsraêl li ber avêd Mêrîbah-Qadêşê, berîya Sînda guhdarîya min nekir û nava zarêd Îsraêlda pîrozîya min neda kifşê. 52 Tê ewî erdî ber xwe bibînî lê nakevî wir, ew erdê ku ez didime zarêd Îsraêl”.

w04 15/9 27 ¶12

Fikirên Sereke ji Kitêba Qanûna Ducarî

31:12. Li ser civata zar gerekê kêleka mezina rûnên, seva ku rind guh bidin û hîn bin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin