MÎNA ÎSA BIJÎN
Bide Xebatê Kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, wekî Baweriyê Hindava Yehowa û Îsa Ava kî
Xwendekarên ku dixwazin dilê Xwedê şa kin, gerekê baweriya qewî ava kin (Îbr. 11:6). Em dikarin bi saya kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, vê yekêda alî wan bikin. Vê kitêbêda hene rêzên sereke, şirovekirina zelal, pirsên kêrhatî, vîdêoyên hewas û şiklên bedew. Em gerekê alî xwendekarên xwe bikin, wekî ewana hunurên ku Xwedê xweş tên nav xweda pêşda bînin û bibine dostên Xwedê. Bi vî cûreyî ewana wê baweriya usa ava kin, ya ku wê ber cêribandinên mezin jî hilneşe (1 Kr. 3:12-15).
Hine merivara çetin e bawer kin, ku ewana dikarin bibine dostên Xwedê, çimkî nikarin wî bivînin. Em gerekê alî wan bikin, wekî baweriya xwe hindava Yehowa ava kin û îtbariya xwe wî bînin.
BINIHÊRIN VÎDÊO “BI SAYA KITÊBA ‘ŞA BE JÎYÎNÊRA HETA-HETAYÊ!’ BAWERIYÊ HINDAVA YEHOWA AVA KE”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Çida hate kifşê, wekî xûşkê bona hînbûnê xwe rind hazir kiribû?
Xûşka me pirsên zêde ça da xebatê, wekî Kêys fikir û hestên xwe hindava Îşaya 41:10, 13, bêje?
Ça vîdêo û rêzên ji Kitêba Pîroz ser Kêysê hukum kirin?
Gelek meriv fem nakin ku çira Îsa emirê xwe berva da, û ewana vê qurbanê ça pêşkêşa ji Xwedê xût bona xwe hesab nakin (Gl. 2:20). Lema jî em gerekê alî wan bikin, wekî ewana baweriyê hindava kirînê, dêmek qurbana Îsa, pêşda bînin.
BINIHÊRIN VÎDÊO “BI SAYA KITÊBA ‘ŞA BE JÎYÎNÊRA HETA-HETAYÊ!’ BAWERIYÊ HINDAVA ÎSA AVA KE”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Çida hate kifşê, wekî bira bona hînbûnê xwe rind hazir kiribû?
Ewî ça para “Hê Zêde Pêbihese” da xebatê, wekî alî xwendekarê xwe bike?
Çira ferz e, wekî xwendekar xwexa jî dua bike?