KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb22 Tîrmeh rûp. 13
  • Kampaniya Mexsûs Meha Îlonêda, ku Hînkirinên Kitêba Pîroz Destpêkin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kampaniya Mexsûs Meha Îlonêda, ku Hînkirinên Kitêba Pîroz Destpêkin
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
  • Têmên Mîna Wê
  • Kampaniya Mexsûs Îlonêda bona Belakirina Mizgîniya Derheqa Padşatiya Xwedê!
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Hîn Dikin bi Broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
mwb22 Tîrmeh rûp. 13
Şikil: Malbetek ji gotara “Bona Sala Xizmetiyêye Teze, Nêta Dayne; Bibe Pêşeng” mizgîniyê bela dike. 1. Keçik tevî diya xwe tevî kulfetekê, ber mala wê broşûra “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” şêwir dikin. 2. Pîrik dide xebatê broşûra “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, seva ku bi têlêfonê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz ke. 3. Dê û bav ber stêndê sekinî ne, û postêra broşûra “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, ser stêndê ye, ku meriva ser hînbûna Kitêba Pîroze bêpere teglîf dike.

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kampaniya Mexsûs Meha Îlonêda, ku Hînkirinên Kitêba Pîroz Destpêkin

Wedê meha Îlonê, emê qewatê bidine xebatê, seva ku broşûra “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” bela kin û hemûyara derheqa hînbûna Kitêba Pîroz bêjin. Xizmetkar dikarin safî kin, ku vê mehê ça pêşengên wedelû xizmet kin û sî siheta tesmîl kin. Em çi cûreyî dikarin vê kampaniyayêda kar bikin?

  • Wedê Serlêdana Pêşin: Seva ku hewasa meriya pêşda bînî, bide xebatê rûpêla paşin ya broşûrê û nîşan ke ku hînbûna Kitêba Pîroz ça derbaz dibe. Bîr neke wan meriya, yên ku hewasa xwe hindava rastiyê dabûne kifşê, usa jî wan meriva, kîjanara tu serlêdana dikî. Hergê jî ewana berê nexwestine Kitêba Pîroz hîn bin, diqewime hewasa wan vê mêtoda hînbûnêye tezera û broşûrêra bê. Hergê kesek malda nîbe, em gerekê evê broşûrê ber dêrî nehêlin, û ne jî pê nemê wan merivara bişînin, yên ku hewasa xwe nedane kifşê. Komîtêya Xizmetiyê ya Civatê diqewime meha Îlonêda civatên zêde jî bona xizmetkirinê saz ke.

  • Mecalên Din: Hergê civata we bi stênda xizmet dike, gerekê postêra broşûrê “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” ser stêndê be. Hûn dikarin wanara, yên ku bixwazin hê zêde pêbihesin û broşûrê hildin, derheqa hînbûna Kitêba Pîroze bê pere bêjin. Hergê tê standinê, hema wêderê kin nîşanî wan kin ku hînbûn çawa derbaz dibe, lê hergê nayê standinê, wanra xeber din ku paşê rastî hev bên û wanra nîşan kin. Wedê kampaniyayê berpirsiyarê xizmetiyê dikare usa jî xizmetkarên cêribandîra bêje, ku wan ciya xizmet kin kîderê ku zef meriv hene. Hûn usa jî dikarin derheqa hînbûna Kitêba Pîroz hevalxebatçiyên xwera bêjin, û usa jî wan merivara, kîjanara hûn neformal mizgîniyê bela dikin.

Îsa temî daye, wekî meriya “hîn kin” û wana bikine şagirtên wî (Mt. 28:19, 20). Ev kampaniya mexsûs wê alî me bike, wekî bikaribin bi saya broşûra “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” evê temiyê bînin sêrî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin