Hîn Dikin bi Broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”
1. Broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”, çi cûreyî hatiye hazirkirinê?
1 Çawa di “Qulixkirina Meye Padşatiyêda” ya meha Tîrmehê, hatibû gotinê, ku haceta ferz ya ku cem me heye, ew heye broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”. Rêzên ku têne dayînê nayêne wekilandinê, seva ku xweyê malê xwexa bikaribe ji Kitêba Pîroz binihêre û hîn be. Gelek edebyetên me bi wî cûreyî hatine hazirkirinê, seva ku xwandevan xwexa bikaribe ji Kitêba Pîroz pêbihese. Lê ev broşûr usa hatiye hazirkirinê, ku tevî xwandevana şêwir ke. Xêncî wê yekê çaxê em evê broşûrê kesekîra dihêlin, em gerekê bixebitin ku xweyê malêra nîşan kin ku ça hînkirin derbaz dibe. Bi wê yekê meriv wê bivîne ku çiqas hewas e mizgîniya xêrê ji Kitêba Pîroz pêbihesin (Met. 13:44).
2. Çawa em dikarin evê broşûrê wedê serlêdana pêşin, bidine xebatê?
2 Serlêdana Pêşin: Tu dikarî usa bêjî: “Îro gelek meriv ji bo halê dinyayê berxwedikevin. Ça hûn difikirin, halê dinyayê wê aliyê başda bê guhastinê? [Hîviyê be ku caba xwe bide.] Di Kitêba Pîrozda mizgîniya xêrê heye, ya ku gumanê dide me. Li wir hine pirs hene, caba kîjana ku Kitêba Pîroz dide”. Broşûrê bide xweyê malê, û bêje wî ku ji rûpêla paşin pirsekê bijbêre. Paşê nîşan ke ku çawa hînkirin derbaz dibe, û bide xebatê abzasa pêşin ji dersa ku ewî bijart. Dereca din: Dikarî xweyê malêra pirsekî bidî ji wê dersê, ya ku te pêşda bijart, û paşê nîşan ke ku çawa ev broşûr dikare alî wî bike caba Kitêba Pîroz bivîne.
3. Şiroveke, ku çawa dikarin hînkirinê derbaz kin pê broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”.
3 Derbazkirina Hînkirinê: (1) Bixûne pirsa ku bi herfên reş nivîsiye, seva ku alî xweyê malê bikî dîna xwe bide fikirên ferz. (2) Bixûne abzasa ku paşî pirsê tê dayînê. (3) Bixûne rêzên, ber kîjana ku nivîsar e “bixûne” û bide xebatê pirsên taktîk ku alî xweyê malê bikî, bivîne ku çawa ew rêz caba pirsa kifşkirî dide. (4) Hergê peyra dîsa abzasek tê dayînê, usa bike çawa ku jorê, gava 2 û 3-da hatiye gotinê. (5) Paşî şêwirkirinê dîsa ewê pirsê bide xweyê malê ku îzbat bî hela ew fem dike yan na. Hergê te îda çend cara wî merivîra serlêdan kiriye, dêmek ew tê hesabê hînkirina Kitêba Pîroz. Paşê tu dikarî derbaz bî ser kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, yan jî bi wê broşûrê berdewam ke, heta ku xilaz nekî.
4. Çi wê alî me bike evê haceta qîmet, rast bidine xebatê?
4 Seva ku evê haceta qîmet rind bizanibî, xwera pêşda lêkolîn bike. Her dereceke layîqda ewê bide xebatê. Pêşiya hînbûnê, hergav derheqa şagirtê xwe bifikire û usa jî ku çawa dikarî hê rind şêwir kî bi saya rêzên dersê (Metlk. 15:28; Kar. Şand. 17:2, 3). Çaxê tu hêdî-hêdî dibî yekî cêribandî, tê fem bikî ku ev broşûr haceteke lape qîmet e seva te, ku bikaribî rastiyê meriya hîn kî!