Bernama seva Heftiya ji 5 Cotmehê
HEFTIYA JI 5 COTMEHÊ
Kilama 34 û Dua
Hînbûna Kitêba Pîroz di Civatêda:
bm Serê 24, 25 (30 deqe)
Mekteba Dannasînkirinê:
Xwendina Kitêba Pîroz: 1 Dîrok 1-4 (8 deqe)
№ 1: 1 Dîrok 1:28-42 (3 deqe yan hê kêm)
№ 2: Her Mesîhîk Gerekê Qulixkar be (td 23A) (5 deqe)
№ 3: my Serhatî 111 (5 deqe)
Civata Qulixiyê:
TÊMA VÊ MEHÊ: “Mizgîniya kerema Xwedê bi merîfetî” dannasîn kin (Kar. Şand. 20:24).
Kilama 21
10 deqe: Belakirina Jûrnala di Meha Cotmehêda. Şêwirkirin. Bi temaşê destpêke, û bide xebatê du cûrek ji pêşanîna yê ku têne dayînê. Paşê ewan pêşanîna ji serî heta xilaziyê şêwir ke.
10 deqe: Hewcên civatê.
10 deqe: Me Ev Yek Ça Da Xebatê? Şêwirkirin. Bira guhdar gilî kin, hela wana çi kar sitand ji wê yekê ku dane xebatê şîretên ji gotara “Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Dannasînkirin li Ciyên ku Meriv Dixebitin”. Bêje guhdara ku qewimandinên baş gilî kin.
Kilama 44 û Dua