SERÊ 25
Şîret Derheqa Bawerbûnê, Rabûn-Rûniştandinê û Hezkirinê
Nemêd Aqûb, Petrûs, Yûhenna û Cihûda, mesîhiya hêlan dikin
AQÛB û Cihûda ji aliyê dêda birê Îsa bûn, lê Petrûs û Yûhenna şagirtêd wî bûn. Ji nemêd ku ketine nava Nivîsarêd Yûnaniya, heft hev wana nivîsî ye. Her nemek bi navê nivîskarê xwe ye. Şîretêd di van nemada ku ji bîna ber Xwedê ne, alî mesîhiya dikin, wekî himberî Yahowa û Padşatiya wî aminiyê xwey kin.
Baweriya xwe pê şixul îzbat kin. Hindike ku tenê bêjin, em Xwedê bawer dikin. Bawerbûna rastî îzbat dibe pê şixula. Aqûb nivîsiye: “Bawerî bêyî kira mirî ye” (Aqûb 2:26). Baweriya ku di cêribandinada şidiyayî ye, teyaxbûnê tîne. Mesîhî gerekê ji Xwedê bîlaniyê bixwazin û bawer bikin, wekî ew wê eseyî xwestina wan, bîne sêrî. Kî ku bawerbûnêda teyax dimîne, Xwedê wana qebûl dike (Aqûb 1:2-6, 12). Heger em bawerbûnêda dudilî nebin, Yahowa wê kêleka me be. Aqûb dibêje: “Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8).
Bawerbûn gerekê usa qewî be, wekî em bikaribin miqabilî cêribandina û bênamûsiyê bisekinin. Çimkî meriyêd xirab û bênamûs, dor-berê mesîhiya zêde dibûn, lema jî Cihûda ewana hêlan dikirin, wekî qayîm xwe bigirin, û şer bikin seva bawerbûnê (Cihûda 3).
Rabûn-rûniştandina rast û temiz. Yahowa dixwaze wekî qulxkarêd wî hemû aliyava, xwe temiz xwey kin. Petrûs dinivîse: “Pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda. Çawa nivîsar e: ‘Pîroz bin, çimkî ezî [Yahowa] pîroz im’” (1 Petrûs 1:15, 16). Di vê yekêda, Îsa meseleke mezin hîşt seva mesîhiya. Petrûs got: “Mesîh xwexa jî bona we cefa kişand û nexşek wera hişt, wekî hûn pêgeha wîda herin” (1 Petrûs 2:21). Rast e, seva qedandina qanûnêd Xwedê, mesîhî dikarin biçerçirin, lê bi vê yekê ewana “îsafa rihet” xwey dikin (1 Petrûs 3:16, 17). Petrûs mesîhiya hêlan dike, wekî ewana temiz û helal bimînin, hîviya roja dîwana Xwedê û dinya sozdayî bin, “kîjanada rastiyê bimîne” (2 Petrûs 3:11-13).
“Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8)
Hezkirinê nîşan kin. Yûhenna nivîsiye: “Xwedê hizkirin e”. Ewî da kifşê, wekî Xwedê hezkirineke mezin da kifşê bi vê yekê, çaxê Îsa şand ça qurban, dêmek “çawa mecala baxşandina gunêd me”. Ça mesîhî gerekê caba hezkirina Xwedê bidin? Yûhenna şirovedike: “Delalno, heger Xwedê aha em hiz kirin, wekî usa ye gerekê em jî hevdu hiz bikin” (1 Yûhenna 4:8-11). Ji van hezkirina yek, mêvanhezî ye (3 Yûhenna 5-8).
Lê mesîhî ça dikarin hezkirina xwe hindava Yahowa nîşan kin? Yûhenna cabê dide: “Em hizkirina xwe hindava Xwedêda didine kifşê, gava em temîyêd wî diqedînin. Û temiyêd wî ne giran in” (1 Yûhenna 5:3; 2 Yûhenna 6). Kitêba Pîroz dibêje, kî ku usa gura Xwedê dike, wê nava hezkirina Xwedêda be û “jîyîna heta-hetayê” bistîne (Cihûda 21).
Li ser hîmê kitêbêd Aqûb; 1 Petrûs; 2 Petrûs; 1 Yûhenna; 2 Yûhenna;, 3 Yûhenna; Cihûda.