KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 111
  • Xortek Ku Xewra Çû

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xortek Ku Xewra Çû
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • “Cabdarê Xûna . . . Tu Kesî Nînim”
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
  • Hûrdaxweşîbûna Gemiyê
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Tîmotêyo Dibe Alîkarçiyê Pawlos
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • “Bira Emirê Xudan be”
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
Hê Zêde Binihêre
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 111

Serhatî 111

Xortek Ku Xewra Çû

PEY, ev çi qewimî? Ev gedê cahil çira li ser erdê ye? Binihêre, ew mêrê ku ji malê derket Pawlos e! Lê tu Tîmotêyo divînî? Dibek ku ev gede ji pencerê ketiye?

Belê, ev hema usa jî qewimî. Li vir di Troyada Pawlos seva şagirta têma digot. Ewî zanibû ku îda gele wext wê wana navîne, û hin jî sibê zû bi gemiyê ew gerekê biçûya cîkî din. Lema jî Pawlos heta nîvê şevê tevî wan xever dida.

Wî çaxî xortek bi navê Eytûxo li ser pencerê rûniştibû û hin jî xewra diçû. Gava ew xewra çû ji qeta sisiya kete erdê! Lema jî ew hemûşk derketin derva û zendegirtî dinihêrin. Çaxê mêr wî dane destê xwe, ewana fem kirin ku tiştekî gele bêbext qewimî. Ew gedê cahil mir!

Çaxê Pawlos dît ku gede mir, ew xwe avîte ser wî û wî hemêz kir. Paşê ewî got: “Netirsin! Çimkî ew sax-silamet e”. Ew rastî jî sax e! Pawlos wî bi keremetê sax kiribû! Ji bo vê yekê şabûna wan hemûşka bêhesav bû.

Paşê ewana gişk hilkişiyane jorê ku hine xwarin bixwin. Pawlos dîsa jî, heta sibeh zû, wanara xever dida. Lê em dikarin guman bin, ku paşî wan qewimandina xewa gedê cahil îda qet nedihat! Paşê Pawlos, Tîmotêyo û mêrêd ku tevî wan rê ketibûn rûniştin gemiyê û çûn. Lê gelo niha ewana wê herin kîderê?

Çimkî bi vê yekê Pawlos rêwîtiya xweye sisiya xilaz kiribû, ew îda vedigeriya mala xwe. Wedê rêwîtiya xweye sisiya, Pawlos tenê di Efesîda weke sê sal sekinî. Lema jî em dikarin bêjin, ku rêwîtiya wî ya sisiya ji ya duda dirêjtir bû.

Çaxê ewana ji Troya derketin, gemiya wan pêşiyê hine wede di Mîletosda sekinî. Çimkî ji Mîletos heta Efes çend kîlomêtir bû, Pawlos şande pey rûspiyêd civata di Efesîda, seva ku cara paşin hinekî tevî wan xever de. Bide hesavê xwe gava ewana Pawlos verêdikirin, ça ewana berxwe diketin û nedixwestin ji hev biqetin!

Xilaziyê gemî wana anî Qeyseriyê. Li wir Pawlos di mala Fîlîpoyê mizgîndarda dima. Hîngê pêxemberekî bi navê Hagabo gote Pawlos, wekî çaxê ew here Orşelîmê li wir wî wê bikine kelê. Ew hema usa jî qewimî. Paşî wê yekê ça Pawlos di kelê Qeyseriyêda du sal derbaz kir, ewî şandin Romê, wekî ber serkarê Romê Qeyser cava xwe bide. Were em pêbihesin rêva çi serê wî qewimî.

Karêd Şandiya serê 19 heta 26.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin