Serhatî 112
Hûrdaxweşîbûna Gemiyê
HELA dîna xwe bide gemî çi rojekîda ne! Ew hûrdexweşî dibe! Divînî ku meriv ji gemiyê xwe davêjine avê? Hineka ji wan îda gihîştine devê berê. Lê tu nav wan Pawlos divînî? Were em pêbihesin çi serê wî qewimîbû.
Tê bîra te ku du sala Pawlos di kelê Qeyseriyêda derbaz kiribû. Paşî vê yekê hine girtiya tevî Pawlos bi gemî şandine Romê. Lê çaxê ewana îda nêzîkî girava Kirêta dibûn, firtoneke qayîm rabû. Pêlêd firtonê usa qayîm bûn, ku gemîvan nikaribûn rêberiya gemiyê bikin. Rojê ewana ronaya tevê nedidîtin, lê şevê jî steyrk nedihatin kivşê. Xilaziyê paşî gele roja gumana gemîvana îda tune bû, ku wê xilaz bin.
Wî çaxî Pawlos rabû û giliyêd usa got: “Tu kes ji we wê zîyanê nastîne, lê tenê gemî wê hûrdexweşî be. Çimkî îşev milyaketa Xwedê hatibû bal min û giliyê usa got: ‘Netirse, Pawlos! Tu gerekê li ber serkarê Romê Qeyser bisekinî. Lema jî Xwedê wê te û hemûyêd tevî te gemiyêda xilaz ke’”.
Paşî destpêbûna firtonê weke 14 roj îda derbaz bû. Hîngê weke nîvê şevê gemîvan dîna xwe dan, ku kûraya avê nimiz dibe. Çimkî ewana tirsiyan ku di vê teriyêda gemî dikare kevira keve, wana hilda û lengere avîtine avê. Roja mayîn sibeh zû wana delaveke berê dît, û safî kirin biçûna wê aliyê wekî gemî li ser erdê bidine sekinandinê.
Lê gava ewana nêzîkî devê berê dibûn, gemî li ser girekî binî avê ket û sekinî, pozê gemiyê têda ma û îdî nehejiya, pişta wê jî ji dest qayîmiya pêla hûrdexweşî dibû. Hîngê sersedê eskera got: “Her kes ji we, yê ku sobekariyê zane, xwe bavêjine avê û herine berbi erdê. Lê ya din jî paşî wan banzdin avê, destê xwe bavêjine perçê texta, ku bikaribin xwe li ser avê bigirin”. Wana hema usa jî kir, û bi vê yekê weke 276 merî yê ku di gemiyêda bûn, xilaz bûn. Usa giliyêd milyaket hatin serî.
Navê vê giravê Malta bû. Li wir meriyêd gele qenc dijîtin. Ewana miqatî wan meriya bûn, yê ku ji firtonê xilaz bibûn. Paşwextiyê gava hewa baş vebibû, Pawlos keta gemiyê din û çû heta Romê.
Karêd Şandiya 27:1-44; 28:1-14.