Serhatî 110
Tîmotêyo Dibe Alîkarçiyê Pawlos
EV GEDÊ cahil yê ku kêleka Pawlos sekinî ye, Tîmotêyo ye. Tîmotêyo tevî malbata xwe di Lîstrada dimîne. Navê diya wî Eynikê ye, lê navê pîrika wî Loyîsê ye.
Îjar Pawlos îda cara sisiya hatibû Lîstrayê. Weke salek pêşda, cara pêşiyê Pawlos tevî Barnabas hatibû Lîstrayê, ew wedê rêwîtiya wî pêşin bû. Niha Pawlos dîsa hatê Lîstrayê, lê îda tevî hevalê xwe Sîlas.
Lê zanî îjar Pawlos çi gote Tîmotêyo? Ewî giliyê usa gotê: “Tîmotêyo, dixwazî tevî min û Sîlas bêyî. Tuyê alî me bikî wedê dannasînkirina meriyara di welatêd dûrda”.
Tîmotêyo cava xweda got: “Belê, ez dixwazim tevî we bêm”. Usa hine wede şûnda Tîmotêyo malbatê xwe hîşt û tevî Pawlos û Sîlas rê ket. Derheqa rêwîtiya wan emê hinekî paşê pêbihesin. Paşî wê yekê ça Pawlosra li ser riya Şamê Îsa hate xuyanê, weke 17 sal îda derbaz bibû, lema jî ka em pêşiyê kin pêbihesin nava wan sala çi serê Pawlos qewimîbû.
Tê bîra te ça Pawlos diçû Şamê ku şagirtêd Îsa bizêrîne? Lê niha ew xwexa şagirtê Îsa ye! Paşê vê yekê hine dijmin dixwestin Pawlos bikuştana, çimkî wana begem nedikir ku Pawlos derheqa Îsa dannasîn dike. Hîngê hine şagirta alî Pawlos kirin ku ew xwe xilaz ke. Wana Pawlos li sevetê dana rûniştandinê û ji dîwarêd şeherê wî peya kirine derê şeherê.
Paşî vê yekê Pawlos çûbû Entakyayê ku li wir dannasîn bike. Hema li wir şagirtêd Îsa cara pêşin navê xwe danîn Mesîhî. Paşî vê yekê Pawlos û Barnabas ji Entakyayê hatine şandinê rêwîtiyê, seva dannasînkirinê di welatêd dûrda. Usa derbekê ewana hatibûn Lîstrayê, kîderê jî Tîmotêyo dima.
Paşê, weke salek şûnda Pawlos wedê rêwîtiya xweye duda, dîsa hate Lîstrayê. Lê zanî çaxê Tîmotêyo tevî wan rê ketibû ewana çûne ku? Hela dîna xwe bide wî şikilî, bi raziya xerîteyê emê niha çend ji van şehera pêbihesin.
Pêşiyê ewana çûbûn şeherê nêzîk bi navê Qonya, û Entakyayê duda. Paşê ewana çûne şeherê Troya, Fîlîpya, Têsalonîkî û Beroya. Niha dîna xwe bide Atînayê, Pawlos li wir jî dannasîn dikir. Paşê ewana sal û nîv di Korintêda dannasîn dikirin. Xilaziya ewana hine wede di Efesîda man. Paşê ewana bi gemiyê derbazî Qeyseriyê bûn, û rê ketin heta Entakyayê. Li wir Pawlos hine wede dima.
Ahan hema usa Tîmotêyo sed-seda kîlomêtir tevî Pawlos derbaz dibû û “mizgîniya xêrê” dannasîn dikir, û hin jî civatêd nû vedikirin. Tu dixwazî çaxê mezin bî, mîna Tîmotêyo bi aminiyê û helaliyê Xwedêra qulix kî?
Karêd Şandiya 9:19-30; 11:19-26; serê 13 heta 17; 18:1-22.
[Xerîta]
(Sewa ku têkstê t’emam bibînî, binihêre neşirkirin)
Roma
Malta
Têsalonîkî
Beroya
Korint
Fîlîpya
Atîna
Kirêta
Troya
Efes
Mîletos
Kolosya
Entakya
Qonya
Lîstra
Entakya
Qubris
Şam
Qeyserî
Yafa
Orşelîm
BERA SIPÎ
(BERA NAVBERÊ)