KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 98 rûp. 228-rûp. 229 abz. 1
  • Mesîhîtî Nava Miletada Bela Dibe

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mesîhîtî Nava Miletada Bela Dibe
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • “Bi Şabûnê û Ruhê Pîrozva Tijî Bûn”
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
  • “Pawlos û Barnabas . . . Mêrkîmî ser Xudan Xeber Didan”
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
  • Tîmotêyo Dibe Alîkarçiyê Pawlos
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • “Qewîkirina Civata”
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
Hê Zêde Binihêre
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 98 rûp. 228-rûp. 229 abz. 1
Pawlos û Barnabas Kîprûsêda, derheqa migîniyê Sergiyo Pawlosra gilî dikin

DERSA 98

Mesîhîtî Nava Miletada Bela Dibe

Şagirta gura temiya Îsa kirin û mizgîniya xêrê ser temamiya dinê bela kirin. Sala 47 D. M., birayên ji Entakyayê Pawlos û Barnabas şandine rêwîtiyê, seva xizmetiyê. Ew herdu xizmetkarên xîret, nav temamiya Asya Biçûk rêwîtî kirin, şeherên usada ça Dêrbe, Lîstra û Qonyayêda.

Pawlos û Barnabas mizgînî hemûyara gilî dikirin, yên dewletîra, kesîbara, yên cahil û yên emirda mezinra . Gelek meriv rastiya derheqa Mesîh qebûl kirin. Carekê Pawlos û Barnabas derheqa rastiyê gilî dikirin serwêrê Kîprûsra, navê kîjanî Sergiyo Pawlos bû. Wî çaxî sêrbazekî destpêkir wana eciz ke, wekî wana bide kerkirinê. Pawlos gote wî sêrbazî: “Bira Yehowa te ceza ke”. Hema wê demê sêrbaz kor bû. Gava Sergiyo Pawlos ew yek dît, ewî destpêkir bawer ke.

Pawlos û Barnabas hemû ciya xizmet dikirin, mal bi mal, bazarada, rêva û usa jî kinîştada. Carekê şeherê Lîstrayêda wana mêrekî topal qenc kirin, hine meriva ew yek dîtin û fikirîn, wekî ewana xudan in û destpêkirin serê xwe ber wan daynin. Lê Pawlos û Barnabas wana didane sekinandinê û digotin: “Serê xwe ber Xwedê daynin! Em merivne mîna we ne”. Paşê hine mêrên Cihû hatin û cimet himberî Pawlos rakirin. Hingê cimetê pê kevira Pawlos xistin, ji şeher derxistin û wêderê hîştin, wekî ew bimire. Lê Pawlos sax ma! Bira derbêra hatine hewara wî û wî birine şeher. Hinek wext şûnda Pawlos vegeriya Entakyayê.

Sala 49 D. M., Pawlos rêwîtiya xizmetkirina xweye duda destpêkir. Ew vegeriya Asya Biçûk, wekî serîkî birên wêderê xe, û paşê ciyê dûr, dêmek Ewrûpayê, mizgînî bela kir. Ew çû Atînayê, Efesê, Fîlîpyayê, Têsalonîkê û gelek ciyên din. Sîlas, Lûqa û xortek, navê kîjanî Tîmotêyo bû, tevî wî çûne rêwîtiyê. Wana tevayî xizmet dikirin, wekî civatên nû saz kin û alî wan bikin, seva ku ewana ruhanîda qewî bin. Pawlos sal nîvekê şeherê Korintêda ma û birayê wêderê ruhanîda qewî dikir. Ewî xizmet dikir û gelek civatara neme dinivîsî. Ew usa jî dixebitî, ewî çadir didirûtin. Paşê Pawlos vegeriya Entakyayê.

Pawlos bazarêda xizmet dike

Wede şûnda, sala 52 D. M., Pawlos rêwîtiya xizmetkirina xweye sisiya Asya Biçûkda destpêkir. Ew çû Fîlîpya bakurê û paşê çû şeherê Korintî. Pawlos çend sala Efesêda derbaz kir û wêderê meriv hîn dikir, wana qenc dikir û alîkarî dida civatê. Usa jî ew her roj, avayê mektebekêda pê gotara derdiket. Geleka guh didane wî û emirê xwe diguhastin. Axiriyê, gava Pawlos gelek şeherada xizmet kir, ew çû Orşelîmê.

“Niha herin hemû mileta hîn kin” (Metta 28:19).

Pirs: Tu dikarî dîna xwe bidî rêwîtiya Pawlos ser xerîtê, ya ku biroşûra “Rêberî bona Hînbûna Kitêba Pîroz”, para 17-da heye? (sgd).

(Karên Şandiya 13:1–23:35).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin