Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Destpêdikin Hînkirina Kitêba Pîroze ber Derî, bi Broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”
Ev Yek Çira Ferz e: Seva ku meriya bikine şagirt, em gerekê bibine dersdarêd Xebera Xwedê (Met. 28:19, 20). Her kes ji me dikare bi xîret rastiyê hîn ke, hergê bide xebatê hecatêd ku mera hatine dayînê. Broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”, hatiye hazirkirinê seva ku alî me bike meriya rastiyê hîn kin. Lema jî em dikarin evê broşûrê bidine xebatê wedê serlêdana xweye pêşin, seva ku tevî xweyê malê destpêkin hînkirina Kitêba Pîroze ber derî.
Evê Yekê vê Mehêda Bide Xebatê:
Dua bike ku xwestina te hebe tevî kesekî hînkirinê derbaz kî. Usa jî lavaya Yahowa bike ku alî te bike destpêkî hînkirina Kitêba Pîroz, û bibî dersdarê xîret (Fîlî. 2:13).
Wedê qulixkirina tevî malbetê yan jî wedê hînbûna şexsî, çend deqe veqetîne seva ku pêşanînê bi ezberî hîn bî. Usa tuyê bikaribî bi bawerî xeberdî û destpêkî hînkirina Kitêba Pîroze ber derî.