Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
4-10 TÎRMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 18-19
“Barzîllay Milûktiyêda Mesele ye”
w07 15/7 14 ¶5
Barzîllay Fem Dikir ku Qewata Wî Sînorkirî ye
Bêşik, Dawid gelek qîmet dikir alîkariya Barzîllay û dixwest wî xelat ke bona qenciya wî. Lê Dawid nedixwest pê tiştên matêrîalî wî xelat ke, çimkî Barzîllay dewletî bû û hewcê vê yekê nîbû. Ewî dixwest wî merivê emirda mezin bive qesira xwe, çimkî xeyset-hunurên wî, pir baş bûn. Bona Barzîllay qedirekî mezin bû, wekî qesirêda bima û tevî padşê hevaltî bikira.
w07 15/7 14 ¶7
Barzîllay Fem Dikir ku Qewata Wî Sînorkirî ye
Meniya pêşin ku çima Barzîllay nexwest tevî padşê here qesirê, ew bû, wekî ew îda emirda mezin bû û qewata wî sînorkirî bû. Xêncî wê yekê, ewî texmîn dikir ku wê dirêj nejî (Zebûr 90:10). Ewî her tişt kiribû, ku piştgiriya Dawid bike, lê fem dikir, wekî ji bo emirê xweyî mezin îda gelek tişt nikare bike. Barzîllay nehîşt wekî fikirên derheqa nav-dengiyê û qulixa bilind, nihêrandina wîye ser qewata wî xirab kin. Barzîllay yekî bîlan û milûk bû, ne mîna Abşalomê xwehiz (Metelok 11:2).
w07 15/7 15 ¶1-2
Barzîllay Fem Dikir ku Qewata Wî Sînorkirî ye
Serhatiya derheqa Barzîllay dide kifşê, ku çiqas ferz e serwaxt bin. Alîkîva em gerekê cabdariyên ku xizmetêda mera têne dayînê, înkar nekin seva wê yekê ku rihet bijîn yan jî bifikirin ku emê nikaribin wan cabdariya bînin sêrî. Hergê em îtbariya xwe Xwedê bînin, qewatê û bîlaniyê ji wî bixwazin, bêşik ewê alî me bike (Fîlîpî 4:13; Aqûb 4:17; 1 Petrûs 4:11).
Lê aliyê dinva em gerekê fem bikin, wekî qewata me sînorkirî ye. Besa xeberê, Mesîhîk bi xîret gelek şixulê ruhanî dike. Ew fem dike ku cabdariyên zêde dikarin nehêlin, wekî ew cabdariyên xweye din, mesele xemkirina bona malbetê, çi ku Kitêba Pîroz dewa dike, rind bînine sêrî. Çaxê derecên usada meriv cabdariyên zêde qebûl nake, bi wê yekê milûktî û serwaxtiya wî tê kifşê (Fîlîpî 4:5; 1 Tîmotêyo 5:8).
Xizna Kitêba Pîroz
Kîjan Lecêda Em Direvin?
19 Hergê sihet-qewata we xirab e û hûn nikarin haqas bona Yehowa bikin çiqas dixwazin, û difikirin ku tu kes we fem nake, serhatiya Mefîboşet dikare dilbîniyê bide we (2 Sam. 4:4). Bidine ber çevê xwe, derdê wî besî wî nîbû ku ew seqet bû, serda jî Dawid Padşa neheqî wî kir. Mefîboşet neheq nîbû vê yekêda çi ku hate serê wî. Lê ewî îzin neda, wekî ev çetinayî wî bikin zulm. Ew emirê xweda razî bû bona tiştên qenc, û qenciya ku Dawid berê hindava wîda kiribû, ewî dişêkirand (2 Sam. 9:6-10). Çaxê Dawid hindava wîda neheqî kir, ewî her tişt hilda hesab. Lema ew ji bo şaşiya Dawid hêrs neket. Û ewî ne jî Yehowa neheq dikir, ku çira Dawid usa serê wî kir. Mefîboşet dikete heyra padşa, dêmek bijartiyê Yehowa, û difikirî ku ça ew dikare alî wî bike (2 Sam. 16:1-4; 19:24-30). Yehowa rêberî kir, wekî serhatiya Mefîboşet bona kara me Xebera Wîda bê nivîsarê (Rom. 15:4).
(2 Samûyêl 19:24-30, ÎM) Neviyê Şawûl Mefîboşêt jî çû ku pêşwaziya padşa bike. Ji roja ku padşa çû û heta bi xêr û silamet vegeriya, lingê xwe, cilên xwe neşûştibû, rihê xwe nequsandibû. 25 Dema ji bo padşa pêşwazî bike ji Orşelîmê hatibû, padşa usa pirsî: “Mefîboşêt, tu çima bi minra nehatî?” 26 Mefîboşêt got: “Ya xweyê min padşa! Xulamê te, ji ber ku kulek bû min ji Sîvayê xulamê xwera got: ‘Kerê palan bike ku ez lê siwar bibim û bi padşara herim’ lê wî ez xapandim. 27 Herwiha li ber xweyê min padşa, çevreşî avêt xulamê te. Lê tu ya xweyê min padşa, tu mîna milyaketekî Xwedê yî. Ya ku di çevên teda rast e bike. 28 Ji ber ku hemû kesên malbata kalê min mirinê heq kirine, te li ser sifreya xwe cihekî taybet da xulamê xwe. Ji vê bêtir ma heqê min ku tiştekî ji te daxwaz bikim heye padşayê min?” 29 Padşa got: “Ne lazim e derbarê karê xweda tu zêdetir biaxivî. Min biryara xwe da ku tu û Sîva erdê xwe li hev parve bikin.” 30 Mefîboşêt got: “Madem xweyê min padşa, bi xêr û silamet vegeriya qesra xwe, bila tevahiya erd ji Sîvara be.”
(Metta 21:31-46) Niha ji van her du kura kîjanî gura bavê xwe kir?” Wana gote wî: “Yê mezin”. Îsa jî gote wan: “Ez rast wera dibêjim, ku xercgir û çevder wê berî we bikevine Padşatiya Xwedê. 32 Çimkî Yûhenna hat ku riya rastiyê nîşanî we ke, we baweriya xwe wî neanî, lê xercgir û çevdera baweriya xwe wî anîn. We ev tişt dît jî, lê dîsa hûn li xwe mukur nehatin, ku we baweriya xwe wî baniya. 33 Meseleke din jî bibihên. Merivekî xweyîmilk hebû, rezê tiriya danî, dora wê sûr kir hewzekî tirîhincirandinê têna kola, hêlaneke nobedara çêkir û ew bi kirê da rezvana, çû welatekî din. 34 Gava wextê berdayînê nêzîk bû, ewî xulamên xwe şandine cem rezvana, wekî ji berê rezê wî jêra bînin. 35 Rezvana xulamên wî girtin, yek kutan, yê din kuştin û yekî din jî dane ber kevira. 36 Ewî xulamne din şandin, ji yên pêşin gelektir û wana usa jî anîne serê wan. 37 Axiriyê, kurê xwe şande cem wan û got: ‘Hilbet wê ji kurê min şerm bikin’. 38 Lê çaxê rezvan çev kurê wî ketin, hevra gotin: ‘Ev e warê wî. Werin em vî bikujin û bibine xweyê mîrata wî’. 39 Û ew girtin ji rez derxistine der û kuştin. 40 Lê gava xweyê rez bê, wê çi serê wan rezvana bike?” 41 Gotine wî: “Wê qira wan neheqa bîne û rez bide rezvanên usa, yên ku wê wextda berê rezê wî bidinê”. 42 Îsa gote wan: “We nivîsarêda qet nexwendiye? ‘Ew kevirê ku hosta texsîr kir, ew bû serê enîşkê. Ev yek ji aliyê Xudanda qewimî û li ber çevê me heyr-hujmekar e!’ 43 Bona vê yekê ez wera dibêjim, ku Padşatiya Xwedê wê ji we bê standinê û miletekî usara bê dayînê, wekî bona wî ber bîne. 44 Kî ku bikeve ser vî kevirî, wê hûrdexweşî be û ew kevir bikeve ser kê, wê wî bihincirîne”. 45 Gava serekên kahîna û fêrisiya meselên wî bihîstin, fem kirin ku ew bona wan dibêje. 46 Kirin ku wî bigirin, lê ji elaletê tirsiyan, çimkî ew weke pêxemberekî qebûl dikirin.
11-17 TÎRMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 20-21
“Yehowa Xwedayê Heqiyê ye”
it-1 932 ¶1
Gîbeon
Rast e Şawûl dixwest Gîbeoniya kuta ke, lê ewana bi qirna ça milet dîsa hebûn. Gîbeonî bi sebir hîviyê bûn, heta ku Yehowa evê neheqiyê eşkere ke. Û Xwedê usa kir, wekî wedê serwêrtiya Dawid, xelayî-celayî destpêbû û sê sala kişand. Dawid derheqa vê yekê ji Yehowa pirsî û pêhesiya, ku menî xûnrêtin bû. Paşê ewî gazî Gîbeoniya kir, seva ku pêbihese çi bike, wekî gune bê afûkirinê. Gîbeoniya gotin, wekî ewana “ne zêr ne jî zîv dixwazin”. Ewana rast bûn, çimkî li gora Qanûnê dewsa emirê mêrkuj gerekê heq nestandana (Jm. 35:30, 31). Wana usa jî fem dikir, wekî bêy îzina qanûnî gerekê meriva nekujin. Lê çaxê Dawid pirsî ku xwestina wana çi ye, ewana gotin wekî “heft kurên” Şawûl bidine destê wan. Şawûl û usa jî temamiya malbeta wî xûnrêtinêda neheq bûn. Rast e ev yek li gora xwestina Şawûl bû, lê “kurên” wî jî vê xûnrêtinêda neheq bûn (2 Sm. 21:1-9). Em divînin, wekî meniya ku ewana hatine kuştinê, gunê bavê wan nîbû (Qn.Dc. 24:16). Cezakirina wan bi heqî bû û li gora qanûnê bû, kîderê ku tê gotinê: “Emir ji ber emirva” (Qn.Dc. 19:21).
Xizna Kitêba Pîroz
w13 15/1 31 ¶14
Rûspî “Dixebitin bona Şabûna We”
14 Nava temamiya dinyayêda em ça cimeta Yehowa xizmet dikin hela hê nava peyketinada jî, kîjan ku Mîrê-cina û peyçûyên wî pêşda tînin. Hinek ji me rastî çetinayên gelek mezin hatine, lê bi saya wê yekê ku me bi temamî îtbariya xwe Yehowa aniye, me ev çetinayên xweye mezin ku mîna “Golyat” bûn, alt kiriye. Lê carna ew dinya usa ser me hukum dibe, ku em dilteng dibin û qidûm dikevin. Çaxê em sist dibin, dibeke nikaribin wan çetinayada jî teyax kin, kîjanada meyê bikaribûya teyax kira. Derecên usada, çawa ku gelek qewimandin îzbat dikin, piştgiriya ji rûspiya ku wededa didine kifşê, dikare alîkariyê bide me, wekî dîsa şabûn û qewatê bistînin. Xûşka meye pêşeng ku weke 65 salî ye, tîne bîra xwe: “Hine wede pêşda min xwe xirab texmîn dikir û ji xizmetiyê gelek diwestiyam. Rûspîkî texmîn kir ku ez bêtaqet im û nêzîkî min bû. Xeberdana me gelek baş derbaz bû û me pareke ji Kitêba Pîroz şêwir kir. Min şîretên wî qebûl kir û evê yekê alî min kir”. Ev xûşk berdewam dike: “Ez gelek razî me seva vê yekê, ku ewî birayî texmîn kir ku ez çi halîda me, û alî min kir. Dilê me çiqas rihet e çaxê em zanin, wekî hene rûspî, kîjan ku dîna xwe didine me, bona me xem dikin û mîna Abîşe hazir in bêne hewara me”.
(2 Samûyêl 21:15-17, ÎM) Di navbera Îsraîlî û Filîstiyanda ji nûva şer derket. Dawid û zilamên wî çûn li dijî Filîstiya şer kirin. Di wê navberêda Dawid ji hal ket. 16 Yişbî-Benovê Filîstî yê ji kurên Refayiya xweyê rimeke tûncîn bû ku giraniya serê wî nêzîkî sê sed şekelî bû. Wî şûrekî nû girê dabû û dixwest Dawid bikuje. 17 Lê Avîşayê kurê Serûyayê xwe gîhande hewara Dawid. Êrîş kir û ew kuşt. Ji wir û pêda zilamên Dawid sond xwarin û jêra gotin: “Ji bo ku qendîla Îsraîlê netefe, tu carekî din bi mera neyê şer”.
(Metta 22:1-14) Dîsa Îsa bi mesela wanara xeber da û got: 2 “Padşatiya Ezmana mîna vê yekê ye: Padşakî dewata kurê xwe kir. 3 Ewî xulamên xwe şandin ku gazî xwendiyên dewatê kin, lê wana nexwestin bên. 4 Xulamne din şandin û got: ‘Xwendiyara bêjin: Min canega û heywanên xweye dermalîkirî serjêkirine û nanê xwe hazir kiriye, her tişt hazir e. Werine dewatê!’ 5 Lê wana pişt guhê xweva avît, yek çû erdê xwe û yê din tucaretiya xwe. 6 Yên mayîn jî xulamên wî girtin, kutan û kuştin. 7 Çaxê padşê bihîst, hêrs ket, ordiya xwe şand qira ewên ku xulam kuştin anî û bajarê wan şewitand. 8 Hingê gote xulamên xwe: ‘Dewat hazir e, lê xwendî ne hêja bûn. 9 Rabin herine serê riya û hûn kê ku bibînin, teglîfî dewatê kin’. 10 Û ew xulam derketine serê riya, kî ku dîtin, qenc û xirab, tev civandin û mala dewatê bi xwendiyava tijî bû. 11 Lê gava padşa çû hindur ku xwendiya bibîne, merivek li wir dît ku kincê dewatê lê tunebû 12 û gote wî: ‘Heval! Tu çawa bê kincê dewatê ketî vir?’ Ewî deng nekir. 13 Wê gavê padşê berdestiyara got: ‘Dest û piyê wî girêdin, bigirin bavêjine teriya derva. Li wir wê bibe qîrîn û çirke-çirka dirana’. 14 Awa gazîkirî gelek in, lê bijartî hindik in”.
18-24 TÎRMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 22
“Îtbariya Xwe Yehowa Bîne”
cl 19 ¶11
Tu bi Rastî Dikarî “Nêzîkî Xwedê” bî?
11 Bes nîne tenê derheqa vê yekê bixûnî ku qewata Xwedê zor e (Îşaya 40:26). Lê çaxê dixûnî ku Ewî qewata xwe ça daye xebatê, eva tiştekî din e. Mesele, qewata wî vê yekêda eyan bû, çaxê ewî cimeta xwe Bera Sorra derbaz kir û 40 sala beriyêda miqatî wan dibû. Wedê xwendinê tu didî ber çevê xwe, ku ça ber bû du para. Tu divînî ku ça berêda av mîna du dîwara disekine, rê vedibe û cimet vê riya zihara derbaz dibe (Derketin 14:21; 15:8). Tu divînî ku ça Xwedê beriyêda hizkirina xwe hindava cimetê dide kifşê. Mesele ji zinar av dikişe, ser erdê xwarineke mîna toximên sipî wanra tê dayînê (Derketin 16:31; Jimar 20:11). Yehowa pê wan mesela da kifşê, wekî ne ku tenê qewata Wî heye, lê usa jî Ew qewata xwe bona kara cimeta xwe dide xebatê. De bide hişê xwe, dilbînîke çiqas mezin e, çaxê zanî ku Xwedêyê usa Himzor duayê me dibihê, yê ku “sitargeh û qewata me ye, komekdarê meyî tengasîyada herî nêzîk e” (Zebûr 46:1).
w10 1/6 26 ¶4-6
“Tu ji yê Dilsozra Dilsoz î”
Were em hûr bi hûr giliyê Dawid şirovekin. Gilî-gotinên Îbranî, kîjan ku hatiye welgerandinê ça “dilsozra dilsoz î” usa jî dikare bê welgerandinê ça “qencara bi hizkirinê yî”. Dilsoziya rast ser hîmê hizkirinê ye. Yehowa hizkirina xwe hindava wan merivada dide kifşê, yên ku wîra dilsoz in, dêmek amin in.
Dîna xwe bidinê wekî dilsozî, ne tenê hest e, lê usa jî xeyset e ku bi şixul tê îzbatkirinê. Yehowa aminiya xwe bi kirên xwe eyan dike. Dawid jî vê yekêda îzbat bû. Wedê lapî çetinda Yehowa bona halxweşiya Dawid xem dikir. Yehowa bi aminî ew diparast û rêberî dida wî. Dawid gelek ji Yehowa razî bû, çimkî Ewî Dawid ji “hemû dijminên wî” xilaz kir (2 Samûyêl 22:1, ÎM).
Giliyê Dawid çi têne hesabê? Yehowa nayê guhastinê (Aqûb 1:17). Ew prînsîp û sozên xwera amin dimîne. Dawid zebûrekêda nivîsî, wekî Yehowa “pişt nade aminên Xwe” (Zebûr 37:28).
Xizna Kitêba Pîroz
w12 15/11 17 ¶7
Ruhê Milûktiyê Nav Xweda Pêşda Bîne
7 Milûktiya Xwedê gelek hukum bû ser Dawidê zebûrbêj. Ewî Yehowara distira: “Tu mertalê rizgariyê didî min, alîkariya te min bilind dike” (2 Sam. 22:36, ÎM). Dawid fem dikir, wekî ji bo milûktiya Yehowa, ew Îsraêlêda yekî xweyîrûmet e. Dêmek, milûktiya Xwedê wê yekêda bû, ku ewî xwe qûz dikir, seva ku dîna xwe bide Dawid (Zeb. 113:5-7). Dereca meda jî usa ne, rast nîne? Me hemû tişt ji Xwedê standiye, mesele xeyset-hunur, fereset û cabdarî (1 Korn. 4:7). Kî xwe “herî biçûk” hesab dike, ew yê “herî mezin” tê hesabê, çimkî ew ber çevê Yehowa diha qîmet dibe (Lûqa 9:48). Werên em bifikirin, ku çira usa dibe.
(2 Samûyêl 22:36, ÎM) Tu mertalê rizgariyê didî min, alîkariya te min bilind dike.
(Metta 22:15-30) Hingê fêrisî çûn şêwirîn, ku wî çawa bi xebera bigirin. 16 Wana şagirtên xwe tevî piştgirên Hêrodes şandine cem wî û gotinê: “Dersdar! Em zanin ku tu yekî rast î û riya Xwedê rast hîn dikî. Minetê ji kesî nagirî, çimkî nav merivada firqiyê danaynî. 17 Niha bêje me, tu çawa texmîn dikî? Gelo rast e ku em xerc bidine Qeyser yan na?” 18 Îsa qelpiya wan zanibû û got: “Çima hûn min dicêribînin, durûno? 19 Perê xercdayînê nîşanî min kin”. Û wana zîvek wîra anî. 20 Îsa ji wan pirsî: “Ev nivîsar û sifet yên kê ne?” 21 Wana got: “Yên Qeyser in”. Hingê gote wan: “Awa çi ku yên Qeyser in bidine Qeyser û çi yên Xwedê ne bidine Xwedê”. 22 Gava wan bihîst zendegirtî man, ew hiştin û çûn. 23 Wê rojê hineke ji sadûqiyên ku digotin mirî ranabin, hatine cem Îsa jê pirsîn 24 û gotinê: “Dersdar! Mûsa got: ‘Heger yek bêzuret bimire, bira birê wî jina wî bistîne û warê birê xwe şîn ke’. 25 Awa heft bira li cem me hebûn. Birê mezin zewicî, bêzuret mir, jina wî birê wîra ma. 26 Usa jî hate serê birê duda û yê sisiya, xulese hate serê her hefta jî. 27 Li pey hemûyara ew jina jî mir. 28 De îjar wê Roja Rabûna miriya ew kulfetê bibe jina kîjanî ji wan her hefta? Çimkî hemûya jî ew standibû”. 29 Îsa li wan vegerand û got: “Hûn xalifî ne, çimkî ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê. 30 Roja Rabûna miriya ne wê bizewicin, ne jî mêr kin, lê ewê mîna milyaketên ezmên bin.
25-31 TÎRMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 23-24
“Gelo Hediyên Te Têne Hesabê Qurban?”
it-1 146
Arawna
Ça ji giliyê Arawna tê kifşê, ewî dixwest erd, ga û darên xwe bona qurbankirinê pêşkêş ke. Lê Dawid nexwest wan tişta bê heq hilde. Li gora 2 Samûyêl 24:24, Dawid erd û gayên wî bi 50 şekel zîvî kirî (110 dolar). Lê 1 Dîrok 21:25-da tê gotinê, wekî Dawid 600 şekel zêr da (weke 77 000 dolar) bona wî erdî. 2 Samûyêlda tê gilîkirinê tenê derheqa kirîna ciyê bona gorîgehê û wan tişta, çi ku lazim bûn bona qurbankirinê. Usa tê kifşê, ku tenê bona wan tişta Dawid haqas heq da. Lê ji 1 Dîrok tê gotinê, wekî ev heq bona avakirina paristgehê bû, ku gerekê paşê destpêbûya (1 Dîr. 22:1-6; 2 Dîr. 3:1). Temamiya têrîtoriya paristgehê gelek mezin bû, lema jî diqewime 600 şekel zêr heqê wî erdî bû, ne ku heqê erdê biçûk, ser kîjanî ku Dawid gorîgeh ava kir.
w12 15/1 18 ¶8
Em Çi Hîn Dibin ji Hîmê Rastiyê?
8 Îsraêliyê ku bi rezedilî qurban dianî, seva ku razîbûna xwe Yehowara eyan ke, û qebûlkirina wî bistîne, wîra çetin nîbû heywaneke layîq bîne, çimkî ewî bi dil û can ev yek dikir. Îro Mesîhî qurbanên usa naynin, yên ku li gora Qanûna Mûsa dihate dewakirinê. Lê ewana wede, qewat û tiştên xweye matêrîalî xerc dikin, seva ku Yehowara xizmet kin. Pawlosê şandî belakirina mizgîniyê derheqa hêviya Mesîhiya, kirên qenc û merdanî beramberî wan qurbana kir, yên ku Xwedê xweş tên (Îbr. 13:15, 16). Ev yek ku Mesîhî qurbanên usa dikin, dide kifşê wekî ewana çiqas ji Xwedê razî ne û qîmet dikin wan hemû tişta, çi ku Ewî daye wan. Dêmek em dikarin nihêrandin û nêta merivên ku îro Yehowara xizmet dikin, beramberî nihêrandin û nêta xizmetkarên berê bikin, kîjana ku bi rezedilî qurban dianîn.
Xizna Kitêba Pîroz
w05 15/5 19 ¶6
Fikirên Sereke ji Kitêba 2 Samûyêl
23:15-17: Dawid qanûna Xwedêye derheqa jîyînê û xûnê qîmet dikir, lema jî ewî xwe dûr digirt ji kirên usa, kîjan ku ev qanûn diteribandin. Em jî gerekê hindava qanûnên Xwedê nihêrandina vî cûreyî nav xweda pêşda bînin.
(2 Samûyêl 23:15-17, ÎM) Dawid bi hêvî got: “Xwezî yekî ji bîra li ber dergehê Bêtlehmê av ji minra bianiya.” 16 Ev her sê, ji nava artêşgeha Filîstiyan derbas bûn û ji bîra li ber dergehê Bêtlehmê av kişandin û ji Dawidra anîn. Lê Dawid nexwest vexwe. Wî av rijand û pêşkêşî Xudan kir 17 û got: “Ya Xudan kirina vê bila ji min dûr be. Ma ez xwîna van her sê kesên ku canê xwe avêtine xeterê û ji minra av anîne vexwim?” Ji ber vê yekê nexwest avê vexwe. Mêrxasiya van her sê leşkerên leheng, bi wî awayî bû.
(Metta 22:31-46) Lê derheqa rabûna miriyada, çima we ew xebera ku Xwedê wera gotibû nexwendiye? 32 ‘Ez Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im’. Xwedê ne Xwedêyê miriya ye, lê Xwedêyê zêndiya ye”. 33 Gava elaletê ev tişt bihîstin, ser hînkirina wî zendegirtî man. 34 Lê gava fêrisiya bihîst ku Îsa sadûqî dengbirî kirin, hemû li cîkî civiyan. 35 Hingê ji wan qanûnzana yekî pirs da Îsa ku wî bicêribîne û gotê: 36 “Dersdar. Qanûnêda kîjan e temiya here mezin?” 37 Îsa gote wî: “‘Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe’. 38 Ev e temiya pêşin û here mezin. 39 Û ya duda jî mîna vê ye: ‘Hevalê xwe weke xwe hiz bike’. 40 Ji van her du temiyava hemû nivîsarên pêxembera û Qanûnê girêdayî ne”. 41 Gava fêrisî civiyan, Îsa ji wan pirsî 42 û got: “Hûn bona Mesîh çi difikirin, texmîna we ew kurê kê ye?” Jêra gotin: “Kurê Dawid e”. 43 Îsa gote wan: “Lê çawa Dawid wî pê Ruh Xudanê xwe hesab dike? Çimkî wî got: 44 ‘Xudan gote Xudanê min: Li milê minî rastê rûnê, heta ku ez dijminên te bikime binê piyên te’. 45 Heger Dawid wî ‘Xudan’ hesab dike, ew çawa dibe kurê wî?” 46 Û kesekî nikaribû caba wî bida û li pey wê rojêra kesekî newêribû pirsek jê bikira.
1-7 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 PADŞATÎ 1-2
“Tu ji Şaşiyên Xwe Dersê Hildidî?”
it-2 987 ¶4
Silêman
Ji Gîhonê kîjan ku nêzîkî vî cîyî bû, kîderê ku Adoniya tevî merivên xwe bû, dengê miqamê dihat û dengê cimetê, ku digotin: “Her bijî Silêmanê Padşa!” Çaxê Adoniya û merivên wî dengê wana bihîstin, tirsa reviyan. Silêman da kifşê, ku serwêrtiya wî wê bi edilayî be. Çaxê ew ser text rûnişt, ewî serwêrtiya xwe bona heyfhildanê neda xebatê. Lê hergê Adoniya dewsa Silêman bûya, dibeke ewê Silêman bikuşta. Adoniya reviya pîrozgehê, çimkî ditirsiya ku wî bikujin, lema jî Silêman meriv şandine wêderê û wana Adoniya anîn bal wî. Silêman soz da wî, ku hergê eyan be wekî mixenetî nav wîda tune ye, wê bihêle ku ew vegere mala xwe (1 Pd. 1:41-53).
it-1 49
Adoniya
Paşî mirina Dawid, Adoniya ji Bat-Şebayê hîvî kir, wekî ew Silêmanra bêje, ku Avîşagaya cahil jintî bide wî, kîjanê ku pey Dawid dinihêrî û wîra mîna jin bû. Adoniya gotibû ku serwêrtî gerekê derbazî wî bûya û temamiya Îsraêlê ser wî dinihêrîn ça ser kesê ku wê bibe padşa. Bi vê yekê dihate kifşê, ku ewî hesab dikir wekî îzina wîye ku bibe padşa, ji wî hate standin, lê pê giliya dianî ser xwe, wekî ew yek pê xwestina Xwedê bû (1 Pd. 2:13-21). Ji hîvîkirina wî dibeke usa dihate kifşê, wekî ewî dixwest dewsa îzina xweye ku serwêrtiyê bike, tiştekî bistîne. Lê ji vê yekê eşkere dihate kifşê, wekî Adoniya dîsa mîna berê xwehiz bû. Li gora qanûna Rohilatêye berê, jin û cariyên padşê dikaribûn tenê wî merivîra biketana, kîjan ku dewsa wî dibû padşa (Beramber ke 2 Sm. 3:7; 16:21). Lema jî Silêman hîvîkirina Adoniya ji Bat-Şebayê, hesab kir ku ew dewa dike wekî bibe padşa. Ji bo vê yekê Silêman emir kir, dêmek got, wekî Adoniya bikujin û Benaya derbêra gotina wî anî sêrî (1 Pd. 2:22-25).
Xizna Kitêba Pîroz
w05 1/7 30 ¶1
Fikirên Sereke ji Kitêba 1 Padşatî
2:37, 41-46: Çiqas xof e ku em tiştekîda guhdar nîbin û bifikirin ku emê bê ceza bimînin! Ewên ku bi hemdê xwe ji riya teng “ku dibe berbi jiyînê” derdikevin, wê ji bo safîkirina xweye ne bi aqilayî, axiriya xirab qazanc kin (Metta 7:14).
(1 Padşatî 2:37, ÎM) Roja tu derketî û te Newala Qîdronê derbas kir, bizanibe ku tê eseyî bimirî. Wê xwîna te bikeve stûyê te.”
(1 Padşatî 2:41-46, ÎM) Gava ji Silêmanra gotin ku Şîmî ji Orşelîmê çûye Gatê û vegeriyaye, 42 Padşa şand pey Şîmî û got: “Ma min li ser navê Xudan, bi te sond neda xwarin? Ma min ji tera negotibû û li te şîret nekiribû ku roja derkevî û virde wêda herî, bizanibe ku tê eseyî bimirî? Te jî ji minra gotibû: ‘Baş e, ezê bi ya te bikim.’ 43 Madem usa ye, te çima sonda xwe ya ku te bi navê Xudan xwar û emrê min pêk neanî?” 44 Padşa ji Şîmîra got: “Bêguman tu hemû xerabiyên ku te li bavê min Dawid kirin ji dil dizanî. Ji ber xerabiyên te, wê Xudan xerabiya te bîne serê te. 45 Lê wê Silêmanê Padşa pîroz be û textê Dawid li ber Xudan heta hetayê xurt bimîne.” 46 Padşa emir da Benayayê kurê Yehoyada. Ew jî rabû çû û Şîmî kuşt. Padşatî di destê Silêmanda xurt bû.
(Metta 23:1-15) Hingê Îsa elalet û şagirtên xwera xeber da û got: 2 “Qanûnzan û fêrisî li ser kursiya Mûsa rûniştine. 3 Îdî ewana çi wera bêjin xwey kin û biqedînin, lê mîna wan nekin, çimkî ewana dibêjin, lê nakin. 4 Barên giran û zemet girêdidin, datînine ser milên meriva, lê ew xwexa naxwazin tiliya xwe jî bidinê. 5 Ew her tiştî dikin, ku ber meriva bêne kifşê. Kîsikên mezin li mil û eniyên xweva girêdidin û rîşiyên kincên xwe dirêj dikin. 6 Şayiyada herema jorin hiz dikin, kinîştada jî kursiyên pêşin, 7 bazarada silavê bidine wan û meriv jî wanra ‘mamosta’ bêjin. 8 Lê bira wera nebêjin: ‘Mamosta’, çimkî dersdarê we yek e û hûn hemû jî bira ne. 9 Li ser dinê hûn tu kesîra nebêjin: ‘Bavo’, çimkî Bavê we yek e, ku ezmana ye. 10 Ne jî wera bêjin: ‘Rêber’, çimkî Rêberê we yek e, ew Mesîh e. 11 Bira nava weda yê herî mezin bibe berdestiyê we. 12 Kî ku xwe bilind ke, ewê nimiz be, lê kî ku xwe nimiz ke, ewê bilind be. 13 Lê wey li we qanûnzan û fêrisiya! Durûno! Hûn derê Padşatiya Ezmana li ber meriva dadidin. Ne hûn dikevinê û ne jî dihêlin ewên ku dixwazin bikevinê. 14 Wey li we qanûnzan û fêrisiya! Durûno! Alîkîva hûn malên jinebiya hûfî xwe dikin, aliyê dinva jî bi durûtî duayê xwe dirêj dikin. Bona vê yekê dîwana we wê hê giran be. 15 Wey li we qanûnzan û fêrisiya! Durûno! Hûn ber û bejê li hev didin, ku yekî nebawer bînin ser riya xwe. Gava meremê we dibe, hûn ewî ji xwe du cara zêdetir dikine para cenimê
8-14 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 PADŞATÎ 3-4
“Qîmetê Bîlaniyê”
w11 15/12 8 ¶4-6
Ew bona Te Mesela Baş e Yan Ders e?
4 Destpêka serwêrtiya Silêmanda, Xwedê wîra xuya bû û jê pirsî ku ew çi dixwaze bistîne. Silêman texmîn dikir, ku ew haqas cêribandî nîne, lema jî ewî bîlanî ji Xwedê xwest (Bixûne 1 Padşatî 3:5-9). Dilê Xwedê xweş hat, wekî Silêman hebûk û navdarî nexwest, lê bîlanî xwest, lema jî Xwedê him bîlanî him jî hebûk da wî (1 Pd. 3:10-14). Çawa ku Îsa got, bîlaniya Silêman usa eyan bû, ku hela hê jin-padşaya Şebayê jî derheqa wî bihîst û riya dirêj çû, wekî xwexa vê yekêda îzbat be (1 Pd. 10:1, 4-9).
5 Em hîviyê nînin wekî bi keremetî bîlaniyê bistînin. Silêman got, wekî Yehowa “serwaxtîyê dide”, lê ewî usa jî got wekî tuyê bikaribî bîlaniyê qazanc kî hergê “guh bidî serwaxtîyê û dilê xwe li ber bîlantîyê vekî”. Dêmek em gerekê qewatê bidine xebatê, seva ku vî hunurî qazanc kin. Xêncî vê yekê, Silêman gilî-gotinên usa dida xebatê, ça mesele “gazî aqil kî”, “bigerî” û “peykevî” (Metlk. 2:1-6). Ça tê kifşê em dikarin bîlaniyê qazanc kin.
6 Wê baş be em pirsê bidine xwe: “Gelo ez mîna Silêman bîlaniya Xwedê qîmet dikim?” Ji bo çetinayên êkonomîkî gelek meriv mecbûr bûne diha zêde dîna xwe bidine xebatê û tiştên matêrîalî. Usa jî gelek meriv hêlan bûne hiş aqilê xwe bidin ser vê yekê, ku kîjan xwendina bilind bistînin û çend heva. Lê tu çi dikarî bêjî derheqa xwe û malbeta xwe? Gelo safîkirinên te didine kifşê, wekî tu bîlaniya Xwedê qîmet dikî û dixwazî vê bîlaniyê qazanc kî? Seva ku diha zêde vê bîlaniyê qazanc kî, gelo ne lazim e hine nêt-meremên xwe biguhêzî? Hergê tu bîlaniya Xwedê qazanc kî û li gora vê bîlaniyê bijîyî, tuyê karê bistînî him niha him jî heta-hetayê. Silêman nivîsî: “Hingê tê rastîyê, qirarê, heqîyê, fem bikî û serda jî her şiverîyên qenc” (Metlk. 2:9).
Xizna Kitêba Pîroz
w98 1/2 11 ¶15
Yehowa Xwedayê Peymana ye
15 Çaxê zureta Birahîm Qanûn stand û bû cimeta Yehowa, Ewî li gora sozê xwe ku dabû baveşîrê wan, ew kerem kirin. Pey Mûsara, sala 1473 B. D. M., Yêşû bû rêberê cimeta Îsraêl û ew birine erdê Kenanê. Paşê ew erd ser bereka hate parevekirinê û usa ev sozê Xwedê, ku wî erdî bide zureta Birahîm, hate sêrî. Çaxê Îsraêlî Xwedêra amin diman, Ewî sozê xwe dianî sêrî û alî wan dikir, wekî dijminên xwe alt kin. Ew yek eyan hate kifşê îlahî wedê padşatiya Dawid. Wî wedeyîda çaxê kurê Dawid, Silêman destpêkir serwêrtiyê bike, sozê Xwedê ku dabû Birahîm, dîsa parek hate sêrî, dêmek para sisiya. “Cihûda û Îsraîl wek sêlaka ber deryayê [qûma ber berê] zêde bibûn; dixwarin, vedixwarin û di nav şayêda bûn” (1 Padşatî 4:20, ÎM).
(1 Padşatî 4:20, ÎM) Cihûda û Îsraîl wek sêlaka ber deryayê zêde bûbûn; dixwarin, vedixwarin û di nav şahiyêda bûn.
(Metta 23:16-31) Wey li we rêberên kor, hûn dibêjin: ‘Kî ku bi paristgehê sond dixwe, ne tiştek e. Lê kî ku bi zêrê li nav paristgehê sond dixwe, dibe deyndar’. 17 Hey bêhiş û korno! Kîjan mezin e, zêr yan paristgeh, ku zêr helal dike? 18 Usa jî hûn dibêjin: ‘Kî ku bi gorîgehê sond dixwe ne tiştek e, lê kî ku bi hediya li ser gorîgehê sond dixwe, dibe deyndar’. 19 Hey korno! Kîjan e mezin? Hedî yan gorîgeh, ku hediyê helal dike? 20 Awa kî ku bi gorîgehê sond dixwe, ew hin bi wê sond dixwe, hin jî bi hemû tiştên ku ser wê hene sond dixwe. 21 Kî ku bi paristgehê sond dixwe, ew hin bi wê sond dixwe, hin jî bi yê ku wêda dijî sond dixwe. 22 Û kî ku bi ezmên sond dixwe, ew hin bi textê Xwedê sond dixwe, hin jî bi yê ku li ser rûniştiye sond dixwe. 23 Wey li we qanûnzan û fêrisiya! Durûno! Hûn dehekê pûngê, anîsoyê û kêmûnê didin, lê tiştên Qanûnêye pêş, awa gotî heqiyê, remê û baweriyê davêjine pişt guhê xwe. We gerekê ev yek bikirana û dest ji yên mayîn nekişanda. 24 Rêberên kor! Hûn kermêşa diparzinin, lê deva dadiqurtînin! 25 Wey li we qanûnzan û fêrisiya! Durûno! Hûn tas û fîncana rûyê dervava paqij dikin, lê hindurva tijî timayî û çevbirçiyî ne. 26 Fêrisiyê kor! Pêşiyê hindurê fîncan û tasê paqij ke, wekî li derva jî paqij be. 27 Wey li we qanûnzan û fêrisiya! Durûno! Hûn mîna tirbên sipîkirî ne, ku dervava bedew xuya dibin, lê hindurva bi hestûyê miriya û bi hemû heramiyêva tijî ne. 28 Usa jî hûn derva merivava rast kifş dibin, lê hindurva hûn durû ne û neheq in. 29 Wey li we qanûnzan û fêrisiya! Durûno! Hûn mexberên pêxembera çêdikin û tirbê yên rast dixemilînin 30 û dibêjin: ‘Heger em rojên bavên xweda bûna, me tevî wan xûna pêxembera nedirêt’. 31 Îdî hûn niha xwexa didine îzbatkirinê, ku hûn zarên wan bava ne, yên ku pêxember kuştine.
15-21 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 PADŞATÎ 5-6
“Wana pê Destê Xwe û bi Dil Ava Dikir”
w11 1/2 15
We Zanibû?
Darên Sedirê yên Lubnanê bi wê yekê eyan bûn, ku qewî û bedew bûn, him jî bîna wan gelek xweş bû. Xêncî wê yekê kurm û kêzika nikaribûn ev dar xirab kirana. Lema jî em dikarin bêjin, ku Silêman bona avakirina paristgehê matêriyalên lapî baş daye xebatê. Îro ji darên Sedirêye ku çiyayên Lubnanê dadidan, tenê hinek mêşeyên biçûk mane.
it-1 424
Sedir
Seva ku haqas dar hazir kirana, bi hezara meriv lazim bûn, wekî wan dara bibirin, bivine Sûrê yan Saydayê ber bera Navberê. Paşê ev dar didane ser hev, girêdidan, û nêzîkî devê berê, ser avêra diqewime dibirine Yafayê. Ji wêderê dar îda erdê zihara dibirine Orşelîmê. Ev hemû xebat li gora peymana orta Silêman û Hîramda bû (1 Pd. 5:6-18; 2 Dr. 2:3-10). Wedê serwêrtiya Silêman hema usa berdewam dikirin ev dar dianîne Orşelîmê. Lema jî Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî darên Sedirê haqas zef bûn, ku Silêman ev dar dewsa darên hejîrê dane xebatê (1 Pd. 10:27; beramber ke Îş. 9:9, 10).
it-2 1077 ¶1
Paristgeh
Silêman nava temamiya Îsraêlêda 30 000 xebatçî top kir û kire sê koma. Her komekêda 10 000 meriv bûn. Her komek mehekê Lubnanêda dixebitî, lê du meha malda bû (1 Pd. 5:13, 14). Xêncî vê yekê, ji miletên din Silêman 70 000 mêrên barkêş û 80 000 merivên kevirbir bijart (1 Pd. 5:15; 9:20, 21; 2 Dr. 2:2). Lê 550 meriv ewî kifş kir ça rêber û dibeke 3 300 alîkarçiyên wan hebûn (1 Pd. 5:16; 9:22, 23). Ça tê kifşê, ji wana 250 meriv îsraêlî bûn, lê 3 600 meriv “xerîbên li Îsraêlê” bûn (2 Dr. 2:17, 18).
Xizna Kitêba Pîroz
g 5/12 17, çargoşe
Kitêba Pîroz, Kitêba Pêxembertiyên Rast e, Para 1
WEDÊ RAST Û KONKRÊT
Mesele, rêzeke ji Kitêba Pîroz, kîjanêda wedê rast û konkrêt hatiye nivîsarê, ew heye 1 Padşatî 6:1. Vê rêzêda tê gotinê ku Silêman padşa xût çi çax avakirina paristgeha Orşelîmê destpêkir. Wêderê nivîsar e: “Di çarsid û heyştê saliya [bi temamî 479 sal] derketina Îsraêliya ji welatê Misrêda, di meha duda ya çarsaliya padşatiya [Silêman] ya li ser Îsraêlêda ku meha Zîvê ye, Silêman dest bi avakirina Mala Xudan kir, ÎM”.
Li gora xronolojiya Kitêba Pîroz, sala çara ya serwêrtiya Silêman, sala 1034 B.D.M. bû. Hergê ji vê salê em 479 sala (salên bi temamî) paşda herin, emê bigihîjine sala 1513 B.D.M., dêmek sala derketina Îsraêliya ji Misirê.
(1 Padşatî 6:1, ÎM) Di çarsid û heyştê saliya derketina Îsraîliya ya ji welatê Misrêda, di meha duda ya çarsaliya padşatiya xwe ya li ser Îsraîlêda ku meha Zîvê ye, Silêman dest bi avakirina Mala Xudan kir.
(Metta 24:1-15) Gava Îsa ji paristgehê derket çû, şagirt çûne cem wî, ku avayiyên paristgehê nîşanî wî kin. 2 Îsa wanra got: “Hûn van hemûya dibînin? Ez rast wera dibêjim, ev hemûyê jî wêran bin, li vir kevirê li ser kevir nemîne!” 3 Çaxê ew ser çiyayê Zeytûnê rûniştibû, şagirtên wî tenê hatine cem wî û jê pirsîn: “Bêje me, ev tişt wê kengê biqewimin? Û nîşana hatina te û axiriya vê dinyayê wê çawa be?” 4 Îsa caba wan da û got: “Haş ji xwe hebin, ku tu kes we nexapîne, 5 çimkî gelek wê pê navê min bên û bêjin: ‘Ez im Mesîh’ û wê geleka bixalifînin. 6 Hûnê dengê şera û besa şera bibihên, lê haş ji xwe hebin ku hûn xwe unda nekin. Gerekê ev tişt biqewimin, lê ew hê ne axirî ye. 7 Miletê rabe li ser milet, padşatî li ser padşatiyê, cî-ciya wê xelayî-celayê û erdhejê bibin. 8 Lê ev hemû mîna êşa kulfetê ye, ku destpêdike pê digire. 9 Hingê wê we bidine cefê, we bikujin û bona navê min ber çevê hemû mileta reş bin. 10 Hingê gelekê ji rê bikevin, nemamiya hevdu bikin û ber çevê hev bikevin. 11 Gelek pêxemberên derew wê derkevin û geleka bixalifînin. 12 Ji dest zêdebûna neheqiyê hizkirina geleka wê sar be. 13 Lê kî ku heta xilaziyê teyax ke, ewê xilaz be. 14 Û ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê. 15 Çaxê hûn Herimiya Wêrankirinê ciyê pîrozda sekinî bibînin, çawa ku Daniyêl pêxember got”, (ewê ku dixûne bira fem bike).
22-28 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 PADŞATÎ 7
“Em ji Du Stûna Çi Dikarin Hîn bin?”
“Ji Çîya Tê Sifir Derxî”
Bona avakirina paristgeha Orşelîmê, Silêman Padşa gelek sifir, dêmek tûnc da xebatê. Heçî zef sifir bavê wî, Dawid anî bû, çaxê şerê himberî Sûryayêda serketibû (1 Dîrok 18:6-8). “Hewzekî gilover” ku ji tûnc bû û gelek mezin bû, kîjan ku keşîşa bona xweşûştinê didane xebatê, 66 000 lîtir av hildida û giraniya wî weke 30 ton bû (1 Padşatî 7:23-26, 44-46). Ber derê paristgehê du stûnên terikî ji tûnc çêkirî bûn. Qalimaya dîwarên wan 7,5 santîmêtir bû, dîamêtra wan 1,7 mêtir bû, lê bilindaya wan 8 mêtir bû. Ser her stûnekê, serstûne danîbûn, bilindaya kîjana 2,2 mêtir bû (1 Padşatî 7:15, 16; 2 Dîrok 4:17). Gelek ecêbmayî ye ku tenê bona wan tişta, çiqas tûnc hatibû xebitandinê.
it-1 348
Bowaz, II
Yek ji du stûnên mezine ji tûnc, aliyê bakurê ber derê paristgeha Silêman bû. Ew stûn bi navê Bowaz bû, çi ku diqewime tê hesabê “Bi Qewatê”. Lê stûna ku aliyê Başûrê bû, bi navê Yaxîn bû, çi ku tê hesabê “Bira [Yehowa] Hîmlî ke”, dêmek Yehowa ava ke. Hergê te ji aliyê Ruhilatêva ser wan du stûna hevra binihêriya, û ew nivîsar ji aliyê rastêva berbi aliyê çepê bixwenda, wê usa bihata xwendinê: “Bi qewatê bira [Yehowa paristgehê] hîmlî ke” (1 Pd. 7:15-21; binihêre SERSTÛNE).
Xizna Kitêba Pîroz
it-1 263
Xweşûştin
Ji ewên ku dixwazin bi temizayî û pîrozî Yehowa bihebînin, tê dewakirinê, wekî temizaya fîzîkî xwey kin. Ev ji vê yekê tê kifşê, wekî konê pîrozda û paşê jî paristgehêda xizmetî çi cûreyî derbaz dibû. Wedê tesmîlkirinê, Serekkahîn Harûn û kurên wî, pêşiya ku kincên bona xizmetê xwe kirana, bedena xwe şûştin (Drk. 29:4-9; 40:12-15; Qn.Kh. 8:6, 7). Keşîşa bona şûştina dest-nigên xwe, ava ji hewzê tûnc didane xebatê, kîjan ku heyata konê pîrozda bû, lê wede şûnda paristgeha Silêmanda bû (Drk. 30:18-21; 40:30-32; 2 Dr. 4:2-6). Roja Kewandinê, serekkahîn du cara bedena xwe dişûşt (Qn.Kh. 16:4, 23, 24). Ewê ku bizina bona azaberdanê dibir, ewê ku bermayên heywanên qurbankirî derdixist û ewê ku nogineke sor derdixist, gerekê bedena xwe û kincên xwe bişûşta. Ewana tenê paşî wê yekê dikaribûn dîsa biketana zomê (Qn.Kh. 16:26-28; Jm. 19:2-10).
(1 Padşatî 7:23, ÎM) Wî ji tûncê helandî hewzekî gilover çêkir ku ji keviyekê heta keviya din berfirehiya wê deh gaz bû. Kûraya wê pênc gaz û hawirdora wê jî sî gaz bû.
(Metta 24:16-31) “Hingê ewên ku Cihûstanêna ne bira birevine çiya. 17 Ewê ku ser xanî ye bira jorda neyê xwarê ku ji mala xwe tiştekî hilde. 18 Û ewê ku kewşênda ye bira venegere ku potê xwe hilde. 19 Lê wey li hemla û destdergûşa wan rojada! 20 Dua bikin, ku reva we nekeve zivistanê, yan jî roja şemiyê. 21 Çimkî hingê tengasîke usa mezin wê bibe, ku ji destpêbûna dinyayê heta niha mîna wê nebûye û ne jî wê bibe. 22 Heger ew roj kin nebûna, tu kes xilaz nedibû, lê bona xatirê bijartiya ew rojê kin bin. 23 Hingê, heger yek wera bêje: ‘Va ye Mesîh li vir e’, yan jî ‘Wa ye li wir e’, bawer nekin. 24 Çimkî mesîh û pêxemberên derew wê derên, nîşan û keremetên mezin bikin, ku bikaribin bijartiyên Xwedê jî bixalifînin. 25 Va ye min pêşda wera got. 26 Heger ewana wera bêjin: ‘Va ye Mesîh beriyêda ye’, dernekevin, yan: ‘Wa ye, ew filan odêda ye’, bawer nekin. 27 Çimkî çawa birûsk ji rohilatê birq dide û heta roavayê xuya dibe, wê hatina Kurê Însan jî usa be. 28 Berete kîderê hebe, teyrê jî li wir bicivin. 29 Li pey tengasiya wan rojara, rûyê royê wê bê girtinê û hîvê jî ronaya xwe nede, steyrkê ji ezmên bikevin û topên ezmana wê ji riyên xwe derên. 30 Hingê nîşana Kurê Însan wê li ezmên xuya be û hemû miletên dinyayê wê şînê bikin, gava bibînin Kurê Însan li ser ewrên ezmên bi qewat û rûmeta mezin tê. 31 Ewê milyaketên xwe bi boriya dengê bilind bişîne û wê bijartiyên wî ji her çar qulba berev kin, ji perekî ezmana heta perê din.
29 TEBAXÊ-4 ÎLONÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 PADŞATÎ 8
“Duayê Silêmanî bi Dil û Milûktî”
w09 15/11 9 ¶9-10
Bi saya Lêkolîna Kitêba Pîroz, Duayên Xwe Baş ke
9 Seva ku Xwedê duayên me bibihê, em gerekê ji dil dua bikin. Kitêba 1 Padşatî serê 8-da duakirina Silêman hatiye nivîsarê, çaxê ewî bi dil ber cimetê dua kir. Ev cimet hatibû Orşelîmê bona tesmîlkirina paristgeha Yehowa sala 1026-da B.D.M. Çaxê sindoqa peymanê anîne Ciyê Herî Pîroz û ewirê Yehowa paristgeh tije kir, hingê Silêman hurmet-rûmet da Yehowa.
10 Duayê Silêman bixûne û dîna xwe bidê, ku derheqa dil wêderê çi tê gotinê. Silêman fem dikir, ku tenê Yehowa dilê meriva divîne (1 Pd. 8:38, 39). Ji duayê wî tê kifşê, wekî hêviya wî merivî heye, kî ku bi dil gunê xwe tobe dike. Hergê dijmin hicûmî ser cimeta Yehowa bike, hingê duayên wan, dilê kîjana ku bi temamî tevî Yehowa ye, wê bêne bihîstinê (1 Pd. 8:48, 58, 61). Dêmek duayên te gerekê ji dil bin.
w99 15/1 17 ¶7-8
Bi Dilê Helal Dua Bikin
7 Çaxê em bona xwe yan jî ber meriva dua dikin, gerekê prînsîpa Kitêba Pîroze ferz hildin hesab. Dêmek bi milûktî dua bikin (2 Dîrok 7:13, 14). Silêman Padşa milûktî da kifşê, çaxê Orşelîmêda ber temamiya cimetê bona tesmîlkirina paristgeha Yehowa, dua kir. Ewî avakirina avayê lapî mexsûs dinyayêda, teze xilaz kiribû. Lê ji duayê wî milûktiya wî hate kifşê. Ewî usa dua kir: “Ma bi rastî jî wê Xwedê li ser vê erdê rûnê? Ne ezman û ezmanê ezmana têra te dike! Mala ku min çêkiriye çi ye?!” (1 Padşatî 8:27, ÎM).
8 Çaxê em ber komeke meriva dua dikin, em gerekê mîna Silêman milûktiyê bidine kifşê. Milûktiya me dikare pê dengê me bê kifşê. Duayên bi milûktî ew in, çaxê em pê giliyê xweye dewlemend xwe qure nakin û xwe bilind nadine kifşê. Duayên bi milûktî gerekê dîna meriya bikişînin ser Xwedê, ne ku ser me (Metta 6:5). Milûktî wê yekêda jî tê kifşê, ku duayên xweda em çi û ça dibêjin. Hergê em bi milûktî dua bikin, wê usa neyê kifşê, ku em dixwazin wekî Xwedê filan tiştî usa bike, çawa em dixwazin. Lê dewsê emê hîvî bikin, wekî ew li gora qirara xweye pîroz bike. Duakirinêda em dikarin çev bidine zebûrbêj, çimkî çaxê ewî dua dikir, nêta dilê wî rast bû. Ewî ji Xwedê hîvî dikir: “Hewar Xudan, me xilaz ke! Hewar Xudan, mera li hev bîne” (Zebûr 118:25; Lûqa 18:9-14).
Xizna Kitêba Pîroz
it-1 1060 ¶4
Ezman
Çaxê Silêman paristgeha Orşelîmê ava kir, ewî got ku “ezman û ezmanê ezmana” nikarin Xwedê cîwar kin (1 Pd. 8:27, ÎM). Çawa Efirandarê ezmana, Yehowa ser hemûyara ye û “tenê navê Wî bilind e, rûmeta Wî ji erd û ezmên bilindtir e” (Zb. 148:13). Yehowa usa hêsa ezman çap dike, çawa ku meriv tiştekî ser tiliyên xwe hesab ke (Îş. 40:12). Giliyên Silêman nayêne hesabê wekî ciyê ku Xwedê bimîne, tune. Ew usa jî nayê hesabê, ku Xwedê hemû dera ye û hemû tiştîda ye. Ew yek rind tê kifşê ji giliyên Silêman, ku ewî Yehowara got: “Li ezman, li warê xwe bibihîze” (1 Pd. 8:30, 39, ÎM).
(1 Padşatî 8:27, ÎM) “Ma bi rastî jî wê Xwedê li ser vê erdê rûnê? Ne ezman û ezmanê ezmana têra te dike! Mala ku min çêkiriye çi ye?!
(Metta 24:31-46) Ewê milyaketên xwe bi boriya dengê bilind bişîne û wê bijartiyên wî ji her çar qulba berev kin, ji perekî ezmana heta perê din. 32 Ji dara hêjîrê dersekê hîn bin. Çaxê çiqilên wê ter dibin û belgên wê dibişkivin, îdî hûn zanin ku havîn nêzîk e. 33 Usa jî gava hûn van hemû tişta bibînin, bizanibin ku ev tişt nêzîk e, li ber şêmîkê ye. 34 Ez rast wera dibêjim, eva nisila derbaz nabe, heta ku ev hemû tişt neqewimin. 35 Erd û ezmanê derbaz bin, lê gotinên min tu car derbaz nabin. 36 Lê bona wê rojê û wê sihetê tu kes nizane, ne milyaketên ezmana, ne jî Kur, lê tenê Bav. 37 Çawa ku rojên Nuhda qewimî, hatina Kurê Însan jî wê usa biqewime. 38 Çawa ku wan rojên berî tofanê meriva dixwarin, vedixwarin, dizewicîn û mêr dikirin, heta wê roja ku Nuh kete gemiyê 39 û meriv pê nehesiyan, heta ku lêyî rabû û hemû jî xeniqandin. Hatina Kurê Însan jî wê usa be. 40 Hingê du meriv wê nav erdê xweda bin, yekê bê hildanê û yê dinê bê hiştinê. 41 Û du kulfetê ser destarekî bin, yekê bê hildanê, ya din bê hiştinê. 42 Awa hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê weyê kîjan rojê bê. 43 Lê vê yekê bizanibin. Heger xweyê malê bizanibûya ku dizê kîjan dema şevê bihata, wê hişyar bima û nehişta ku mala wî derevekira. 44 Bona vê yekê hûn jî hazir bin, çimkî Kurê Însan wê siheteke usada bê, ku hûn ne çevnihêrî ne. 45 Awa kî ye ew xulamê amin û serwaxt, ku axayê wî ew ser xulamên xwe serwêr kifş kir, ku wextda xwarina wan bide wan? 46 Xwezî li wî xulamî, ku çaxê axayê wî bê, ewî usa bibîne”.