MÎNA ÎSA BIJÎN
Dê-Bavno, Alî Zarên Xwe Bikin Bîlaniya Xwedê Qazanc kin
Mecaleke baş ku ça dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin, wekî bîlaniya Xwedê qazanc kin ev e, ku alî wan bikin karê ji civata bistînin. Çi ku zar ser civata divînin, dibihên û caba xwe didin, dikare alî wan bike derheqa Yehowa pêbihesin û bibin dostê Yehowayî nêzîk (Qn.Dc. 31:12, 13). Hergê zarên we hene, hûn ça dikarin alî wan bikin, ku ewana diha zêde karê ji civata bistînin?
Her tiştî bike, wekî timê herî civata (Zb. 22:22).
Pêşiya yan paşî civatê wede veqetîne, wekî tevî xûşk-bira xeber dî (Îbr. 10:25).
Îzbat be, wekî bal her neferê te ew edebyet hene, kîjan ku ser civatê derbaz dibin, firqî tune bi elektronîk yan jî neşirkirî
Alî zara xwe bike, wekî bi giliyên xwe caba xwe ser civatê bide (Mt. 21:15, 16).
Derheqa civata û çi ku em wêderê hîn dibin, bi pozîtîv xeber de
Zarên xwe hêlan kin, wekî temizkirina Oda Civatêda kar bikin û tevî xûşk-birên emirda mezin xeber din
Seva ku alî zarên xwe bikin, wekî nêzîkî Yehowa bin, gelek qewat lazim e û cara ew yek dibeke çetin e jî. Lê bawer be wekî Yehowa wê alî te bike (Îş. 40:29).
BINIHÊRIN VÎDÊO DÊ-BAVNO ÎTBARIYA XWE QEWATA YEHOWA BÎNIN, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Westandinê ça ser Zak û Lêa hukum dikir?
Çira dê-bav gerekê qewatê ji Yehowa bixwazin?
Kîjan derecada Zak û Lêa bawer bûn ku Yehowa wê alî wan bike?