GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 39
KILAMA 54 “Eva ye Rê”
Alî Wan Meriva Bikin, Yên ku Guh Didine Rastiyê
“Hemû kesên ku dilê wan bona jîyîna heta-hetayê hazir bû, bûne bawermend” (KARÊN ŞANDIYA 13:48).
VÊ GOTARÊDA
Emê şêwir kin ku ça merivara besa hînbûna Kitêba Pîroz bikin û çi çax wana teglîfî ser civatê kin.
1. Gava em besa mizgîniyê dikin, dibeke meriv xwe ça bidine kifşê? (Karên Şandiya 13:47, 48; 16:14, 15)
QIRNA yekêda, gelek meriva gava mizgînî bihîstin, derbêra qebûl kirin (Bixûne Karên Şandiya 13:47, 48; 16:14, 15). Îro jî merivên usa hene, yên ku gava cara pêşin mizgîniyê dibihên, derbêra bi şabûnê qebûl dikin. Lê hine kesên ku sêrîda guh nadine mizgîniyê, wext şûnda qebûl dikin. Çaxê em xizmetiyêda rastî wan meriva tên, dilê kîjana ‘bona jîyîna heta-hetayê hazir e’, em gerekê çi bikin?
2. Belakirina mizgîniyê ça beramberî şixulê baxçevana dibe?
2 Belakirina mizgîniyê hine aliyava mîna şixulê baxçevana ye. Hine sebze zû digihîjin û baxçevan gerekê wan top ke. Lê usa jî ew gerekê sebzeyên din av de û yên teze jî biçîne. Mîna vê yekê, gava kesek hazir e mizgîniyê qebûl ke, em gerekê alî wî bikin ku ew zû pêşda here û bibe şagirtê Îsa. Lê usa jî em gerekê berdewam kin alî wan meriva bikin, kîjanara diha zêde wede lazim e, seva ku qîmeta rastiya Kitêba Pîroz fem kin (Yûhenna 4:35, 36). Serwaxtî wê alî me bike têderxin, hela meriv dixwaze rastiyê qebûl ke yan na, û ser hîmê vê yekê emê bizanibin ku ça alî wî bikin. Were em binihêrin ku wedê xeberdana pêşin, em ça dikarin alî kesên usa bikin, yên ku hazir in guh bidine rastiyê. Usa jî emê bivînin ku em ça dikarin alî wan meriva bikin pêşda herin.
KESÊN KU HAZIR IN GUH BIDIN
3. Gava em xizmetiyêda rastî wan meriva tên, yên ku guh didine rastiyê, em gerekê çi bikin? (1 Korintî 9:26)
3 Gava em xizmetiyêda rastî wan meriva tên, yên ku guh didine rastiyê, em gerekê alî wan bikin ku ewana xwe li riya jîyînê bigirin. Wedê xeberdana pêşin em dikarin meriva hêlan kin, ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin, û wana teglîfî ser civatê kin (Bixûne 1 Korintî 9:26).
4. Besa serhatiya kesekî usa bike, yê ku derbêra hazir bû hînbûna Kitêba Pîroz destpêke.
4 Meriv hêlan ke ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêke. Hine kes, rastî kîjana ku em xizmetiyêda tên, derbêra hînbûna Kitêba Pîroz qebûl dikin. Were em dîna xwe bidinê Kanadayêda çi qewimî. Roja Pêşemê jinikeke cahil nêzîkî stêndê bû û broşûra Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! hilda. Xûşka ku ber stêndê sekinî bû, jêra got, ku ew dikare bê pere hînbûna Kitêba Pîroz derbaz be. Jinikê qebûl kir û wana hejmara têlên xwe hevdura hîştin. Hema vê rojê jinikê xûşka mera sms lêkir û pirsî, hela ew kengê dikare hînbûna Kitêba Pîroz tevî wê derbaz ke. Xûşka me got, ku xilaziya heftiyê dikare, lê jinikê got: “Lê sibê nabe? Sibê ez vala me”. Roja Îniyê, xûşka me tevî wê hînbûn destpêkir. Xilaziya heftiyê jinik cara pêşin çû ser civatê, û paşî vê yekê ew zû ruhanîda pêşda çû.
5. Em çawa dikarin têderxin hela wede ye, ku meriv hêlan kin hînbûna Kitêba Pîroz destpêke? (Binihêre usa jî şikil.)
5 Hemikî her kes mîna vê jinika cahil hazir nîne derbêra hînbûna Kitêba Pîroz destpêke. Hine merivara hê zêde wext lazim e. Sêrîda dibeke lazim be, wekî em derheqa têmeke usa xeber din, kîjan ku wî merivîra wê hewas be. Lê dîsa jî bi saya nihêrandina pozîtîv û vê yekê ku em dikevine heyra meriva, dibeke wexteke kinda meriv hêlan be hînbûna Kitêba Pîroz destpêke. Seva ku em hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin, gelo em çi dikarin bêjinê? Were em bivînin wekî çend xûşk-birên ku hêsa hînbûnên Kitêba Pîroz destpêdikin, derheqa vê yekê çi dibêjin.
Teyê çi bigota wan meriva, seva ku hewasa wan pêşda bihata, ku Kitêba Pîroz hîn bin? (Binihêre abzasa 5)a
6. Em çi dikarin bêjin, wekî meriv hêlan be hînbûna Kitêba Pîroz destpêke?
6 Ev xûşk-bira, ji kîjana me pirsî ku çi mêtoda ewana didine xebatê, seva ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin, gotin wekî hine têrîtoriyada wê baş be xeberên usa ça “ders”, “hînbûna Kitêba Pîroz” yan jî “ezê we hîn kim”, nedine xebatê. Ewana dibêjin, ku xeberên usa ça “xeberdan” yan jî “şêwirkirina Kitêba Pîroz”, diha baş in. Mesele, seva ku meriv bixwaze careke din jî xeberdanê tevî te berdewam ke, tu dikarî usa bêjî: “Emê binihêrin ku Kitêba Pîroz ça caba hine pirsên ferz dide”. Yan jî tu dikarî bêjî: “Kitêba Pîroz ne ku tenê caba pirsên rêlîgî dide, lê ew emirê meyî herrojîda jî alî me dike”. Paşê tu dikarî usa bêjî: “Ev yek gelek wede nastîne, 10-15 deqe bes e, seva ku em ji Kitêba Pîroz tiştekî kêrhatî pêbihesin”. Usa jî, nelazim e ku em xeberên usa ça “programa hînbûnê” yan “her heftê” bidine xebatê, çimkî hine meriv dikarin bifikirin ku wê borcdar bin hînbûnê berdewam kin.
7. Hine meriva qîmeta rastiya Kitêba Pîroz cara pêşin kengê fem kirin? (1 Korintî 14:23-25)
7 Wana teglîfî civatê ke. Ça tê kifşê, rojên Pawlosê şandîda, hine merivên ku hatine civatê, qîmeta rastiyê cara pêşin wêderê fem kirin (Bixûne 1 Korintî 14:23-25). Îro jî gelek cara usa dibe. Heçî zef meriv diha zû ruhanîda pêşda diçin, çaxê destpêdikin bêne civata. Gelo kengê tu gerekê wana teglîfî civatê kî? Kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! dersa 10, xwendekara hêlan dike herine civata. Lê nelazim e hîviyê bî heta ku hûn evê dersê derbaz bin. Wedê xeberdana weye pêşin tu dikarî meriv teglîfî civatê kî, kîjan ku Şemî yan Ledê derbaz dibe. Tu dikarî wî merivîra navê gotarê bêjî, kîjan ku civatêda wê bê xwendinê. Usa jî tu dikarî derheqa fikireke hewas ji gotara Birca Qerewiliyê bêjî, kîjan ku hûnê vê heftiyê civatêda derbaz bin.
8. Gava em kesekî teglîfî civatê dikin, em çi dikarin jêra gilî kin? (Îşaya 54:13)
8 Gava tu kesekî teglîfî civatê dikî, jêra şiroveke ku civînên me ça ji civînên rêlîgiyên din cude dibin. Xwendekarek ku cara pêşin hatibû civatê, wedê hînbûna Birca Qerewiliyê, ewê ji xûşka ku tevî wê hînbûn derbaz dikir, pirsî: “Gelo bira navê her kesî zane?” Xûşka me gotê, ku çawa em navên neferên xwe zanin, civatêda jî em gişk xîret dikin, wekî navên hevdu bizanibin. Evê kulfetê got, ku dêra wêda usa nîbû. Xêncî vê yekê, civînên me gelek aliyên dinva jî cude ne (Bixûne Îşaya 54:13). Em tevayî top dibin, wekî Yehowara xizmet kin, ji wî hîn bin û dilê hevdu qewî kin (Îbranî 2:12; 10:24, 25). Civatên me bi terbetî derbaz dibin, wêderê em zanebûna kêrhatî distînin û tu rîtûala derbaz nakin (1 Korintî 14:40). Ronaya hindurê Oda Civatê rind e, çimkî em têne wêderê wekî hîn bin. Usa jî wedê civata em tu partiyeke polîtîkî bilind nakin, çimkî em tev polîtîkayê nabin, xêncî vê yekê em derheqa nihêrandinên şexsî nakevine dewa. Dibeke wê baş be, wekî em vîdêoya bi navê Çi Diqewime Oda Civatêda? nîşanî xwendekar bikin, ku ew bivîne wekî civatên me ça derbaz dibin.
9-10. Gava em kesekî teglîfî civatê dikin, em çi dikarin bikin, wekî ew netirse bê? (Binihêre usa jî şikil.)
9 Hine meriv naxwazin bêne civata, çimkî ditirsin ku emê wanra bêjin wekî ewana gerekê bibine Şedên Yehowa. Lema jî merivara bêje, ku em mêvana hez dikin û zorê tu kesî nakin ku ew bibe Şedê Yehowa. Derê me bona her kesî vekirî ye, û malbet dikarin tevî zarên xwe bên. Ser civatên me, zara başqe hîn nakin, ewana jî tevî dê-bavên xwe rûdinên. Lema jî zar timê ber çevê dê-bavên xwe ne (Qanûna Ducarî 31:12). Em pera top nakin û qutiyên bona topkirina pera derbazî hev nakin, çimkî em guh didine vê temiya Îsa: “We bêheq standiye, bêheq jî bidin” (Metta 10:8). Usa jî, tu dikarî wî merivîra, kîjanî ku teglîf dikî, bêjî ku nelazim e kincên biha li xwe kin. Xwedê ne ku rûyê meriva dinihêre, lê dilê wan (1 Samûyêl 16:7).
10 Hergê meriv bê, alî wî bike wekî ew civatêda xwe baş texmîn ke. Nasiya wî bide rûspiya û mizgînvanên din. Hergê ew bivîne ku meriv hindava wîda hevalhez in û şa ne lê bivînin, dibeke ew bixwaze dîsa bê. Wedê civatê, hergê cem wî Kitêba Pîroz tune be, tu rêza nîşanî wî ke.
Merivê ku zû destpêdike here ser civata, diha zû ruhanîda pêşda diçe (Binihêre abzasa 9-10)
GAVA HÎNBÛNA KITÊBA PÎROZ DESTPÊDIKÎ
11. Tu ça dikarî nîşan kî, wekî tu qedirê xwendekarê xwe digirî?
11 Gava tu tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikî, bîr neke wekî şixulên wîye din jî hene. Lema jî gava tu dibêjî tê kengê bêyî cem wî, wededa here. Hergê vî cîyî kîderê ku tu dimînî, normal e derengî kevin, dîsa jî tu usa neke. Usa jî wê baş be, wekî tu dersa pêşin gelek dirêj nekî. Hine mizgînvanên cêribandî dibêjin, ku hergê xwendekar dixwaze diha zêde pêbihese, dîsa jî wê baş be ku ders dirêj nekişîne. Bi zêdeyî xeber nede, lê mecalê bide ku xwendekarê te fikirên xwe bêje (Metelok 10:19).
12. Çaxê tu hînbûna Kitêba Pîroz tevî kesekî destpêdikî, nêta te gerekê çi be?
12 Çaxê tu hînbûna Kitêba Pîroz tevî kesekî destpêdikî, nêta te gerekê ev be, ku xwendekarê te Yehowa û Îsa nas ke û wana hez bike. Bona vê yekê, dîna xwendekar bikişîne ser Kitêba Pîroz, ne ku ser xwe yan ser zanebûna xwe derheqa Kitêba Pîroz (Karên Şandiya 10:25, 26). Vê yekêda Pawlosê şandî meseleke baş e bona me. Gava ewî meriv hîn dikirin, ewî gelek car dîna meriva dikişande ser Îsa Mesîh, yê ku ji Yehowa hatibû şandinê ku alî me bike, wekî em wî nas kin û hez bikin (1 Korintî 2:1, 2). Usa jî Pawlos nîşan kir, ku em gerekê alî şagirtên teze bikin, wekî ewana xeyset-hunurên baş nav xweda pêşda bînin, yên ku beramberî zêr, zîv û kevirên biha dibin (1 Korintî 3:11-15). Mesele, ewana gerekê bawerî, bîlanî û tirsa ber Yehowa nav xweda pêşda bînin (Zebûr 19:9, 10; Metelok 3:13-15; 1 Petrûs 1:7). Mîna Pawlosê şandî, alî xwendekarê xwe bike, wekî baweriya wî diha qewî be û ew bibe dostê Yehowa (2 Korintî 1:24).
13. Tu ça dikarî bikevî heyra wan meriva, yên ku guh didine rastiyê, û hindava wanda bi sebir bî? (2 Korintî 10:4, 5) (Binihêre usa jî şikil.)
13 Çaxê tu meriva hîn dikî, mîna Îsa hindava wanda bi sebir be û bikeve heyra wan. Xwendekarê xwe bi pirsên zêde eciz neke. Hergê wedê hînbûnê jêra çetin e fikirekê fem ke, hînbûnê berdewam kin û paşê dîna xwe bidine vê fikira çetin. Tu cara zorê wî neke ku ew tiştekî qebûl ke, lê sebir ke heta ku rastiya Kitêba Pîroz dilê wîda kok berde (Yûhenna 16:12; Kolosî 2:6, 7). Kitêba Pîroz hînkirinên qelp beramberî “bircên qewî” dike, yên ku em gerekê hilşînin (Bixûne 2 Korintî 10:4, 5). Lê dewsa ku tu vê yekê destê zorê bikî, alî xwendekarê xwe bike, wekî ew îtbariya xwe Yehowa bîne û wî bike birc û sitara xwe (Zebûr 91:9).
Wede bide xwendekarê xwe, wekî rastiya Kitêba Pîroz dilê wîda koka xwe berde (Binihêre abzasa 13)
GAVA KESÊN TEZE TÊNE CIVATÊ
14. Gava kesên teze têne civata, em gerekê hindava wanda çawa bin?
14 Yehowa dixwaze ku em hindava hemû merivada dilovan bin û qedirê wan bigirin, firqî tune ewana ji kîjan milet û kûltûra ne, û dewletî ne yan na (Aqûb 2:1-4, 9). Gava kesek tê civatê, gelo em ça dikarin hezkirinê hindava wanda bidine kifşê?
15-16. Em ça dikarin alî kesên teze bikin, ku ewana xwe civatêda rihet texmîn kin?
15 Hine meriv têne civatê, çimkî wanra hewas e pêbihesin ku wêderê çi diqewime. Hine meriv jî tên, çimkî kesekî wana hêlan kiriye, ku herine civatên Şedên Yehowa. Gava tu ser civatê kesekî teze divînî, nêzîkî wî be û tev bibe nas, lê usa bike wekî wî eciz nekî. Jêra bêje ku ew dikare kêleka te rûnê. Wedê şêwirkirina gotarê bira ew Kitêba Pîroz û edebyeta te binihêre, yan jî Kitêba Pîroz û edebyeta ku wê rojê derbaz dikin, bide wî. Usa jî her tiştî bike, wekî ew xwe rihet texmîn ke. Rojekê mêrekî ku cara pêşin hate Oda Civatê, vî birayîra, ku lê silav kir got ku ew ji bo kincên xwe şerm dike. Birê me jêra got ku ne lazim e ew şerm ke, çimkî Şedên Yehowa dîna xwe nadine tiştên usa. Ewî giliyên birê me tu car bîr nedikir û wext şûnda hate nixumandinê. Gava tu pêşiya yan paşî civîna tevî meriva xeber didî, bikeve heyra wan, lê nekeve nava şixulên wane şexsî (1 Petrûs 4:15).
16 Usa jî çaxê em wedê xeberdana xwe, caba xwe, yan jî çaxê pê dersa derdikevin, besa wan meriva dikin, yên ku Şedên Yehowa nînin û derheqa baweriya wan xeber didin, em gerekê fesal bin ku tiştên nêgatîv derheqa wan nebêjin. Usa emê mêvanên xwe eciz nekin, lê nîşan kin ku em qedirê wan digirin (Tîto 2:8; 3:2). Mesele, em gerekê baweriyên kesên ku Şedên Yehowa nînin, bêhurmet nekin (2 Korintî 6:3). Îlahî birên ku pê gotara dertên gerekê miqatî xeberdana xwe bin. Ewana gerekê wan meriva hildin hesab, yên ku cara pêşin hatine civatê û gilî yan têrmînên ku bona wan wê femdarî nîbin, usa şirovekin, wekî her kesîra femdarî be.
17. Gava em rastî wan meriva tên, yên ku ‘dilê wan bona jîyîna heta-hetayê hazir e’, em gerekê çi bikin?
17 Belakirina mizgîniyê roj bi roj diha ferz dibe, û em gelek car rastî kesên usa tên, yên ku ‘dilê wan bona jîyîna heta-hetayê hazir e’ (Karên Şandiya 13:48). Çaxê em rastî wan tên, were em wana hêlan kin ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin û teglîfî ser civatê kin. Usa em dikarin alî wan bikin, ku xwe li riya jîyînê bigirin (Metta 7:14).
KILAMA 64 Eşq û Şa Kar Bikin Şixulê Nandirûnêda
a ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Du bira mizgîniyê didine mêrekî ku berê esker bû; du xûşk dayîkekêra ku betal nîne, kin besa mizgîniyê dikin.