Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin
1-7 TÎRMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 57-59
(1 Samûyêl 24:3)
3 Rêda rastî hevşên pêz hat. Li wir şkeftek jî hebû. Şawûl ji bo avrêjê ket şkeftê. Dawid û zilamên wî jî, binê vê şkeftêda diman.
(Zebûr 57)
Serwêrê sazbendara. Pê miqamê: “Wêran neke”. Psalmsa Dawid, gava ew ji ber Şawûl revî şkeftê. 1 Min were remê, Xwedêyo, min were remê, nefsa min xwe daye bin sîya Te. Heta ku qezî ji ser minra derbaz bin, ezê xwe bidime bin sîya perê Te. 2 Ez gazî Xwedêyê Herî Jorin dikim, Xwedêyê ku minra qencîyê dike. 3 Wê ji ezmên bişîne û min xilaz ke û bêhurmetkirên min bike robet. Xwedê wê hub û aminîya Xwe bişîne. 4 Ez ketime nava şêrên devxûne merivxur, diranên kîjana tîr û rim in, zimanên wan jî şûrê tûj in. 5 Xwedêyo li ser ezmên bilind be, bira rûmeta Te temamîya dinê bigire. 6 Tor avîtine ber nigên min, nefsa min xweda şkestî bû, pêşîya min wana çel vedan, lê ew xwexa ketine wê. 7 Ez dilda guman im, Xwedêyo, ez dilda guman im. Ezê bistirêm û miqamê lêdim. 8 Hişyar be, hey nefsa min, hişyar bin, hey çeng û çengê zîs, ezê rojê hişyar kim. 9 Ezê şikirîyê bidime Te, Xudan, nav miletada, eşqî Te bistirêm nav cimetada. 10 Çimkî huba Te mezin e heta ezmên, aminîya Te jî heta ewra. 11 Xwedêyo, rabe li ser ezmên, de bira rûmeta Te temamîya dinê bigire.
(1 Samûyêl 24:7-10)
7 Dawid bi van peyva zilamên xwe asteng kir û nehîşt ku êrîşî Şawûl bikin. Şawûl ji şkeftê derket û da rê. 8 Dawid jî ji şkeftê derket. Gazî Şawûl kir û got: “Padşê min, ezbenî!” Gava Şawûl li pey xwe zivirî, Dawid xwe tewand, deverû çû erdê û jêra got: 9 “Tu çima guhdariya wan kesa dikî ku dibêjin: ‘Dawid li pey xirabiya te ye?’ 10 Va ye tu bi çevên xwe divînî ku Xudan çawa şkeftêda te da destê min. Hineka xwest ku ez te bikujim. Lê min tu parastî, min got: ‘Ez destê xwe li xweyê xwe ranakim, ji ber ku ew kifşkiriyê Xudan bi xwe ye’.
(1 Samûyêl 24:17-22)
17 Jêra got: “Tu zilamekî ji min rasttir î. Min xirabî li te kir, lê te bi qencî bersiva min da. 18 Îro te eşkere kir ku te qencî li min kiriye: Xudan ez dam destê te, lê te ez nekuştim. 19 Ma kesek heye ku dijminê xwe bigire û sax bihêle? Bira Xudan jî ji ber vê qenciya ku te bi min kir, te xelat bike. 20 Îda ez baş zanim ku tê padşatiyê bikî û padşatiya Îsraêlê bi te xurt [qewat] bibe. 21 Niha bi Xudan sond bixwe ku tê piştî min, zureta min qir nekî û navê min ji nav mala bavê min ranekî”. 22 Dawid çawa ku Şawûl xwest sond xwar. Piştra Şawûl çû mala xwe. Dawid û peyayên wî jî, çûn sitargehê.
(Zebûr 57:3)
3 Wê ji ezmên bişîne û min xilaz ke û bêhurmetkirên min bike robet. Xwedê wê hub û aminîya Xwe bişîne.
(Zebûr 57:6)
6 Tor avîtine ber nigên min, nefsa min xweda şkestî bû, pêşîya min wana çel vedan, lê ew xwexa ketine wê.
(Zebûr 57:2)
2 Ez gazî Xwedêyê Herî Jorin dikim, Xwedêyê ku minra qencîyê dike.
Yehowa Wan Meriva Qebûl Nake, Yên ku Pey Cimeta Wî Dikevin
“Heta Serê Dinê”
14 Steyfan bi mêrxasî şedetî dida, heta ku dijmin wî kuştin (Kar. Şand. 6:5; 7:54-60). Paşî vê yekê, “civîna Orşelîmêda zêrandineke giran destpêbû” û hemû şagirt xêncî şandiya, belayî temamiya Cihûstanê û Sameryayê bûn. Lê ev yek şixulê belakirina mizgîniyê neda sekinandinê. Fîlîpo çû Sameryayê, ku derheqa Mesîh gilî ke û gelek meriv guh dane wî (Kar. Şand. 8:1-8, 14, 15, 25). Lê derheqa Mesîhiyên din usa tê gotinê: “Ewên ku ji dest wê zêrandina pey kuştina Steyfanra bela-belayî bibûn, gihîştine heta Fînîkyayê, Qubrisê û Entakyayê û tenê cihûyara xeber dannasîn dikirin. Lê nava wanda hinek ji merivên Qubrisê û Kûrênê bûn, ku gava çûn ketine Entakyayê, yûnanara jî xeber didan, Mizgîniya Xudan Îsa didan” (Kar. Şand. 11:19, 20). Û bi saya vê yekê, Mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê bela bû.
15 Dereca vî cûreyî Yektiya Sovyetêda jî qewimî. Serwêrên dewletê Şedên Yehowa dişandine Sîbîryayê. Ev yek heçî zef salên 1950-da qewimî. Wana dişandine cûre-cûre ciya, lema jî Mizgînî hêdî-hêdî nava temamiya Sîbîryayê, dêmek ser wî erdê gelek mezin bela dibû. Bê şik, destên Şedên Yehowada haqas pere tune bû, ku weke 10 000 kîlomêtr herin, wekî wêderê Mizgîniyê bela kin! Lê serwêrên dewletê xwexa pê xercê xwe wana şandine wî cîyî. Û çawa birakî got, “usa derket, ku serwêrên dewletê xwexa usa kirin, wekî bi hezara merivên dilsax temamiya Sîbîryayêda, derheqa rastiyê pêbihesin”.
Xizna Kitêba Pîroz
(Zebûr 57:7)
7 Ez dilda guman im, Xwedêyo, ez dilda guman im. Ezê bistirêm û miqamê lêdim.
8-14 TÎRMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 60-62
(Zebûr 61:3)
3 Çimkî Tu sitargeha min î, kelake zor ji ber dijmin.
(Zebûr 61:4)
4 De bira ez bijîm Konê Teda heta-hetayê, binê sîya perê Teda bihêwirim.
(Zebûr 62:2)
2 Tenê Ew e qeyayê min, xilazbûn û kela min, ezê tu car nehejim.
Yehowa Me Xwey Dike û Diparêze
it-2 1118 ¶7
Birc
Birca bi Sîmbolîk. Merivên ku baweriya xwe Yehowa tînin, wîra amin in, gura wî dikin û xwe xweykirî texmîn dikin. Ewana tevî giliyên Dawid qayîl in, ku got: “Tu [Yehowa, DT] sitargeha min î, kelake zor ji ber dijmin” (Zb. 61:3). Kesên ku fem dikin, wekî navê Xwedê çi tê hesabê, îtbariya xwe wî tînin û pê cûrê jîyîna xwe wî hurmet dikin. Ew meriv natirsin, çimkî “navê Xudan [Yehowa, DT] bilindcîke qayîm e, rastê ku xwe li wir digire, lê sitar dibe” (Mtl. 18:10; beramber ke 1 Sm. 17:45-47).
it-2 1084 ¶8
Kon
Hine derecada xebera kon cûrekî mayîn jî tê xebitandinê. Meriv dikaribû konêda hêsa be û ji germê yan jî ji hewa xirab xwe xwey ke (Dsp. 18:1). Li gora edetê mêvanheziyê, kesê rêwî hîviyê bû, wekî ev merivê ku wî teglîfî konê xwe dikir, hindava wîda qedir bide kifşê û bona wî xem bike. Ev yek ku Eyantî 7:15 besa elaleta mezin dike û tê gotinê, wekî Xwedê wê “konê xwe li ser wan vegire”, tê hesabê wekî xwexa Xwedê wê bona wan xem bike û wana xwey ke (Zb. 61:3, 4). Îşaya derheqa van haziriya dibêje, yên ku “jina” Xwedê, dêmek Siyon, gerekê bona kurên xwe bikira, yên ku wê axiriyêda bal wê hebûna. Jêra hate gotinê, wekî “ciyê konê xwe fire bike” (Îş. 54:2, ÎM). Dêmek ewê gerekê cî zêde kira, kîderê ku zarên wê bêxofiyêda bûna.
w02 15/4 16 ¶14
Qanûnên Xwedê bona Kara Me ne
14 Qanûna Xwedê bi îtbar e û nayê guhastinê. Wan rojên xirab û tevlihevda Yehowa sitara me ye, ev ji her-heyê heta-hetayê ye (Zebûr 90:2). “Ez Yehowa me, ez nayêm guhastin” (Malaxî 3:6, DT). Beramberî normên meriva, yên ku timê têne guhastinê, normên Xwedê, ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, tu car nayêne guhastinê (Aqûb 1:17). Mesele, gelek sala psîxoloja digot, ku gava zara şîret dikin, gerekê îzinê bidine wan, ku çi bixwazin bikin, lê niha hinek ji wan psîxoloja nihêrandina xwe guhastine û dibêjin, ku ew şîreta wan nerast bû. Norm û qanûnên merivên vê dinê, hindava vê pirsê gelek car têne guhastinê. Lê Xebera Yehowa nayê guhastinê. Bi qirna Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku ça bi hezkirinê zara şîret kin. Pawlosê şandî nivîsî: “Bavno, zarên xwe hêrs neêxin, lê wan bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin” (Efesî 6:4). Berdilîke çiqas mezin e, ku em dikarin îtbariya xwe normên Yehowa bînin, yên ku tu car nayêne guhastinê!
Xizna Kitêba Pîroz
(Zebûr 62:11)
11 Carekê Xwedê got, min du cara bihîst, wekî qewat ya Xwedê ye.
w06 1/6 11 ¶6
Fikirên Sereke ji Para Duda ya Kitêba Zebûr
62:11. Xwedê hewcê tu qewatê nîne, çimkî “qewat ya Xwedê ye”. Ew xwexa kaniya qewatê ye.
15-21 TÎRMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 63-65
(Zebûr 63:3)
3 Huba Te ji emir çêtir e, lêvên minê pesinê Te bidin.
(Zebûr 63:6)
6 Gava nivîna xweda Te bîr tînim, bedîlên şevêda ser Te difikirim,
(Zebûr 63:4, 5)
4 Belê heta xweş bim ezê pesinê Te bidim, bi navê Te destên xwe bilind kim. 5 Ezê pê sifira tijî têr bim, pê beşera xweş jî pesinê Te bidim.
“Huba Te ji Emir Çêtir e”
w01 15/10 15-16 ¶17-18
Kê Dikare Me ji Hezkirina Xwedê Biqetîne?
17 Gelo hezkirina Xwedê bona te çiqas ferz e? Gelo tu jî vê yekê texmîn dikî, çi ku Dawid texmîn dikir, yê ku nivîsî: “Huba Te ji emir çêtir e, lêvên minê pesinê Te bidin. Belê heta xweş bim ezê pesinê Te bidim, bi navê Te destên xwe bilind kim”? (Zebûr 63:3, 4) Gelo jîyîna vê dinêda tiştek ji hezkirin û dostiya tevî Xwedê çêtir heye? Mesele çi diha qîmet e, xebata baş yan edilaya dil û şabûn, ya ku em bi saya heleqetiya nêzîk tevî Xwedê qazanc dikin? (Lûqa 12:15) Hine Mesîhî mecbûr bûn safî kin, yan Yehowa înkar kin, yan jî emirê xwe unda kin. Gelek Şedên Yehowa gerekê vê safîkirinê bikirana, gava wedê Şerê Hemdinyayê ya II girtîgeha Natsîstada bûn. Heçî zef ji xûşk-birên me safî kiribûn Xwedêra amin bimînin, hergê bona vê yekê lazim bûya emirê xwe jî bidin. Kesên ku berdewam dikin hezkirina Xwedêda bimînin, dikarin bawer bin ku Xwedê wê jîyîna heta-hetayê bide wan, ya ku eva dinya nikare bide (Markos 8:34-36). Lê xeberdan ne tenê derheqa jîyîna heta-hetayê diçe.
18 Rast e, nabe ku em bê Yehowa heta-hetayê bijîn, lê bidine ber çevê xwe, ku emirê heta-hetayê bê Efirandar wê çawa bûya? Emirê me wê pûç û bê merem bûya. Van rojên paşin Yehowa şixulekî usa tesmîlî xizmetkarên xwe kiriye, ya ku şabûnê wanra tîne. Lema jî em dikarin bawer bin, wekî jîyîna heta-hetayê wê gelek hewas be, emê gelek tişta pêbihesin û tiştên tezeva mijûl bin, çimkî ev yek Yehowa mera soz dide, yê ku timê Xweyê sozê xwe ye (Waîz 3:11). Dinya tezeda em çiqas jî zanebûnê bistînin, yeke emê nikaribin bi temamî her tiştî pêbihesin, çimkî “kûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê” (Romayî 11:33).
w09 15/7 16 ¶6
Çev Bide Îsa û bi Hezkirinê Hîn ke
6 Mera hewas e derheqa vê yekê xeber din, çi ku me xweş tê. Çaxê em derheqa vê yekê xeber didin, çi ku mera qîmet e, em eşq û şa dibin û ev yek kirên meda tê kifşê, îlahî gava em derheqa vî kesî xeber didin, kîjanî ku em gelekî hez dikin. Gelek car çaxê em derheqa wî merivî gilî dikin, em bi dil û can xeber didin. Em ser wî tiştên baş dibêjin û payê wî didin û hazir in wî biparêzin. Gelo çira? Çimkî em dixwazin, wekî ew meriv û hunurên wî, kesên din jî xweş bên, çawa ku me xweş tên.
Xizna Kitêba Pîroz
(Zebûr 64:3)
3 zimanê xwe ew tûj dikin mîna şûra û gotinên tel hazir dikin mîna tîra,
w07 15/11 15 ¶6
Gelo Tu Dilê Meriva Geş Dikî?
Diha hêsa ye malekê hilşînî ne ku ava kî. Ev prînsîp hindava xeberdana me jî dikarin bidine xebatê. Em gişk jî merivne neqedandî ne û timê şaşiya dikin. Silêman Padşa usa got: “Li ser rûyê erdê kesekî rast tuneye ku qencî kiribe û tu cara gune nekiribe” (Waîz 7:20, ÎM). Çetin nîne şaşiyên kesên din têderxin û pê ten-niça wana nimiz kin (Zebûr 64:2-4). Lê seva ku xeberdana me dilê meriva geş ke, xîret lazim e.
22-28 TÎRMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 66-68
(Zebûr 66:19)
19 Lê belê Xwedê bihîst û guh da dengê duayê min.
(Zebûr 68:5)
5 Bavê sêwîya, tayê jinebîya, Xwedêyê Xana Xweye pîrozda.
(Zebûr 68:19)
19 Şikir Xudanra, Xwedêyê xilazkirê mera ku her roj barê me hildigire.
Yehowa Her Roj bona Me Xem Dike
w10 1/12 23 ¶6
Wede Bivînin bona Dê yan Bavên ku Tenê Mane
Ev stiran yan jî zebûrên ku Îsraêliya wedê cejina distiran, ji bîna ber Xwedê bûn. De bidine ber çevê xwe, ku kesên bî û zarên êtîm berdilîke ça distandin, gava dihate stiranê, ku Yehowa “bav” û alîkarê wan e û wê piştgiriya wan bike (Zebûr 68:5; 146:9). Bi vî cûreyî giliyên me jî dikarin berdiliyê bidine dê yan bavê ku tenê mane û ev yek dikare gelek sala wana bişidîne. Hela hê 20 sal şûnda jî, Rût, ya ku tenê zarên xwe mezin kiribû, bi dilgermî tîne bîra xwe giliyên bavekî cêribandî, yê ku usa jêra gotibû: “Tu gelek baş her du kurên xwe şîret dikî, berdewam ke vê yekê bike”. Rût dibêje: “Ev giliyên wî gelek min qewî kirin”. Bi rastî jî “zarê şîrin dara jîyînê ye” û em ne jî dikarin bidine ber çevê xwe, ku ev yek dikare berdilîke gelek mezin bide dê yan bavê, ku tenê meye (Metelok 15:4). Hela bifikirin, gelo bona çi hûn dikarin payê dê yan bavê ku tenê maye, bidin?
w09 1/4 31 ¶1
Bavê Êtîma
“BAVÊ sêwîya, . . . Xwedêyê Xana Xweye pîrozda” (Zebûr 68:5). Ev gilî didine kifşê, ku Yehowa çiqas bona hewcên zarên êtîm xem dike. Ev yek tê kifşê ji vê Qanûnê, ya ku ewî dabû Îsraêlên berê. Xebera “sêwî” cara pêşin kitêba Derketin 22:22-24-da tê dîtinê. Were em kûr van rêza lêkolîn kin.
Xizna Kitêba Pîroz
(Zebûr 68:18)
18 Ew hilkişîya çû jor, hêsîr tevî Xwe birin û pêşkêş standin ji meriva, heta ji wan jî ku nedixwestin, Xudan Xwedê li wir bimîne.
w06 1/6 10 ¶5
Fikirên Sereke ji Para Duda ya Kitêba Zebûr
68:18—Kê bûn ev “pêşkêş . . . ji meriva”? Ev hebûn hine mêr, yên ku wedê zeftkirina Erdê Sozdayî birine dîltiyê. Hine wext şûnda wanra hate gotinê, ku alî Lêwiya bikin (Ezra 8:20).
29 TÎRMEHÊ–4 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 69
(Zebûr 69:4)
4 Cîyê amî-tam peyketîyên min ji porê serê min zeftir in. Dijminên mine derewîn, xwe girtine ku min unda kin. Tiştê ku min talan nekirîye, dikin ku ez vegerînim.
24 Heger min nav wanda nekirana, ew kirên ku tu kesî nekirine, gunên wanê tunebûna. Lê niha dîtin, hin jeniyane min, hin jî Bavê min. 25 Lê belê ev yek bû, wekî ew gotina ku Qanûna wanda hatiye nivîsarê bê sêrî: ‘Cîkî badîhewa jeniyane min’.
(Zebûr 69:9)
9 Xîreta hindava Mala Teda agir min xist, qarên yên qara li Te dikin têne serê min.
13 Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû, Îsa hevraz çû Orşelîmê. 14 Paristgehêda ewî yên ku dewar, pez û kevotk difirotin, usa jî yên seraf rûniştî dîtin. 15 De îjar wî ji bena qamçîk çêkir, hemû ji paristgehê, pez û dewarên wanva derxistin, perêd serafa rêtin û textên wan welgerandin. 16 Kevotkfiroşara got: “Vana ji vê derê hildin! Îdî mala Bavê min nekine bazargeh!” 17 Hate bîra şagirtên wî ku aha hatiye nivîsarê: “Xîreta hindava mala teda agir min dixe”.
(Zebûr 69:20, 21)
20 Bêhurmetîyê dilê min şkênand, kirime xweyê derd-kula, hîvîya baristanîyê bûm, lê min nedît, yek tunebû dil bida ber min. 21 Dewsa xwarinê jer didan min, dewsa avê jî sirke didan.
34 wana şerav û tiştekî tel tevhev kirin û dane Îsa. Lê çaxê ewî tem kir, nexwest vexwe.
34 Lê dîsa ji eskera yekî rim neksa wîra kir û pêra-pêra av û xûnê avît.
Ça Zebûra 69-da Derecên ji Emirê Îsa Hatine Pêxembertîkirinê
w11 15/8 11 ¶17
Ewana Hîviya Mesîh bûn
17 Wê bê menî Îsa nefret bikin (Zeb. 69:4). Yûhennayê şandî giliyên Îsa wekiland, yê ku got: “Heger min nav wanda nekirana, ew kirên ku tu kesî nekirine, gunên wanê tunebûna. Lê niha dîtin, hin jeniyane min, hin jî Bavê min. Lê belê ev yek bû, wekî ew gotina ku Qanûna wanda hatiye nivîsarê bê sêrî: ‘Cîkî badîhewa jeniyane min’” (Yûhn. 15:24, 25). Gelek car “Qanûn” tê hesabê hemû Nivîsarên Pîroz (Yûhn. 10:34; 12:34). Ji çar kitêbên Mizgînîye pêşin tê kifşê, wekî meriva Îsa nefret dikirin, îlahî serwêrên rêlîgî. Xêncî vê yekê Mesîh got: “Dinya nikare bijene we, lê dijene min, çimkî ez şedetiyê didim, ku kirên wê xirab in” (Yûhn. 7:7).
w10 15/12 8 ¶7-8
Hindava Hebandina Rast Xîret Bin
7 Dereceke jîyîna Îsada diha baş xîreta wî da kifşê. Ev yek destpêka xizmetiya wî, wedê Cejina Derbazbûnê sala 30 D.M.-da qewimî. Îsa tevî şagirtên xwe hate Orşelîmê û “paristgehêda ewî yên ku dewar, pez û kevotk difirotin, usa jî yên seraf rûniştî dîtin”. Gelo Îsa çi kir û ev yek ça ser şagirtên wî hukum kir? (Bixûne Yûhenna 2:13-17)
8 Ev yek ku hingê Îsa çi kir û got, pêxembertiya ji zebûrên Dawid anî bîra şagirtên wî: “Xîreta hindava Mala Teda agir min xist” (Zeb. 69:9). Gelo çira? Çimkî tenê merivekî xîret dikaribû tiştekî usa bikira, çi ku gelek xof bû. Mesele kahîn, qanûnzan û kesên din, hukumê kîjana ku paristgehêda hebû, pişt vî şixulê kirîn-firotana bazirgana sekinîbûn, ya ku kareke mezin dianî. Çaxê Îsa kirên wane nerast eyan kir û şixulên wan da sekinandinê, ew miqabilî serwêrtiya rêlîgî ya wî çaxî derket. Çawa ku şagirtên wî têderxistin, ev yek îzbat dikir, ku xîreta wî hindava mala Xwedê çiqas mezin bû, dêmek xîreta hindava hebandina rast. Lê çi tê hesabê xîret? Û ev ça cude dibe ji vê yekê, ku xwe paş nexin?
g95 10/22 31 ¶4
Gelo Meriv Dikare ji bo Diltengiyê Bimire?
Hine meriv dibêjin, wekî menîk ji bo çi jî Îsa mir, ev hebû diltengî, û derheqa vê yekê hatibû pêxembertîkirinê: “Bêhurmetîyê dilê min şkênand, kirime xweyê derd-kula” (Zebûr 69:20). Gelo em gerekê van giliya raste-rast fem kin? Diqewime hema usa jî hebû, çimkî ev çend sihetên pêşiya mirina Îsa, gelek çetin bûn, ne ku tenê ji aliyê fîzîkî, lê usa jî ji aliyê êmosiyalî (Metta 27:46; Lûqa 22:44; Îbranî 5:7). Xêncî vê yekê dilê şkestî dikaribû bida kifşê, ku çira ‘av û xûn’ ji birîna wî kişiya, gava paşî mirinê rim neksa wîra kirin. Çaxê dil yan tamareke xûnêye mezin diteqe, xûn dikare bikeve sîngê meriv yan jî bikeve meya mêmbranê, ya ku hêsa dil dipêçe. Bedena meriv kîderê jî qul kin, ji wêderê meyake usa dirije, ku dikare mîna “av û xûnê” bê kifşê (Yûhenna 19:34).
it-2 650
Şînkaya Jerdedayî
Derheqa Mesîh hatibû pêxembertîkirinê, ku wê “jer”, dêmek şînkaya jerdedayî lê bidana xwarinê (Zb. 69:21). Ev yek qewimî gava şerav tevî tiştekî tel dane Îsa, pêşiya ku lê stûnêva mix kirana. Lê çaxê Îsa ev yek tem kir, ewî nexwest vexwe, çimkî ev mîna narkotîkê dikaribû êşa wî sist kira. Çaxê Metta (27:34) derheqa vê pêxembertiyê şirovedikir, ewî da xebatê xebera Yûnanî xolê (çi ku dihate hesabê “zirav” û hatiye welgerandinê ça “tiştekî tel”), û ev xeber Zebûra 69:21-da Sêptûagînta Yûnanîda jî hatiye nivîsarê. Lê kitêba Markosda derheqa zimir tê gotinê (Mk. 15:23), lema jî hine meriv difikirin, wekî ev şînkaya jerdedayî yan jî “tiştekî tel”, ev hebû zimir, çi ku dane Îsa. Yan jî nava vê avêda him zimir him jî tiştekî tel hebû.
Xizna Kitêba Pîroz
(Zebûr 69:30, 31)
30 Ezê pesinî navê Xwedê bistirêm, Wî bilind kim, şikirîyê bidimê. 31 Ev yekê hê Xudan xweş bê, ne ku ga û canegayê xweyîstrûyî xweyîsim.
w99 15/1 18 ¶11
Bi Aminî Destê Xwe Duada Bilind kin
Gelek meriv dua dikin tenê wî çaxî, gava wanra tiştek lazim e, lê hezkirina hindava Yehowa gerekê me hêlan ke razîbûna xwe duada wîra bidine kifşê him çaxê em tenê ne, him jî gava tevî kesên din dua dikin. Pawlos nivîsî: “Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be. Û edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirên we yektiya Mesîh Îsada xwey ke” (Fîlîpî 4:6, 7). Belê, xêncî xwestin û dewakirina, em gerekê razîbûna xwe jî Yehowara bidine kifşê, bona keremên ruhanî û matêrîalî (Metelok 10:22). Zebûrbêj distira: “Xwedêra qurbana razîdarîyê bide, ad-qirarên xwe tev Yê Herî Jorin bîne sêrî” (Zebûr 50:14). Û duayê xweda Dawid giliyên usa dilgerm distira: “Ezê pesinî navê Xwedê bistirêm, Wî bilind kim, şikirîyê bidimê” (Zebûr 69:30). Were em jî çev bidine Dawid, gava tenê yan jî ber meriv dua dikin!
5-11 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 70-72
(Zebûr 71:5)
5 Tu yî gumana min, Xudan Xweyo, ji zarotîyêda gumana min Tu yî.
(Zebûr 71:9)
9 Kaltîya minda Tu pişt nede min, qudûmnekirinêda min bernede.
(Zebûr 71:17, 18)
17 Xwedêyo! Ji zarotîya minda Te ez hîn kirim û heta niha keremetên Te salix dikim. 18 Kaltî û rû-remantîya minda jî min nehêlî, Xwedêyo, heta qewata Te nisilê mayînra bêjim û qudreta Te hemû hatîyara.
Nisilên Dinra Derheqa Qewata Yehowa Bêjin
w99 1/9 18 ¶17
Cahilno, Berbihêr bin!
17 Seva ku ji telikên Mîrê-cina birevî, tu gerekê timê berbihêr û fesal bî û him jî mêrxas bî. Cara tuyê rastî miqabilîbûnê bêyî ne tenê ji aliyê cahila, lê usa jî ji aliyê gelek merivên din. Dawidê zebûrbêj usa dua dikir: “Tu yî gumana min, Xudan Xweyo, ji zarotîyêda gumana min Tu yî. Xwedêyo! Ji zarotîya minda Te ez hîn kirim û heta niha keremetên Te salix dikim” (Zebûr 71:5, 17). Dawid nas bû ça merivekî mêrxas. Lê çi çax ev mêrxasî cem wî pêşda hat? Gava ew cahil bû! Hela hê pêşiya ku Dawid Golyat bikuşta û bi vê yekê mêrxasîke mezin bida kifşê, ewî çaxê pezên bavê xwe dibû xweyî, şêr û hirç kuştibû (1 Samûyêl 17:34-37). Lê Dawid dida kifşê, wekî mêrxasiya wî ji Yehowa ye, ewî digote Xwedê: “Ji zarotîyêda gumana min Tu yî”. Ev yek ku Dawid îtbariya xwe Yehowa dianî, alî wî dikir ji çetinaya netirse. Hergê tu jî îtbariya xwe Yehowa bînî, ewê ese qewat û mêrxasiyê bide te, wekî tu “dinyayê bindest” kî (1 Yûhenna 5:4).
g04 10/8 23 ¶3
Em Gerekê Hindava Kesên Emirda Mezin Çawa bin?
Zebûrbêj dua dikir: “Kaltîya minda Tu pişt nede min, qudûmnekirinêda min bernede” (Zebûr 71:9). Xwedê xizmetkarên xweye amin înkar nake, hela hê hingê jî gava kesên emirda mezin difikirin, ku ewana îda kêrî tu tiştî nayên. Zebûrbêj nedifikirî, wekî Yehowa lê bîr kiriye, lê ewî rind fem dikir, ku çiqas ferz e îtbariya xwe Efirandarê xwe bînin, îlahî gava emirda mezin dibin. Yehowa temamiya emirê xizmetkarên xweye amin, piştgiriya wan dike (Zebûr 18:25). Gelek car Yehowa bi saya xûşk-bira alîkariya usa dide.
w14 15/1 23 ¶4-5
Yehowara Xizmet kin Heta ku Rojên Zemet Nehatine
4 Hergê hûn emirda mezin in û cêribandî ne, wê baş be hûn pirseke usa bidine xwe: “Gelo ezê niha çi bikim, gava hê hine qewata min heye?” Ça Mesîhiyên gihîştî bal we mecalên usa hene, çi ku bal kesên din tune ne. Hûn dikarin wan tişta, çi ku ji Yehowa hîn bûne, kesên cahil hîn kin, hûn dikarin wana bişidînin, gava wanra derheqa xizmetiya xwe gilî kin. Dawid Padşa bona vê yekê dua dikir. Ewî nivîsî: “Xwedêyo! Ji zarotîya minda Te ez hîn kirim . . . Kaltî û rû-remantîya minda jî min nehêlî, Xwedêyo, heta qewata Te nisilê mayînra bêjim û qudreta Te hemû hatîyara” (Zeb. 71:17, 18).
5 Gelo meriv ça dikare bîlaniya, ku ewî emirê xweda qazanc kiriye, kesên dinra eyan ke? Gelo hûn dikarin xizmetkarên Yehowaye cahil teglîfî mala xwe kin û bi xeberdanê hevdu hêlan kin? Gelo hûn dikarin wana teglîfî xizmetiyê kin, wekî ewana bivînin ku xizmetî şabûneke mezin wera tîne? Elîhû usa got: “Bira roj bêjin û zêdebûna sala şehrezayiyê [bîlaniyê] hîn bike” (Îbo 32:7, ÎM). Pawlosê şandî kulfetên cêribandî hêlan dikir, ku ewana kesên din bi gotin û kirên xwe bişidînin. Ewî got: “Pîrejin jî bira . . . xweyên şîretên qenc bin” (Tîto 2:3).
Xizna Kitêba Pîroz
(Zebûr 72:8)
8 Bira hukum ke ji berê heta berê û ji çemê Firatê heta serê dinê.
it-1 768
Ferat
Sînorê Erdê ku Îsraêlêra Hatibû Dayînê. Çaxê Xwedê tevî Birahîm peyman girêda, Ewî jêra soz da ku wê “erdê ji çemê Misirê heta çemê mezin, awa gotî Firatê” bide zureta wî (Dsp. 15:18). Xwedê ev soz cimeta Îsraêlra jî wekiland (Drk. 23:31; Qn.Dc. 1:7, 8; 11:24; Yêş. 1:4). Yekê Dîrok 5:9-da tê gotinê, ku hê pêşiya serwêrtiya Dawid, hinek ji bereka Rûbên aliyê “rojhilatê heta ciyê ku ji çemê Feratê” war bûn. Hergê berbi “rojhilata Gîleadê” herin, Ferat weke 800 kîlomêtr dûrî wêderê ye (1 Dr. 5:10). Ça tê kifşê Rûbênî heta qeraxê Beriya Sûryayê bela bûn, ya ku digihîşte Feratê. Ça kifş e sozê Yehowa cara pêşin bi temamî hate sêrî, wedê serwêrtiya Dawid û Silêman. Wî çaxî erdê padşatiya Aramî, dêmek Tsoba, bû warê Îsraêlê. Ev erd digihîşte çemê Feratê, diqewime heta van ciya, kîderê ku çem aliyê bakura Sûryayê dikişiya (2 Sm. 8:3; 1 Pd. 4:21; 1 Dr. 18:3-8; 2 Dr. 9:26). Ji bo vê yekê, ku rola çemê Feratê gelek ferz bû, gelek car ev tenê ça “Çem” nav dikirin (Yêş. 24:2, 15; Zb. 72:8).
12-18 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 73-74
(Zebûr 73:3-5)
3 çimkî min dilê xwe kir maşoqê xwerazîya, gava min dîna xwe da açixîya nepaka. 4 Çimkî ew nizanin êş çi ye heta mirinê, ew li ser qewata xwe jî dimînin. 5 Ew mîna yên mayîn tengasîyê nabînin û tevî merivên mayîn naçerçirin.
(Zebûr 73:17)
17 heta ku ketime pîrozgeha Xwedê, hingê axirîya wana ez pê hesîyam.
(Metelok 18:1)
1 Yê ji xwe razî xwestina dilê xwe digere û miqabilî her şêwir û qirarê ye.
(Zebûr 73:18, 19)
18 Rastî Te nepak kirine rîya şimşat, berjêrê kendêlda wan dişînî. 19 Çawa nişkêva ew tûr-tûrî bûn, betavebûn û bi tirsê kok lê hatin.
(Zebûr 73:24)
24 Tu pê şîretên Xwe rê nîşanî min dikî û paşê jî bi rûmetê min qebûl dikî.
Çi Bikin Gava Em Hevsûdiyê Wan Meriva Dikin, Yên ku Xwedêra Xizmet Nakin?
w14 15/4 4 ¶5
Çev Bidine Baweriya Mûsa
Tu ça dikarî vê xwestinê înkar kî, ku “wextekî kin nava kêfa gunada” derbaz kî? Tu car bîr nekin, wekî lezeta ku meriv ji gunekirinê distîne, wedelû ye. Bawer be, ku “dinyayê jî derbaz be, havijiya wê jî” (1 Yûhn. 2:15-17). Bidine ber çevê xwe, ku axiriya wan meriva wê çawa be, yên ku gunê xwe tobe nakin. Ewana ser “rîya şimşat” sekinî ne û wê nişkêva betavebin (Zeb. 73:18, 19). Çaxê hûn têne cêribandinê ku gune bikin, ji xwe bipirsin: “Ez çi axirî bona xwe dixwazim?”
w13 15/2 25-26 ¶3-5
Bira Tu Tişt Riya We Negire Hurmetê Bistînin
3 Zebûrbêj baweriya xwe hindava vê yekêda da kifşê, ku Yehowa destê wîye rastê girtiye û wî berbi rûmetê dibe (Bixûne Zebûr 73:23, 24). Lê Yehowa ça vê yekê dike? Yehowa xizmetkarên xweye milûk dibe berbi rûmetê bi vê yekê, ku bi cûre-cûre mêtoda dide kifşê, ku wana qîmet dike. Ew wana kerem dike bi vê yekê, ku qirara xwe wanra vedike (1 Korn. 2:7). Kê ku gura Wî dike, qedir wanra tê dayînê, ku bibine dostê wîye nêzîk (Aqûb 4:8).
4 Yehowa usa jî xizneke qîmet daye xizmetkarên xwe, ev heye şixulê belakirina mizgîniyê (2 Korn. 4:1, 7). Ev xizmetî dibe berbi rûmetê. Ewên ku vê xizmetiyêda kar dikin, navê Yehowa rûmet dikin û merivên dinra karê tînin. Xwedê wanra soz dide: “Kesê ku min rûmetdar bike, ezê jî rûmetdar bikim” (1 Sam. 2:30, ÎM). Merivên usa ber çevê Xwedê navê baş qazanc dikin û xûşk-bira jî derheqa wan baş xeber didin (Metlk. 11:16; 22:1).
5 Çi axirî hîviya wan meriva ye, yên ku gumana xwe Yehowa tînin û xwe “riya wî” digirin? Wanra soz hatiye dayînê: “Ewê [Yehowa, DT] te bilind ke ku erdê war bî. Tê bibînî undabûna nepaka” (Zeb. 37:34). Ewana hîviya wî wedeyî ne, çaxê wanra qedirekî mezin bê dayînê, dêmek gava ewana emirê heta-hetayê bistînin (Zeb. 37:29).
Xizna Kitêba Pîroz
(Zebûr 74:13, 14)
13 Te bi qewata Xwe ber qelaşt, Te serê zîya avada hincirandin. 14 Te serên Lêwyatan pelaxtin, ew kire xurê rewirên çolê.
it-2 240
Lêwyatan
Zebûra 74-da tê şirovekirinê, ku ça Xwedê cimeta xwe xilaz kir, û rêzên 13 û 14-da bi sîmbolîk tê gotinê derheqa azakirina Îsraêliya ji Misirê. Wan rêzada xêncî xebera “Lêwyatan” usa jî xebera “zîya avada” tê xebitandinê [Îbranî, tannînîm, ya ku gelekanîda ye û ji xebera tannîn e], lê ev gilî “serên Lêwyatan pelaxtin”, diqewime tê hesabê kutakirina Firewin û eskerên wî, gava Îsraêlî ji Misirê derketin. Targûmên Aramîda, dewsa giliyên “serên Lêwyatan” hatiye nivîsarê “kesên qewat yên Firewin” (Beramber ke Hz. 29:3-5; kîderê ku Firewin beramberî “cenewirê mezin” dibe, yê ku xwe ser çemê Nîlê dirêj kiriye; usa jî Hz. 32:2). Îşaya 27:1-da xebera “Lêwyatan” (LXX, “ziya”), diqewime tê xebitandinê ça sîmbola împêriyayê, ya ku ser temamiya dinyayê serwêrtiyê dike û gura wî dike, yê ku Kitêba Pîrozda tê navkirinê “mer” û “ziya” (Ent. 12:9). Ev heye pêxembertîk derheqa tezekirina Îsraêlê, lema jî ev giliyê ku Yehowa wê Lêwyatan “ceza bike, ÎM” derheqa Babîlonê jî tê gotinê. Rêzên 12 û 13-da derheqa Asûr û Misirê tê gotinê. Lema jî ça kifş e, vira xebera Lêwyatan tê hesabê teşkîleta hemdinyayê yan jî împêriya, ya ku miqabilî Yehowa û xizmetkarên wî dertê.
19-25 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 75-77
(Zebûr 75:4)
4 Ez dibêjime kubara: ‘Kubar nebin’ û nepaka: ‘Strûya dernexin,
6 Bira ne jî bawermendê nû be, ku nebe kubar be, dîwana wî jî mîna ya Mîrêcin bê kirinê.
(Zebûr 75:5-7)
5 strûyê xwe ber bi jor bilind nekin, qurbe-qurbe xeber nedin’”. 6 Çimkî bilindbûn ne ji rohilatê ye, ne ji roavayê ye, ne jî ji başûrê ye. 7 Lê belê hakim Xwedê ye, hineka nimiz dike, hineka bilind dike.
(Zebûr 76:12)
12 Ew ruhê serwêra distîne, xofa Wî ser hemû padşên erdê ye.
Kubar Nebin—Gelo Çira?
w06 15/7 11 ¶2
Fikirên Sereke ji Para Sisiya û Çara ya Kitêba Zebûr
75:4, 5, 10—Çi tê hesabê ‘strû’? Strûyên heywana mîna çekên qewî ne. Lema jî xebera ‘strû’ tê hesabê hukum yan jî qewat. Yehowa strûyên cimeta xwe bilind dike, lê “strûyên nepaka . . . hûrdexweşî” dike. Em gerekê miqatî xwe bin, wekî “strûyê xwe ber bi jor bilind nekin”, dêmek qure û kubar-babax nebin. Yehowa meriva “bilind dike”, lema jî hemû cabdarî û kifşkirinên civatêda, ji Wî ne (Zebûr 75:7).
Xizna Kitêba Pîroz
(Zebûr 76:10, ÎM)
10 Ya rast, xezeba mirov tera pesindan e, xezeba bermayî, ji bo te bêziyan e.
w06 15/7 11 ¶3
Fikirên Sereke ji Para Sisiya û Çara ya Kitêba Zebûr
76:10—Çi cûreyî “xezeba mirov, ÎM” bona pesindayîna Yehowa ye? Çaxê Xwedê îzinê dide meriva, ku hêrsa xwe ser meda birêjin, ji bo vê yekê ku em xizmetkarên wî ne, ev yek dikare karê mera bîne. Her çetinayî rastî kîjanî em tên, alî me dike diha cêribandî bin. Yehowa dihêle wekî em rastî haqas çetinaya bên, ji çiqasî emê bikaribin dersa hîn bin (1 Petrûs 5:10). “Xezeba bermayî, ji bo . . . [Xwedê] bêziyan e, ÎM”. Lê çi dikarin bêjin, gava hine kes usa diçerçirin, ku hela hê dimirin jî? Ev yek jî dikare pesinê Yehowa bide, çimkî ew merivên ku aminiya me divînin, diqewime destpêkin Xwedê rûmet kin.
26 TEBAXÊ–1 ÎLONÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 78
(Zebûr 78:11)
11 keremet û kirinên Wî bîr kirin kîjan ku Wî nîşanî wan kiribûn,
(Zebûr 78:42)
42 Destê Wî bîr neanîn, ew roja ku ji dijmin xilaz kirin,
(Zebûr 78:19)
19 Devê xwe ber Xwedê vekirin û gotin: “Gelo Xwedê dikare berîyêda jî sifirê dayne?
(Zebûr 78:40, 41)
40 Çiqasî berîyêda ber Wî rabûn û çolêda hêrsa Wî rakirin! 41 Dîsa Xwedê dicêribandin û Pîrozê Îsraêlê bînteng dikirin.
(Zebûr 78:56, 57)
56 Lê wana Xwedê cêribandin miqabilî Yê Herî Jorin rabûn, qanûnên Wî xweyî nekirin. 57 Mîna kal-bavên xwe vegerîyan û xalifîn, mîna kevanên qelp bêamin derketin.
Neaminiya Îsraêliya—Mesela Nebaş
w96 1/12 29-30
“Wan Rojên Pêşin Bîr Bînin”—Gelo Çira?
Sed heyf, Îsraêliya gelek car gune dikirin, çimkî kirên Yehowa bîr dikirin. Gelo axiriya vê yekê çi bû? Ewana “dîsa Xwedê dicêribandin û Pîrozê Îsraêlê bînteng dikirin. Destê Wî bîr neanîn, ew roja ku ji dijmin xilaz kirin” (Zebûr 78:41, 42). Axiriyêda, ji bo vê yekê ku cimeta Yehowa temiyên Wî bîr dikirin, Ewî wana înkar kir (Metta 21:42, 43).
Meseleke baş mera zebûrbêjek hîştiye, yê ku nivîsî: “Kirên Xudan ezê bîr bînim, belê keremetên Teye berê bîr nakim. Ezê hemû kirên Teda kûr bibim û li ser karên Te bifikirim” (Zebûr 77:11, 12). Bîranînên usa û fikirandina derheqa xizmetiya meye amin wedê berê, û usa jî dişirmîşbûna ser kirên Yehowaye bi hezkirin, wê me qewî kin û usa jî şêkirdarî û nêtên rast nav meda pêşda bînin. Çaxê em “rojên pêşin bîr bînin”, emê qewî bin û çi ji destê me tê bikin, ku bi aminî sebir kin.
w06 15/7 17 ¶16
“Her Tiştî Bê Bîntengî . . . Bikin”
16 Çaxê em neqayîl in, em dîna xwe didine tenê ser xwe û problêmên xwe, lê keremên ku em ça Şedê Yehowa distînin, qîmet nakin. Seva ku em nekine kute-kut, em gerekê van kerema bîr nekin û qîmet kin. Mesele, me her kesîra qedirekî mezin hatiye dayînê, ku navê Yehowa ser me ye (Îşaya 43:10). Mecala me heye, ku heleqetiya nêzîk tevî Yehowa saz kin û timê jêra dua kin, çimkî Ew duayên me dibihê (Zebûr 65:2; Aqûb 4:8). Nêta jîyîna me heye, çimkî em haş ji pirsa here ferz hene, derheqa îzina serwêrtiyê temamiya gerdûnêda, û qedirekî mezin e, ku mecala me heye Xwedêra amin bimînin û piştgiriya wî bikin (Metelok 27:11). Em dikarin timê Mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê bela kin (Metta 24:14). Em baweriya xwe qurbana Îsa Mesîh tînin, lema jî îsafa me temiz e (Yûhenna 3:16). Firqî tune em rastî çi çetinaya tên, yeke em van hemû kerema distînin.
w11 1/7 10 ¶3-4
Gelo Hestên Yehowa Hene?
Zebûrbêj got: “Çiqasî berîyêda ber Wî rabûn û çolêda hêrsa Wî rakirin!” (Rêza 40). Lê rêza dinda tê gotinê: “Dîsa Xwedê dicêribandin” (Rêza 41). Ji van rêza tê kifşê, wekî Îsraêlî timê neqayîlbûna xwe didane kifşê. Îda ji wî çaxî gava ewana ji Misirê derketin, wana qedirê Xwedê nedigirt û gura wî nedikirin. Wana destpêkir ser Xwedê bikine kute-kut û dudilî dibûn, ku Ew dikare û dixwaze bona wan xem bike (Jimar 14:1-4). Kanîkêda bona welgerên Kitêba Pîroz, dihate gotinê, wekî xebera “ber Wî rabûn” usa jî tê hesabê “wana dilê xwe himberî Xwedê sert kirin” yan jî “wana Xwedêra got ‘Na’”. Lê Yehowa dilremî hindava Îsraêliyada dida kifşê û dibaxşande wan, gava wana gunê xwe tobe dikir. Lê yeke ewana dîsa û dîsa miqabilî wî derdiketin (Zebûr 78:10-19, 38).
Gelo Yehowa her car çi texmîn dikir, çaxê cimeta wîye neguhdar miqabilî wî derdiket? Rêza 40-da tê gotinê: “Hêrsa Wî rakirin!” û li gora welgerandineke din, “dilê Wî dêşandin”. Kanîke ser hîmê Kitêba Pîrozda tê şirovekirinê: “Ev gilî têne hesabê, wekî kirên Cihûya mîna kirên zara neguhdar, dil dêşandin”. Çawa ku zara neguhdar dilê dê-bavê xwe dêşîne, Îsraêlên neguhdar jî “Pîrozê Îsraêlê bînteng dikirin” (Rêza 41).
Xizna Kitêba Pîroz
(Zebûr 78:24, 25)
24 bona xurek mana ser wanda barand nanê ezmên wanra şand. 25 Mêriv nanê milyaketa xwar, xurekê weke têrbûna wan şand.
w06 15/7 11 ¶4
Fikirên Sereke ji Para Sisiya û Çara ya Kitêba Zebûr
78:24, 25—Çira mana hatiye navkirinê “nanê ezmên” û “nanê milyaketa”? Ev gilî nayne hesabê, wekî mana xwarina meleka bû. Ev dihate hesabê “nanê ezmên”, çimkî ev ji ezman dihate dayînê (Zebûr 105:40). Melek ser ezmana dimînin, lema jî xebera “nanê milyaketa” dikare bê hesabê, ku ev nan ji Xwedê bû, yê ku ser ezmana dijî (Zebûr 11:4). Diqewime Yehowa bi saya meleka mana dida Îsraêliya.