Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
6-12 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 127-134
(Zebûr 127:1, 2)
1 Heger Xudan malê çêneke, badîhewa avakir dixebitin. Heger Xudan bajêr xwey neke, badîhewa nobedar bêxew dimîne. 2 Badîhewa hûn zû ji xewê radibin û dereng hûn pal didin, radizên, nanê xwe jî kesirî dixwin. Xewêda jî Xudan dide delalên Xwe.
(Zebûr 127:3)
3 Ewled pêşkêşên Xudan in, berê zika dayîna Wî ye.
(Zebûr 127:4)
4 Çawa tîr destê mêrê mêrxasda, usa jî zar cahiltîya bavêda.
Dê-Bavno Timê bona Zarên Xwe Xem Bikin
Xizna Kitêba Pîroz
(Zb. 128:3, ÎM)
3 Zarokên [kurên, DT] te, wê wek şaxên zeytûnê li dora sifrê bicivin.
it-1 543
Şînkayên Kitêba Pîrozda
Gava zebûrbêj besa dara zeytûnê dikir, ewî usa soz da merivên ku Yehowa ditirsiyan: “Zarokên [kurên, DT] te, wê wek şaxên zeytûnê li dora sifrê bicivin” (Zb. 128:1-3, ÎM). Seva ku dara zeytûnêye teze daçkînin, gelek car şax, dêmek çiqilên dara mezin dibirin û dadiçkînin. Xêncî wê yekê dara kevin jî dikare tezeda şîn be û çiqilên teze ser koka vê derên, bi saya çi jî bax berdewam dike bijî. Anegorî wan çiqila, kur jî dora bavê digirin, û malbeta xwe diha bextewar dikin.
13-19 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 135-137
(Zebûr 135:5, 6)
5 Ez zanim ku Xudan mezin e, Xweyê me ser hemû xwedêyara ye. 6 Xudan ça dixwaze usa dike, erd û ezmênda, nava bera, usa jî hemû kûrayîyada.
(Derketin 14:29-31)
29 Lê zarên Îsraêl, berêda ser zihayêra çûbûn, av li alîyê wanî çep û rastêva wanra bibû dîwar. 30 Û wê rojê Xudan îsraêlî ji destê misirîya xilaz kirin. îsraêlîya devê berê misirî mirî dîtin. 31 Îsraêl qewata wî destî dît, kîjan ku Xudan ser misirîya da kifşê. Cimet ji Xudan tirsîya û bawerîya xwe Xudan û xulamê wî Mûsa anîn.
(Zebûr 135:14)
14 Çimkî Xudanê heqîyê cimeta Xwe bike û çevê remê xulamên Xwe binihêre.
(Zebûr 136:23)
23 Yê belengazîya meda me bîr tîne, çimkî huba Wî heta-hetayê ye.
“Xweyê Me ser Hemû Xwedêyara ye”
it-2 661 ¶4-5
Qewat, Kirên Zor
Xwedê qewata tebyetê kontrol dike. Seva ku Yehowa îzbat ke, wekî ew Xwedayê rast e, ew dikare hukumtiya xwe ser efrînên xwera usa bide xebatê, wekî ev yek navê wîva girêdayî be (Zb. 135:5, 6). Tev, hîv, planêt û steyrk li gora trayêktoriya xwe dizivirin, û prosêsên atmosfêra erdê (çi ku ba, baran û qewimandinên din pêşda tînin) bin hukumê wan qanûnada nin, yên ku bona van hatine kifşkirinê. Çivîk û kulî jî, li gora prosêsên atmosfêrê, ji cîkî difirin cîkî din. Ev hemû îzbatî û gelek tiştên din, çi ku Xwedê bona pîrozkirina navê xwe dide xebatê, besî wan meriya nîne, yên ku miqabilî Wî dertên û xudanên qelp dihebînin.
Lema jî Yehowa Xwedê gelek car usa dikir, seva ku efrîn û qewimandinên tebiyetê qewata wî eyan kin û îzbat kin, wekî ew e Xwedayê rast. Ewî qewimandinên usa bi nêteke mexsûs, bi cûrê nebûyî û gelek car wedê kifşkirîda dida xebatê. Hergê qewimandinên usa ça hişkî, lêyî yan jî tiştên vî cûre mexsûs nîbûna jî, ewana dibûne mexsûs, çaxê li gora pêxembertiya Yehowa dihatine sêrî (Beramber ke 1 Pd. 17:1; 18:1, 2, 41-45). Gelek cara ev qewimandin mexsûs bûn ji bo qewata xwe (Drk. 9:24), yan ji bo wê yekê ku ewana bi cûrê ecêb diqewimîn, yan jî ewana ne wedê xweda diqewimîn (Drk. 34:10; 1 Sm. 12:16-18).
Xizna Kitêba Pîroz
(Zebûr 135:1)
1 Halêlûya! Pesinê navê Xudan bidin, pesinê bidinê, gelî xulamên Xudan,
(Zebûr 135:5)
5 Ez zanim ku Xudan mezin e, Xweyê me ser hemû xwedêyara ye.
it-1 1248
Yah
Forma navê Xwedêye kin, Yah, hingê didane xebatê, gava hestên qewî pesindayînêda, kilamada û dua-dirozgada eyan dikirin. Gelek car ev kontêkstên usada tê xebitandinê, kîderê ku şabûna bona serketinê û azakirinê tê eyankirinê, yan jî kîderê qewata Yehowaye mezin tê rûmetkirinê. Meselên vî cûreyî derheqa xebitandina vê forma kin, gelek in. Zebûrada ev gilî, “Pesinê Xudan [Yah, DT] bide, nefsa min!” (Halêlûya) ça doksolojiya, dêmek ça pesindayîn Xwedêra hatiye dayînê. Cara pêşiyê em evê yekê Zebûr 104:35-da divînin. Hine Zebûrada ew tenê destpêkêda ne (Zb. 111; 112), hine ciyada ev ortêda ne (135:3), hinekada jî tenê xilaziyêda ne (Zb. 104, 105; 115-117), lê gelek cara jî him destpêkêda heye, him jî xilaziyêda (Zb. 106, 113, 135, 146-150). Kitêba Eyantîda tê kifşê, ku çaxê efrînên ezmanî pesinê Yehowa didin, ewana çend cara evî gilî-gotinî didine xebatê (Ent. 19:1-6).
Derecên dinda “Yah” usa jî kilamên pesindayînêda û dua-dirozgada têne xebitandinê. Mesele, kilama Mûsa derheqa xilazbûnêda (Drk. 15:2). Wan kilamada, kîjana ku Îşaya nivîsîbû, tê xebitandinê du formên navê Xwedê, “Yah Yehowa”, û bi vê yekê ferzbûna vê diha eyan dibe (Îş. 12:2; 26:4). Gava Hizqiya bi keremetî hate qenckirinê û ji mirinê xilaz bû, ewî bi şabûn û bi forma poêtîkî hestên xwe bi saya wekilandina xebera “Yah” eyan kir (Îş. 38:9, 11). Bi vê yekê cudebûneke mezin tê kifşê, orta miriyên ku nikarin pesinê Yah bidin, û wan meriva, yên ku temamiya emirê xweda hazir in bi xîret pesinê wî bidin (Zb. 115:17, 18; 118:17-19). Zebûrada “Yah” usa jî tê xebitandinê, wedê duayên razîbûnê seva xilazbûnê, parastinê û rastkirinê (Zb. 94:12; 118:5, 14).
20-26 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 138-139
(Zebûr 138:1)
1 Xudan, ez dil û can şikirîyê didime Te, li ber xwedêya distirêm eşqî navê Te.
(Zebûr 138:3)
3 Roja ku min gazî Te kir, hingê bihîst Te dengê min, qewat kirim, qudûm da min.
(Zebûr 138:6)
6 Rast e Xudan bilind e, lê yên nimize belengaz dibîne, kubara jî dûrva nas dike.
Nehêlin wekî Berxweketin Riya We Bigire
Xizna Kitêba Pîroz
(Zebûr 139:21, 22)
21 Xudan, ez ça nejenime yên dijenine Te? Ça zivêr nebim, ji raberên himberî Te? 22 Ez wan ber çevê xwe lap davêjim, ez wan xwera dijmin hesab dikim.
it-1 862 ¶4
Baxşandin
Xêncî wê yekê, ji Mesîhiya tê dewakirinê ku bibaxşînin meriva, hela hê wî çaxî jî, gava gelek car dilê wan dêşînin (Lq. 17:3, 4; Ef. 4:32; Kl. 3:13). Xwedê nabaxşîne wan meriya, yên ku naxwazin bibaxşînine kesên din (Mt. 6:14, 15). Gava meriv bona gunekî giran ji civatê tê derxistinê, wede şûnda ew dikare bê baxşandinê, hergê ew bi dil û can gunên xwe bîne riyê xwe û tobe ke. Hingê hemû endemên civatê dikarin hezkirina xweda wî bidine bawerkirinê (1 Kr. 5:13; 2 Kr. 2:6-11). Lê Mesîhî borcdar nînin bibaxşînine wan meriva, yên ku qesta gune dikin û tobe nakin. Merivên usa dibine dijminên Xwedê (Îbr. 10:26-31; Zb. 139:21, 22).
27 ÇILEYÊ–2 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 140-143
(Zebûr 141:5)
5 Bira yê rast min şîret ke, ew yek şîrinayî ye, bira min hilê, ew yek rûnê xas e û bira serê min texsîr neke, lê duayên min, miqabilî kirê merivên xirab e.
(Zebûr 143:5)
5 Rojên bihurî ez bîr tînim, ser hemû kirinên Te difikirim, ser kirên destê Te ez kûr dibim.
(Zebûr 143:10)
10 Min hîn ke, ku emirê Te biqedînim, çimkî Tu Xwedêyê min î, bira Ruhê Teyî qenc rêberê min be min bibe erdê mêrg û çîman.
Li Gora Dua-Dirozgên Xweye bona Alîkariyê, Hereket Bikin
w10 15/3 32 ¶4
Zemanê Giranda Dilê Xwe Temiz Xwey kin
Peyketin aliyê dijminada, problêmên perava girêdayî û nexweşiyên giran gelek xirab ser xizmetkarên Xwedê hukum dibin. Carna usa dibe ku ev yek xirab ser dilê wan jî hukum dibe. Hela hê Dawid Padşa jî rastî derecên vî cûreyî hatibû. Ewî got: “Ruhê min minda temirî, dil nav minda ricifî” (Zeb. 143:4). Gelo çi alî wî dikir, ku derecên usada teyax ke? Dawid dikire bîra xwe, ku Xwedê hindava xizmetkarên xweda çawa xwe dida kifşê û çawa ew jî xilaz kiribû. Ew derheqa wê yekê difikirî, ku Yehowa seva xatirê navê xwe çi kiribû. Ew usa jî derheqa kirên Xwedê difikirî (Zeb. 143:5). Anegorî vê yekê, çaxê em derheqa Efirandarê xwe difikirin û derheqa vê yekê ku ewî çi kiriye û berdewam dike bona me çi bike, ev yek dikare alî me bike, ku peyketinada teyax kin.
Xizna Kitêba Pîroz
(Zebûr 140:3)
3 Mîna mera zimanê xwe tûj dikin, jera merê teyar bin lêvên xweda xwey dikin.
it-2 1151
Jer
Mena Vêye Sîmbolîkî. Gava kesek derewa dike û buxdana davêje kesekî, wekî navê wî xirab ke, kirê wîyî usa beramberî jera mera dibin (Zb. 58:3, 4). Kitêba Pîrozda derheqa buxdanbêja usa tê gotinê: “Jera merê teyar bin lêvên xweda xwey dikin” (Zb. 140:3; Rm. 3:13). Jera merê teyar bi rastî pişt lêvên wîye jorinda nin. Gava bende zimanê xwe dide xebatê, wekî derewa bike, buxdana bavêje kesekî, hînkirinên qelp bela ke, yan jî bi cûrê mayîn ziyanê bide meriva, ser wî tê gotinê, ku ew bi “jera merava dagirtî ye” (Aqb. 3:8).
3-9 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 144-146
(Zebûr 144:11-15)
11 Ji şûrê xirab min azad ke, ji destê xerîba xilaz ke, ji devê kîjana betalî dertê, destê wanî rastê, destê derewîyê ye. 12 Bira xortên me, cahiltîya xweda rind şîn bin mîna dara, qîzên me bibine mîna stûnên enîşkê ku qesirada têne neqişandinê. 13 Bira embarên me dagirtî bin, bi her xurekîva tijî bin û pezên me mêrgên meda bi hezara, bê hesab li hev zêde bin, 14 dewarên me jî koke xurt bin. Bira terk lê nekevin, ber nevêjin, qare-qar jî li kûçên me nekevin. 15 Xwezî li wî miletî, ku vî halîda ye. Xwezî li wî miletî, ku Xudanê wan Xwedê ye.
(Zebûr 146:5)
5 Xwezî li wî, ku piştovanê wî Xwedêyê Aqûb e, gumana wî li ser Xudan, Xwedê wî ye.
(Zebûr 146:10)
10 Xudanê padşatîyê bike heta-hetayê, Xwedêyê te, hey Sîyon, qurne-qurne wê bike. Halêlûya!
Xwezî li Wî Miletî, Xwedêyê Kîjanî Yehowa ye
Xizna Kitêba Pîroz
(Zebûr 145:15, 16)
15 Çevê gişka li destê Te ye û Tu wededa xurekê wan didî. 16 Tu destê Xwe vedikî, hemû bînberî gora dilê wan têr dikî.
(Zebûr 32:8)
8 “Ezê te aqil û serwaxt kim û rîya ku têda herî ber te vekim, çevê Minê li ser te be, te şîret kim.
it-1 111 ¶9
Heywan
Kitêba Pîroz hîn dike, wekî hindava heywanada heq û rem bin. Bi rastî Yehowa xwexa vê yekêda meseleke baş dide me, çimkî ew bi hezkirinê bona hewcên hemû cûre heywana xem dike (Mtl. 12:10; Zb. 145:15, 16). Li gora Qanûna Mûsa meriva gerekê bona heywanên malê ça lazim e xem kirana. Hergê meriv heywanê malêye undakirî bidîta, gerekê bivira bida xweyê wî. Hergê heywanek binê nîrda biketa, ew gerekê bihata vekirinê (Drk. 23:4, 5). Dêmek çaxê heywan bona tiştekî didane xebatê, gerekê ber ketana (Qn.Dc. 22:10; 25:4). Çawa ku meriv roja Şemiyê hêsa dibûn, usa jî heywan (Drk. 20:10; 23:12; Qn.Dc. 5:14). Meriv gerekê miqatî heywanên har bûna, yan jî ew bikuştana (Dsp. 9:5; Drk. 21:28, 29). Qedexekirî bû, wekî heywanekî tevî heywanekî cûrekî mayîn kel kirana (Qn.Kh. 19:19).
10-16 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 147-150
(Zebûr 147:3, 4)
3 Dilşkestîya qenc dike û birînên wan dipêçe. 4 Ew hesabê steyrka kifş dike, bi her navekî wan gazî dike.
(Zebûr 147:5)
5 Xudanê me mezin e, xweyê qudreta pir e, zanebûna Wî bê sînor e.
(Zebûr 147:19, 20)
19 Ew xebera Xwe Aqûbra dibêje, qanûn û qirarên Xwe jî Îsraêlra. 20 Bona tu miletî Xudan aha nekir, wan qirarên Wî nas nekirin. Halêlûya!
Gelek Meniyên Me Hene, ku Pesna Bidine Yah
Xizna Kitêba Pîroz
(Zebûr 148:1)
1 Halêlûya! Şikirîyê bidine Xudan, ji ezmên, şikirîyê bidine Wî, jor ji bilindayê.
(Zebûr 148:10)
10 deve û hemû heywan, şûlikî û hemû teyrede,
cl 54 16
Hemû Bînber
Zebûr 148:10-da jî derheqa teyreda tê gotinê. Hela derheqa cûrên teyreda bifikire! Yehowa dîna Îbo dabû ser teyredekê, ev hebû hêştirme, ya ku ser “hesp û siyarê wî dikene”. Bilindaya wê digihîje du mêtr nîva. Rast e ev teyrede nikare bifire, lê carna sihetekêda ew lezaya xwe mezin dike heta 64 kîlomêtra. Û çapa her gaveke wê digihîje çar mêtr nîva! (Îbo 39:13, 18) Lê teyrede Albatros heçî zef jîyîna xwe hewêda ser berêra derbaz dike. Gava ew perên xwe vedike, dirêjaya wan digihîje weke sê mêtra. Ev bi hostetî difire. Albatros dikare bi siheta hewêda be û perên xwe nebe-neyne. Çivîka Kalîbrî lape biçûk e dinyayêda, û dirêjaya wê bi temamî digihîje 5 santîmêtra! Ew senîkêda 80 cara perên xwe dibe-tîne! Kalîbrî yên ku mîna kevirên birqok in, dikarin mîna firindê xwe hewêda bigirin û nekevin, û hela hê paşopê jî bifirin.
17-23 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 1
(Metelok 1:8)
8 Lawê min, şîreta bavê xwe qebûl ke û hînkirina dîya xwe pêpes neke.
(Metelok 1:10)
10 Lawê min! Gava yên gunekar bixwazin te ji rê derxin, tu guh nede wan.
(Metelok 1:15)
15 Lawê min! Tevî wan wê rêyêda neçe, nigên xwe ji şiverîyên wan paşda bigire.
Cahilno, Hûnê Gura Kê Bikin?
w05 15/2 19-20 ¶11-12
Timê Bîra Xweda Xwey ke, wekî Tu Mesîhî yî
11 Xîret bike ku Xwedê xweş bêyî, ne ku meriva. Bi rastî, bixwazî meriva xweş bêyî tiştekî xirab vê yekêda tune. Her kes ji me hewcê hevala ye, û me xweş tê gava meriv hindava meda baş in. Cahiltiyêda û emirê mezinda jî, em dikarin bikevin bin hukumê meriva, hêsa ber bayê wan kevin û bixwazibin li gora xwestina wan, him jî mîna wan hereket bikin. Lê bîr neke, wekî heval û meriv wê timê bona halxweşiya te nefikirin. Carna wanara heval lazim in, ku tiştên xirab bikin (Metelok 1:11-19). Gelek car gava Mesîhîk dikeve ber bayê hevalên xirab, ew nihêrandina xwe vedişêre (Zebûr 26:4). Pawlosê şandî got: “Nekevine kirasê bendê vê dinyayê” (Romayî 12:2). Yehowa dikare me qewî ke, seva ku em nekevine ber bayê hevalên xirab (Îbranî 13:6).
12 Gava em xîret dikin, ku nekevine ber bayê meriva, em gerekê bîr nekin, ku gelek ferz e Xwedêra amin bimînin. Bona me ferz nîne, ku meriv derheqa me çi difikirin, û vê dinêda meriv ça dijîn. Prînsîpa ji Derketin 23:2 me xwey dike, kîderêda ku tê gotinê: “Destê piranîyêva neçe”. Gava şik kete dilê heçî zef Îsraêliya, ku Yehowa dikare sozên xwe bîne sêrî, Kaleb bi mêrxasî înkar kir pey piraniyê here. Ewî bawer dikir, wekî sozên Xwedê bi îtbar in, û seva wê yekê ew hate keremkirinê (Jimar 13:30; Yêşû 14:6-11). Lê tu hazir î bi mêrxasî miqabilî nihêrandina belabûyî derêyî, seva ku heleqetiya xwe tevî Xwedê xwey kî?
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 1:22)
22 “Gelî bêhişa, heta kengê hûnê bêhişîyê hiz bikin? Heta kengê qerfê li qerfkira xweş bê? Û axmaxê bijenine zanistîyê?
it-1 846
Bêhiş
Xebera “bêhiş”, kîjan ku Kitêba Pîrozda tê xebitandinê, nayê hesabê merivê hişda sivik, lê derheqa vî merivî ye, yê ku hemû serwaxtiyê înkar dike, xwe li normên nav-namûsiyê nagire û miqabilî normên Xwedêye rast diçe. Zimanê Îbranî û Yûnanîda çend xeber hatine xebitandinê, ku didine kifşê wekî merivên usa çi cûreyî ne. Xeberên Îbranî kêsîl tê hesabê ‘bêhiş’ (Mtl. 1:22), êwîl ‘bêaqil’ (Mtl. 12:15), naval ‘axmax’ (Mtl. 17:7), lêts ‘pêkenî’ (Mtl. 13:1). Xeberên Yûnanî afron tê hesabê ‘bêfem’ (Lq. 12:20), anoêtos ‘kêmaqil’ (Gl. 3:1) û moros tê hesabê ‘bêfem’ (Mt. 23:17; 25:2).
24 SIBATÊ–2 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 2
(Metelok 2:3, 4)
3 heger gazî aqil kî û deng bidî bîlantîyê 4 û tu wê bigerî çawa zîv û peykevî bibînî mîna xiznê,
(Metelok 2:5-7)
5 tê hingê xofa Xudan fem bikî û xwedênaskirinê bizanibî. 6 Çimkî Xudan e yê serwaxtîyê dide, zanistî, bîlantî jî ji devê Wî dertên. 7 Ew bona rasta açixîyê xwey dike, Ew mertal e bona yên rêda bêleke ne.
(Metelok 2:11, 12)
11 hingê firasetê te xwey ke û aqilê miqatîyê li te bike, 12 wekî te ji rîya xirab û wan merivên mixenete derewîn xilaz ke,
Çira Hînbûna Şexsî Gerekê bi Dil Derbaz kin?
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 2:7)
7 Ew bona rasta açixîyê xwey dike, Ew mertal e bona yên rêda bêleke ne.
(Destpêbûn 4:2-4)
2 Paşê birê wî Habîl bû. Habîl bû şivanê pêz, lê Qayîn xwe dabû erdbêcerkirinê. 3 Û xêlekê şûnda, Qayîn ji berên erdê Xudanra hedî anî. 4 Habîl xwexa jî çend heb ji nixurîyên kerîyê pezê xwe, bezên wanva hedî anîn. Xudan berê xwe da Habîl û hedîya wî,
4 Bi baweriyê Habîl hedîke ji hediya Qayîn çêtir da Xwedê. Bi wê baweriyê ew hate begemkirinê çawa yekî rast, çimkî hediyên wî li Xwedê xweş hatin. Rast e Habîl mir, lê bi baweriya xwe hê xeber dide.
it-1 1211 ¶4
Aminî
Meriv dikare aminiya xwe xwey ke, ne ku bi saya qewata xwe, lê bi saya baweriya xweye qewî hindava Yehowa (Zb. 25:21). Kesên ku aminiya xwe xwey dikin, Xwedê soz dide wan, wekî wê bona wan bibe “mertal” û qeya, dêmek wê wana xwey ke (Mtl. 2:6-8; 10:29; Zb. 41:12). Gava meriv timê xîret dike, wekî Xwedê xweş bê, jîyîna wî hêsa dibe, û ev yek alî wî dike bigihîje nêta xwe (Zb. 26:1-3; Mtl. 11:5; 28:18). Îbo bi diltengî got, ku merivên amin ji bo serwêrtiya yên neheq diçerçirin û mîna neheqa dimirin. Lê Yehowa me dide bawerkirinê, wekî ew haj merivên amin heye û soz dide ku nisilê merivên usa wê bê xweykirinê û axiriya wan wê bi edilayê tije be (Îb. 9:20-22; Zb. 37:18, 19, 37; 84:11; Mtl. 28:10). Çawa ji mesela Îbo tê kifşê, ne ku hebûk mêriv ber çevê Xwedê bilind dike, lê aminiya wî. Xêncî vê yekê, ew bi aminiya xwe hêjayî qedirgirtinê dibe (Mtl. 19:1; 28:6). Zarên merivê usa bextewar in (Mtl. 20:7), çimkî ewana nas in, ça zarên wî kesî, kîjan ku bi cûrê jîyîna xwe navê baş û qedir ber Xwedê qazanc kiriye.
(Îşaya 43:1, 2, ÎM)
1 Lê niha ya Aqûb, Efirandarê te, ya Îsraîl, Xudanê şikil daye te aha dibêje: “Netirse, çimkî min tu rizgar kirî. Min bi navê te gazî te kir, tu yê min î. 2 Gava tu avara derbaz bibî, Ezê bi tera bim. Gava tu çemara derbaz bibî jî, wê ser tera neqelibin. Gava tu nav êgirra derbaz bibî, tê neşewitî û wê pêta êgir te neşewitîne.