KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr25 Îlon rûp. 1-4
  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin
  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin—2025
  • Binserî
  • 1-7 ÎLONÊ
  • 8-14 ÎLONÊ
  • 15-21 ÎLONÊ
  • 22-28 ÎLONÊ
  • 29 ÎLONÊ–5 COTMEHÊ
  • 6-12 COTMEHÊ
  • 13-19 COTMEHÊ
  • 20-26 COTMEHÊ
  • 27 COTMEHÊ–2 MIJDARÊ
Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin—2025
mwbr25 Îlon rûp. 1-4

Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin

1-7 ÎLONÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 29

Bawerî û Eyd-Qeydên ku Yehowa Xweş Nayên, Înkar ke

(Metelok 29:18)

18 Bê elametîya jorin, merî bêserî dibe, lê yê qanûnê xwey dike, xwezilî ye.

(Metelok 29:3)

3 Merivê serwaxtîyê hiz dike, ew bavê xwe şa dike, lê yê pey qava diçe, ew hebûka xwe pûç dike.

(Metelok 29:25)

25 Tirsa mêriv bona mêriv tele ye, lê Xudan bona yê Wîda guman sitar e.

Xizna Kitêba Pîroz

(Metelok 29:5)

5 Yê hilekarîyê li hevalê xwe dike, ew torê davêje li ber nigê wî.

8-14 ÎLONÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 30

“Ne Min Belengaz ke, Ne jî Dewletî ke”

(Metelok 30:8, 9)

8 Boş-betalîyê û derewîyê ji min dûr xe, ne min belengaz ke, ne jî dewletî ke, pê nanê rojê Tu min têr ke. 9 Nebe ku ez têr bim, Te înkar kim û bêjim: “Xudan kî ye?” Ne jî kesîb bim dizîyê bikim û navê Xwedê xwe bêhurmet kim.

(Metelok 30:15, 16)

15 Du qîzên têrnebûyê hene, ku dibêjin: “Bide, bide!” Sê tişt hene ku têr nabin û çar tişt hene ku nabêjin: “Bes e!” 16 Dîyarê mirîya, jina bêber, erdê ku têr avê venaxwe û agir ku nabêje: “Bes e!”

(Metelok 30:24, 25)

24 Li rûyê erdê çar tiştê biçûk hene, lê ew yê here serwaxt in: 25 Mûrî, ku ne efirînekî qewat e, lê xurekê xwe havînê dide li ser hev.

Xizna Kitêba Pîroz

(Metelok 30:25)

25 Mûrî, ku ne efirînekî qewat e, lê xurekê xwe havînê dide li ser hev.

w09 15/4 16 ¶7-10

Bîlaniya Yehowa Efrînada Tê Kifşê

7 Gava em derheqa efrînên biçûk lêkolîn dikin, em îzbat dibin wekî dikarin gelek tişta ji wana hîn bin. Mesele, were em şêwir kin bîlaniya ku mûristang bi înstînktê didine kifşê (Bixûne Metelok 30:24, 25).

8 Li gora hine lêkolîna, hejmara mûristanga ser her merivekî weke 200 000 e, û ça ser erdê usa jî binê erdê ewana gelek şixul dikin. Ewana bi komên mezin dijîn û heçî zef ji wan koma ser sê kom parevedibin, dêmek jin-padşa, mêr û pale. Her komeke biçûk bi cûrê xwe miqatî temamiya koma mezin dibe. Amêrîkaya Başûrêda hene mûristangên ku belga dibirin, û dikarin bêjin ku ewana baxçevanên hoste ne. Seva ku berên baş bistînin, ev mûristang kariyên baxçê xweda peyn dikin, ji cî derdixin wekî cîkî din daçikînin û hinekî dibirin. Lêkolînkara têderxistin, ku ev “baxçevan” haqas qewatê didine xebatê çiqas lazim e, wekî xwarin têra koma wan bike.

9 Em ji mûristanga dikarin hine tişt hîn bin. Mesela wan dide kifşê, ku hergê em dixwazin tiştekîda pêşdaçûyî bin, em gerekê qewatê bidine xebatê. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Bêxîreto! Here cem mûrîya, dîna xwe bide rê-dirbên wan û serwaxt be. Ne axê wan heye, ne zapidê wan ne jî serwêr, lê belê xurekê xwe ew havînê didin ser hev, xwarina xwe jî wextê nandirûnê top dikin” (Metlk. 6:6-8). Yehowa û Îsa xebathez in. Îsa got: “Bavê min heta niha şixul dike û ez jî şixul dikim” (Yûhn. 5:17).

10 Em jî gerekê çev bidine Xwedê û Îsa vê yekêda, ku xebathez bin. Em teşkîleta Xwedêda çi cabdarî jî bistînin, dîsa jî lazim e em hemû “şixulê Xudanda gelek xîret bin” (1 Korn. 15:58). Lema jî em gerekê guh bidine şîreta Pawlos, kîjan ku ewî Mesîhiyên Romêra nivîsî: “Xebathez bin, ne ku tembel bin. Bira ruhê pîroz dilê weda agirê xîretê vêxe. Bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet kin” (Rom. 12:11). Qewata ku em didine xebatê seva ku Yehowara xizmet kin, pûç nîne, çimkî Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirên we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike” (Îbrn. 6:10).

15-21 ÎLONÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 31

Dersên ji Wan Şîreta, yên ku Dê bi Hezkirinê Dide Kurê Xwe

(Metelok 31:3)

3 Qewata xwe nede jina, ne jî bide ewên ku padşa jorda tînin.

(Metelok 31:10)

10 Kî dikare kulfeta esil bibîne? Qîmetê wê ji lal-dur jortir e

(Metelok 31:4-6)

4 Li p’adşa nak’eve Lemûêlo! Li p’adşa nak’eve, ku şeravê vexwe û mîr-bega ku dixwazin araqê vexwin. 5 Nebe ku vexwin qanûnê bîr bikin û heqê bêç’are bit’er’ibînin. 6 Araqê bidine yê li ber r’uh’ û şeravê bidine yê xwey derd-kul.

(Metelok 31:8, 9)

8 Devê xwe veke bona yê bê zar-ziman û bona piştgirtina yê bêkomek. 9 Devê xwe veke û bi rastîyê hakimtîyê bike û ser îşê feqîr û belengazda binihêre.

Xizna Kitêba Pîroz

(Metelok 31:10-31)

10 Kî dikare kulfeta esil bibîne? Qîmetê wê ji lal-dur jortir e. 11 Dilê malxê wê wêda guman e û ew tu kêmasîyê nabîne. 12 Temamîya emirê xweda ewê qencîyê wîra bike, ne ku xirabîyê. 13 Hirî û kitanê peyda dike, bi dil û can bi destê xwe xebat dike. 14 Ew mîna gemîya tucaretê, ku nanê wê ji cîyê dûr tê. 15 Ew hê şevda zû radibe, neferên xwe nan-av dike û şixul dide li ber carîya. 16 Dîna xwe dide erdekî û dikire, bi keda destê xwe tirîya datîne. 17 Ew pişta xwe dişidîne, zendada qewat dibe. 18 Ew kifş dike kirîn-firotan jêra qenc e û şevê jî çira wê vênasê. 19 Dest davêje ew teşîya xwe, bi kefa dêst dizivirîne. 20 Dest davêje ew kesîba û dest dirêjî belengaz dike. 21 Bona nefera ew ji berfê natirse, çimkî nefere du dest kince xwekirî ne. 22 Ew rûbera xwera çê dike, kincên wê ji kitanê xas û şîrk e. 23 Malxê wê nav û deng e nav dergehada, gava nava rûspîyên welatda rûdinî. 24 Ew kincên kitanî çê dike difiroşe û pişteka dide bazirgana. 25 Qewat û xweyîrûmet in kincên wê û axirîya wê, wê xêr-xweşî be. 26 Ew devê xwe bi serwaxtîyê vedike, li ser zimanê wê hînkirina amin heye. 27 Ew miqatîyê mala xwe dike û nanê xweranedîtîyê ew naxwe. 28 Zarên wê radibin xwezîya xwe wê tînin û malxê wê jî pesinê wê dide: 29 “Gelek qîzên esil hebûne, lê tu bûyî li ser wanra”. 30 Derew e delaltî û pûç e bedewetî, kulfeta ji Xudan ditirse ewe xwezîtî. 31 Ji berê destê wê bidine wê, dergehada wê kirên wê pesinê wê bidin.

22-28 ÎLONÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ WAÎZ 1-2

Berdewam kin Cahila Hîn kin

(Waîz 1:4, ÎM)

4 Nifşek diçe û nifşek tê, lê dinya her wek xwe dimîne.

(Waîz 2:24, ÎM)

24 Ji bo meriva ji xwarin, vexwarin û şakirina canî ya bi kedê çêtir tiştek tune ye. Min dît ku ev jî, ji Xwedê ye.

Xizna Kitêba Pîroz

(Waîz 2:11, ÎM)

11 Çaxê min li hemû karên destên xwe û keda berda dayî nihêrî, min dît ku va ye her tişt pûç e û wek ketina pey bayê ye. Li ser rûyê erdê tu qazanc tune bû.

29 ÎLONÊ–5 COTMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ WAÎZ 3-4

Zewaca Xwe Qewî kin

(Waîz 3:1, ÎM)

1 Wextê her tiştî heye, bin ezmanada dema her kirinê heye.

(Waîz 4:9, ÎM)

9 Du kes ji kesekî çêtir in, çimkî qazanca keda wan çêtir e.

(Waîz 4:12, ÎM)

12 Yek bi yekî dikare, lê bi du kesa nikare. Tayê sêqat jî bi rihetî naqete.

Xizna Kitêba Pîroz

(Waîz 3:11, ÎM)

11 Wî her tişt dema wîda xweş çêkir. Wî herheyîtî kire dilê meriva. Dîsa jî meriv, karê ku Xwedê dike ji serî heta binî fem nake.

6-12 COTMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ WAÎZ 5-6

Em Ça Xwedayê Xweyî Himzor Hurmet-Rûmet Dikin?

(Waîz 5:1, ÎM)

1 Dema ku tu diçî Mala Xwedê, haj gavên xwe hebe. Çêtir e ku tu ji bo guhdarîkirinê nêzîk bibî, ne ku tu qurbana bêaqila pêşkêş bikî. Çimkî ew nizanin ku xirabiyê dikin.

(Waîz 5:2, ÎM)

2 Bi devê xwe nelezîne, ne jî bira dilê te li ber Xwedê . . . [xeberdanêra] bilezîne. Çimkî Xwedê li ezmana e, lê tu li erdê yî, lema bira gotinên te hindik bin.

(Waîz 5:4-6, ÎM)

4 Gava tu Xwedêra soz didî, derengî nekeve. Çimkî yên bêaqil ne bi dilê wî ne. Soza xwe pêk bîne. 5 [Dewsa] . . . ku tê soz bidî û nekî, soz nede çêtir e. 6 Rê nede devê xwe ku bi bedena te gune bide kirin. Li pêş kahîn nebêje: “Min şaşîtî kir”. Wê çima bi gotina devê te hêrs bibe û karên destê te xirab bike?

Xizna Kitêba Pîroz

(Waîz 5:8, ÎM)

8 Hergê tu divînî li welatekî zordestî li . . . [belengaza] tê kirin, heqî û . . . [rastî] tê binpêkirin, tu li vê yekê şaş nemîne. Çimkî ser yê bilindda bilindtir heye û ser wanda jî hê bilindtir hene.

13-19 COTMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ WAÎZ 7-8

Here Vê Malê Kîderê ku Şînê Dikin

(Waîz 7:2, ÎM)

2 Çûna mala şînê ji çûna mala . . . [şabûnê] çêtir e, çimkî dawiya her merivî ev e, bira her kes vê yekê bixe dilê xwe.

(Waîz 7:1, ÎM)

1 Navê baş ji rûnê bînxweş, roja mirinê ji roja bûyînê çêtir e.

Xizna Kitêba Pîroz

(Waîz 7:20-22, ÎM)

20 Li ser rûyê erdê kesekî rast tune ye ku qencî kiribe û tu cara gune nekiribe. 21 Guh nede her tiştê ku xelq dibêje, yan na, tê . . . [kifirên] xulamê xwe bibihîzî. 22 Tu bi xwe jî dizanî ku te jî, gelek cara . . . [kifirî] kesên din kirine.

20-26 COTMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ WAÎZ 9-10

Nihêrandina Rast Ser Çetinaya Xwey ke

(Waîz 9:11, ÎM)

11 Min ser rûyê erdê ev jî dît: [Revêda] . . . ne lingsivik, ne jî şerda mêrxas ser nakevin. Şehreza nên, biaqil jî dewlemendiyê dest naxin. Qedirê zaniya jî nayê girtin. Ya ku tê serê her kesî li gora wext û . . . [qewimandina] wan e.

(Waîz 10:7, ÎM)

7 Min dît ku . . . [xulam] ser hesp, lê serokên wan wek . . . [xulama] piya rêva diçûn.

(Waîz 9:7, ÎM)

7 Tu here bi şayî nanê xwe bixwe û bi dilgeşî şerava xwe vexwe. Çimkî Xwedê ji zûva ji karên te razî ye.

(Waîz 9:10, ÎM)

10 Ji bo xebatê her çi destê te bikeve, tu bi hemû . . . [qewata] xwe wê bike. Çimkî li diyarê miriya yê ku tu diçî kar û şêwir, zanebûn û şehrezayî tune ye.

Xizna Kitêba Pîroz

(Waîz 9:5, ÎM)

5 Çimkî yên ku dijîn dizanin ku wê bimirin, lê mirî tiştekî nizanin, îda ji bo wan xelat tune ye. Çimkî bibîranîna wan jî hatiye jibîrkirin.

27 COTMEHÊ–2 MIJDARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ WAÎZ 11-12

Miqatî Sihet-Qewata Xwe be û ji Emir Şabûnê Bistîne

(Waîz 11:7, 8, ÎM)

7 Ronayî şîrin e, dîtina rojê bi çeva xweş e. 8 Merivek salên dirêj bijî, bira di hemûyada şa be, lê bira rojên xwe yê terî bi bîr bîne, çimkî wê gelek bin. Her tiştê ku tê pûç e.

(Waîz 11:10, ÎM)

10 Lema kederê ji dilê xwe bavêje û xirabiyê ji bedena xwe dûr bigire, çimkî xortanî û . . . [cahiltî] pûç e.

(Waîz 12:13, ÎM)

13 Her tişt hate bihîstinê, encam ev e: Ji Xwedê bitirse û emrên wî bigire, . . . [cabdariya] hemû meriva ev e.

Xizna Kitêba Pîroz

(Waîz 11:6, ÎM)

6 Tu serê sibê tovê xwe bireşîne û heta êvarê rihetiyê nede destê xwe, çimkî tu nizanî wê kîjan tov baş bibe, ev yan yê din, yan ku wê herdu jî baş bibin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin