Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin
© 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
2-8 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 41-42
“Netirse”
(Îşaya 41:2)
2 “Gelo kê li rohilat . . . [heqiyê] rakir ser niga û gazî xizmetkarê xwe kir? Ew mileta tîne ber wî ku padşaya bitewîne. Ew wan mîna tozekê davêje ber şûrê wî, mîna . . . [gîhê] ba dibe, dide ber kevanê wî.
(Îşaya 41:5)
5 [Giravên berê] . . . ev dît û tirsiyan, binê dinyayê dilerizin. Nêzîk dibin û tên.
(Îşaya 41:10)
10 Netirse, çimkî ez tevî te me. Ber xwe nekeve, çimkî ez im Xwedayê te. Ezê te xwey kim, belê, ezê alî te bikim, ezê destê rastê bigirim.
(Îşaya 41:13)
13 Çimkî ez, Xwedayê te Xudan destê teyê rastê digirim. Yê ku tera dibêje: ‘Netirse, ezê tera bibim alîkar’ ez im.
Xizna Kitêba Pîroz
(Îşaya 41:8)
8 “Lê tu, Îsraêlê xulamê min, Aqûbê ku min hilbijart, zureta Birahîmê dostê min
9-15 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 43-44
Pêxembertiya ku 200 Sal Şûnda Hate Sêrî
it “Koreş” ¶7
Koreş
Hicûmkirina ser Babîlonê. Çaxê Koreş Padşa xwe hazir kir wekî hicûmî ser Babîlonê ke, ewî destpêkir pêxembertiya Kitêba Pîroz bîne sêrî. Pêxembertiya Îşayada derheqa tezekirina Orşelîmê û paristgehê, Koreş hatiye navkirinê ça kesê ku ji aliyê Yehowava hatibû kifşkirinê, seva ku Babîlonê alt ke û Cihûyên ku dîltiyêda bûn, aza ke (Îş. 44:26–45:7). Rast e 200 sal pêşda hatibû pêxembertîkirinê, wekî Koreş wê bibe padşa, û ça kifş e Cihûda pêşiya bûyîna wî hatibû valakirinê, Yehowa elam kir wekî Koreş wê ça şivanê wî bona kara Cihûdayê kar bike (Îş. 44:28; beramber ke Rm. 4:17). Ji bo vê yekê ku Koreş pêşda hatibû kifşkirinê, ew hate navkirinê ça Mesîhiyê Yehowa (Îş. 45:1). Ev yek ku Xwedê pêşda besa Koreş kir, nayê hesabê wekî wedê bûyîna wî, Xwedê ew nav da ser wî (Îş. 45:4). Ev yek dide kifşê, wekî Yehowa zanibû ku merivekî bi vî navî wê bê bûyînê û ewê xût wî merivî bide xebatê.
(Îşaya 44:27)
27 Yê ku kûrayêra dibêje: ‘Ziha be! Ezê çemên te ziha bikim’
(Îşaya 44:28)
28 Û ji bo Koreş dibêje: ‘Ew şivanê min e, wê hemû . . . [nêtên] min pêk bîne’ ez im. Yê ku ji bo Orşelîmê dibêje: ‘Wê bê avakirin’ û Paristgehêra dibêje: ‘Wê bingehê te bê danîn’ jî dîsa ez im”.
Xizna Kitêba Pîroz
(Îşaya 44:28)
28 Û ji bo Koreş dibêje: ‘Ew şivanê min e, wê hemû . . . [nêtên] min pêk bîne’ ez im. Yê ku ji bo Orşelîmê dibêje: ‘Wê bê avakirin’ û Paristgehêra dibêje: ‘Wê bingehê te bê danîn’ jî dîsa ez im”.
16-22 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 45-47
“Ez Xwedê me û Yekî Mîna Min Tune ye”
(Îşaya 46:9)
9 Tiştên demên berêda bûne bi bîr bînin, çimkî ez Xwedê me û yekî din tune ye. Ez Xwedê me û yekî mîna min tune ye.
(Îşaya 46:10, 11)
10 Ez serê-sêrîda dibêjim vê yekê, çi ku vê xilaziyêda bibe, û ji berêda vê yekê, çi ku hê nebûye. Ez dibêjim: ‘Qirara min wê bê sêrî û çi ku min safî kiriye, ezê bikim’ 11 Yê ku ji rohilat gazî teyredê dir, ji welatê dûr gazî zilamê ku . . . [nêta] min pêk bîne dike, ez im. Erê, min got û ezê bînim cî, min şîret kir, ezê wê çêkim.
(Îşaya 46:6, 7)
6 Kesên ku zêr ji kîsikê vala dikin û zîv mêzînêda dikişînin, . . . zêrker digirin. Ew jî, ji vê . . . [xudanekî] çêdike, deverû diçin erdê û . . . [serê xwe datînin]! 7 Ew wî li ser pişta xwe hildigirin, bar dikin û dibin li ciyê wî datînin. Ew li ciyê xwe disekine û nalipite. Çaxê yek jêra dike . . . [gazî cabê] nade, wî ji tengasiya wî xilaz nake.
w99 15/5 14 ¶18-19
Yehowa Wan Meriva Kerem Dike, yên ku Riya Wîda Diçin
18 Seva ku em berdewam kin riya Yehowada bimeşin, em gerekê jêra amin bimînin û nêt daynin pêşiya xwe, ku tenê wîra xizmet kin. Û bona vê yekê îtbarî û baweriya qewî lazim e, ku hemû sozên Yehowa bi îtbar in û wê eseyî bêne sêrî. Seva ku timê xwe li riya Xwedê bigirin em gerekê guh bidine wî, qanûn û prînsîpên wî bînin sêrî, ji van dûr nekevin û xwe li normên wîye nav-namûsiyê bigirin. “Çimkî Xudan rast e, rastîyê hiz dike û yê rast wê nûr-nedera Wî bibîne” (Zebûr 11:7).
19 Ahaz parastinê cem xudanên Sûryayê digeriya. Îsraêliyên Misirêda bawer dikirin, wekî xudana ezmana, ya ku Rohilata Navînda belabûyî bû, wê aliyê matêrîalîda wana dewletî ke. Roja îroyîn, gelek xudan pûtên rêalî nînin. Îsa got ku çaxê meriv “hebûkêra” xizmet dikin, ev yek dikare wana ji Yehowa dûr xe (Metta 6:24). Pawlosê şandî digot derheqa “timayê, çi ku pûtparistî ye” (Kolosî 3:5). Ewî usa jî derheqa wan meriva digot, xudanê kîjana “zikê wan e” (Fîlîpî 3:19). Belê, pere û tiştên matêrîalî îro ça bêjî xudanên sereke ne, kîjana ku dihebînin. Bi rastî heçî zef meriv, usa jî endemên cûre-cûre rêlîgiya, gumana xwe didine “ser hebûkê, ku îro heye, sibê tune ye” (1 Tîmotêyo 6:17). Gelek meriv qewatê xerc dikin, wekî xulamtiyê wan xudanara bikin û hinek ji wan digihîjine nêta xwe, mesele ewana malên bedewda dijîn, hûr-mûrên wane biha hene û ser sifirên wan cûre-cûre temetîsk hene. Lê dîsa jî hêdî-hêdî meriv fem dikin ku bi rastî şabûn vê yekêda tune ye. Gerekê îtbariya xwe hebûkê neynin, çimkî evê pûç be û ne jî dikare alî me bike hewcê xweye ruhanî razî kin (Metta 5:3).
Xizna Kitêba Pîroz
(Îşaya 46:10)
10 Ez serê-sêrîda dibêjim vê yekê, çi ku vê xilaziyêda bibe, û ji berêda vê yekê, çi ku hê nebûye. Ez dibêjim: ‘Qirara min wê bê sêrî û çi ku min safî kiriye, ezê bikim’
(Zebûr 55:22)
22 Tu barê xwe bide Xudan ewê hilgire dewsa te. Ewê tu car nehêle, wekî yê rast bilikume.
23-29 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 48-49
Pêbihese Çi ku Yehowa Te Hîn Dike û Vê Yekê Emirê Xweda Bide Xebatê
(Îşaya 48:17)
17 Aha dibêje Yehowa, Xilazkarê te, Pîrozê Îsraêlê: “Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike û vê rêra te dibe, li ser kîjanî tu gerekê herî”.
(Îşaya 48:18)
18 Xwazî te guh bida qanûnên min! Hingê wê edilaya te mîna çêm bûya û rastiya te mîna pêlên berê
Xizna Kitêba Pîroz
(Îşaya 48:17)
17 Aha dibêje Yehowa, Xilazkarê te, Pîrozê Îsraêlê: “Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike û vê rêra te dibe, li ser kîjanî tu gerekê herî”.
6-12 NÎSANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 50-51
Guh Bidine Wî, Yê ku ji Xwedê Hatibû Hînkirinê
(Îşaya 50:4)
4 Reb Xudan zimanê şagirta da min ku ez bizanibim bi . . . [giliyên] xwe zilamê westiyayîra bibim alîkar. Her sibeh min hişyar dike, ew guhê min hişyar dike ku ez mîna şagirta guhdarî bikim.
(Îşaya 50:5)
5 Reb Xudan guhê min vekir û ez nebûm . . . [serhişk]. Min xwe neda alî.
(Îşaya 50:10)
10 Kî nav weda Xudan ditirse û guhdariya dengê xulamê wî dike? Kesê ku teriyêda diçe û ronaya wî tune ye, bira bi navê Xudan . . . [îtbar] be û xwe bispêre Xudan.
kr 182 ¶5
Hînkirina Xizmetkarên Xwedê
5 Gava wede hat, Yehowa Kurê xwera şirovekir ku xizmetiya wîye ser erdê wê çi cûreyî be. Were em dîna xwe bidine vê pêxembertiyê, ji kîjanî heleqetiya orta Mamosteyê Mezin û Nixuriyê wî tê kifşê (Bixûne Îşaya 50:4, 5). Pêxembertiyêda tê gotinê, wekî Yehowa Kurê xwe “her sibeh . . . hişyar dike”. Ev xeber ça bêjî didine kifşê, wekî dersdar şagirtê xwe sibehê zû hişyar dike, seva ku wî hîn ke. Kanîkîda derheqa wê gotinê usa nivîsar e: “Yehowa . . . ça bêjî şagirt dibe mektebê û wî hîn dike ku ça û derheqa çi şedetiyê bide”. “Mekteba” ezmanîda Yehowa Kurê xwe hîn dikir ku ew çi bêje û derheqa çi xeber de (Yûhenna 12:49). Bav usa jî Kurê xwera rêberî da ku ça meriva hîn ke. Wedê jîyîna xweye ser erdê Îsa ne ku tenê ev zanebûna ku standibû da xebatê û xizmetiya xwe anî sêrî, lê usa jî şagirtên xwe hîn dikir wekî ewana jî bikaribin xizmetiya xwe bînin sêrî.
cf 133 ¶13
“Ez Bav Hez Dikim”
13 Wedê jîyîna xweye ser ezmana, Kur bi şabûnê ji Bav hîn dibû. Pêxembertiya ku Îşaya 50:4-6-da nivîsiye, eyan dike wekî Yehowa Kurê xwe hîn dikir ku ça rola Mesîh bîne sêrî. Wedê hînbûnê Kur pêhesiya, wekî ewê ça Mesîhê kifşkirî rastî cêribandina bê, lê evê yekê wî neda sekinandinê. Temamiya emirê xweye ser erdê, Îsa hezkirin hindava mala Bavê xwe û hindava hebandina rast xwey dikir. Usa jî timê xwestina wî hebû ku derheqa Yehowa xeber de. Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin wekî Îsa timê diçû paristgehê û kinîştê (Lûqa 4:16; 19:47). Hergê em jî dixwazin hezkirina xwe hindava Xwedê xwey kin, em gerekê civata nehêlin. Wêderê em Yehowa dihebînin, zanebûna kûr derheqa wî distînin û diha nêzîkî wî dibin.
Xizna Kitêba Pîroz
(Îşaya 51:3)
3 Çimkî wê Xudan Siyonê . . . [qewî] bike, wê hemû wêranên wê . . . [qewî] bike. Wê beriya wê bike mîna Êdên, wê berî û deştên wê bike mîna Baxçê Xudan. Wê wêderê kêf û şayî, spasî û dengê . . . [kilama] hebe.
13-19 NÎSANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 52-53
Îsa Hezkirina Mezin Da Kifşê!
(Îşaya 53:3)
3 Ji aliyê merivava ew hat kêmkirin û redkirin. Merivê êş û elema bû, nexweşî nas kirin. Mîna zilamê ku meriv rûyê xwe jê vedişêrin, ew hat kêmkirin. Me qedir neda wî.
(Îşaya 53:7)
7 [Zulmî û zêrandin] . . . lê hat kirin, lê wî devê xwe venekir. Mîna berxekî ku dibin serjêkirinê, mîna miya li ber hevringkirinê bêziman e, wî devê xwe venekir.
(Îşaya 53:10-12)
10 Lê Xudan ji perçiqandina wî razî bû, Wî xwest ew bê . . . [zêrandinê]. Çimkî gava canê wî bû pêşkêşa berdêlê, wê zureta xwe bivîne û emirê wî dirêj be. Wê . . . [nêta] Xudan destê wîda pêşda here. 11 Wê ji keda ruhê xwe ronayê bivîne û têr bibe. Wê xulamê minê rast, geleka bi zanebûna xwe rast bike û sûcên wan hilde ser xwe. 12 Lema ezê tevî mezina parekê bidim wî, wê talên tevî hêzdara pareveke. Çimkî wî canê xwe da ber mirinê, bi serhildêrara hat hejmartin. Lê wî gunê geleka hilgirt û bona wan serhildêra lava kir.
Xizna Kitêba Pîroz
(Îşaya 53:5)
5 Lê ew bona neheqiyên me birîndar bû, ji bo sûcên me perçiqî. Cezayê bona . . . [edilaya] me, ser wîda hat. Em bi birînên wî . . . [qenc bûn].
20-26 NÎSANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 54-55
Tu Hazir î Çi Qurban kî, seva ku Cem Yehowa Hîn bî?
(Îşaya 54:13)
13 Wê hemû kurên te şagirtên Xudan bin, wê . . . [edilaya] kurên te gelek be.
(Îşaya 55:1, 2)
1 “Ya her kesên ku tî bûne, werin avê! Ya kesên bê pere! Werin, bikirin û bixwin! Werin! Bê pere û bê bergîdan şîr û şeravê bikirin! 2 Hûn çima perê xwe bona tiştê ku ne nan e didin? Hûn çima keda xwe bona tiştê ku têr nake dirijînin? Baş min bibihîzin! Bira hûn tiştên qenc bixwin, bira bi xwarina dewlemenda canê we . . . [şabûnê] bistîne.
(Îşaya 55:3)
3 “Guh bidin, werin bal min. Bibihîzin ku canê we bijî! Ezê peymaneke herheyî bi wera çêkim, bona xatirê dilovaniya mine dilsoz ya ji Dawidra.
Xizna Kitêba Pîroz
(Îşaya 54:17)
17 Tu çekeke ku li dijî te bê çêkirin wê kêr neyê. Hemû zimanê ku . . . [dîwanêda] li dijî te rabe tê sûcdar derxî. Ev e mîrasa kesên Xudanra xulamtiyê dikin, rûspîtiya wan ji min e”. Ev e gotina Xudan.
27 NÎSANÊ–3 GULANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 56-57
Em Bextewar in ku Yehowa Xwedayê Me ye
(Îşaya 57:13)
13 Gava te kir hewar, pûtên . . . [ku te top kiriye, bira te xilaz kin]. Wê ba wan hemûya hilîne, wê hulmek wan xwera bive. Lê kesê xwe dispêre min, wê welat xwera bike milk û çiyayê minê pîroz mîras bistîne.
(Îşaya 57:20)
20 Lê xirab mîna . . . [berê] ne ku diçeliqe û nasekine. Ava wê herî û pîsiyê davêje derva.
(Îşaya 57:21)
21 Xwedayê min dibêje: “[Edilayî] . . . xirabara tune ye.
ip-2 269 ¶14-16
Yehowa Merivên Dilşkestî Qewî Dike
14 Wê bê ev wede, gava sebira Xwedê xilaz be. Yehowa derheqa wî wedeyî usa dibêje: “Ezê rastî û karên te bînim ber çevên xwe, lê wê kêrî te neyên. Gava te kir hewar, pûtên . . . [ku te top kiriye, bira te xilaz kin]. Wê ba wan hemûya hilîne, wê hulmek wan xwera bive” (Îşaya 57:12, 13a). Yehowa wê durûtiya Cihûya eyan ke. Kirên wane durû wê pûç bin. Gelek pût ku wana xwera top kiribû, wê wana xilaz nekin. Çaxê ewana rastî tengasiya bên, xudanên qelp ku ewana îtbariya xwe wana tînin, wê unda bin, ça bêjî ba wê wana bive.
15 Giliyên Yehowa sala 607 B.D.M. hatine sêrî. Vê salê Padşê Babîlonê, Nebûkedneser Orşelîm wêran kir, paristgeh şewitand û heçî zef binelî bire dîltiyê. Bi vî cûreyî Cihûda, ji welatê xwe hate aksorkirinê (2 Padşatî 25:1-21).
16 Mîna vê yekê, gelek pûtên ku Mesîhiyên vê dinyayê xwera top kirine, wê roja dîwana Yehowa wana xilaz nekin (Îşaya 2:19-22; 2 Têsalonîkî 1:6-10). Mesîhiyên qelp tevî parên dine Babîlona Mezin, wê bêne kutakirinê. Cenewirê sorê geveze sîmbolîk û dehe stirûyên sîmbolîk wê “destê [Babîlona Mezin] ji her tiştî bikin, wê tezî kin û goştê wê bixwin, êgirda bişewitînin” (Eyantî 17:3, 16, 17). Ça baş e ku me guh daye wê temiyê: “Ji nava wê derkevin, cimeta min, wekî hûn nebine heval-parên gunên wê û ji belayên wê parê nestînin”! (Eyantî 18:4, 5) Were em tu cara paşda venegerin ser riya dînê qelp.
Xizna Kitêba Pîroz
(Îşaya 57:15)
15 Çimkî Yê berz û bilind, yê ku her û her heye û navê wî pîroz e, usa dibêje: “Ez him li dera bilind û pîroz . . . [dijîm] û him jî bi kesên şikestî û . . . [milûkara] me. Ez ruhê . . . [milûka] û dilşikestiya nû bikim.