GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 42
Ewên ku Yehowara Amin in Bextewar in
“Aminên Te bira eşq û şa bin” (ZEBÛR 132:9).
KILAMA 124 Timê Amin in
VÊ GOTARÊDAa
Hine xûşk-birên meye mêrxas, yên ku seva aminiya xwe Yehowara ketine kelê (Abzasa 1-2 binihêre)
1-2. (a) Hine serwêrên dewletê ser Şedên Yehowa çawa dinihêrin, lê xizmetkarên Xwedê çi dikin? (b) Meriv çawa dikare nava peyketinada şabûna xwe unda neke? (Şikilê rûyê jûrnalê jî şiroveke.)
ÎRO şixulê belakirina mizgîniyê zêdetirî 30 welatada yan bi temamî yan jî hine tiştada qedexekirî ye. Hine welatada xûşk-birên me kirine kelê. Gelo gunên wan çi ye? Bi dîtina Yehowa, ewana qe gunekar nînin. Ewana tenê Kitêba Pîroz dixûnin û lêkolîn dikin, kesên dinra besa baweriya xwe dikin û tevî xûşk-bira diçin civîna. Usa jî, ewana xwe ji polîtîkê dûr digirin. Nava zulmiyêda, ev xizmetkarên Yehowa wîra amin û bêqisûr mane, û ewana bi vê yekê bextewar in!
2 Gava tu şikilên Şedên Yehowaye mêrxas dinihêrî, yên ku nava cêribandinada amin mane, gelo dîna te naçe ser vê yekê ku ewana çiqas şa û serbilind in? Belê, ewana bextewar in, çimkî zanin ku Yehowa bona aminiya wan ji wan razî ye (1 Dîrok 29:17a). Îsa usa gotibû: “Xwezî li wan, ku bona rastîqedandinê têne zêrandinê, . . . Eşq û şa bin, çimkî heqê we li ezmana gelek e” (Metta 5:10-12).
MESELEK BONA ME
Gava xûşk-birên me baweriya xwe li ber dîwanê diparêzin, ewana çev didine Petrûs û Yûhenna (Abzasa 3 û 4 binihêre)
3. Li gora Karên Şandiya 4:19, 20, gava peyketin destpêbûn, şandiya çi kir û çira?
3 Mîna xûşk-birên meye îroyîn, Mesîhiyên qirna yekêda jî rastî peyketina dihatin, çimkî wana mizgîniya derheqa Îsa bela dikir. Hakimên dîwana bilind ya Cihûya çend cara “temî dane wan, ku tu car bi navê Îsa xeber nedin” (Karên Şandiya 4:18; 5:27, 28, 40). Lê şandiya çi kir? (Karên Şandiya 4:19, 20 bixûne) Wana zanibû ku yê herî Bilind temî dabû wan, wekî ewana mizgîniyê bela kin û derheqa Mesîh şedetiyê bidin (Karên Şandiya 10:42). Lema jî, Petrûs û Yûhenna bi mêrxasî gotin, ku gerekê ewana diha gura Xwedê bikin ne ku gura hakima, û wana eşkere kir, wekî wê terka belakirina mizgîniya derheqa Îsa Mesîh nedin. Dibeke wana hakimara usa digot: “Hûn difikirin, wekî temiyên we ji yên Xwedê bilindtir in”?
4. Li gora Karên Şandiya 5:27-29, Mesîhiyên qirna yekê çi kirin û em çawa dikarin çev bidine wan?
4 Mîna şandiyên qirna yekêda, em jî “gerekê gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva” (Karên Şandiya 5:27-29 bixûne). Paşî ku şandî hatin lêdanê, ewana ji dîwana bilind ya Cihûya derketin, û “şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rezîlkirinê bûne” û dîsa berdewam kirin xizmet kin (Karên Şandiya 5:40-42).
5. Em gerekê caba kîjan pirsa bistînin?
5 Lê hine pirs pêşda tên. Çawa Mesîhiya dikaribûn him gura Xwedê bikin, ne ku gura meriva, û him jî vê temiya Kitêba Pîroz baniyana sêrî, ku dibêje: “Her merivek bira gura wan hukumetiyada be”? (Romayî 13:1) Em çawa dikarin him guh bidin “serwêr û hukumeta” û him jî li ber Xwedê, yê ku Hukumdarê meyî herî Bilind e, amin bimînin? (Tîto 3:1)
“HER MERIVEK BIRA GURA WAN HUKUMETIYADA BE”
6. (a) Li gora Romayî 13:1, kî ne “hukumet” û em gerekê hindava wanda çawa bin? (b) Gelo hukumê serwêr û polîtîka bêsînor e?
6 Romayî 13:1 bixûne. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Her merivek bira gura wan hukumetiyada be”. Lema jî Mesîhî gura serwêra dikin. Serwêrên dinyayê usa dikin ku her tişt bi organîze be, qanûna datînin û dîna xwe didinê, wekî meriv li gora wan qanûna bijîn û carna hela hê xizmetkarên Yehowa jî diparêzin (Eyantî 12:16). Lema jî, mera temî tê dayînê ku em xerc, selef, tirs û qedir ku ewana ji me dixwazin, bidin wan (Romayî 13:7). Ev hukum Yehowa daye destê serwêrên dinyayê. Îsa ev yek da kifşê gava Pîlato Pontiyo, weliyê Romê, pirs dane wî. Çaxê Pîlato got ku destê wîda ye ku Îsa aza ke yan jî bikuje, Îsa gotê: “Heger ji jor tera nehata dayînê, tu hukumê te wê li ser min tunebûya” (Yûhenna 19:11). Çawa ku sînorên hukumê Pîlato hebûn, îro jî sînorên hukumê hemû serwêr û polîtîka heye.
7. Gerekê em kengê guhdariya serwêrên dinyayê nekin, û serwêr gerekê çi bizanibin?
7 Heta ku qanûnên serwêrên dinyayê miqabilî qanûnên Xwedê naçin, em guh didine wan. Lê hergê ewana tiştekî ku Xwedê qedexe dike, ji me dewa kin, yan jî tiştekî ku Xwedê ji me dixwaze, qedexe bikin, emê guhdariya wan nekin. Mesele, dibeke ewana bixwazin wekî hemû xort herin eskeriyê.b Yan jî, dibeke ewana welgerandina me ya Kitêba Pîroz, edebyetên me, yan jî xizmetî û civînên me qedexe bikin. Hergê serwêr hukumê xwe ne rast didine xebatê, mesele, zulmiyê şagirtên Îsa Mesîh dikin, ewana wê ber Xwedê caba xwe bidin. Yehowa her tiştî divîne! (Waîz 5:8)
8. Orta serwêrên dinyayê û Yehowada çi firqî heye?
8 Çiqas jî hukumê serwêrên dinyayê hebe, ev yek nayê hesabê ku serwêrên lapî baş û herî bilind, ewana ne. Bi rastî serwêrê lapî baş û herî Bilind tek e, ev heye Yehowa Xwedê. Kitêba Pîrozda, Yehowa Xwedê çar cara tê navkirinê “Yê Bilind” (Daniyêl 7:18, 22, 25, 27).
“YÊ BILIND”
9. Daniyêl pêxember xewn-xeyalêda çi dît?
9 Ji xewn-xeyala Daniyêl pêxember, bi zelalî tê femkirinê ku Yehowa ji hemû serwêrên din Bilindtir e. Berî pêşin, Daniyêl çar cenewirên mezin dîtin, yên ku împêriyên hemdinyayê yên berê û îroyîn têne hesabê, dêmek Babîlon, Mediya-Faris, Yûnanistan, Rom û Anglo-Amêrîka, ya ku roja îroyîn serwêrtiyê dike (Daniyêl 7:1-3, 17). Paşê, Daniyêl Yehowa Xwedê ser textê dîwana ezmanî rûniştî dît (Daniyêl 7:9, 10). Wê baş be ku serwêrên dinyayê, tiştên ku Daniyêl pêxember paşê dîtin, hildin hesab.
10. Li gora Daniyêl 7:13, 14, 27, Yehowa serwêrtiya dinyayê tesmîlî kê dike, û ev yek derheqa Yehowa çi eyan dike?
10 Daniyêl 7:13, 14, 27 bixûne. Xwedê wê hukumetiyê ji serwêrên dinyayê bistîne û bide kesên diha hêja û qewat. Gelo wê bide kê? “Yekî mîna lawê meriv”, dêmek Îsa Mesîh û “pîrozên Yê Bilind”, dêmek 144 000 kesên ku wê “her û her” hukum bikin (Daniyêl 7:18, ÎM). Eşkere ye ku Yehowa “Yê Bilind” e, çimkî tenê îzina wî heye tiştekî usa bike.
11. Ev yek ku Yehowa ji mileta Bilindtir e, ji kîjan gotinên din yên Daniyêl pêxember tê kifşê?
11 Ev xewn-xeyala Daniyêl îzbat dike tiştekî ku ewî berê gotibû. Ewî gotibû ku “Xwedayê ezmana . . . padşaya derdixe ser text û tîne xwarê, ÎM”. Usa jî, ewî gotibû ku li ser qiraletiya mirova Yê ku Bilind e serwêrtiyê dajo û wê dide zilamê ku jêra dixwaze” (Daniyêl 2:19-21; 4:17). Gelo qe usa bûye ku Yehowa padşakî daniye ser text yan jî ji text avîtiye? Belê!
Yehowa padşatî ji Belşatsar stand û da Mediya-Farisa (Abzasa 12 binihêre)
12. Wedê berê Yehowa çawa padşa ji text davîtin? (Şikil binihêre.)
12 Yehowa eşkere nîşan kiriye ku ew ji serwêrên dinyayê Bilindtir e. Were em dîna xwe bidine van sê mesela: (1) Misirêda Firewin Îsraêlî xwera kiribûn dîl, û ewî çend cara xwestina Mûsa ku wana aza ke, înkar kir. Lê Xwedê cimeta xwe xwey kir û Firewin avîte bera Sor (Derketin 14:26-28; Zebûr 136:15). (2) Padşê Babîlonê Belşatsar, cejineke mezin derbaz kir û xwe “li himberî Xudanê ezmana . . . bilind kir” û dewsa ku pesinê Yehowa bide, pesinê xudanên “zîv û zêr” da (Daniyêl 5:22, 23). Lê Xwedê ev mêrê qure nimiz kir. “Wê şevê”, Belşatsar hate kuştinê, û padşatiya wî kete destê Mediya-Farisa (Daniyêl 5:28, 30, 31). (3) Padşê Palêstînayê Hêrodes Egrîpa I, Aqûbê şandî dabû kuştinê û paşê Petrûsê şandî avîte kelê, ku wî jî bikuje. Lê Yehowa îzin neda ku Hêrodes nêta xwe bîne sêrî. “Milyaketekî Xudan wî xist”, û ew mir (Karên Şandiya 12:1-5, 21-23).
13. Wedê berê Yehowa çawa miqabilî komên serwêra serdiket?
13 Xêncî vê yekê, Yehowa nîşan kiriye ku ew ji hemû komên serwêra jî bilindtir e. Mesele, ewî alî Îsraêliya kir, wekî ewana qira koma ji 31 padşên Kenanî bînin, û parên mezin yên Erdên Sozdayî zeftî xwe kin (Yêşû 11:4-6, 20; 12:1, 7, 24). Usa jî, Yehowa alî Îsraêliya kir, ku ewana Ben-hadad û 32 serwêrên din yên Sûryayê, yên ku miqabilî wan şer dikirin, bi temamî alt kin (1 Padşatî 20:1, 26-29).
14-15. (a) Nebûkedneser Padşa û Daryûs Padşa derheqa serwêrtiya Yehowa çi gotin? (b) Zebûrbêj derheqa Yehowa û cimeta wî çi got?
14 Yehowa gelek cara îzbat kiriye ku “Yê Bilind”, ew e! Çaxê padşê Babîlonê Nebûkedneser xwe qure kir, pesinê qewata xwe da û serê xwe li ber mezinaya Xwedê xar nekir, Xwedê usa kir ku ew hişê xwe unda ke. Lê çaxê hişê Nebûkedneser hate serê wî, ewî “Yê ku Bilind e” pîroz kir û qebûl kir ku “serwêrtiya [Yehowa] serwêrtiya” heta hetayê ye. Usa jî, ewî got: “Tu kesê ku . . . jêra bêje: ‘Tu çi dikî?’ tuneye” (Daniyêl 4:30, 33-35, ÎM). Paşî ku aminiya Daniyêl hate cêribandinê û Yehowa ew ji çela şêra xilaz kir, Daryûs Padşa ferman da, wekî hemû meriv ji “Xwedayê Daniyêl bitirsin û bilerizin. ‘Xwedayê Jîndar ew e, Ewê her û her hebe. Wê padşatiya wî hilneşe, Serwêrtiya wî her û her e’” (Daniyêl 6:7-10, 19-22, 26, 27, ÎM).
15 Kitêba Pîroz usa dibêje: “Xwezî li wî miletî, Xwedêyê kîjanî Xudan e û li wê cimetê, kîjan bijart kire warê Xwe” (Zebûr 33:10, 12). Hergê usa ye, gelo hêja nîne ku em Yehowara amin bimînin?
ŞERÊ XILAZIYÊ
Koalîsya mileta wê nikaribe himberî ordiya ezmanî ya Yehowa ser bikeve (Abzasa 16 û 17 binihêre)
16. Em bawer in ku wedê ‘tengasiya mezin’ çi wê biqewime û çira? (Şikil binihêre.)
16 Me xwend ku wedê berê, Yehowa çi kiriye. Gelo ewê demeke nêzîkda çi bike? Em dikarin bawer bin ku wedê ‘tengasiya mezin’, ewê xizmetkarên xwe yên amin xilaz ke (Metta 24:21; Daniyêl 12:1). Gava koalîsya mileta, bi navê Gog ji Magogê ser temamiya dinyayê hicûmî ser aminên Yehowa bike, Yehowa wê wana alt ke. Hergê ev koalîsya ji 193 endemên Miletên Yekbûyî be jî, yeke ewana wê nikaribin miqabilî Yê Bilind û ordiya wîye ezmanî ser kevin. Yehowa soz daye: “Ezê xwe mezin bikim û xwe pîroz bikim û ezê di çevê gelek neteweyanda [miletada] xwe bidim nasîn û wê bizanibin ku, ez Xudan im!” (Hezeqêl 38:14-16, 23; Zebûr 46:10).
17. Li gora Kitêba Pîroz, çi wê bê serê padşên dinyayê û çi hîviya wan meriva ye, yên ku Yehowara amin in?
17 Gava Gog hicûmî ser xizmetkarên Xwedê bike, Yehowa wê şerê Harmegedonêda “hemû padşên dinyayê” qir ke (Eyantî 16:14, 16; 19:19-21). Ji aliyê dinva jî Yehowa “emirê aminên Xwe xwey dike” (Zebûr 97:10).
EM GEREKÊ AMIN Û BÊQISÛR BIMÎNIN
18. Gelek Mesîhî hazir bûn çi bikin û çira? (Daniyêl 3:28)
18 Bi qirna, gelek Mesîhî azaya xwe û hela hê emirê xwe jî dikine bin xofê, çimkî Yehowa hiz dikin û wî ça Serwêr qebûl dikin. Mîna sê xortên Îbranî, yên ku seva aminiya xwe Yehowara, ji agir hatin xilazkirinê, Mesîhî jî her tiştî dikin wekî Yehowara amin bimînin (Daniyêl 3:28 bixûne).
19. Yehowa wê ser hîmê çi dîwana xizmetkarên xwe bike, û em gerekê çi bikin?
19 Bi van gotina, Dawid Padşa nîşan kir ku çiqas ferz e wekî em Yehowara amin bimînin û bêqisûrtiya xwe xwey kin: “Xudan ser miletada dinihêre. Xudano, Tu heqîyê li min bike, li gora wê rastî û bêsûcîya min” (Zebûr 7:8). Rêzeke dinda jî, Dawid usa got: “Helalî û rastî bira min xwey kin, çimkî ez bi guman hîvîya Te me” (Zebûr 25:21). Lema çi jî hebe, em dixwazin Yehowara amin bimînin! Vî çaxî emê jî xwe mîna zebûrbêj texmîn kin yê ku Yehowara got: “Aminên Te bira eşq û şa bin” (Zebûr 132:9).
KILAMA 122 Qewî Bisekinin!
a Kitêba Pîroz Mesîhiya hêlan dike, wekî gura serwêrên dewletê bikin. Lê hine serwêr raste-rast miqabilî Yehowa û xizmetkarên wî ne. Gelo em çawa dikarin him guhdariya serwêra bikin him jî Yehowara amin bimînin?
b Vê jûrnalêda binihêre gotara “Berê Îsraêliya Şer Dikirin, Lê Em Çira Şer Nakin?”.