Pêşxeber
Gelo tu hizreta wê yekê yî ku dinya bê şerda bijîyî? Geleka ev fikir xweş tê, lê dîsa jî wanra çetin e vê yekê bawer kin û difikirin ku ev yek çîrok e. Kitêba Pîrozda tê şirovekirinê ku çima meriv nikarin şer bidine sekinandinê. Têda usa jî tê şirovekirinê ku çima em dikarin bawer bin, wekî dîsa jî ser temamiya dinyayê edilayî wê hebe û ev yek wê zûtirekê bê sêrî.
Vê jûrnalêda xebera şer tê hesabê şerê orta komên polîtîkî yan jî dewleta, yên ku eskera û çeka didine xebatê, seva ku bigihîjine nêtên xweye polîtîkî. Navê hine meriva, derheqa kîjana ku vê jûrnalêda tê gotinê, hatine guhastinê.