SERHATÎ
Temamiya Emirê Me, Dersdarê Mezin Em Hîn Kirine
XIZMETIYA xweda ez û jina min, em rastî gelek çetinaya hatine. Mesele, eskerên bi çeka ku ser rê bona kontrolê sekinî bûn, barîkadên bi agir vêxistî, firtonên mezin û şerên hindurê welat, û carna jî lazim bû wekî em ji malê birevin. Lê dîsa jî meyê emirekî din nexwesta! Nava wan hemû çetinayada Yehowa timê piştgiriya me dikir û me kerem dikir. Dersdarê meyî Mezin usa jî dersên ferz da me (Îbo 36:22; Îşaya 30:20).
MESELA DÊ-BAVÊ MIN
Sala 1957-da dê-bavê min ji Îtalyayê derbazî Kanadayê bûn û bajarekî biçûkda bi navê Kîndêrslî, cîwar bûn. Gelek wext derbaz nebû ku ewana rastiya Kitêba Pîroz pêhesiyan, û rastiya derheqa Xwedê emirê meda bû tiştê lapî ferz. Tê bîra min ku gava ez biçûk bûm, ez gelek cara tevî malbeta xwe heta êvarê xizmetiyêda bûm. Lema jî min henek dikir û digot ku 8 saliya xweda ez îda pêşengê wedelû me!
Weke sala 1966, ez û malbeta min
Dê-bavê min kesîb bûn, lê dîsa jî wana bona Yehowa gelek tişt ji xwe kêm dikirin. Mesele sala 1963-da wana gelek tiştên xwe firotin, wekî herine Dewletên Yekbûyî bona Civata Mezine Hemdinyayê, ya ku Kalîforniyayêda gerekê derbaz bûya. Sala 1972-da me mala xwe bar kir û em çûne cîkî gelek dûr li Kolûmbya Brîtanî, Kanadayêda, kîderê ku deşta Îtalîda xizmetiyêda hewcetiya mezin hebû. Bavê min dikanêda dixebitî, ew wêderê him ça hoste bû, him jî dikan temiz dikir. Seva ku bikaribe dîna xwe bi temamî bide xizmetiyê, ewî xebatên diha baş qebûl nedikir.
Ez bona mesela dê-bavê xwe ku wana me her 4 zarara hîştin, gelek razî me. Wî wedeyî min derseke ferz stand, ya ku temamiya emirê min alî min dikir: Hergê ez ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidime Padşatiya Yehowa, ewê hertim bona min xem bike (Metta 6:33).
DESTPÊKA XIZMETIYA HERTIM
Min sala 1980-da xûşkeke bedew bi navê Dêbî jintî anî. Nêta wê ev bû, ku bi dil û can Yehowara xizmet ke. Me dixwest bibine xizmetkarên hertim, lema sê meh paşî dewata me, Dêbî destpêkir ça pêşeng xizmet ke. Salek şûnda paşî zewaca me, em derbazî civateke biçûk bûn kîderê alîkarî lazim bû, û min jî destpêkir ça pêşeng xizmet kim.
Dewata me sala 1980
Hine wede şûnda em dilteng bûn û me safî kir ji wêderê herin. Lê pêşiyê me tevî berpirsiyarê mihalê xeber da. Ewî bi hezkirinê, lê bi helalî mera got: “Problêm weda ne. Hûn timê dîna xwe didine tiştên nêgatîv. Hergê hûn derecên xweda tiştên pozîtîv bigerin, hûnê bivînin”. Em bi rastî jî hewcê vê şîretê bûn (Zebûr 141:5). Me derbêra ev şîret da xebatê, û gelek wext derbaz nebû ku me gelek tiştên pozîtîv dîtin. Mesele, vê civatêda hine xûşk-bira dixwestin diha zêde xizmet kin, û nav wanda ça zar usa jî ew xûşk bûn, mêrên kîjana Şedên Yehowa nîbûn. Ev yek bona me derseke gelek ferz bû. Em hîn bûn dîna xwe bidine tiştên baş û hîviya Yehowa bin, heta ku ew halê meye çetin safî ke (Mîxa 7:7). Me dîsa destpêkir şabûnê bistînin û halê me jî diha baş bû.
Gava em cara pêşin çûne Mekteba bona Pêşenga, dersdarên me birên cêribandî bûn, yên ku welatên dinda jî xizmet kiribûn. Wana hine şikil nîşanî me kirin û derheqa xizmetiya xwe gilî dikirin, ku wedê xizmetiyê wana çiqas kerem distandin. Evê yekê xwestina me zêde kir, ku em jî bibine mîsyonêr.
Ber Oda Civatê Kolûmbya Brîtanîda, sala 1983
Seva ku em bigihîjine vê nêtê, em sala 1984-da derbazî Kwêbêkê bûn. Ev herêm zêdetirî 4 000 km dûrî Kolûmbya Brîtanî bû û merivên wêderê ser zimanê Fransî xeber didan. Lema jî lazim bû ku em hînî kûltûr û zimanekî teze bin. Problêmeke din jî ev bû, ku gelek car destê meda pere tune bû. Carekê em mecbûr bûn, wekî zeviya cotkarekîda kartolên mayî top kin. Dêbî îda hîn bibû ku pê van kartola cûre-cûre xwarinên xweş çêke. Himberî van tengasiya, me xîret dikir ku bi şabûnê sebir kin. Bi rastî jî me didît ku Yehowa me dibe xweyî (Zebûr 64:10).
Rojekê mera têlêxistin û me teglîfî Beytela Kanadayê kirin. Berê me bona Mekteba Gîledê blank tije kiribû, lema jî hewasa me haqas tune bû, ku herine Beytelê. Dîsa jî me teglîfa Beytelê qebûl kir. Gava em gihîştine Beytelê, me ji birê Kênêt Lîtil, yê ku endemê Komîtêya Beytelê bû, pirsî: “Hergê me teglîfî Gîledê bikin, wî çaxî emê çi bikin?” Ewî got: “Emê derheqa vê yekê xeber din, çaxê hûn teglîfê bistînin”.
Heftêk şûnda, wana em teglîfî Gîledê kirin. Me gerekê safî kira ku çi bijbêrin. Birê Kênêt mera got: “Hûn çi bijbêrin jî, hûnê carna bêjin ‘xwezî me ya din bijbarta’. Bi rastî her du safîkirin jî baş in, Yehowa dikare herda jî kerem ke”. Hingê me safî kir, herin Gîledê, û em îzbat bûn ku giliyên birê Kênêt rast in. Çaxê lazim e wekî xûşk-bira bijbêrin, ku kîjan cabdariya qebûl kin, em gelek car besa giliyên birê Kênêt dikin.
EMIRÊ MÎSYONÊRTÎ
(Çep) Yûlîsês Glas
(Rast) Cêk Rêdford
Em gelek şa bûn ku mecala me hebû nava wan 24 şagirtada bin, yên ku Mekteba Gîledê koma 83-da hîn dibûn. Hînbûna me meha Nîsanê sala 1987-da li Brûklînê destpêbû (Niyû York). Birên Yûlîsês Glas û Cêk Rêdford dersdarên meyî sereke bûn. Pênc meh zû derbaz bûn, û 6 Îlonê sala 1987, me mekteb xilaz kir û tevî Con û Marî Gûd me şandine Haîtyê.
Haîtî, 1988
Ji sala 1962 dewletê destpêkir mîsyonêra ji Haîtyê derxin, û ji vê salê îda ji Gîledê mîsyonêr nedişandine wêderê. Sê heftê şûnda, paşî ku me mekteb xilaz kir, em îda nava çiyayên Haîtyêda bûn, û me destpêkir tevî civatekê, kîderê ku 35 mizgînvan bûn, xizmet kin. Em cahil û necêribandî bûn, û em mala seva mîsyonêrada tenê diman. Wêderê cimet kesîb bû û heçî zef meriv nexwendî bûn. Gava em wêderê bûn, halê polîtîkî gelek tevlihev bû. Meriva protêst dikirin, û hineka dixwest serwêrê dewletê ji text bavêjin. Usa jî carna firtonên mezin radibûn.
Em ji xûşk-birên Haîtyê dersên qîmet hîn bûn. Emirê wan çiqas çetin bû jî, wana Yehowa û xizmetî hez dikirin û bi şabûnê ber çetinaya sebir dikirin. Xûşkeke emirda mezin, ya ku nikaribû bixûne, 150 rêz ezberî kiribû. Çaxê me didît ku merivên wêderê rastî çiqas kul-derda tên, xwestina me diha zêde dibû wekî mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê wanra gilî kin, çimkî tenê ew dikare hemû problêma safî ke. Em gelek şa ne wekî hine kes, tevî kê me hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, paşê bûne pêşengên hertim, pêşengên mexsûs û rûspî.
Li Haîtyê ez rastî xortekî bi navê Trêvor hatim, yê ku mîsyonêrekî Mormon bû, û me çend cara derheqa Kitêba Pîroz xeber da. Gelek sal şûnda, min ji wî nemek stand. Ewî nivîsî: “Ezê hine wext şûnda ser Civata Mezin bême nixumandinê. Ez dixwazim vegerim Haîtyê û vê herêmê, kîderê ku ez berê mîsyonêrê Mormon bûm, ça pêşengê mexsûs xizmet kim”. Bi rastî jî, ewî û jina wî gelek sal hema usa jî kirin.
EWROPA, PAŞÊ AFRÎKA
Sala 1994, xebata li Slovênyayê
Paşê me şandine Slovênyayê. Wêderê teze îzin hatibû dayînê ku Şedên Yehowa mizgîniyê bela kin. Sala 1992-da em gihîştine bajarê Lyûblyanayê. Pêşiya ku dê-bavê min derbazî Îtalyayê bûn, ewana nêzîkî wêderê dijîtin. Wî çaxî hine herêmên Yûgoslavya kevinda hê şer diçû. Berê, Beytela Viyênayê (Avstrya) û ofîsên li Zagreb (Xorvatya) û Belgradê (Sêrbya) bona wê herêmê cabdar bûn. Lê niha lazim bû wekî her welatekîda Beyteleke başqe bê sazkirinê.
Lema jî lazim bû wekî em dîsa hînî ziman û kûltûreke teze bin. Merivên vê herêmê digotin “Yêjêk yê têjêk”, dêmek “Zimanê me çetin e”. Bi rastî jî usa bû! Em ji aminiya xûşk-bira heyr-hujmekar diman. Ewana timê hazir bûn ku rêberî û guhastinên teşkîletê qebûl kin, û Yehowa wana kerem dikir. Me dîsa carekê dît ku Yehowa ça çetinaya bi hezkirinê û wededa safî dike. Slovênyayêda em gelek tişt hîn bûn, û gelek tiştên ku em pêşiya ku bihatana vira hîn bibûn, alî me kirin çetinayada teyax kin.
Paşê emirê me dîsa hate guhastinê. Sala 2000-da, teşkîletê em şandine Kot Dêvûarê, li Afrîkaya Roavayê. Paşê, meha Mijdarêda sala 2002, ji bo şerê hindurê welat, me şandine Sîêrra-Lêonê. Wêderê şerê hindurê welat, yê ku 11 sala kişandibû, teze xilaz bû. Bona me çetin bû ku nişkêva ji Kot Dêvûarê herin. Lê dersên ku em hîn bibûn, alî me kirin şabûna xwe unda nekin.
Me dîna xwe dida merivên ku hazir bûn guh bidine mizgîniyê û usa jî xûşk-birên meye hezkirî, yên ku gelek sala nav şerda diman. Rast e, ewana ji aliyê matêriyalîda kesîb bûn, lê dîsa jî wana dixwest çi destê wanda hebû tevî kesên din parevekin. Mesele, xûşkekê dixwest hine kinca bide Dêbî. Sêrîda Dêbîyê nexwest hilde, çimkî şerm kir, lê xûşka me gotê: “Wedê şer xûşk-birên ji welatên din alîkarî didane me. Niha dora me ye ku em alî xûşk-bira bikin”. Me xwera nêt danî, wekî çev bidine wan.
Paşê em vegeriyane Kot Dêvûarê, lê hine wede şûnda şer dîsa destpêbû. Lema jî meha Mijdarê, sala 2004-da, em bi firindê hatine xilazkirinê. Bal her kesî ji me tenê çentekî 10 kîlo hebû. Şev em zoma eskerên Fransîda ser erdê razan, lê roja din em bi teyare çûne Swîsreyê. Nîvê şevê, gava em gihîştine Beytelê, Komîtêya Fîlîalê û dersdarên Mekteba Başkirina Xizmetiyê tevî jinên xwe bi dilgermî me qebûl kirin û hemêz kirin, xwarina germ danîn ber me û şokoladên Swîsreyê pêşkêşî me kirin. Dilgermiya wan bi rastî jî gelek dilê me girt.
Kot Dêvûar, sala 2005, derketina pê gotareke ber koçbera yên ku ji şer revî bûn
Paşê ser wedekî kin me şandine Ganayê, û gava şerê welatda xilaz bû, em dîsa çûne Kot Dêvûarê. Wan rojên çetinda qenciya xûşk-bira gelek alî me kir. Min û Dêbî me fem kir, ku teşkîleta Yehowada ev hezkirin çiqas tiştekî normal be jî, em gerekê tu cara bîr nekin, wekî ew tiştekî çiqas qîmet e. Çend sal şûnda me fem kir, ku çetinayên me pareke ferz bû bona vê yekê, ku em diha cêribandî bin, çimkî em gelek tişt hîn bûn.
ROHILATA NAVÎN
Sala 2007, li Rohilata Navîn
Sala 2006-da me nemekê ji ofîsa sereke stand. Teşkîletê em bona kifşkirina teze şandine Rohilata Navîn. Lazim bû wekî em dîsa hînî derece û çetinayên teze bin, usa jî hînî ziman û kûltûrên teze bin, çimkî ev herêm ji aliyê polîtîkî û rêlîgîda gelek tevlihev e. Me zimanên cûre-cûre, yên ku civatêda xeber didan, gelek hez dikir, û me dît ku gava em guh didine rêberiya teşkîletê, yektî tê xweykirinê. Em xûşk-birara firnaq dibûn, çimkî gelek ji wan himberî peyketina ji aliyê malbetê, hevaldersxana, hevalkar û cînarên xwe bi mêrxasî teyax dikirin.
Sala 2012-da em çûne civata mezine mexsûs ku Tel Avîvêda (Îsraêl) derbaz dibû. Paşî Roja Pênciye Hesab, sala 33 D.M., ev cara pêşin bû ku wê herêmêda haqas xizmetkarên Yehowa tevayî top bûn. Bi rastî jî ev civata mezin gelek mexsûs bû!
Wan salada teşkîletê em şandine welatekî, kîderê ku şixulê Şedên Yehowa qedexekirî bû. Me hine edebyet derbazî wêderê dikir, diçûne xizmetiyê û civatên mezin bi komên biçûk derbaz dikir. Hemû ciya eskerên bi çeka ser rê bona kontrolê sekinî bûn, lê gava em tevî mizgînvanên vê mihalê fesal diçûn-dihatin, em neditirsiyan.
EM DÎSA VEDIGERINE AFRÎKAYÊ
Kongo, sala 2014, hazirkirina gotarê
Sala 2013-da me cabdarîke teze stand. Em hatine kifşkirinê ku fîlîala Kînşasayêda (Kongo) xizmet kin. Kongo welatekî mezin e û tebiyeta wêderê gelek bedew e, lê sed heyf ku wêderê meriv kesîb in, û gelek car şer diqewimin. Destpêkêda me got: “Em Afrîkayê rind zanin, em hazir in”. Lê dîsa jî lazim bû wekî em hînî gelek tiştên teze bin. Mesele, lazim bû wekî em ciyên ku rê-dirb tune bûn, rêwîtiyê bikin. Yeke me gelek tiştên xweş jî dîtin, mesele sebir û şabûn ku xûşk-bira himberî çetinayên êkonomîkî didane kifşê, usa jî hezkirina wan hindava xizmetiyê û xîreta wan ku civat û civatên mezin bernedin. Me bi çevê xwe dît, ku bi saya alîkariya û kerema Yehowa, şixulê Padşatiyê wî welatîda rind pêşda diçû. Wan salada ku me li Kongoyê derbaz kir, em gelek tişt hîn bûn, û xûşk-birên wêderê bi rastî jî bona me bûn malbet.
Belakirina mizgîniyê li Afrîkaya Başûr, sala 2023
Xilaziya sala 2017-da, me dîsa kifşkirineke teze stand, ku Afrîkaya Başûrêda xizmet kin. Heta niha ev fîlîaleke herî mezin bû, kîderê ku me xizmet dikir û şixulê ku mera hate dayînê bona me teze bû. Dîsa lazim bû ku em gelek tişta hîn bin, lê bona vê yekê, dersên ku me berê standibûn, kêrî me hatin. Em xûşk-birên ku bi deha sala bi aminî xizmet dikin, gelek hez dikin. Usa jî gava em divînin, ku merivên ji gelek milet û kûltûra ça bi yektî Beytelêda hevkariyê dikin, dilê me şa dibe. Eşkere ye ku Yehowa xizmetkarên xwe, yên ku xîret dikin wekî merivê nû li xwe kin û li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijîn, kerem dike, wekî edilayî û yektî nav wanda hebe.
Bi sala, ez û Dêbî, me cabdariyên hewas distand, em hînî cûre-cûre kûltûra û zimana dibûn. Carna hêsa nîbû, lê bi saya teşkîleta Yehowa û xûşk-bira, me hezkirina Yehowa timê didît (Zebûr 144:2). Em bawer in wekî dersên ku me xizmetiya hertimda standiye, alî me dikin diha baş Yehowara xizmet kin.
Ez gelek qîmet dikim emekê ku dê-bavê min dane min, alîkariya ku jina mine delal, Dêbî, dide min û meselên baweriya malbeta meye hemdinyayê. Gava ez û kulfeta min derheqa axiriyê difikirin, safîkirina me dîsa jî ev e, ku ji Dersdarê Mezin timê hîn bin.