We Zanibû?
Qirna yekêda, gava kahîn qurban dianîn, wana xûn ça dikir?
WEDÊ berê, kahîn paristgeha Orşelîmêda her sal bi hezara heywan ser qurbangehê qurban dikirin. Li gora terîxzanekî bi navê Ûsivê Flavîûs, wedê Cejina Derbazbûnê 250 000 berx zêdetir dihatine qurbankirinê, lema jî gelek xûn dihate rêtinê (Qanûna Kahîntiyê 1:10, 11; Jimar 28:16, 19). Gelo wana ev xûn ça dikir?
Paristgeha Hêrodesda, arxêoloja sîstêmeke kanalîzasyayê dîtine, kîjan ku dihate xebitandinê heta ku sala 70 D.M-da paristgeh hate wêrankirinê. Ça tê kifşê, xûn dikete vê sîstêma kanalîzasyayê.
Were em derheqa vê sîstêmê du tişta pêbihesin:
Qulên hîmê qurbangehêda: Derheqa sîstêma kanalîzasyayê ya qurbangehê, kitêba bi navê Mîşnadaa usa tê gotinê: “Qurbangehêda, aliyê başûra-roavayê, du qul hebûn. . . . Xûna ku ji hîmê roava û hîmê başûrê diçikiya, van qulara dikete kanalîzasyayê û diçû deşta Kîdronê”.
Li gora arxêoloja, bi rastî jî qulên usa hebûn. Kanîkîda tê gotinê, ku nêzîkî paristgehê, “sîstêmeke mezin ya kanalîzasyayê” hatiye dîtinê, ya ku “ça tê kifşê, bona ava qirêj û xûna qurbana dihate xebitandinê” (The Cambridge History of Judaism).
Ava bona paqijkirinê: Bona şûştina hîmê qurbangehê û sîstêma kanalîzasyayê, kahînara gelek av lazim bû. Bona vê şixulê ferz, kahîna ava ku ji bajêr dihat, didane xebatê. Sîstêma avê ji kanal, akvêdûk, bîr û hewza çêkirî bû. Arxêoloj bi navê Cozêf Patrîk usa got: “Wedê berê, sîstêmeke haqas mezin bona avê û şûştina paristgehê, tiştekî gelek mexsûs bû û ça tê kifşê, tu paristgeheke dinda tune bû”.
[Spartin]
a Kitêba qanûnên Cihûya, ya ku D.M.-da destpêka qirna sisiyada hate nivîsarê.