RÊBERÎ BONA LÊKOLÎNÊ
Lêkolîn ke û Çi ku Pêhesiyayî Kesên Dinra Gilî ke
Hemikî em ji lêkolîna Kitêba Pîroz lezetê distînin, lê hergê tiştên ku em hîn dibin kesên dinra gilî kin, wê mera diha zêde hewas be. Metelok 11:25-da tê gotinê: “Avdarra . . . avê bê dayînê”.
Çaxê em tiştekî hîn dibin û kesên dinra gilî dikin, em vê înformasiyayê diha baş bîra xweda xwey dikin û zanebûna xwe zêde dikin. Usa jî gava em zanin ku ev fikir kesên dinra wê karê bîne, ev yek gelek dilê me şa dike (Karên Şandiya 20:35).
Mesele: Heftiya bê, mecalê bigere wekî tiştên ku hîn bûyî, kesekîra gilî kî, mesele xûşk yan birakîra, hevalxebatçî yan hevaldersxanê xwera, cînarekî xwera yan jî wî merivîra, rastî kîjan ku xizmetiyêda bêyî. Derheqa vê yekê zelal û bi giliyên hêsa gilî ke.
Bîr neke: Bira nêta te ev nîbe be, ku meriva ecêbmayî kî, lê ev be, ku wana hêlan kî (1 Korintî 8:1).