KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 143
  • Gelo Gunekî Mezin e, ku Cixarê Bikişînin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Gunekî Mezin e, ku Cixarê Bikişînin?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Gelo Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa xebitandina marîxûanayê yan narkotîkên dine, bona kêfstandinê?
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 143
Kişandina cixarê

Gelo Gunekî Mezin e, ku Cixarê Bikişînin?

Caba Kitêba Pîroz

Kitêba Pîrozda nayê gotinê derheqa kişandina cixarêa, û tiştên din ku xebitandina titûnêva girêdayî ne. Lê vê kitêbêda hene prînsîpên usa, ku didine kifşê wekî Xwedê xeysetên xirab û netemiz, kîjan ku dikarin ziyanê bidine sihet-qewata me, qebûl nake. Lema jî cixarekişandin ber çevê Xwedê gunekî mezin e.

  • Qedir hindava jîyînê. “[Xwedê] emir, bînê û her tiştî dide hemûya” (Karên Şandiya 17:24, 25). Em zanin wekî jîyîn pêşkêşa ji Xwedê ye, lema jî em gerekê tiştên usa nekin, çi ku dikare jîyîna me bike bin qeziyê. Yek ji wan tişta ev heye kişandina cixarê. Kişandina cixarê yek ji meniyên belabûyî ye, ji bo çi jî temamiya dinyayêda gelek meriv emirê xwe unda dikin.

  • Hizkirin hindava meriya. “Hevalê xwe weke xwe hiz bike” (Metta 22:39). Çaxê bende ber merivên din cixarê dikişîne, ew hizkirina xwe hindava wanda nade kifşê. Bi rastî ziyan digihîje sihet-qewata wan meriya, yên ku her car bîna dûyê titûnê hildidin. Mesele, gelek nexweşiyên usa cem wana pêşda tên, kîjan ku hene cem wan meriya, yên ku cixarê dikişînin.

  • Pîroz bin. “Qalibê xwe diyarî Xwedê kin, çawa qurbaneke saxe durufkirî, li wî qebûl” (Romayî 12:1). “Hemû kirêtiya qalib û ruhê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin” (2 Korintî 7:1). Kişandina cixarê mirdarî ye. Û qelibê merivên usa nikare pîroz û paqij bê hesabê. Bi rastî ewên ku cixarê dikişînin sihet-qewata xwe dikine bin qeziyê û temamiya bedena xwe qirêj dikin.

Gelo Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa xebitandina marîxûanayê yan narkotîkên dine, bona kêfstandinê?

Kitêba Pîrozda nayê gotinê derheqa marîxûanayê û narkotîkên din. Lê vê kitêbêda gelek prînsîpên usa hene, kîjan ku didine kifşê, wekî xebitandina tiştên usa bona kêf standinê, nerast e. Xêncî wan prînsîpa ku me şêwir kir, lazim e dîna xwe bidine van tişta jî:

  • Gerekê hişê xwe kontrol bikin. “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike ... bi temamiya hişê xwe” (Metta 22:37, 38). “Fikirêd xweda piştgirêdayî û hişyar bin” (1 Petrûs 1:13). Rûyê xebitandina narkotîka meriv nikare bi temamî hişê xwe kontrol bike. Gelek jî hînî vê yekê dibin û fikirên wan tenê derheqa narkotîka ne, ji çi jî ewana îda nikarin derheqa tiştên kêrhatî bifikirin (Fîlîpî 4:8).

  • Gerekê qanûnên dewletê neteribînin. “Gura serwêr û hukumeta bikin” (Tîto 3:1). Gelek welatada xebitandina narkotîka qedexekirî ye. Hergê em dixwazin qebûlkirina Xwedê bistînin, em gerekê gura serwêr û hukumeta bikin (Romayî 13:1).

Titûn û Sihet-Qewata Te

Li gora Teşkîleta Saxlemxweyîkirinêye Hemdinyayê, her sal weke 6 000 000 meriv ji bo xebitandina titûnê dimirin, û nava wanda 600 000 zêdetir meriv ji bo dûyê wê dimirin. Jêrê mesele hatine dayînê, kîjan ku didine kifşê, wekî ça titûn hukum dibe ser sihet-qewata wan kî ku cixarê dikişîne û ser merivên der-dorê wan.

Kanser. Dûyê titûnêda weke 50 zêdetir tiştên usa hene, kîjan ku kanserê pêşda tînin. Li gora “Encyclopedia Britannica” “kansera pişika 90 selef ji dûyê titûnê ye”. Xêncî wê yekê dûyê titûnê dikare pêşda bîne kansera dev, pişika, qirikê, ciyê xwarinê, cegerê, zirav û pankrêasê.

Nexweşiyên bînkişandinêva girêdayî. Çaxê meriv timê nav dûyê titûnêda ne, ji wê yekê pişikê wî dikarin ziyanê bistînin û grîp pêşda bê. Zarên ku timê dûyê titûnê hildidin, ji astmayê û kuxikên kronîkî diçerçirin. Pişikên wan zara rast naxebitin.

Nexweşiyên dilik. Ewên ku cixarê dikişînin dikarin însûltê û nexweşiyên dilik bistînin. Dûyê cixarêda karbon monoksîd hene, kîjan ku ji pişika dikeve xûnê û molêkûlên oksîjenê tev hev dixe. Ji bo vê yekê oksîjena xûnê kêm dibe, û dilik destpêdike qayîm bikute, seva ku oksîjenê bigihîne hemû organa.

Ser hemlebûnê xirab hukum dike. Ew jinên ku cixarê dikişînin, zarên wan wedê xweda nayêne bûyînê, kaşa wan kêm e û gelek car bi lêva qelişî têne bûyînê. Xêncî wê yekê zarên usa pê nexweşiyên dilik têne bûyînê û dikarin nişkêva bimirin.

a Li vir xeberdan diçe derheqa kişandina dûyê titûnê bi hemdê xwe. Dikeve nava vê yekê xebitandina cixarê, miştikê, miştikên avê. Ev prînsîpên ku vê têmayêda bêne şirovekirinê, bona van yeka ne jî, mesele cûtin û bînkişandina titûnê, xebitandina cixarên elektronîk kîjan ku bi nîkotînê tije ne, û tiştên wî cûreyî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin