KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g17 № 6 rûp. 8-9
  • Zara Hînî Milûktiyê Bikin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Zara Hînî Milûktiyê Bikin
  • Hişyar Bin!—2017
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇETINAYÎ
  • TU ÇI GEREKÊ BIZANIBÎ
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
  • Milûktî
    Hişyar Bin!—2019
  • Çawa Bigihîjine Nêtên Xwe
    Hişyar Bin!—2019
  • Yehowa Xizmetkarên Xweyî Milûk Qîmet Dike
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Zarên Xwe ji Zarotiyêda Hîn kin
    Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin
Hişyar Bin!—2017
g17 № 6 rûp. 8-9
Dê ber kurê xwe xulamtiyê dike

ALÎKARÎ BONA MALBETÊ | ŞÎRETKIRINA ZARA

Zara Hînî Milûktiyê Bikin

ÇETINAYÎ

  • Kurê te yekî berzeq e, û ev hê 10 salî ye!

  • Ew hîviyê ye ku her kes hindava wîda usa bin, ça yekî mûhîm.

Dibe ku tu berxwedikevî “Gelo, çima ev usa dike? Ez dixwazim wekî ew xwe baş texmîn ke. Lê ez naxwazim, ku ew bifikire wekî ji yên dinêna baştir e!”

Gelo lê em dikarin zara hînî milûktiyê bikin, û ku ewana çevê xweda jî nimiz nebin?

Keça biçûk wek xanimek rûniştiye û dê-bavê wê ber wê ta dibin

TU ÇI GEREKÊ BIZANIBÎ

Wan desaliyada, dê-bav hemû xwestekên zarên xwe tanîn sêrî; wana gelek payê wan dida, hela hergê zar hêjayî pesna nîbûn jî; dê-bav xwe dûr digirtin ku zarên xwe rast kin û şîret kin. Li gora lêkolînekî hate kifşê, ku hergê dê-bav zarara usa didine kifşê, wekî ewana yekî mexsûs in, hemikî ewana wê gelek xwehiz bin. Axir çi bû? Li kitêba “Generation Me” tê gotinê: “Dewsa ku zara rast mezin kin û wekî ewana bextewar bin, dê-bav hindava wanda usa xwe kifş dikin, ku saz dikin eskerekî babax yên ku xwe girîng hesab dikin”.

Gelek zar usa mezin bûne, ku ne jî wana hazir kirin bona çetinayên axiriyê, bona krîtîkê û îzin nedayînê. Çaxê zara usa mezin dikin, ku dîna wan tenê li ser xwestekên wan be, li axiriyê çaxê ewana mezin dibin, wanara çetin dibe heleqetiya baş tevî kesekî xwey kin. Geleka ji wan diçerçirin ji bo xemgîniyê û diltengiyê.

Zar xwerazî dibin, ne ku çaxê wanara dibêjin ku ewana mexsûs in, lê çaxê wana tiştek kir û cem wana rind derket. Vira ne ku tenê lazim e xwe bawer bikî, lê hê zêde bikî. Ewana gerekê hîn bin, feresetên xwe hê baş kin û rind bidine xebatê (Metelok 22:29). Zar usa jî gerekê xemên merivên din hildin hesab (1 Korintî 10:24). Bona vê yekê milûktî lazim e.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

Hingê paya bide çaxê zar bi rastî hêjayî ye. Hergê qîza te dersên mektebê rind tesmîl kir, payê wê bide. Hergê ew di mektebêda nîşana kêm stand, derbêra dersdar neheq neke bona vê yekê. Ev yek wê alî qîza te bike, ku milûktiyê hîn be. Alî wê bike bivîne, ku çawa careke din ew dikare daha rind bike. Timê bona kirên baş paya bide.

Şîret ke çaxê lazim e. Ev nayê hesabê, wekî tu gerekê hema seva her şaşiya, zara xwe neheq kî (Kolosî 3:21). Lê hemikî hergê ew şaşiyên giran berdide, tu gerekê lê şîret kî. Hingê jî lê şîret ke, hergê ew nihêrandina nerast dide kifşê. Çimkî hergê tu zar şîret nekî, ew wê îda hînî vê yekê be.

Mesele, tu têderdixî wekî kurê te hiz dike payê xwe bide. Hergê tu lê şîret nekî û rast nekî, ewê bibe yekî babax û xwehiz. Lema jî zara xwera şiroweke, ku xwepayîdayîn, nebaş e û usa zar dikeve derecekî çetin (Metelok 27:2). Usa jî şiroweke, ku hergê cem meriya nihêrandina rast heye, wîra nelazim e gişkara bike gazî, wekî çi feresetên wî hene. Hergê wî cûreyî bi hizkirin zara şîret kin, ewana wê bibine milûk û ji xwehiziyê xwe dûr bigirin; Li ser hîmê prînsîpa Kitêba Pîroz: (Metta 23:12)

Zara xwe bona jîyîna rêalî hazir ke. Hergê her xwestekên zarokê bînin sêrî, ewê bifikire ku timê rast dike. Besa xeberê, hergê zara te dixwaze tiştekî çi ku tu nikarî bikirî, wîra şiroweke ku çima hûn aliyê perada hinek sînorkirî ne. Hergê we safî kir neçin tatîlê yan cîkî hêsa bin, wê baş be zarêra şirowekî wekî tiştên usa carna dibin. Û vê derecêda dikarî tevî zarê şêwir kî, ku çawa serî ji wan xemgîniya derxin. Dewsa ku bona her çetinaya zara xwe rezîl kin, wê baş be ew hazir kin ku bikaribe hine çetinayada teyax ke; Li ser hîmê prînsîpa Kitêba Pîroz: (Metelok 29:21).

Hêlan ke. Zara xwera zelal şiroweke, ku “xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35). Çi cûreyî? Tevayî hûn dikarin xwe hazir kin û binivîsin navê wan meriya, kîjanara ku alîkarî lazim e. Mesele ku tevî wan herin maxaziyê tiştek bikirin, bi avtê wana bivine cîkî yan jî tiştekî mala wanda çêkin. Wê demê zara xwe tevî xwe hilde, wekî ew bivîne ku çawa tu alîkaryê didî. Bira zara te bivîne, wekî çaxê tu bona yên dinêna xem dikî, ev yek çawa şabûna te zêde dike û lezetê tera tîne. Usa tê bikaribî gelek baş zara xwe hînî milûktiyê bikî; Li ser hîmê prînsîpa Kitêba Pîroz: (Lûqa 6:38).

Bona hê zêde elametî, bikeve malpera me, jw.org, û bigere “Çawa Zara Hîn kin, ku vê Dinya Xwehizda Guhdar Bimînin?”

RÊZÊN SEREKE

  • “Kî ku xwe bilind ke, ewê nimiz be, lê kî ku xwe nimiz ke, ewê bilind be” (Metta 23:12).

  • “Yê ku biçûktîyêda xulamê xwe nazik xwey ke, axirîyêda ewê bibe mîratxurê wî” (Metelok 29:21).

  • “Bidin” (Lûqa 6:38).

ALÎKARIYA DIN

Kitêba Pîroz dibêje: “Tiştekî bi hevrikiyê nekin û li navê xwe negerin, lê ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire. Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere” (Fîlîpî 2:3, 4).

Zara ku bi vê prînsîpê hatibû mezinkirinê, hemikî wê fem bike ku ew ji yên dinêna girîng nîne û ku yên din tiştekîda wî çêtirin. Çi jî hebe, milûktî wê alî zarê bike, wekî ew bi ruhê vê dinyayê, qirêj nebe.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin