KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g19 № 2 rûp. 8-9
  • Çawa Bigihîjine Nêtên Xwe

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çawa Bigihîjine Nêtên Xwe
  • Hişyar Bin!—2019
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇI TÊ HESABÊ BIGIHÎJINE NÊTÊN XWE?
  • ÇIMA FERZ E BIGIHÎJINE NÊTA XWE?
  • ÇAWA ZARÊ HÎN KIN BIGIHÎJE NÊTA XWE
  • Çawa Qewî Bimînim?
    Pirsên Cahila
  • Çi Bikim Gava Min Rezîl Dikin?
    Pirsên Cahila
  • Zara Hînî Milûktiyê Bikin
    Hişyar Bin!—2017
  • Zarên Xwe Hîn kin bi Sebir û Xîret Bigihîjine Nêtên Xwe
    Alîkarî Bona Malbetê
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2019
g19 № 2 rûp. 8-9
Dê alî qîza xwe dike totikê çêke

Dersa 3

Çawa Bigihîjine Nêtên Xwe

ÇI TÊ HESABÊ BIGIHÎJINE NÊTÊN XWE?

Merivê ku nêta datîne pêşiya xwe, çetinayada xwe qayîm digire û berdewam dike bigihîje nêta xwe. Bi saya çetinaya ku jîyîna wî merivîda diqewimin, ew hîn dibe ber hemû tiştî teyax ke. Çaxê zar hîn dibe rê here, pêşiyê ew gelek car dikeve. Lê paşê ew hîn dibe nekeve. Emê jî bikaribin bigihîjine nêta xwe, hergê çetinayada destê xwe berjêr nekin.

ÇIMA FERZ E BIGIHÎJINE NÊTA XWE?

Dilê hine zara dişkê çaxê cem wan nayê standin tiştekî bikin çaxê rastî çetinaya tên, yan jî çaxê şaşiyên wan didine rûyê wan. Hine zar jî vê derecêda hewasa xwe ser her tiştî unda dikin. Zar gerekê rind fem bikin, wekî:

  • Cem wana wê timê hemû tişt rind neyê standin (Aqûb 3:2).

  • Ji çetinayên jîyînê, wê nikaribin birevin (Waîz 9:11).

  • Ewana wê nikaribin serfiraz bin, hergê şîretên meriya hilnedin hesab (Metelok 9:9).

Hergê zar hîn be çetinayên xweda teyax ke, ew yek wê alî wî bike paşê jî hêsa ber problêma teyax ke.

ÇAWA ZARÊ HÎN KIN BIGIHÎJE NÊTA XWE

Çaxê tiştek bal zarê nayê standin.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Çimkî, heger yê rast heft cara bikeve, wê dîsa rabe, lê nepakê xirabîyêda sersêrî bên” (Metelok 24:16).

Alî zara xwe bike hîn be ça xwe bigire, gava tiştek cem wî nayê standin. Mesele, di mektebêda ewî êkzamên tesmîl nekir. Diqewime ji bo wê yekê ewê destê xwe berjêr ke û bêje: “Tu tişt bal min nayê standin!”

Seva ku zar bixwaze bigihîje nêta xwe, gerekê wîra bidine kifşê ku careke din çawa ew dikare evê yekê hê rind bike. Vê derecêda ewê hîn be xwe qayîm bigire û problêma safî ke.

Dewsa zarên xwe, problêma safî nekin. Alî wan bikin, wekî xwexa çarekê bivînin. Dikarin ji zarê bipirsin: “Tu çi dikarî bikî, wekî hê rind evê dersê hîn bî, ku paşê bikaribî êkzamêna tesmîl kî?”

Çaxê rastî çetinaya tê.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Hûn nizanin wê sibê çi bê serê we” (Aqûb 4:14).

Jîyînêda hemû tişt diqewime. Merivê ku îro dewletî ye, sibê dikare kesîb be, ewê ku îro sihet-qewat e, sibê dikare giran nexweş keve. Kitêba Pîroz dibêje: “Ne, yên lez, revêda serfiraz in, û ne yên qayîm di şerda . . . lê wext û qewimandin bona her tiştî ye” (Waîz 9:11, DT).

Hemikî hûn dixwazin ji hemû cûre xofiyê, zarên xwe xwey kin. Lê bi rastî hûnê nikaribin timê ji hemû çetinaya, zarên xwe xwey kin.

Dibe ku zara we hê biçûk e, û ewê rastî wan çetinaya neyê, ku girêdayî ne tevî undakirina xebatê, yan jî problêmên ku perava girêdayî ne. Lê çi jî hebe, zar jî rastî çetinaya tên; mesele heleqetiya wan tevî hevalên wan dikare xirab be, yan jî çaxê neferekî malê dimire.a

Çaxê kesek zara tera dibêje, ku ew gerekê xwe rast ke.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Guh bide şîretê . . . wekî axiriyêda tu bibî bîlan” (Metelok 19:20, DT).

Çaxê kesek zara tera dibêje, ku ew gerekê tiştekîda xwe biguhêze, ew nayê hesabê ku ew kes wî nimiz dike. Bi rastî ew meriv dixwaze, ku zar bibe merivekî diha baş.

Çaxê zara xwe hîn dikin wekî ew şîreta hilde hesab, ev yek karê tîne ça wîra usa jî dê-bavara. Bavek, navê kîjanî ku Con e, dibêje: “Hergê zar naxebite ku şaşiyên xwe rast ke, ewê ne jî tiştekî hîn be. Usa problêmên wî wê xilaz nebin, û hûnê timê dewsa wî problêma safî kin. Ev yek wê timê zehmet be”.

Çawa hûn dikarin alî zara xwe bikin, wekî şîretên meriya hilde hesab? Hergê mektebêda yan jî ciyê din zar şîretê bistîne, ku gerekê tiştekîda bê rastkirinê, vê derecêda nebêjine wî ku ev hêjayî wê yekê nîbû. Dewsa vê yekê wê baş be ji wî bipirsî:

  • “Tu ça difikirî, çima ev şîret dane te?”

  • “Çawa tu dikarî xwe rast kî?”

  • “Careke din dereca vî cûreyîda, tuyê çi bikî?”

Bîr nekin, çaxê hûn zara hîn dikin, wekî ewana şîreta hildin hesab, ev yek ça niha usa jî di axiriyêda, wê karê wanara bîne.

a Binihêre “Birca Qerewiliyê” gotara bi navê “Alî Zara Xwe Bike ku Mirina Merivê Nêzîk Teyax ke”, ya 1 Tîrmehê, sala 2008.

Dê alî qîza xwe dike totikê çêke

ZARA XWE BIÇÛKTAYÊDA HÎN KE

Çaxê zar ji şaşiyên xwe hîn dibe, ew destê xwe berjêr nake, ewê alî wî bike ku li axiriyê hêsa pêşeke teze hîn be

Zarên Xwera Bibe Mesela Baş

  • Gelo ez şaşiyên xwe tînim rûyê xwe, yan yên dinêna neheq dikim?

  • Ez derheqa şaşiyên xwe gilî dikim, û tiştekî ji wan hîn dibim?

  • Gelo ez dikenim ser şaşiyên merivên din?

Gotina Hine Dê-Bava

“Me zarên xwe, ji hemû cûre çetinaya xweyî nedikir. Çaxê ez cahil bûm, ez rastî çetinaya dihatim, û ev alî min kir, bibime merivekî baş. Me du zarên xwe, gelek delalî mezin nedikir, çi ku alî wan kir bibine merivne serwaxt” (Cêf).

“Çaxê min jina xweva hindava hevdaşaşî berdida, me baxşandin ji hev dixwest, û zara ev yek didît. Ez difikirim, wekî dê-bav gerekê ber zara şaşiyên xwe veneşêrin. Ev dikare bibe meseleke baş bona zara. Xêncî wê yekê, usa zar wê bivînin, wekî em nikarin ji şaşiya birevin, çimkî ev pareke jîyîna me ye” (Cêyms).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin