KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwyp serê 95
  • Çawa Qewî Bimînim?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çawa Qewî Bimînim?
  • Pirsên Cahila
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Çi tê hesabê ber strêsê qewî bimînin?
  • Çira ferz e ber strêsê qewî bimînin?
  • Çi bikin wekî ber strêsê diha qewî bimînin?
  • Çawa Bigihîjine Nêtên Xwe
    Hişyar Bin!—2019
  • Serecem
    Hişyar Bin!—2018
  • Sihet-Qewat û Xwegirtin
    Hişyar Bin!—2018
  • Çawa Ber Îzolesyayê Sebir kin?
    Têmên Din
Hê Zêde Binihêre
Pirsên Cahila
ijwyp serê 95
Beşera gedekî cahil hêdî-hêdî tê cî.

PIRSÊN CAHILA

Çawa Qewî Bimînim?

Tu ber strêsê teyax dikî? Tu qe rastî derecên usa hatibûyî?

  • Mirina merivê nêzîk.

  • Nexweşiya ku dirêj dikişîne.

  • Teşqelên tebiyetê.

Lêkolînkar dibêjin, wekî ne tenê çetinayên mezin dikarin me hal bêxin, lê usa jî xemên meye herrojî dikarin xirab ser sihet-qewata me hukum kin. Lema jî firqî tune meniya strêsa te çi ye, gelek ferz e wekî tu qewî bimînî.

  • Çi tê hesabê ber strêsê qewî bimînin?

  • Çira ferz e ber strêsê qewî bimînin?

  • Çi bikin wekî ber strêsê diha qewî bimînin?

  • Cahilên din çi dibêjin?

Çi tê hesabê ber strêsê qewî bimînin?

Ber strêsê qewî bimînin, tê hesabê çetinaya alt kin, û paşî halê giran, ser xweda bên. Meriv çiqas jî qewî be, yeke tu kes ji çetinayên jîyînê xweykirî nîne. Lê çaxê Merivê usa ji bo çetinaya dikeve, ew dîsa radibe ser piya û diha qewî dibe.

Du derecên baxeke palmayê. 1. Wedê firtonê ditewe. 2. Paşî firtonê dîsa rast bûye.

Çawa ku bax wedê firtonê ditewe, lê paşê dîsa rast dibe, tuyê jî bikaribî paşî çetinayên giran dîsa bişidî.

Çira ferz e ber strêsê qewî bimînin?

  • Çimkî her kes rastî çetinaya tê. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Pêşbazî ne bona merivên ku nigên wan lez in . . . dirûdî [pêşdaçûyîn] jî ne bona zilamên bi zanîn in; ji ber ku wext û rewş [qewimandin] pêrgîniya vana hemûya dikin” (Waîz 9:11). Ev yek çi ders e? Merivên baş jî rastî çetinaya tên hela hê wî çaxî jî, hergê wana tiştekî xirab nekiriye.

  • Çimkî gava tu qewî yî, tu xweykirî yî. Psîxolojekî mektebê usa dibêje: “Gelek şagirt medekirî dihatin ofîsa min û nikaribûn êmosiyên xwe kontrol kin. Menî ew bû, ku wana bona dersên xwe hejmarên nimiz standibûn, yan jî kesek malperên sosyalîda tiştên nebaş derheqa wan nivîsîbûn”. Bi giliyên wî, hergê meriv nizane ku ça wan xemên biçûk jî safî ke, ew yek dikare “çawa aliyê psîxîkîda usa jî aliyê êmosiyalîda ser wana xirab hukum ke”.a

  • Çimkî hergê tu qewî bî, ew yek wê ça niha usa jî axiriyêda alî te bike. Derheqa derecên ku strêsê pêşda tînin, psîxoloj Rîçard Lêrnêr nivîsî: “Seva ku emirê gihîştîda pêşdaçûyî bin, lazim e hîn bin ku çawa çetinaya safî kin, nêtên teze daynin pêşiya xwe û mecalên din bivînin, wekî bigihîjî nêtên xwe”.b

Çi bikin wekî ber strêsê diha qewî bimînin?

  • Ji mêşek nekine gamêşek. Hîn be çetinayên mezin ji çetinayên biçûk têderxî. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Axmax pêra-pêra hêrsa xwe dide kifşê, lê yê aqil şaşîyê vedişêre” (Metelok 12:16). Îzin nede wekî her çetinayî ser te hukum ke.

    “Zarên Mekteba minda, hela hê bona tiştên biçûk jî dikine kute-kut. Hevalên wan jî vê yekêda malperên sosiyalîda piştgiriya wan dikin. Lê ev yek ser wan nebaş hukum dike û aliyê wan nake, rast ser dereca xwe binihêrin”.—Coan.

  • Ji kesên din hîn be. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Çawa hesin bi hesin tê tûjkirinê, usa jî meriv hesinê hevalê xwe ye” (Metelok 27:17). Em dikarin dersên qîmet ji wan meriva hîn bin, yên ku rastî çetinayên giran hatibûn.

    “Gava tevî kesên din xeber didî, tu pêdihesî ku ewana rastî çi çetinaya hatine, lê niha bal wan her tişt baş e. Pêbihese ku wana çi kiribû yan çi nekiribû, wekî vê problêma xwe safî kin”.—Cûlya.

  • Sebir ke. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Heger yê rast heft cara bikeve, wê dîsa rabe” (Metelok 24:16). Ber xwe nekeve hergê her tişt usa naçe çawa ku tu hîviyê bûyî, çimkî wede gerekê derbaz be, wekî tu ser hişê xweda bêyî. Serî ev e, wekî tu qewata xwe top kî, ku dîsa bikaribî rabî.

    “Paşî çetinayîke mezin wede lazim e, wekî aliyê êmosiyalîda qewata me bê cî û birîna dilê me qenc be. Ev yek derbêra naqewime. Min ser xwe texmîn kiriye, ku çiqas wede derbaz dibe, haqas êşa dil diha sivik dibe”.—Andrêa.

  • Şêkirdar be. Kitêba Pîroz me hêlan dike: “Şêkirdar bin” (Kolosî 3:15). Em rastî çi çetinaya jî bên, yeke timê menî hene bona çi jî em dikarin şêkirdar bin. Bifikire derheqa sê tişta çi ku dilê te şa dikin.

    “Gava tu rastî kul-derda têyî, bal te pirseke usa dikare pêşda bê, ‘Çira ev yek hate serê min?’ Merivê ku ber strêsê qewî dimîne, bi zêdeyî dîna xwe nade problêmên xwe, lê dewsê nihêrandina pozîtîv xwey dike û razî ye bona vê yekê çi ku cem wî heye û çi ku dikare bike”.—Samanta.

  • Razî be. Pawlosê şandî got: “Ez hîn bûme, ku hemû halîda razî bim” (Fîlîpî 4:11). Rast e Pawlos nikaribû wan hemû tişta kontrol ke çi ku dihatine serê wî, lê ewî dikaribû nihêrandina xwe derheqa van tişta kontrol kira. Pawlos safî kiribû neke kute-kut û ji emirê xwe razî be.

    “Min fem kir wekî wedê çetinaya, rêaksiya mine pêşin ne ya lape baş e. Min safî kir ku çi jî biqewime, dîsa jî jîyînêra şa bim û dilteng nebim. Ji vê yekê ne tenê ez, lê kesên din jî karê distînin”.—Mêtyû.

  • Dua bike. Kitêba Pîroz dibêje: “Tu barê xwe bide Xudan Ewê hilgire dewsa te. Ewê tu car nehêle, wekî yê rast bilikume” (Zebûr 55:22). Dua ne ku mêtod e, wekî dilê xwe rihet kin, lê mecaleke baş e, wekî dilê xwe Efirandarê xwera vekin, Yê ku “bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7).

    “Ne lazim e, wekî ez tenê barê xwe bikişînim. Çaxê ez duada dilê xwe Yehowara vedikim, û bona keremên wî razîbûna xwe jêra didime kifşê, vî çaxî fikirên mine nêgatîv unda dibin û ez dîna xwe didime tiştên baş. Belê, dua gelek ferz e!”—Karlos.

Cahilên din çi dibêjin

Saray.

“Em hemû jî gunekar in, lema jî em ne ku cara, lê her roj şaşiya dikin. Em nikarin vê yekê biguhêzin, lema jî diha baş e ser şaşiyên xwe hîn bin. Û çaxê em dîsa rastî dereceke usa bên, em dikarin pirseke usa bidine xwe: ‘Ez çi dikarim bikim, wekî vê carê şaşî nekim?’”—Saray.

Îzabêlv.

“Rêzeke ku ez gelek hez dikim, ev heye Metta 6:27, kîjanêda ku Îsa pirs dide: ‘Îdî ji we kî dikare bi xemên xwe deqekê ser emirê xweda zêde ke?’ Cara ez bi zêdeyî bona wan tişta ber xwe dikevim, çi ku hê ne jî qewimî ne. Lema jî ez ser xwe dixebitim, wekî tenê derheqa roja îroyîn bifikirim, û bona vê yekê ber xwe nekevim, çi ku qewata min nagihîjê biguhêzim, çimkî ev yek meriya qidûm dêxe”.—Îzabêl.

Wekilandin: Çi bikin wekî ber strêsê diha qewî bimînin?

  1. 1. Ji mêşek nekine gamêşek. Hîn be çetinayên mezin ji çetinayên biçûk têderxî.

  2. 2. Ji kesên din hîn be. Tevî dê-bavê xwe, yan jî Mesîhîkî cêribandî xeber de, yên ku rastî çetinayên giran hatibûn.

  3. 3. Sebir ke. Ber xwe nekeve hergê her tişt usa naçe, çawa ku tu hîviyê bûyî, çimkî gerekê wede derbaz be, wekî tu ser hişê xweda bêyî.

  4. 4. Şêkirdar be. Em rastî çi çetinaya jî bên, yeke timê menî hene bona çi jî em dikarin şêkirdar bin.

  5. 5. Razî be. Rast e em nikarin her tiştî kontrol kin, çi ku tê serê me, lê em dikarin nihêrandina xwe derheqa van tişta kontrol kin.

  6. 6. Dua bike. Dua ev heye mecaleke baş, wekî dilê xwe Efirandarê xwera vekin, Yê ku “bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7).

a Ji kitêba Tomas Kêrstîng, bi navê “Disconnected”.

b Ji Kitêba Cahilê Baş—Eşkerekirina Mîfolojiya Derheqa Emirê Çetin ya Cahila.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin