KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g20 № 2 rûp. 6-7
  • 1. Gelo Sebebê Kul-Derdên Me Xwedê ye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 1. Gelo Sebebê Kul-Derdên Me Xwedê ye?
  • Hişyar Bin!—2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Çima Ev Yek Ferz e
  • Derheqa vê yekê Bifikirin
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje
  • Serecem
    Hişyar Bin!—2020
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Çira Xwedê Dihêle, wekî Kul-Derd Hebin?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Kul-Derdên Meda Kî ye Neheq?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2018
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2020
g20 № 2 rûp. 6-7
Keşîş Kitêba Pîroz girtiye destê xwe û gotara şînê dêrêda dibêje.

1. Gelo Sebebê Kul-Derdên Me Xwedê ye?

Çima Ev Yek Ferz e

Gelek meriv Xwedê înkar dikin, çimkî difikirin wekî Xwedê ye sebebê kul-derdên wan.

Derheqa vê yekê Bifikirin

Serwêrên gelek rêlîgiya hîn dikin, wekî Xwedê ye sebebê kul-derdên me. Mesele, hinek ji wan tiştên usa hîn dikin:

  • Teşqelên tebiyetê cezakirina ji Xwedê ye.

  • Xwedê merivên qenc dibe cem xwe li ezmên.

  • Xwedê piştgiriya şer-dewa dike, çi ku meniya kul-derdên mezin e.

Lê gelo serwêrên rêlîgiya dikarin tiştên nerast derheqa Xwedê hîn kin? Lê Xwedê ew serwêr înkar nekirine?

HÊ ZÊDE PÊBIHESIN

Binihêrin vîdêo, “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?”, ku ser malpera jw.org heye.

Kitêba Pîroz Çi Dibêje

Xwedê sebebê kul-derdên me nîne.

Hergê Xwedê sebebê kul-derdên me bûya, ev yek wê miqabilî xeyset-hunurên wî bûya, yên ku Kitêba Pîrozda eyan dibin. Mesele:

“Hemû rîyêd wî [Xwedê] heqî ne. . . . ew heq e û li ser heqîyê ye” (QANÛNA DUCARÎ 32:4).

“Heşa ku Xwedê xerabiyê bike û Yê ku hêza wî têra her tiştî dike, neheqiyê pêk bîne!” (ÎBO 34:10).

“Yê ku hêza wî têra her tiştî dike, ya rast xwar nake” (ÎBO 34:12).

Xwedê înkar dike wan rêlîgiya, yên ku tiştên nerast derheqa wî hîn dikin.

Dêmek înkar dike wan rêlîgiya, yên ku hîn dikin, wekî Xwedê ye sebebê kul-derdên me, usa jî ewên ku tevî şer-dewa û zulmiyê dibin.

“Pêxembera bi navê min vê pêxemberiya derewîn dikin; wan neşandim û emir li wan nekirim; pêxembertiya ku li we dikin, xewn û xeyalekî derewîn . . . fenekiya dilên wan in!” (YÊREMYA 14:14).

Îsa durûtiya rêlîgiya sûcdar dikir.

“Ne ku ewê minra dibêje: ‘Xudan! Xudan!’ wê bikeve Padşatiya Ezmana, lê ewê bikevê, yê ku emirê Bavê minî Ezmana diqedîne. Wê Rojê gelekê minra bêjin: ‘Xudan! Xudan! Ne me bi navê te pêxembertî kirin û bi navê te cin derxistin û bi navê te gelek keremet kirin?’ Hingê ezê aşkera wanra bêjim: ‘Ji min dûr kevin, neheqno! Min hûn tu car nas nekirine’” (METTA 7:21-23).

Gelo sebebê kul-derdên me Xwedê ye?

Bide ber çevê xwe, ku bav bona halxweşiya zarên xwe xem dike û bona wan hemû tiştî dike. Paşwextiyê kurekî wî miqabilî wî dertê, ji mal diçe, bi jîyîneke necayîz dijî û dikeve halekî giran. Gelo bav e neheq, wekî kurê wî xwe li riya nerast girt? Gelo wê rast be, hergê kur bavê xwe neheq ke, ku ketiye wî halî? Anegorî vê yekê, wê nerast be hergê em seva kul-derdên xwe Xwedê neheq kin.

Lê ev tê hesabê, ku em in sebebê kul-derdên xwe?

Binihêre pirsa 2.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin