KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp18 № 3 rûp. 12
  • Kul-Derdên Meda Kî ye Neheq?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kul-Derdên Meda Kî ye Neheq?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2018
  • Têmên Mîna Wê
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Çira Xwedê Dihêle, wekî Kul-Derd Hebin?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Çira Haqas Zulmî Heye û Meriv Diçerçirin?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Çira Em Diçerçirin, Kal-Pîr Dibin û Dimirin?
    Hişyar Bin!—2021
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2018
wp18 № 3 rûp. 12
Merivê ku alîkariyê dide ewên, ku zirarê ketin

Kul-Derdên Meda Kî ye Neheq?

Hergê kul-derd û tengasî ji Xwedê nînin, lê çima birçîbûn, kesîbbûn, şer, nexwaşiyên hal û xezeb pêşda tên? Xebera Xwedê sê meniyên sereke eyan dike, ku çima însanet ketiya wî halî:

  1. Xwehizî, Timayî û Nefretkirin. “Dem dibe ku serweriya zilamekî, li ser yekî din, bi xesara wî ye” (Waîz 8:9). Gelek car em bona gunekarî, xwehizî û zulmiya merivên din diçerçirin.

  2. Wext û Qewimandin. Meriv timê diçerçirin çimkî Kitêba Pîroz dibêje, wekî “wext û duhem pêrgîniya vana hemûyan dikin” (Waîz 9:11). Dêmek tiştên xirab lema tên serê meriya, çimkî ewana dikevine cî û wedekî nebaş, yan jî fesal nînin û xwe şaş dikin.

  3. Serwêrê Zulm yê Dinyayê. Kitêba Pîroz rind zelal dike meniya tengasiya meriya. Ew dibêje: “Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhenna 5:19). “Yê Xirab” ew heye Şeytanê Mîrê-cina, yanê efirînê ruhanîye qewî, yê ku serê-sêrîda melekê Xwedê bû, lê ewî “xwe rastiyê negirtiye” (Yûhenna 8:44). Melekên din jî tevî Şeytan bûne yek û miqabilî Xwedê rabûn, seva ku xwestinên xweye nerast bînin sêrî. Usa ewana bûne cin (Destpêbûn 6:1-5). Ji wî wedeyî destpêbûyî, Şeytan û cinên wî, gelek li ser vê dinyayê hukum dikin û zulmiyê pêşda tînin. Niha ew yek zelal tê kifşê. Şeytan dîsa jî pir hers e û temamiya dinê dixalifîne, lema jî “wey li erdê” (Eyantî 12:9, 12). Bi rastî jî Şeytan serwêrekî zulmkar e. Wî xweş tê çaxê meriv diçerçirin. Dêmek Şeytan e sebebê tengasiyên me, ne ku Xwedê.

ŞÊWIR KIN: Tenê merivê bêxwedê, û yê gelek xirab wê merivên baş bide çerçirandinê. Lê Kitêba Pîroz dibêje: “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). Lema jî em sed selefî dikarin bêjin, wekî nabe “ku Xwedê xerabiyê bike û Yê ku hêza wî têra her tiştî dike, neheqiyê pêk bîne!” (Îbo 34:10).

Dibeke tu difikirî: “Xwedayê Himzor wê heta kengê bihêle ku Şeytan serwêrtiyê bike?” Çawa me dît, Xwedê zulmiyê nefret dike, û dilê wî gelek bona me dişewite çaxê ew derd-kulên me divîne. Xêncî wê yekê, Xebera wî me hêlan dike: “Hemû xemêd xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7). Xwedê me hiz dike û ew Himzor e, lema jî ewê zûtirekê hemû tengasî û neheqiya bide hildanê. Ji kerema xwe dîna xwe bidine gotara din.a

a Bona hê zêde elametî ku çira haqas kul-derd hene, binihêrin dersa 26 ji kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, kîjan ku Şedên Yehowa neşir kirine. Hûn usa jî dikarin ewê Kitêbê bêpere ji malpera www.jw.org, xwera bidine kişandinê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin