DERSA 26
Çira Haqas Zulmî Heye û Meriv Diçerçirin?
Çaxê tiştekî xirab diqewime, tebiyetî ye ku pirseke usa pêşda tê: “Çira usa qewimî?” Em çiqas şa ne ku Kitêba Pîroz caba vê pirsê dide!
1. Mîrê-cina çi kir wekî zulmî kete nav dinê?
Mîrê-cina miqabilî Xwedê rabû. Ewî dixwest serwêrtiyê ser efrînên Xwedê bike, lema ewî ser merivên pêşin, dêmek ser Adem û Hêwayê hukum kir, wekî ewana jî tevî wî bibine raber. Ewî pê derewiyê xwest bigihîje nêta xwe (Destpêbûn 3:1-5). Ewî Hêwa da bawerkirinê wekî Xwedê tiştekî baş ji wana vedişêre. Bi gotina wî usa derdiket, wekî meriv wê diha bextewar bin, hergê gura Xwedê nekin. Derewiya Mîrê-cina ya ewlin ew bû, ku ewana wê nemirin. Lema jî Kitêba Pîrozda derheqa wî tê gotinê “ew derewîn e û bavê derewa ye” (Yûhenna 8:44).
2. Adem û Hêwayê safî kirin ku çi bikin?
Yehowa gelek merd bû hindava Adem û Hêwayê. Ewî gotibû wan, ku ewana dikarin berên hemû baxa bixwin, xêncî baxekî (Destpêbûn 2:15-17). Lê yeke wana safî kir, ku berê wê baxa qedexekirî bixwin. Hewayê “dest avîte berê wê xwar”. Paşê Adem jî “xwar” (Destpêbûn 3:6). Wana herda jî gura Xwedê nekirin. Adem û Hêwa kamil bûn, wanra çetin nîbû gura Xwedêda bimana. Lê wana nexwest gura Xwedê bikin, gune kirin û serwêrtiya wî înkar kirin. Ev safîkirina wane nerast, kul-derdên giran wanra anî (Destpêbûn 3:16-19).
3. Safîkirina Adem û Hêwayê ça ser me hukum bû?
Çaxê Adem û Hêwayê gune kirin, wana bêqisûrtiya xwe unda kir û bûne merivên gunekar û ew gune derbazî ser hemû zuretên wan bû. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû” (Romayî 5:12).
Em ji bo cûre-cûre meniya diçerçirin. Cara em ji bo safîkirinên xweye nerast diçerçirin. Cara ji bo safîkirinên meriva. Cara jî wede û qewimandin dibine meniya kul-derdên me (Bixûne Waîz 9:11.)
KÛR LÊKOLÎN KE
Pêbihese ku çira em bawer in, wekî Xwedê neheq nîne vê yekêda, ku dinyayêda zulmî heye û meriv diçerçirin, û Xwedê çi ser xwe texmîn dike gava em diçerçirin.
4. Meniya hemû çetinaya
Gelek meriv difikirin, wekî dinya bin serwêrtiya Xwedêda ne. Gelo ew yek rast e? Vêxe VÎDÊO.
Bixûne Aqûb 1:13 û 1 Yûhenna 5:19, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Gelo Xwedê neheq e wê yekêda, ku dinyayêda zulmî heye û meriv diçerçirin?
5. Gava Mîrê-cina destpêkir serwêrtiyê ser dinyayê bike, hingêda dinya çi halîda ne?
Bixûne Destpêbûn 3:1-6, û paşê van pirsa şêwir ke:
Mîrê-cina çi derew got? (Binihêre rêzên 4 û 5.)
Mîrê-cina ça Hêwa da bawerkirinê, ku Xwedê tiştekî baş ji wana vedişêre?
Bi giliyê Mîrê-cina, gelo meriv dikarin bê serwêrtiya Yehowa bextewar bin?
Bixûne Waîz 8:9, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Bê serwêrtiya Yehowa dinya kete çi halî?
Adem û Hêwa bêqisûr bûn û ser erdê, Cinetêda dijîtin. Lê wana gura Mîrê-cina kir û miqabilî Xwedê derketin
Paşî miqabilîbûnê dinya bi gune, kul-derda û mirinê tije bû
Yehowa wê gune, kul-derda û mirinê bide hildanê. Meriv wê dîsa bêqisûr bin û Cinetêda bijîn
6. Dilê Yehowa dêşe çaxê em rastî kul derda tên
Gelo derdên me dilê Yehowa dêşînin? Pêbihese ku Dawid Padşa û Petrûsê şandî çi nivîsîn. Bixûne Zebûr 31:7 û 1 Petrûs 5:7, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Tu ça xwe texmîn dikî gava zanî, wekî Yehowa derdê me divîne û bona me xem dike?
7. Xwedê wê hemû derdên meriva bide hildanê
Bixûne Îşaya 65:17 û Eyantî 21:3, 4, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Çira ew yek ku Yehowa wê zulmiyê û kul-derda bide hildanê, dilbîniyê dide me?
We zanibû?
Mîrê-cina bi derewa xweye ewlin, buxdan avîte Yehowa. Bi wê yekê ewî meriv dane bawerkirinê, wekî Yehowa serwêrekî qenc û bi hizkirin nîne. Çaxê Yehowa zulmiyê bide hildanê, wê navê xwe pîroz ke. Dêmek wê îzbat ke ku serwêrtiya wî ya lape baş e. Nava temamiya gerdûnêda pîrozbûna navê Yehowa, herî ferz e (Metta 6:9, 10).
HINE MERIV DIBÊJIN: “Hemû kul-derd qirara Xwedê ye.”
Tuyê ça caba xwe bidî?
TEMAMKIRIN
Mîrê-cina û herd merivên pêşin sebebên zulmiyê û kul-derda ne. Dilê Yehowa dêşe çaxê derdê me divîne, lema jî ewê zûtirekê zulmiyê bide hildanê.
Wekilandin
Mîrê-cina Hêwayêra çi derew got?
Raberîbûna Adem û Hêwayê ça ser hemû meriva hukum bû?
Em ji ku zanin ku dilê Yehowa dêşe gava halê meyî xirab divîne?
HÊ ZÊDE PÊBIHESE
Pêbihese ku Kitêba Pîrozda derheqa gune çi tê gotinê.
Hê zêde pêbihese derheqa wê yekê, ku Mîrê-cina baxçê Êdênêda çi pirs pêşda anî.
“Gelo Çira Xwedê Dihêle ku Em Biçerçirin?“ (“Birca Qerewiliyê”, 1 Çileyê, 2014)
Pêbihese caba vê pirsê, kîjan ku bal gelek meriva pêşda tê.
“Çira Holokost Qewimî? Çira Xwedê Ev Yek Neda Sekinandinê?“ (Gotara ji malperê)
Binihêre ku ça mêrikek pêhesiya, wekî sebebê zulmiyê kî ye.