SERÊ 2
Cineta Undakirî
Milyaketekî şerûd hêlan dida Adem û Hêwayê, wekî ewana serwêrtiya Xwedê înkar kin. Paşî vê yekê, gune û mirin derbazî însanetê dibe
GELE wede pêşiya wê yekê ku merî bihatana efirandinê, Xwedê gelek milyaket efirandin, yêd ku ruh in û nayêne dîtinê. Di baxçê Adenêda milyaketê şerûd ku hate navkirinê Şeytan Mîrê-cina, bi mixenetî Hêwa da qayîlkirinê wekî ew ji dara qedexekirî êmîş bixwe.
Mîrê-cina pê mer xeber da û got, wekî Xwedê tiştekî baş ji wana vedişêre. Ev milyaketê miqabil gote Hêwayê, ku heger ewana ji dara qedexekirî êmîş bixwin wê nemirin. Bi vê yekê Şeytan Mîrê-cina buxdan avîte Xwedê, wekî ew meriya dixapîne. Mîrê-cina usa da kifşê, ku heger Adem û Hêwa gura Xwedê nekin, ev yek wê riya wan veke wekî bikaribin bistînin zanebûna mexsûs û azabûnê. Lê ev derew bû, derewiya pêşin li ser rûyê dinyayê. Bi rastiyê xeberdan diçû derheqa îzina Xwedê serwêrtiyê bike, dêmek derheqa serwêrtiya wîye himzor, û usa jî derheqa wê yekê, ku hela ew serwêrtiya xwe, rast û seva kara bineliyêd xwe dide xebatê yan na.
Hêwayê derewiya Mîrê-cina bawer kir. Û hewasa wê evî êmîşîra usa zef hat, ku ewê hilda û xwar. Paşê da mêrê xwe û ewî jî xwar. Usa wana gune kir. Bi kirêd xweyî usa Adem û Hêwa miqabilî Xwedê derketin. Wana rind zanibû temiya Xwedê, lê yeke xwexa serwêrtiya Efirandarê xwe înkar kirin, kîjanî ku hemû tişt û usa jî emirê qedandî, dabû wan.
Zuret wê “serê te bihincirîne û tê jî peniya wê bigezî”(Destpêbûn 3:15, PKM)
Xwedê usa kir wekî Adem û Hêwayê miqabil, caba kirêd xwe bidin. Xwedê soz da ku wede derbaz be û kesek gerekê bê, yê ku wê meriya xilaz ke û qira Mîrê-cina jî bîne. Yahowa mirina Adem û Hêwayê paş xist, û bi vê yekê ewî hindava zuretêd wan ku hê nehatibûn bûyînê, remtî nîşan kir. Dêmek Xwedê dixwest Xilazkarekî bişîne ku wê me ji wan bela û xema xilaz ke, yêd ku ji bo gunê Adem û Hêwayê destpêbûn, û wekî gumana me hebe. Gelo Xwedê çawa qirara xwe derheqa Xilazkarê sozdayî gerekê bianiya sêrî? Û kî be ev Xilazkarê sozdayî? Ev yek hêdî-hêdî wedê nivîsandina Kitêba Pîroz dihate eyankirinê.
Xwedê berî Adem û Hêwayê da, ji cinetê wana derxist, ewana gelek diçerçirîn û gele cefa dikişandin seva perî nan. Paşê Hêwa hemle derket û zara xweye pêşin anî. Navê wî Qayîn bû. Wede şûnda Adem û Hêwayêra zarêd din jî hatin bûyînê, navêd wan Habîl, û Sêt yê ku bavê kalikê Nuh bû.
Li ser hîmê kitêbêd Destpêbûn serê 3 heta 5; Eyantî 12:9.