KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 4 serhatî 2
  • Çira Adem Û Hêwa Mala Xwe Unda Kirin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çira Adem Û Hêwa Mala Xwe Unda Kirin
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Adem û Hêwayê Gura Xwedê Nekirin
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Jîyîn Cinetêda Çi Cûreyî Bû?
    Guh Bide Xwedê û Bijî Heta-Hetayê
  • Xwedê Mêr û Jina Pêşin Çêkir
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Jîyîna Çetin Destpêbû
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 4 serhatî 2

Serhatî 4

Çira Adem Û Hêwa Mala Xwe Unda Kirin

HELA binihêre çi qewimî. Adem û Hêwa ji mala xweye bedew, baxçê Aden, hatine berîdanê. Lê zanî çira?

Yahowa berî wan da, çimkî wana tiştê xirav kirin. Gelo Adem û Hêwa çi xiravî kirin?

Wana tiştê usa kir, yê ku Xwedê îzin nedida wan bikin. Xwedê gote wan, ku ji hemû dara di baxçê Adenêda, ewana dikarin êmîş bixwin. Lê tenê ji darekê nikarin, çimkî wê bimirin. Em dikarin hesav kin, ku ev dar ya Xwedê bû. Lê ça tu dişirmîş dibî, îzina te heye tiştêd ne ya te hildî xwera? Em zanin wekî na. De were binihêrin çi qewimî!

Rojekê, çaxê Hêwa di baxçê Adenêda tenê bû, mer wêra xeverda. Te tiştê usa dîtye, wekî mer xever de? Ewî Hêwara got, ku evî êmîşî bixwe, yê ku Xwedê got nexwin. Em zanin ku Xwedê mer usa çêkir, ku ew nikare xever de. Lema jî em fem dikin, ku bi devê mer kesekî din xever dida. Gelo ev kî bû?

Belê, ev ne Adem bû. Ev, yek ji wan milyaketa bû, yêd ku Xwedê pêşiya hemû tiştî efirand, û yêd ku nayne dîtinê. Ev milyaket paşwextiyê bû gelekî qure û babax. Hema ewî bi devê mer xeverda. Ew dişirmîş bû ku dikare mîna Xwedê bibe serkarê dinyayê. Ewî dixwest, ku hemû merî dewsa Xwedê gura wî bikin.

Ewî Hêwa da şaşkirinê. Çaxê milyaketê xirav gote Hêwa, ku hergê ew evî êmîşî bixwe wê bibe mîna Xwedê, Hêwa bawer kir û xwar, paşê da Adem û ewî jî xwar. Adem û Hêwa gura Xwedê nekirin û lema jî Xwedê ji mala wane bedew berî wan da.

Lê wedê usa wê bê, çaxê Xwedê temamiya erdê mîna baxçê Aden wê bedew ke. Paşê em pêbihesin, hela seva vî şixulî tu çi dikarî bikî. Lê niha ka em binihêrin, çi serê Adem û Hêwa qewimî.

Destpêbûn 2:16, 17; 3:1-13, 24; Eyantî 12:9.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin