Serhatî 5
Jîyîna Çetin Destpêbû
ÇIMKÎ Adem û Hêwa îda ne di Adenêda bûn, jîyîna wan gele çetin bû. Dewsa darêd bedew û êmîşdar, wana dor-berê xwe tenê sitrîna û şînkayiya bêkêr didît. Ewana gelek dixevitîn û cefa didîtin seva ku perî nan bixwin. Ev yek hate serê wan, çimkî wana gura Yahowa nekir û hevaltiya xwe tevî wî unda kirin.
Tê bîra te, Xwedê Adem û Hêwara pêşda gotibû, ku hergê ewana ji dara bêîzin êmîş bixwin, wê bimirin. Lê wana gura Xwedê nekir û êmîş xwarin, lema jî ewana hêdî-hêdî kal-pîr bûn û di axiriyêda mirin. Wana rastî jî bêaqilî kir, ku gura Xwedê nekirin!
Zarêd Adem û Hêwa hatin bûyînê paşî wê yekê ça Yahowa ji cinetê berî wan da. Lema zarêd wan jî gerekê kal-pîr bûna û bimirana.
De bide hesavê xwe, hergê wana gura Xwedê bikira, jîyîna wan û zarêd wan çiqas wê bextewar bûya. Ewana hemûşk li ser erdê di bextewariyêda wê heta-hetayê bijîtana. Tu kes ji wan wê nexweş nebûya, ne pîr bûya û ne jî bimiriya.
Xwedê dixwest, ku merî heta-hetayê di bextewariyêda bijîn û ew soz dide, ku usa jî wê bibe. Temamiya erdê wê bedew be, hin jî her kes wê sihet-qewat be. Hemû merî wê hevaltiyê hevra bikin û hin jî bibine hevalê Xwedê.
Lê Hêwa hevaltiya xwe tevî Xwedê unda kir. Lema jî çaxê pêra zar dibûn, ew êşa giran dikişand û gelekî diçerçirî. Divînî, çiqas kul-derda ewê dît, çimkî gura Yahowa nekir.
Cem Adem û Hêwa gelek zar hebûn. Çaxê zara wane pêşin hate bûyînê, wana navê wî danî Qayîn. Navê zara duda jî Habîl bû. Lê tu zanî çi serê wan qewimî?
Destpêbûn 3:16-23; 4:1, 2; Eyantî 21:3, 4.