DERSA 8
Çira Xwedê dihêle, wekî zulmî û kul-derd hebin?
1. Ça zulmî pêşda hat?
Xwedê serkartiya meriya haqas wede hîşt, çiqas ku lazim bû seva ku eyan be, wekî meriv nikarin problêmên meriya safî kin
Zulmî li ser erdê pêşda hat, çaxê Şeytan derewa pêşin kir. Serê-sêrîda Şeytan milyaketekî bêqusûr bû, lê ewî xwe di rastiyêda negirt (Yûhenna 8:44). Ewî tiştekî usa xwest, ku tenê Xwedê hêjayî vê yekê bû, ewî xwest ku her kes wîra qulix ke, ne ku Xwedêra. Şeytan jina pêşin Hêwa xapand, û usa kir ku Hêwayê gura wî kir, ne ku gura Xwedê. Adem jî di vê guranekirinêda tevî Hêwayê bû yek. Ev kirên Adem, pêşda anî çerçirandin û mirin. Bixûne Destpêbûn 3:1-6, 19.
Bi wê yekê ku Şeytan hêlan da Hêwayê gura Xwedê neke, Şeytan miqabilî Xwedê derket û îzina Xwedê serkartiyê bike kire bin şikê. Paşî vê yekê geleka înkar kir serkartiya Xwedê û bi vê yekê tevî Şeytan bûne yek. Usa Şeytan bû “serwêrê vê dinyayê”. Bixûne Yûhenna 14:30; 1 Yûhenna 5:19.
2. Di efirînêd Xwedêda kêmasî yan qusûr hebû, yan na?
Hemû kirên Xwedê bêkêmasî û bêqusûr in. Xwedê merî û milyaket usa efirandine, wekî ewana bikaribin bi bêqusûrtiyê gura wî bikin (Qanûna Ducarî 32:4, 5). Lê Xwedê usa jî em bi azabûna bijartinê efirandine, wekî em xwexa bijbêrin qenciyê bikin yanê xirabiyê. Ev azabûna bijartinê mecalê dide me, wekî em hizkirina xwe hindava Xwedê kifş kin. Bixûne Aqûb 1:13-15; 1 Yûhenna 5:3.
3. Çira Xwedê hîşt ku heta îro kul-derd hebin?
Yahowa Xwedê hîşt wekî miqabiliya hindava serkartiya wî, yê ku di baxçê Adenêda destpêbû, dîsa hinek wede dirêj be. Lê gelo çira? Seva ku bê kifşê, wekî serkartiya bêyî wî nikare karê meriyara bîne (Waîz 7:29; 8:9). Paşî vê yekê 6 000 sal derbaz bûn, û ji terîxiya dinyayê eşkere dibe ku serkarên dinyayê nikarin şer, zulmî, neheqî yan jî nexweşiyê bidin hildanê. Bixûne Yêremya 10:23; Romayî 9:17.
Belê serkartiya meriya nikare karê bîne meriyara, lê serkartiya Xwedê îda karê tîne wan meriyara, kî ku evê serkartiyê qebûl dike (Îşaya 48:17, 18). Zûtirekê Xwedê wê hemû serkartiyên dinyayê kutake. Kî ku xwera serkartiya Xwedê jibartiye, tenê ew wê bibine xweyê erdê (Îşaya11:9). Bixûne Daniyêl 2:44.
Binihêre vîdêo Çima Xwedê Dihêle Wekî Em Biçerçirin?
4. Bi saya sebirkirina Xwedê em çi dikarin bikin?
Şeytan şer avîte li ser hemûya, ku tu kes bêkar Xwedêra wê qulix neke. Lê tu dixwazî îzbat kî, ku ev yek derew e? Belê, tu dikarî evê yekê bikî! Bi saya sebirkirina Xwedê, wedê me her kesî heye ku nîşan kin kîjan serkartiyê em dijbêrin, serkartiya Xwedê yanê ya meriya. Ev yek di emirê meda wê rind bê kifşê. Bixûne Îbo 1:8-12; Metelok 27:11.
5. Ça em dikarin ça serkarê xwe bijbêrin Xwedê?
Bijartina me eşkere dike, wekî em dixwazin ku serkarê me Xwedê be
Em dikarin bijbêrin serkartiya Xwedê, heger em ji Xebera Xwedê dêmek Kitêba Pîroz, hîn bin ça rast Xwedê bihebînin, û paşê evê zanebûnê di qulixkirinêda bidin xebatê (Yûhenna 4:23). Usa jî em dikarin înkar kin serkartiya Şeytan, heger em çev bidine Îsa Mesîh û nekevine nav şixulên polîtîkê û şerkirinê. Bixûne Yûhenna 17:14.
Şeytan îro qewata xwe dide xebatê, wekî tiştên heram, bênamûsî û xirab, mera usa bide kifşê ça tiştên baş. Heger em terka wan şixulên xirab bidin, dibek jî heval yan bira-pismamên me, li ser me bikenin, yan jî pişta xwe bidine me (1 Petrûs 4:3, 4). Lê em gerekê safî kin: Em tevî wan meriya kî ku Xwedê hez dikin, hevaltiyê bikin? Em gura qanûnên Xwedêye aqlayî û bi hizkirin bikin? Rast e çetinayî dikarin hebin, lê heger em usa bikin, emê îzbat kin wekî giliyên Şeytan ku tu kes di nav çetinayada wê gura Xwedê neke, derew e. Bixûne 1 Korintî 6:9, 10; 15:33.
Xwedê wê eseyî hemû zulmiyê û çerçirandinê bide hildanê, çimkî ew meriya hez dike. Kî ku ewê yekê bawer dike û baweriya xwe jî eşkere dike, wê li ser erdê heta-hetayê bijî. Bixûne Yûhenna 3:16.