KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g21 № 1 rûp. 10-11
  • Çira Em Diçerçirin, Kal-Pîr Dibin û Dimirin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çira Em Diçerçirin, Kal-Pîr Dibin û Dimirin?
  • Hişyar Bin!—2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Dê-Bavê Meye Pêşin Ew Bela Anîne Serê Me
  • Melekên Xirab Kul-Derdên Me Zêde Dikin
  • Carna Em ji bo Şaşiyên Xwe Diçerçirin
  • Em “Rojên Axiriyêda” Dijîn
  • Çira Haqas Zulmî Heye û Meriv Diçerçirin?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Çira Xwedê Dihêle, wekî Kul-Derd Hebin?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Kul-Derdên Meda Kî ye Neheq?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2018
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2021
g21 № 1 rûp. 10-11
Merivên kesîb ancax xwe yole dibin çimkî destê wanda tune.

Çira Em Diçerçirin, Kal-Pîr Dibin û Dimirin?

Em bona Efirandarê xwe ça zar in. Û ew naxwaze wekî em kul-derda bikişînin. Lê yeke em rastî gelek kul-derda û tengasiya tên. Gelo çira?

Dê-Bavê Meye Pêşin Ew Bela Anîne Serê Me

“Awa çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (ROMAYÎ 5:12).

Xwedê merivên pêşin, Adem û Hêwa pê hiş-aqil û bedena bêqisûr efirand. Ewî usa jî ser erdê cinetê wanra maleke xweş da, bi navê baxçe Êdên. Ewî gote wan ku xêncî darekê, ewana dikarin hemû berên dara bixwin. Lê Adem û Hêwa berê vê dara qedexekirî xwarin, û bi vê yekê gune kirin (Destpêbûn 2:15-17; 3:1-19). Paşî neguhdarîkirinê, Xwedê wana ji baxçe derxist, û emirê wan gelek giran bû. Wede şûnda, zar wanra bûn, û emirê wan jî bi kul-derda tije bû. Ji vî çaxî ewana gişk kal-pîr dibin û dimirin (Destpêbûn 3:23; 5:5). Em rûyê merivên pêşin, Adem û Hêwayêda, nexweş dikevin, kal-pîr dibin û dimirin.

Melekên Xirab Kul-Derdên Me Zêde Dikin

“Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 YÛHENNA 5:19).

“Yê Xirab”, ew heye Mîrê-cina. Ew efrînê ruhanî, ku nayê dîtinê, miqabilî Xwedê rabû (Yûhenna 8:44; Eyantî 12:9). Paşê, hine melekên din jî tevî Mîrê-cina bûne yek û piştgiriya wî kirin. Ser wan dibêjin cin. Ew ruhên xirab, qewata xwe didine xebatê wekî meriv bixalifin, gura Efirandarê xwe nekin û pişta xwe bidine wî. Bin hukumê wanda îro gelek meriv tiştên xirab dikin (Zebûr 106:35-38; 1 Tîmotêyo 4:1). Şeytan û cinên wî şa dibin gava meriv diçerçirin û kul-derda dikişînin.

Carna Em ji bo Şaşiyên Xwe Diçerçirin

“Meriv çi diçîne, wê jî diçine” (GALATÎ 6:7).

Em gişk gelek car kul-derda dikişînin ji bo gunekariya xwe û ji bo hukumê vê dinyayê, ku bin destê Mîrê-cinada ye. Lê meriv cara xwexa neheq in bona kul-derdên xwe. Çi cûreyî? Ewana gava tiştên xirab dikin û safîkirinên bêaqilayî dikin, gelek car axiriya xirab distînin. Alîkî dinva jî, çaxê meriv tiştên baş dikin, ewana axiriya baş distînin. Mesele, mêr û bavê helal û xebathiz, ku neferên xwe hiz dike, wê gelek tiştên baş biçine û wê malbeta xwe bextewar ke. Lê yê xumarbaz, îçkehiz û tembel, xwe û neferên xwe dike kesîbiyê. Lema jî bi bîlanî ye guh bidine Efirandarê xwe. Ew dixwaze em tiştên baş biçinin, û “edilayêda” bin (Zebûr 119:165).

Em “Rojên Axiriyêda” Dijîn

“Rojên axiriyêda ... merivê bibine xwehiz, perehiz ... ne gura dê-bavada ... temsist, zulmkar, neyarên qenciyê” (2 TÎMOTÊYO 3:1-5).

Îro gelek meriv hema vî cûreyî ne, ça van rêzada hatiye pêxembertîkirinê. Rabûn-rûniştina wan eşkere îzbat dike wekî em rastî jî “rojên axiriyêda” dijîn, yên ku berbi xilaziya vê dinyayê dibin. Kitêba Pîroz usa jî pêxembertî kiriye, wekî “rojên axiriyêda” şer, kêmasiya xwarinê, erdhejên mezin û nexweşî wê belabûyî bin (Metta 24:3, 7, 8; Lûqa 21:10, 11). Ew her tişt gelek kul-derd û mirinê tînin.

Min Dilrihetî Stand

“Çaxê ez bûme 19 salî, ez seqet bûm û minra gotin wekî ew rûyê gunê minda ye, çimkî pêşiya bûyîna xwe, min jîyîna xweye pêşiya vêda, xirabî kiribû. Ji bo vê yekê ez gelek dilteng bûm û ketime dêprêsiyê. Min hîn dikirin wekî bona kul-derdên însanetê Xwedê neheq e. Min Xwedêkî usa bêrem nikaribû hiz bikira. Lê paşê, gava min Kitêba Pîroz lêkolîn kir, ez pêhesiyam ku Efirandar me hiz dike û melekê xirab, navê kîjanî Mîrê-cina ye, sebebê kul-derdên însanetê ye. Ez usa jî pêhesiyam wekî zûtirekê Xwedê wê Mîrê-cina û hemû ziyan ku ewî mera aniye, kuta ke. Min destpêkir wî Xwedêyî usa qenc, gelek hiz bikim. Û min dilrihetî stand” (Sancay).

Sancay.

Hê zêde pêbihesin:

Bona hê zêde înformasiya ku çira em kul- derda dikişînin û çawa sebir kin, têkevine jw.org û binihêrin HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > PIRSÊN KITÊBA PÎROZVA GIRÊDAYÎ > KUL-DERD.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin